Derbarê min

Hevpeyvînek ligel radyoyeke spanî li bajarê Ciudad Real

Şam, 29 Gulan (AKnews) – Ji bilî dengê xwe yê xweş, Zinar Ala li welatê Spaniya, hewl dide bi riya xebata li gel rêxistinên mafên mirovan parçeyekî ji zulma li ser mirovê belengaz û bi taybet bipêkirinên li dij jin û zarokan derxe ber çavan, her wiha bi riya navgînên rojnamegeriyê hewl dide rastiyên veşartî beranber gelê kurd ji gelên cîhanê re ronî bike.

Çalakvanê mafê mirovan Zinar Ala, di avaftina xwe ya bi AKnewsê re aşkere kir, “Li Sûriyê karê rêxistinên civaka sivîl û yên ne hikumî qedexe ye.”

Her wiha didomîne, “Pir caran ji aliyê hêzên ewlehiyê yên siyasî û leşkerî ve ketime ber lêpirsînê, min bi çavê xwe hemû şêweyên binpêkirina mafê mirovan dîtin, nemaze binpêkirina mafên kêmneteweya Kurd, her wiha mafên jin û zarokan jî pinpêkirîne.”

Derbarê Rojnamegeriya Spanî de Ala aşkere dike, “Mixabin media spanî pir çêra pirsa kurdî nake, her wiha ajansên navdar li Spaniya weku Efe û Eurpoa Press li ser bûyerên kurdî tiştekî berçav naweşînin.”

Sebaret rojnamgeriya kurdî de dibêje, “rojnamegeriya Kurdî jî hîn amatûr e, ezmûna rojnamvanên Kurd di cîhana rojnamegerî de qels e, gelek caran em rastî sernivîsên propokatîv û kêmwate di rojname û malperên Kurdî de tên, ev tişt reaksyonên nîgetîv peyda dike, vêca pêdiviya me bi rojnamegeriya profesonel û bêalî heye.”

Zinar Ala bi AKnewsê re axivî û ev hevpeyvîn encam da û helwest û boçûnên xwe derbarê mafê mirovan û rojnamegeriya derbirî.

Xebateke we berçav di warê mafê mirovan de heye, hun Karin ji me re bêjin çon we dest bi vî karî kir, û çi hişt hun pê mijûl bibin?

Min 28 sal ji temenê xwe li Sûriyê qedandine, min 75 roj li girtîgehên Helebê de derbaz kirine, û ji aliyê hêzên ewlehiyê yên siyasî û leşkerî ve pir caran ketime ber lêpirsînê, min bi çavê xwe hemû şêweyên binpêkirina mafê mirovan dîtin, nemaze binpêkirina mafên kêmneteweya Kurd, her wiha mafên jin û zarokan jî pinpêkirîne, lewma min berê xwe da koçberiyê û sala 2005’an ez gihştim xaka Spaniya.

Li Sûriyê karê rêxistinên civaka sivîl û yên ne hikumî qedexe ye, lê belê dema ez gihiştim Spaniya min mereq dikir bi rêxistinên Kurdî re kar bikim lê ez ji şêweyê xebata rêxistinên Kurdî nerazî bûm, di destpêkê de ez tevlî kampanyayên îmzekirinê tenê dibûm, paşê min berê xwe de rêxistinên navneteweyî weku Human Rihgts Watch (HRW) û Amnesty International (AI), ku ez niha endamekî di (AI) de me.

Konsera Welatê Bask sala 2008 /Bilbao

Derbarê çalakiya we bi Amnesty International re, we çi xebat di vî warî de meşandiye?

Di despêkê de ez tevlî civîn û çalakiyên grûpa (AI) li bajarê xwe de (Ciudad Real) bûm weku çalakiyên li dij îdamkirinê, li dij tundtujiyê…hwd, piştre ez tevlî kurs û semînerên pêşvebirina xebatên endamên çalak bûm û di heman demê de ez beşdarî civînên salane yên (AI) ku li bajarên Spanî dihatin lidarxistin dibûm.

Ev dû sal in ez li dibistan û înstîtuyên parêzgeha Ciudad Real semîneran li ser penabertî û mafê zarokan didim, û herdem ji şagirtan re çêra rewşa Kurd û Kurdistanê dikim.

