Feeds:
Posts
Comments

Archive for the ‘Arjantîn’ Category

Kevneserokê Arjantînê Nestor Krichner

Kevneserokê Arjantînê Nestor Krichner (60 salî)  weke diya min jî bi celteyê jiyan xwe  ji dest da, her du jî ji aliyê bi hezaran kes hatin birêkirin.

Li gorî agahiyên merivê min  Kamîran ku li Almanya dimîne, diya wî Rehîme jê re gotiye ku ti caran cenzayeke wisa nedîtibû, bi hezaran kes dayîka min bi rêkiribûn heya goristana Mabetan, helebt niha dema çinîna zêtûna ye û hejmarekî mezin ji xelkê Mebatan niha li gund in, lê heçî kes Sînemê nas dikir ji wê hez dikir, çiqas qehr di navbera malbata me û malbatên merivên me de çêdibû lê ew herdem serdana hemûyan dikir û li halê wan dipirsî.

Kevneserokê Arjantînê Nestor yê ku jina xwe niha serokatiya Arjantînê dike rolekî mezin  ji bo başkirina rewşa mafên mirovan li Arjantînê lîstibû.

Dayîkên Plaza de Mayo (Meydana Gulanê) yên ku zarokên wan di dema dîktatoriya leşkerî di salên heftî de hatibûn wendakirin Nestor weke “Kurê xwe”  bi navkirin ji ber xebata wî ya nirxdar di warê mafê mirovan de.

Nestor Krichner roja çarşemê jiyana xwe ji dest dabû, laşê wî  jî wê îro l  bajarê dayîkê Río Gallegos  bê  veşartin.

Maradona, seroka Arjantînî Cristina Krichner û serokê Bolîvîa Evo Morales xatira dawî ji Nestor Krichner dixwazin

Advertisements

Read Full Post »

Foto: La Nación - Arjantîna

AVESTA – Fîlmê Qobadî “Nîwe Mang” yê ku di festîvala San Sebastian/ Spanya xelata zêrîn wergirtibû û li salayên gelek welatan hatibû pêşkêşkirin, siba dê li ser ekranên mezin…

li Arjantînê bê nîşandan.

Rojnameya Lanación, yekemîn rojname li Arjantînê, gotarek derbarê fîlmê derhênerê navnetwî Behman Qobadî weşand.

Gotara “Behman Qobadî Û Şadiya Gelê Kurd” li ser  fîlmên bahman Qobadî  û xelatên ku  wergirtine diaxive, nemaze fîlmê ku dê siba li Arjantînê bê nîşandan.

Behman Qobadî  di hevpeyvînekê xwe derbarê wateya Nîwe Mang gotibû:

“Ev fîlm behsa dîroka gelê Kurd dike û çawa dijî, nîveke dîtî û nîvê din nedîtî. Ez hêvî dikim ku cemawer, di salayê de, bikaribe dema fîlmê min bibîne ev nîvê nedîtî kişf bike”.

Sînopsîs:

Mamo, mûzîkvanê bi navûdeng li rojihilata kurdistan, xwe amede dike jibo konsertek li başurê kurdistanê li dar xîne. Hevalê wî keko şofêrê erebeyan e, autobûsek ya dibistana zarokan dibîne û bi hevre dest bi gera xwe dikin li nav gundên kurdistanê jibo ku deh lawên Mamo yên ku hemû karê mûzîkê dikin tev wî herin başurê kurdusatê.

Ev bû 35 sal ku Mamo konsrtên xwe li başurê welêt çênekirine, lê Mamo dixwaze ku di konseta wî de dengê jinkek hebê, jiber wê berê xwe dide çiyayekî ku 1.334 hunermendên jin lê hene, ew tenê li Hêşo digere jiber ew xwediyê dengekî cudaye.

Belam ne hêsane ku bihêle ku Heşo vexwendina wî bipejirîne, jiber Hêşo bû demek dirêj di nav çiyan da maye, ji zûde stran ne gotine û baweriya xwe bi dengê wê tuneye, her wiha li Îranê qedexeye ku jin li hember zilaman stranan bixwîne.

Di dawî de Heşo birayar dide ku tev Mamo konsertê li dar xîne, jiber wê Hêşo di autobûsê de tê veşartin jibo derbasbûna sînorê navbera Îran û Îraqê.

Di vîdyoya jêrîn de hûn dikarin heyşt xulek  û nîv ji “Nîvê Heyvê” temaşe bikin.

Avesta / Zinar

Foto: Ji rojnameya La Nación hatiye wergirtin (hejmara îro)

Read Full Post »

AVESTA – Ne tenê fotbûlîstê F.C Barcelona stêrkê şeva xelatkirina “Lîstiîkvanê cîhanê ya FIFA”, lê belê “lîstîkvaneke” din çirayên şevê kişandin ser xwe, ew jî şahjina Ûrdunê Ranya bû.

