Feeds:
Posts
Comments

Archive for the ‘Uncategorized’ Category

DIGITAL CAMERA

Pîrozgeha Laleşê / Wikipedia

Jêrnivîs bi înglîzî:

Jêrnivîs bi fransî:

Advertisements

Read Full Post »

ser-u-misk-1

Hebû tunebû, dibêjin rojekê mişkek ji qulika xwe derketibû û rastî
şêrekî gir hatibû.

Şer dixwest mişkê bixwara.
Mişk: Şêro, ji kerema xwe min nexwe, dibe ku rojek were pêdiviya te bi min hebe.
Şêr gotê: Çawa ezê motacê (hewcedarê) te bibim, tu jî ewqas biçûk î?                                     

Dema şêr çav li mişkê gerand û dît ku çiqas ew biçuk e, dilê xwe pê
şewitî û serbest berda.
Rojekê mişk dengekî tirsdar bihîst.
Ew jî dengê şêr bû.

Dema gihîşt cihê deng jê dihat, dît ku şêr di nav toreyekî de asê bûye.
Mişk gote wî: Ezê te rizgar bikim!
Şêr: Tu!, tu gellek biçûk î ji bo karekî ewqas giran.

ser-u-misk-2

Mişk dikeve ser werîsa (kêndir) toreyê, hêdî hêdî bi diranên xwe werîsê qot dike û wiha şêr rizgar dibe.

Ji wê şevê de, herdu heta hetayê bûn heval.

Têbînî: Min ev çîrok berî çend salan ji zimanê spanî re wergerndibû ji bo projeyeke derbarê wergerandina çîroke ji gelek zimanên cîhanî re, tê gotin ku ev çîrok ya Aysopos e.

Read Full Post »

Program di nîsana borî de hatibû weşandin, îro min serdana malpera vê radyoyê kir û min programê guhdar kir. Cihê kêfxweşiya min bû ku beşek mezin ji navaroka programê sûd ji nivîsên min û stranên ku min wergerandin zimanê spanî wergirtibû.

Programê guhdarke : http://www.ivoox.com/player_ej_4395706_4_1.html?c1=ff6600

Ev cara dûyemîn e ku radyoyeke spanî bi ferehî behsa mûzîka kurdî dike, helbet ji bo ku medya ewropî behsa çand û mûzîka kurdî bike divê diyaspora kurdî çalak be û agahiyan bi zimanên biyanî derbarê çand û mûzîka xwe biweşîne.

Stranên kurdî di Radyoya Netewî ya Spanya guhdarî bike: http://www.rtve.es/drmn/embed/audio/1294651

Read Full Post »

Nivîskar Manuel Martorell tev pirtûka xwe “Kurdistan: Rêwîtiyek ber bi welatê qedexe ve” Foto: Z.A

Z.A – Nivîskarê bask Manuel Martorell ku ev 30 sal in di derbarê têkoşîna kurdan gotar û pirtûkan dinivsîne ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê weke terorsît tê dîtin.

Nivîsakrê bask îro di bloga xwe de ya rojnameya spanî Cuarto Poder nivîsek bi navê “Wezareta Derve ya DYAyê min weke terrorîst bi nav dike ji ber ku ez behsa trajediya gelê kurd dikim”, weşand.

Xwediyê pirtûka “Kurdistan: “Rêwîtiyek ber bi welatê qedexe ve”, dibêje ku di meha gulana borî de daxwaza rêdana bi rêya înternetê ji bo serdana Amêrîkayê tijî kiribû, lê daxwaza wî hate redkirin. Despêkê jê re gotibûn ku navê wî li ba wan hatiye qeydkirin wek kesek ekuadorî ku li dijî wî doz hatine vekirin li Amêrîkayê. Piştî çar mehan ji danûstandina bi balyozxaneya Amêrîkayê li Madrîdê, Manuel nameyek ji wezareta derve ya Amêrîkayê wergirt. Wî jî vê belgeyê weşand, di nameyê de hatiye gotin ku mafê wî ji bo sedrana Amêrîkayê nîne ji ber “çalakiyên wî yê di warê terorê de”.

Derbarê vê tawanê Manuel Martorell dibêje ku ji ber karê xwe di ragihandinê de di van 30 salên borî de serdana gelek perçeyên Kurdistanê kiriye û ligel gelek rêxistinên kurdî re weke PKK têkilî daniye, lê ev nayê wateya ku ew piştgiriya ti rixistineke siyasî dike.