Di dema dawî de piraniya welatên Ewropî gelek astengan dixine pêşiya koçber û penaberan, li ser rewşa penaberên Kurd li Ewropa û bi taybetî li Spaniya tu çi dibêjî?

Di van salên dawî de Europa astengiyê dixe pêşiya her penaberekî ku dixwaze pê li xaka wê deyne, sedema sereke jî qeyrana aborî ye, çunku rêjeyên bêkariyê li van welatan êdî weku berê nahêle sînorên xwe ji penaberan re veke.

Li Spaniya ez weku wergêr li gel ONH ya CEAR (Komîteya Spanî bo alîkariya penaberan) dixebitim, di vî warî de ez dikarim bêjim ku gelek Kurd hene daxwaza mafê penaberiyê dikin lê dawazên wan nahên pejrandin, çunku ew nikarin belgeyekê bînin ta îsbat bikin ku wan karê siyasî dikir, yan jî ketibûn zindanê û îşkence û lêdan li wan hatiye kirin, tevî vê yekê ez hizir dikim ku mafê her Kurdekî ye li Ewropa bibe penaber.

Çalakiyek li hemberî balyozxaneya Suriyê li Madrîdê / 2009

Ji destpêka sala 2010’an Spaniya seroketiya Yekîtiya Ewropa (YE) dike, we hindek çalakî li dar xistin, tu karî çêra wan bikî?

Hejmara Kurdan li Spaniya beramberî welatên Ewropî yên din gelek hindik e, texmîn dikim nêzî 1500 Kurd li Spaniya hebin, lê belê rêxstineke ku Kurdan di bin sîwana xwe de bicîvîne tune ye.

Piştî çalakiya girtiyên Kurd di zindana Edrayê li Şamê de, ez çar rojan ketim greva pirçîbûnê û min li pêşiya balyozxaneya Sûriyê kampanya îmzekirinê despê kir ta nameyekê derbarê rewşa girtiyên Kurd li Sûriyeyê ji serokwezîrê Spaniya re bişînim, piştre revenda Kurdî li Madrîdê piştgriya min kir ji bo berdewamkirina kampanya îmzekirinê, me 1075 îmze kom kirin û ji serokwezîr re şandin, di 5’ê gulanê de, birêvebirê dîwanê serokatiya hikûmetê bersiva nameya me da, û gotibû ku serokwezîrê Spaniya ji ber rewşa girtiyan li Sûriyê xembar e, û diyar kiribû ku Spaniya hemû fersendên di destê xwe de dê bikar bîne ji bo şopandin û livandina rewşa mafê merovan li pêşiya deshilata Sûriyê, ev çalakiya me di rojname û di malpereke Spanî de jî cih girtibû, her wiha bloga Kurdistan Commentary li ser vê çalkiyê gotareke berferh weşandibû.

Ji bilî çalakiya we di warê mafê merovan de, xebateke we girîng di warê rojnamegeriya Kurdî û Spanî de jî heye, lewma pirsa min ew e, çon medîa Spanî bi karûbarên Kurdî re dide û distîne? Têbîniyên we çi ne?, nemaze tu gelek caran bûyî mêvanê wan çi radîo û çi rojnameyan?

Mixabin media spanî pir çêra pirsa kurdî nake, her wiha ajansên navdar li Spaniya weku Efe û Eurpoa Press li ser bûyerên kurdî tiştekî berçav naweşînin, weku mînak bûyera trajîk ya Newroza Reqayê di çapemeniya Spanî de cih negirtibû, tenê nivîskar û rojnamevan Manuel Martorell gotarek li ser vê bûyerê nivîsandibû.

Ji ber vê yekê ez bi riya bloga Spanî (http://actualidadkurda.wordpress.com/) hewl didim ku civaka Spanî bi van bûyeran agahdar bikim, gelek rojnamevan, lêkolînvan û xwendekarên zanîngehan bi min re têkilî çêdikin ji bo standina agahiyan derbarê pirsa Kurdî de, ne tenê ji hundirê Spaniyayê her wiha ji gelek welatên ku spanî diaxivin, weku welatên Amrîka Latînî.

Li aliyê din jî hemû nûçe û reportajên ku bi zimanê Spanî li ser pirsa Kurdî têne weşandin ez diwergirînim Kurdî û di bloga xwe ya Kurdî zinarala.wordpress.com û di malperên Kurdî de diweşînim.

Li hemû cîhanê rojnamegerî deselata çarem e, bo rojnamegeriya Kurdî çi pêwîst e ta bi vî karî rabe?

Tenê li welatên pêşketî rojnamgerî deselata çarem e, lê belê li welatên weku Sûriyê, Îranê û … hwd rojnamevan ji ber nivîsên xwe tên binçavkirin û kuştin, li van welatan baskên rojnamevanan şikestî ne, lewma ew nikarin roleke aktîv û çalak di warê agahdarkirinê de bilîzin, û eger rojnamevanekî wêrek jî hebe dê berdêliyeke mezin bide ji ber nivîsên xwe .

Mixabin rojnamegeriya Kurdî jî hîn amatûr e, ezmûna rojnamvanên Kurd di cîhana rojnamegerî de qels e, gelek caran em rastî sernivîsên propokatîv û kêmwate di rojname û malperên Kurdî de tên, ev tişt reaksyonên nîgetîv peyda dike, vêca pêdiviya me bi rojnamegeriya profesonel û bêalî heye, rojnamgeriyeke serbixwe ku bikaribe bandora xwe li ser raya giştî bike, û bibe deselata çarem.

Konsera festîtvaleke çandî li Ciudad Real

We li Sûriyê karê dengbêjiyê jî dikir, û li gel koma xwendekaran ku beşdarî şahiyên Newrozê dibûn û gelek şahî, aheng û seyranên zanîngehê şên dikirin bi stranên xwe, Zinarê dengbêj niha li kû maye ?

Siruşta Efrînê ya xweş gelek hunermend û dengbêj afirandine weku Cemîl Horo, Adîk, Bavê Selah, û li derveyî welêt jî Xelîl Xemgîn û Bangîn navdar bûne, lê belê Rewşa penaberiyê, mijûlbûna min bi xwendina wergerandinê û cîhana rojnamgeriyê hişt ku ez ji dengbêjiyê hindekî dûr kevim, lê hîn ez stranan dibêjim, di gelek festîval û şevên çandî de li Spaniyayê min stran xwendine, di adara bihorî de jî ez beşdarî du şahiyan li bajarê Bonnê/Almaniya bibûm. Hêvîdarim rojekê derfetên min yên aborî rê bidin min ta em albûmekê tomar bikin, ku karibim tê de floklora Kurdî nemaze ya Efrînî bo genc û ciwanan pêşkêş bikim.

Di dawiyê de tu çi dixwazî bêjî?

Spasiya Aknews dikim ku ez kirim mêvanê pelikên xwe, hêvîdarim ew jî weke AP, EFE û AFP.. bibe ajanseke cîhanî ya nûçeyan.

Konserek di fesîvala hevjiyandinê li Ciudad Real

ZINAR ALA / PORTRE

– Sala 1976 li Helebê ji dayîk bûye, xwendina xwe ya bilind li zanîngeha Helebê beşê aborî û plansazî qedandiye. Sala 1999 ji ber dadana agirê Newrozê ji aliyê hêzên ewlehiya Sûrî ve hatiye binçavkirin.

– Sala 2005 koçeber bû û li Spanya bi cî bû, û sala par mafê penaberiya siyasî wergirt.

– Endamekî çalak e bi Amnesty International re. Xebata xwe ya rojnamegerî bi Kurdî û Spanî dimeşîne, di gelek malperên kurdî de gotar û nivîsên xwe diweşîne, û pir caran bûye mêvanê medîa Spanî, her wiha weku dengbêj beşdarî gelek festîval û şahî li Sûriyê, Spanya û Almanya bûye.

çk AKnews

Têbînî 2023: Ev hevpeyvîn berî deh salan hatibû çêkirin. Di buhara 2023 metamorfozek (transformasiyonek) di jiyana min de çêbû. Êdî ez ne Zinarê berê me.

Eger meraqa we hebe ku hûn bizanibin ez niha çi me an jî ez kî me, ancax hûn nivîsên blogê bişopînin.

Münster, 07.10.2023

Zinar

One thought on “Derbarê min

Şîrove û nêrînên we