Di şeva xelatê de Fotbûlîstên spanî Andrés Iniesta, Xavi Hernández, Fernando Torres û Iker Casillas, yê portugalî Cristiano Ronaldo, yê brasîlî   Kaká amade bûn, lê xelata  “FIFA Wrold Player” ji  Lionel Messi re çû.

Lîstkvana  “FIFA Wrold Player” ya 2009 jî Marta bû ji Brasîlê.

Şahjina Ûrdunê Ranya jî ji aliyê FIFAyê hatibû xelakirin ji ber kampanya xwe ji bo perwerdekirina hemû zarokan,  1 GOAL: Education for all (Yek armanc: Perwewerdekirin ji bo hemûyan).

Avesta / Zinar

Foto: Hola.es

Read Full Post »

Qurbanên skalpelê

AVESTA – Li cîhanê salane bi sed hezaran jin dikevin bin skalpela (kêra tûj) bijîşkan, bi sedan jî ji wan gewdên xwe xerab dikin û her wiha digihêjin asta wendakirina jiyanê.

Berî hefteyekê modela û Şahciwana berê ya Arjantînê Solange Magnano bûbû herî dawî ya neştergeriyên estetîkê di nav cîhana navdarn de. berê wê jî gelek navdar bûbûn qurbanên skalpelê wek:  Lucha Villa, Carmen Campuzano, Lyn May û Alejandra Guzmán.

Sabrina Sabrok (33 salî) dengbêj, aktrîs, modelê glamûrê û çêkerprogrameke Arjantînî ye.

Ew di sala 2006an 7 kîlo sîlîkon di sîngê xwe de çandin, her aliyek bi  3.5 kg giran bû.

Belam piştî wê bi salekê, Sabrîna dîsa  kete bin skalpelê bijîşkan ji bo mezinkirina kulîmekên xwe.

Laqûna xwe bi sîlîkonê jî  derzîkir, bijîşkên estetîkê  li her aliyekî ji kulîmekên wê 250 gram avêtin.

Ew vê neştergeriyê (emaliyatê) çêkir ta ku ekîlîbrek di navberê sîng û laqûnê de çêke

Sabrina, di vê vîdyoyê de ku îro di malpera Livelike de hate weşandin, dibêje ku ew “pir kêfxweş e ” bi van kulîmekên nû.

Gelo neştergera bê wê di kîjan perçê de ji gewdê Sabrina bê kirin?

Avesta / Zinar

Read Full Post »

Şahciwana Arjantînî

Şahciwana Arjantînî

AVESTA – Şahciwana berê û modela Arjantînî Solange Magnano (38 salî) piştî emeliyata derzîkirina maskuelyên Simt (qûn) rastî tevliheviyên emeliyatê hat, duh piştî…

şeş demjimaran ji dema neştergeriya (emaliyat) wê rakiribûn nexweşxaneyê û li wir jiyana xwe ji dest da.

Di emaliyatê de bijîşk maskuleyên qûna Solange Magnano bi maddeya metakrilato derzî kirin.

Li gorî pisporên estetîkê, metakrilato maddeyek ji bo mezinkirina lêvan tê dayîn, belam ji bo maskuleyên qûnê rêjeyeke zêde tê derzîkirin, ev tişt jî metirsî bi xwe re tîne.

Modela Arjantînî Solange Magnano 38 salî bû û du zarok li paş xwe hîştin.

Avesta / Zinar

Read Full Post »

AVESTA – Bi vê sernivîsê, ne kêm ne jî zêde, Rojnameya El Mundo nûçeyek tund weşand derbarê azarkirina polîsekî “xayîn” di dema “şerê qirêj” de ji deshilatdariya dîktatorî li Arjantînê.

Tê zanîn ku di salên (1976-1983) li Arjantînê rejîmeke leşkerî hebû, ku mafên mirovan bi awakî hovane binpê kiribû, wek mînakekî “Rêwîtiyên Mirinê”.

Rojnameya Spanî Elmundo.es radighîne ku polîsekî ji vê rejîmê roja înîyê  ji dadê re îtîraf kiribû, ku polîsekî bi navê Ricardo Albareda (37) ji aliyê wezîfedarên zindanê hatibû êşkencekirin ji ber gumana hevkariya wî ligel gerîlayên Arjantînî.

El Mundo.es hemû dêtayên wê bûyerê li ser zimanê şahidê Ramón Calderón buyerê weşand.

Ramón Calderón îtîraf kiribu çawa çar wezîfedar ji şagê polîsê sîxuriyê polîsê “xayîn” êşkence dikirin.

Serfermandaran Raúl Pedro Telleldin ji polîsê binçavkirî re, yê ku li ser kursiyê bi têlên hesinî girtî bû, dibêje: “Tu yê niha bizanibê tiştê ku tê serê xayînen”.

Serfermendar lepik dixe destên xwe û kêrê tûj dide ber penîsê Ricardo û jêre dibêje: “Birêz Albarreda, hûn  li ser erdê dimînin ji ber giraniya hêlikan, ezê ji we re qot bikim û hûnê herin ezmanan”. Di heman demê de hevkarên serfermandarê bilind dengê Radyo bilind rakirin berî birandina hêlikan. Piştî qotkirina hêlikan whisky rijandin ser cihê birînê, hîlikên Ricardo xistin hundirê bêvilê wî û lê jêre dirûtin.

