Ji ber gefên kuştinê ji Kerkûk koçber bû

Şalaw Ebdullah li taxa Rehîmawa ya Kerkûkê di heman sala serhildana gel de, di sala 1991ê de, li Başûrê Kurdistanê ji dayîk bûye û li wir jiyana xwe derbas kiriye. Şalaw xwediyê taksiyekê bû û xwendekarên keç dibirin zanîngehê, lê beriya çend mehan ew ji aliyê kesên nenas ve hate tehdîdkirin, ji bo ku ew dest ji karê xwe berde: “Wan kaxezên biçûk li ser … Continue reading Ji ber gefên kuştinê ji Kerkûk koçber bû

Vîdyo: Şahiyên Newrozê li Madrîd û Welatê Bask

Rûdaw / Z.A – Bi boneya Newrozê Ala Kurdistanê li şarederiya bajarê San Sebastianê hate hildan. Newroza îsal li Spanyayê li Madrîdê û li du bajarên Welatê Baskê hate pîroz kirin, di roja 21ê adarê Şarederiya bajarê San Sebastianê (bi baskî Donostia) bi boneya cejna Newrozê ala Kurdistanê li ser balkona şaredariyê danîbû û çar kesan ji çar aliyên Kurdistanê vexwendin ji bo pîrozkirina cejnê li salona … Continue reading Vîdyo: Şahiyên Newrozê li Madrîd û Welatê Bask

Kurdên Madrîdê êrîşên dewleta tirk li dijî DTP şermezar kirin (Foto-Vîdyo)

Avesta – Duh kurdên Madrîdê xwepêşandaneke lidarxistin û heya balyozxaneya Tirkiyê meşiyan ji bo şermezarkirina êrîşên dawî li dijî Partiya civaka demokrtaîk. Duh danê hevarê derdorê 60 kes ji kurdên Madrîdê û hevalên spanî li cem Metro Iglesia li hev kom bûbûn û heya balyozxanya Tirkiyê meşiyan. Li hemberî balyozxaneyê helwesta dewleta tirk li hemberî gelê kurd  bi slogan û pankertan hate şermezarkirin. Xwepêşandaran sloganên xwe bi spanî, tirkî û … Continue reading Kurdên Madrîdê êrîşên dewleta tirk li dijî DTP şermezar kirin (Foto-Vîdyo)

Remzî Kartal hîn girtiye û li benda dadgehkirinê ye

AVESTA – Siyasetmedarê kurd Remzî Kartal ji aliyê polîsa spanî hatibû binçavkirin û dê ji aliyê Dadgeha Netewî were dadgehkirin. Li ser daxwaza desthilat tirk ya ku li dijî Remzî Kartal dawiya girtinê vekiribu, Polîsa antîterorîst ya Madrîdê roja sêşemê danê hêvarê birêz Remzî Kartal binçavkiribû. Tê zanîn ku dewleta tirk Remzî Kartal weke terorîst bi nav dike ji ber têkiliyên wî bi PKK re, … Continue reading Remzî Kartal hîn girtiye û li benda dadgehkirinê ye

Di dilê Madrîdê de: 100 kesên tazî li dijî komkujiyên segên avê (Galerî – Vîdyo)

AVESTA – “La puerta del sol” anko deriya rojê weke dilê Madrîdê (km 0) tê naskirin, bû meydana protestokirina komkujiyên segên avê. Duh 100 kes li paytexta spanî li deriya rojê li hev kombûbûn ji bo protestokirina komkujiyên hovane ku li dijî segên avê têne kirin. Her sal di dema buharê de li Kanadayê bi sed hezaran segên avê têne kujitin. Ji ber vê yekê, … Continue reading Di dilê Madrîdê de: 100 kesên tazî li dijî komkujiyên segên avê (Galerî – Vîdyo)

Haja xwe ji “piercing” bikin (Ankêt)

24 Îlon 2008 Çarşem Saat 14:21 Madrîd / Avesta – Li gorî ankêtek ku li zanîngeheke spanî hate çêkirin, 7 ji her 10 kes ku dev û lêvên xwe bi pîrsîngê qol kirine rastî pirsgirêkên devdiranî tên. Madrîd / Avesta – Li gorî ankêta ku li zanîngeha Şah Juan Carlos III li Madrîdê hate çêkirin, ji serî sedî 72 kes problemên devdiranî ji bin serê … Continue reading Haja xwe ji “piercing” bikin (Ankêt)

Polemîkeke etîk piştî weşandina dîmenên teqîna balafirê (Vîdyo)

21 Îlon 2008 Yekşem Saat 12:15 Madrîd / Avesta – Gelo ji bo çi mirov dixwazin ku dîmenên mirina 154 kes temaşe bikin? Madrîd / Avesta – Polemîk derket holê piştî ku rojnameya El PAÍS vîdyoya teqîna balafirê di malpera xwe de weşand. Malbetên kesên ku di wê buyera trajîk de mirin nerazîbûnên xwe nîşan kirin ji weşandina vîdyo û wisa nirînên xwe anîn zimên: … Continue reading Polemîkeke etîk piştî weşandina dîmenên teqîna balafirê (Vîdyo)