Dostê kurdan Manuel Martorell nameyek ji wezîrê derve yê Spanyayê re nivîsand, ku têde daxwaz kiriye ku ew bê parastina ji ber tawana terorê û sedemên vê tawanê bên diyarkirin, her wiha daxwaz kiriye ku mafê wî vegerînin ji bo serdana Amêrîkayê, bê vîza, wek hemû spaniyan.

Dîroknas, nivîskar û rojnamevan Manuel Martorell ji aliyê kurdên Spanyayê gelek tê hezkirin, ew gelek çalakî û pêşangeh derbarê Kurdan organîze kirine, bi rêya rêxstineke baskî gelek alîkarî ji Kurdistanê re şandiye, ew tekane rojnamevanê ku derbarê bûyerên li Kurdistanê rû didin dinivisîne. Hemû êşên Kurdan li her derê bi zimanê spanî ji bo 500 mîlyon spanîaxêv vedibêje.

Me ji bo piştgiriya wî kampanyayek despêkir: https://www.facebook.com/ActualidadKurda

Read Full Post »

Wêneyek ji dokumentarê: “Divê keç û jinên me ji dest DAÎŞê xelas bikin”.

Wêneyek ji dokumentarê: “Divê keç û jinên me ji dest DAÎŞê xelas bikin”.


Em çiqasî behsa êşa kurdên êzdî bikin kêm e.

Zor e mirov bikaribe bi gotinan trajediya êzdiyan bîne ziman.

Vîdyoyeke pir balkêş e, bi zimanê kurdî û jêrnivîseke înglîzî ye.

Bi rêya vê vîdyoyê mirov dikare êşa êzdiyan bigêhêjîne gelek deverên cîhanê.

Read Full Post »

Wêje ji pirtûkeke dîrokî derbarê êzdiyên Mêrdînê hatiye wergitin

Wêne ji pirtûkeke dîrokî derbarê êzdiyên Mêrdînê hatiye wergitin

Rûdaw / Z. A – Mirovzanê asûr-arjantînî Ricardo Georges Ibrahim di axaftineke xwe de ji vê rojnameyê re  (Hejmara 250) behsa serkirdeyek êzdî kiribû ku xiristiyanên Mêrdînê jê re dibêjin “Amo Şêro” (Dibe ku bê wateya apê Şêro, anjî nav Hemo Şêro be)  û wî weke lehegekî mezin bi bîr tînin, nemaze ku wî ji bo parastina jiyana ermenî û asûriyan li dijî hêzên osmaniyan şer kiribû. Georges ku berê xelkê wî jî di 1915an de rastî komkujiyan hatibû bi êşa êzdiyên Şingalê hest dike nemaze jî ku êzdiyên vê herêmê xelk û merivên wî ji qirkirinê rizgarkirin: “Êzdiyên Sincarê [Şingal] jiyana xwe xistin metirsiyê û birçîbûn jî derbas kirin ji bo parastina jiyana 3000 asûrî û ermeniyan, hinek ji wan jî merivên me ne ku koçberî Arjantînê bûn”. Derbarê êrîşên  Dewleta Îslamê li dijî kemîneyên olî li parêzgeha Nînewayê Ricardo wisa ji Rûdawê re dibêje: “Ji nû ve em dibin bira di xelekeke nû de ji sosretên komkujiyên olî li welatê me yê hevbeş Mezopotamiya.”

Piştî ketina Şingalê di destên îslamiyên tundrê de Ricardo gotarekê bi navê “Amo Şêro: Serkirdeyê êzdî yê ku asûrî û ermeniyan hemêz kirin û jiyanên wan parastin” di malpera “Entre Tierras” de weşand, Heman çîroka ev lehengê êzdî ku Ricardo berî salekê ji devê ciwan û temenmezinên Mêrdînê yên xiristiyan guhdar kiribû, di pirtûka “Mêrdîn 1915. Anatomiya patolojîk ya herifandinekê“ ya nivîskarê fransî Yves Ternon jî dibîne.

 “Piştî ku ez û zarokên xwe bêne qirkirin, bila wê çaxê Tirk çi dixwazin bikin bila bikin”

Li gorî agahiyê di pirtûkê de derbas dibin, di adara 1918an de hêzeke ji artêşa osmanî nêzî Şingalê  dibe, bi armanca ku dawî li berxwedana şêxê êzdî  Amo Şêro bîne. Fermandarê osmanî ligel Amo Şêro diaxive û jê dixwaze ku sîlehên xwe deyne û ew xirsitiyaniyên ku diparêze radestî wî bike. Amo Şêro ji vê daxwazê aciz dib û dibêje ku ew nikare wan kesên ku li ba wî bûne mêvan radestî ti kesî bike. Amo Şêro helwesta xwe wiha vedibêje: ”Mijareke ya rûmetê ye. Heya ku çavên min vekirî bin, ti kesî venagerînim. Piştî ku ez û zarokên xwe bêne qirkirin, bila wê çaxê Tirk çi dixwazin bikin bila bikin. Efser çekên me dixwaze. Ew bêhiş e. Eger em sîleh vegerînin, emê bikevin ber destên wan”.