Piştre li hember wî agirek dadan û ji xwe re goşt bijartin.

Xwîna Ricardo hêdî hêdî diherikî, wan jî lê temaşe dikirin û bi kêf goştê bijartî dixwarin.

Di du saetan de herikandina xwîna  Ricardo rawestiya û jiyana xwe ji dest dabû.

Serferfermendar  emr dabû Ramón Calderón (şahidê buyerê) ku lekeyên xwînê baqij bike û laşê Ricardo  di erbeyê  de bihêle.

Avesta / Zinar

Read Full Post »

“Gelê ku xwendin û nîvîsandinê nizanibe; bi hêsanî tê xapandin” Che Guevara.

Filemeke bi navê “Che, el Argentino” anko Che yê arjantînî li ser şoreşgerê navdar Ernesto Che Guevara  hate çêkirin.

Ernesto Che Guevara kî ye?

Şoreşgerê Arjantînî Ernesto Che Guevara, di 9’ê kewçêr (Cotmeh) a sala 1967’an de li çiyayên Andê ji aliyê çawişekî Bolîvyayî ve hate kuştin.

Che Guevara, di sala 1928’an de li bajarê Arjantînê Rosariyoyê ji dayîk bû. Di sala 1953’an de li Buenos Aires’ê, bû bijîşik. Che, bi tevgerên çep ên şoreşger ên li welatên Emerîkaya Latîn ji nêz ve eleqedar dibû. Dûre, dema ku çû Meksîkayê Fidel Castro naskir. Ew bi tevî Castro, li dijî rêvebiriya dîktator Batîsta, tevlî têkoşîna Rizgariya Kûbayê bû. Salên dirêj di nava şerê gerîla de cîh girt. Piştî rizgarbûna Kûbayê weke Wezîrê Sanayiyê hate wezîfedarkirin. Lê wî ev wezîfe qebûl nekir û ji bo rizgarkirina gelên din ên bindest berê xwe da çiyayên Bolîvya yê.

Li Bolîvyayê leşkerên Barrientos’ê şeva 7’ê Cotmeha 1967an Che li nêzî li Higuerasê asê dikin. Ji lingê xwe birîneke giran girt û wî di zîndaneke Hieguras’ê de hepis kirin. Che, li hemberî ti kesî serî netewand. Gotinên dawî yên Che, bi qasî ku bikeve lîteratura dîrokê ya cîhanê bi wate bûn. “… Mirina Li Ser Pêyan Ji Jiyana Li Ser Çogan Çêtir e”. Û roja 9 Cotmeha 1967an, saet 13:10an de bi fermana Dewletê Yekbûyî yê Emerîkayê û servîsa îstîxbarata wê û bi erêkirina Serokkomarê Bolîvyayê Rene Barientos, ji aliyê Mario Tuzan ku yek ji mêrkûjê kirêgirtî yên Barrientos bû, bi neh guleyan can da.

Piştî kuştina Che, Rêvebiriya Bolîvyayê bi biryareke wiha poşman dibe, ji ber ku Che, êdî bibû efsane. Ew bibû efsaneya şoreşgeriyê û îlhama rihê têkoşeriyê. Dujminên wî difikirîn ku eger sax bimaya, dibe ku bandora wî ew çend li cîhanê belav nebûya.

Wisa jî -ji SNCCyê Juius Lester, daxûyaniyeke pir balkêş dide derbarê mirina Che de. Ew wiha dibêje: “Mirina Che, ne girînge, ya girîng ewe ku mirovekî wisa jiya ye. Ji bo tunekirina Che, divê hûn me hemû xelkên xizan tune bikin; ev yek jî bê îmkane.”

Bi yek gotinê, ew xewna şevan ya zordar û mêtingeran bû û hîn jî wisa ye. Ew bi kesayetiyeke xwe ya bi utopya dagirtî, bi azwerî û xwestika têkoşînê û alîgiriya neteweyên bindest, di nava dilê herkesî de cîh girt.

Piştî 35 salan jî ew hîn ciwanekî 39 salî ye di dilê hemû mirovatiyê de ye. Ya girîng jî, meşa mirovên ku bi vê felsefeyê dimeşin, berdewam dike. Di gotineke xwe de serok Apo wiha digot, “Heta ku mirovatî berdewam bike wê meşa mirovê ber bi kamilbûn û gîhîştinê ve jî berdewam bike”. Di felsefeya Che de jiyaneke tijî û dagirtî heye. Ew dibêje, divê jiyana mirovan hertim bi têkoşînê derbas bibe. Ew bi romantîzma şoreşgerî dijî û dixwaze ku tim mirov ji bo rastiyê têkoşînê bike. Rastî li kû be mirov li wir be.

Jêder: Wîkîpediya Azad

Vîdyo

Read Full Post »

%d bloggers like this: