YASA “Roja Çanda Kurdî” li MigraPolis pîroz kir

Roja şemiya borî 24 îlonê, di çarçoveya çalakiyên hefteya navçandî de “Interkulturelle Woche 2016”, ez beşdarî du çalakiyan bûm. Sibê ez li bajarê Münsterê bûm, min û hevalên xwe di Komele Odakê de li ser sehnê me govenda kurdî û yewnanî gerand, me dîlanên wek sertakî (reqsa Zorba), bagiyê, çepkî girt. Di dîlana dawî de jî em ji ser sehnê daketin û me xelkê jî tevlî dîlana Delîlo kir. Ji … Continue reading YASA “Roja Çanda Kurdî” li MigraPolis pîroz kir

Polîsa Mûnsterê qemîsên ku dişibihin ala KCKê qedexe kirin

Rûdaw /Z.A  – Roja şemiya borî 22/12 derdorê 100 runiştvanên kurd yên bajarê Mûnsterê û derdora wê xwepêşandanekê ji bo şermezarkirina komkujiyên Mereş û Roboskî  lidarxistin. Xwepêşander li pêşiya stasiyona navendî  ya bajêr civiyan û wêneyên qurbanên komkujiyan û yên serokê PKKê Abdullah Oclalan hildan, her wisa du pankart bi almanî hebûn “Ji Mereşê heya Roboskî, êdî komkujiyan bi dawî bînin” û “Bila Patriyotên alman … Continue reading Polîsa Mûnsterê qemîsên ku dişibihin ala KCKê qedexe kirin

Ciwanên Alman serkeftina Serbistanê pîroz kirin (Foto û Vîdyo)

    Duh dema ez diçûm cihê karê xwe di Call Center de ez rastî dîmenên balkêş hatim, baran bi ser bajarê Münster ve dibariya û komek ji ciwanên Alman li meydana Ludgeri (Ludgeriplatz) li hev kom bûbûn, alên almanî bilind rakiribûn û li ser rûyên xwe jî çap kiribûn. Min biskêlêta xwe danî aliyekê û min dest bi kişandina wêne û vîdyoyan kir, her wiha … Continue reading Ciwanên Alman serkeftina Serbistanê pîroz kirin (Foto û Vîdyo)

Du namezetên Kurd ji Die Linke di hilbijartinên NRW de

Avesta / Münster – Alî Atalan û Hamîde Akbayir du namezetên Kurd ji partiya Çep li Almanya (Die Linke) ji bo hilbijartinên ya Herêma Nordrhein Westfalen (NRW). Alî Atalan li Mîdyadê  (Mêrdîn) di sala 1968 ji dayîk bûye, ev 25 sal in li Almanya dijî. Polîtîk û civaknasî li zanîngeha Bochum xwendiye û niha jî bi siyasetê di nav Die Linke de mijul dibe. Ew … Continue reading Du namezetên Kurd ji Die Linke di hilbijartinên NRW de

Newroz Münster 2010 (Foto)

Avesta – Duh danê êvarê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê ya bajarê Münster bi amadebûna derdorê 150 kesan Newrozê pîroz kirin. Xwendekarên Kurd  di zanîngeha Münsterê tevlî bi dehan malabtên Kurd û çend mêvanên Alman Cejna Newrozê pîroz kirin. Di nav mêvanan de namezetê partiya Die Linke ya bajarê Münsterê ji bo hilbijartinên Herêmî birêz Alî Atalan amade bûbû. Programa şahiyê ji aliyê Sine û Hebûn dihate … Continue reading Newroz Münster 2010 (Foto)