Xweseriya “Demokratîk” li Rojava

Roja we bi xêr xwendevanên vî zimanî şîrîn: Niha ez wek di weşanên berê de bêjim “Bê Şîrove”, belkî hinekan tênegihin ji ber çi ez naxwazim nivîsek derbarê  wêneyek, vîdyoyek an jî hevokekê biweşînim. Sedema vê yekê jî dubarekirina nivîsên ku min derbarê van mijaran kirine,  dibêjim êdî ne hewceye dîsa ez serê xwendevanan bi van mijaran mijûl bikim.  Lê biborin, îro ezê dîsa serê … Continue reading Xweseriya “Demokratîk” li Rojava

Gelo wêneyên serokan wê zikê belengazan têr bikin?

Nûçeyên ku ji me re ji welêt tên dibêjin ku gel di rewşekê xerab de ye, peydakirina nanê rojane bûye karekî pir dijwar, birayê min  dibêje ku ew vegeriyane zemanê berê, agir bi êzingan dixîne û nanê sêlê çêdike, dîsa 1000 carî şukir (spas) ji Xwezayê re ku tirî, hejîr, henar, gûz û genim…hwd li ba me heye ku malbat dikare pê bijî lê bi … Continue reading Gelo wêneyên serokan wê zikê belengazan têr bikin?

Axaftinek li ser Kurdistanê li Talavera de la Reina

Di meha çileya pêşîn  ji sala bihorî de ez ji aliyê înstîtuyeke spanî li bajarê Talavera de La Reina (115 km li başûrê rojavayê Madrîdê bi cih dibe)  hatibûm vexwendin ta ku li ser kurd û Kurdistanê biaxivim û ji bo ku ji şagirtên sinfên curbecur yên înstîtuyê  û mamosteyên wan  re rewşa mafên mirovan li Suriyê şîrove bikim. Her wiha min li ser hinek mafên … Continue reading Axaftinek li ser Kurdistanê li Talavera de la Reina

Malpereke nû çîrokên herêmên Kurdax û Kobanî hemêz dike

Malpera Çîrok gelek çîrokên gelêrî ji Çiyayê Kurmênc (Efrîn) û Kobanî berhev kirine, birevebirê malperê Apo Cemo ji me re ragihand ku ev çîrok di salên 80-î de hatine tomar kirin. Hêjayî gotinê ye ku damezrandina vê malperê  di kêlîkeke hesas de tê  nemaze ji ber rewşa dijwar ku  zimanê Kurdî  têde derbas dibe li başûrê rojavayê Kurdistanê. Malpera Çîrok  gelek çîrok û stran ji … Continue reading Malpereke nû çîrokên herêmên Kurdax û Kobanî hemêz dike

El País ligel Hokman Cuma hevpeyvînekê çêkir

Rojnameya herî mezin li Spanya El Pais serdana Hokman Cuma, Kurdê sol avêtibû serokwezîrê Tirkiyê, kir û hevpeyvînekê pê re çêkir. Hokman Cuma di hevpeyvîna ya dawî ji rojnameya El Pais re gotibû: Mayîna  min di zindanê de hêjaye eger êdî xelk êşa Kurdan nas bike”. Hokman piştgirya xelkê  ne tenê ji derveyî zindanê werdigre, her wiha “Piştgiraya wezîfedarên hebsê û girtiyên din jî werdigre”, … Continue reading El País ligel Hokman Cuma hevpeyvînekê çêkir

Sê sal zindan bihaya avêtina solê li dijî Erdogan

Ciwanê Kurd Hokman Cuma ku di sibata bihorî de  pûlava xwe avêtibû Erdogan bi sê sal zindan hate cezakirin. Îro dadgeha Cezayê 9 li bajarê Sevilla ciwanê Kurd Hokman Cuma bi sê sal zindan ceza kir, her wiha dadgeh Hokam bi dayîna  408 euro jî ceza kir. Dadegeha cezayê yê hejmar 9, Kurdê herêma Kobanî yê 27 salî, bi êrîşa li dijî civaka navnetwî tawanbar … Continue reading Sê sal zindan bihaya avêtina solê li dijî Erdogan