 Amo Şêro bi hemû oldarên çiyayê Şingalê re dicive û ji wan re daxwazên efserê osmaniyan diyar dike û li wan jê pêşniyar dike ku van daxwazan neyên bicihkirin. Lê civata êzdiyan di nav xwe de hevbeş bû, hinekan li hember hovîtiya osmaniyên  dixwestin alaya spî hildin û henekan jî dixwestin berxwedanê bikin, lê Amo Şêro daxwaza  yekrêziya wan kiribû. Şêxên êzdî berê xwe didin du gundan ji bo ku bi çareseriyekê  biramin, lê Amo Şêro li benda biryara wan nema. Grûpeke biçûk ji zilamên gund yên belengaz durist dike û êrîş dibe ser komeke leşkeran ku li nêzî çiyayê Şingalê vedihesiyan û wan dikuje. Piştre Artêşa osmaniyan dest bi êrîşê dike. Amo Şêro vedikşe gundê xwe û şîret li xiristiyanan dike ku malên xwe berdin, xwarin û vexwrin bi xwe re rakin û ber bi başûr ve herin.

Penaberên xirstiyan ji wir direvin, leşker jî dighêjin Mamîsayê û hemû malên xiristiyanan xira dikin û malên gundê Amo Şêro talan dikin û dişewtînin

Amo Şêro tê desgîrkirin û ji hêla waliyê Musilê bi dayîna 2000 lîreyan an jî bi kirina karên giran ji bo pênc salan tê cezakirin. Şêx Şêro neçar dimîne ku bo pênc salan di kolanên Musilê de karên dijwar bike heya roja mirina xwe.

Ricardo li gel gotara xwe wêneyeke  weşandiye derbarê du zilmanên êzdî bi cilên keneşop  li Mêrdînê di sedala 19an de. Wêne ji pirtûkeke dîrokî derbarê êzdiyên Mêrdînê hatiye kişandin. Ew mixabiniya wê yekê dike ku ew nikarîbû wêneyeke ya Amo Şêro peyda bikra û wiha gotara xwe bi dawî tîne: “Ev çîrok hêjayî ku ji xelkê re bê hewaldan û lêkolîn li ser çêbibe, Amo Şêro hêjayî ku bê bibîranîn weke lehengek û serkerdeyekî mînakdar. Divê  lehengiya wî bê naskirin, bila herdem di bîraweriya me de bijî. Bila cihekî wî, yê rûmetdar û bi serbilindî, di bîraweriya civaka êzdiyan yê aniha de jî hebe.”

Read Full Post »

Gola Dukanê

Gola Dukanê

Malpera amêrîkî “The Huffington Post” yek ji malperên nûçeyan yên herî navdar li cîhanê, versiyonên wê li gellek welatan û bi zimanên curbecûr hene. Di nûçeyeke xwe de di bin sernivîsa “Rûyê herî xweş yên welatên herî metirsîdar” malper agahiyeke kurt dide derbarê çend welatan ku ji ber rewşa şer, pevçûn û êşên mirovan weke welatên “herî metirsîdar” li cîhanê binav dike, lê bi rêya wêneyan balê dikşîne ser xweşikbûna xweza û şûnwariya li van welatan dike, ku kêm car di medyayê de têne nîşandan.

Malper agahî û wêneyan derbarê Afganîsatan, Ukranya, Îsraîl û Felestînê, Îrak, Îran, Misir, Sûriyê, Yemen, Nîcerya û Komara Demokratîk ya Kongoyê weşandiye. Derbarê rûyê xweş yê Îrakê, malpera amêrîkî du wêneyan ji sirûşt û şûnwariya “Kurdistana Îraqê” veqetandiye, ew jî yên gola Dokanê (parêzgeha Silêmaniyê) û pira Delal (parêzgeha Duhokê) ne. Digel ku gola Derbenîdxanê jî bi ser parêzgeha Silêmaniyê ye lê ew weke dîmeneke xwezayî yê Îranê hatiye nîşandan.

Read Full Post »

Older Posts »

%d bloggers like this: