Feeds:
Posts
Comments

Archive for the ‘Brasîl’ Category

Mawaca û birêvebira wê Magda Pucci di ortê de

Mawaca û birêvebira wê Magda Pucci di ortê de / Foto: Mawaca

Rûdaw / Z.A – Koma brazîlî Mawaca di nav mûzîka gellek grûpên li cîhanê dikole û stranên wan bi şewyeke nû vedibêje. “Mawaca”, ku bi zimanê hausa ya bakurê Nîcêryayê tê wateya dengbêj, ji heft dengbêjin jin ku bi bêhtirî deh zimanan stranan dibêjin û ji grûpeke mûzîsiyenan pêk tê, mûzîsiyen li alavên mûzîkê weke okrdiyonên, bilûrê, saksafon, çêllo, gîtar, derbûke dixin.

Sala borî Mawaca berhema xwe ya heftan derxistibû bazarê, berhema wan bi awakî zindî weke konsert li Sao Paolo hate tomarkirin, CD û DVDya bi navê “Los inquilinos do Mundo” ku tê wateya “Kirêkerên Cîhanê” gellek strananên navdar yên çandên din berhevkirine û di nav de jî strana hunermend Şivan Perwer “Min bêriya te kiriye” hatiye xwendin. “Los inquilinos do Mundo” balê dikşîne ser cîhana koçeran, penaberan, qereçiyan, kesên sirgûnkirî, koçberan ku li hemû dunyayê belavbûne. Ew bîranîneke ji qurbaniyên komkujiyan, sosretên xwezayî û çengan e.

Dengbêj Angélica Leutwiller strana kurdî bi awakî serkeftî dixwîne, dengbêjin din jî bi harmoniyeke xweş hevkariya wê dikin, di vîdyoya ku di kanala Youtube de ya Mawaca hatiye belavkirin, “Min bêriya te kriye” ligel straneke din bi potugalî bi navê “Grande Poder / Hêza Mezin” hatiye girêdan.

Şivan Perwer berî deh salan beşdarî festîvala “World Cultural Forum” li bajarê Sao Paoloyê bû û li wir têkilî bi Mawaca re danî. Me bi birêvebira Mawacayê dengbêj û lêkolera mûzîkê Magda Pucci têkilî danî û me ji wê pirs kir, ka çima wan ev strana kurdî ji bo berhema xwe ya dawî veqetandine “Me mûzîka kurdî bi rêya Şivan Perwer nas kir, dema ew li vir bû [li Brazîlê] û ligel me konser çêkiribû. pirr xweş derbas bû, wî em fêrî vê stranê kirin”. Derbarê reaksiyona brazîliyan piştî guhdarkirina strana kurdî Magda dibêje ku wan berî stranên bixwînin behsa navaroka stranê dikin: “Cemawerê festîvalan jî pir ji vê stranê hez dikin”.

Advertisements

Read Full Post »

Foto: Ji malpera fermî ya "Fogueira das Rosas" hatiye girtin

Berî çend rojan me vîdyoya bazada grûpeke Brasîlî li ber strana  “Hey Şêxanî” , îro jî em rastî  grûpeke Brasîlî bi navê “Fogueira das Rosa”  hatin, hunermendên Brasîlî strana hunermend Şivan Perwer “Min biriya te kiriye” dibêjin.

Grûp ji dengbêj Angélica  Leutwiller û daholvan  Valéria Zeidan pêk tê.

Brasîlî li ber strana “Hey Şêxanî” direqisin (Vîdyo)

Read Full Post »

Di vê vîdyoyê de grûpeke bazadanê bi navê “Grupo Transdanças” li  ser dikê reqseke kurdî  pêkêş dike.  Grûpê Brasîlî  reqsa kurdî di konsera “Sabores de Oriente” de ango rengên rojhilatî pêşkêş kiribû.

Her wiha cemawerê  teatroyê  beşdarî govenda Kurdî bûbû.

Read Full Post »

AVESTA – Li gorî ONH (organîzasiyoneke Ne Hikûmî) SOS Mata Atlántica li Brasîlê mîzkirinê her kesekî di hemamê de dema serşiştinê dikare 4 hezar lîterl ji wendabûnê biparêze.

Li gorî ONHya  Brasîlî  SOS Mata Atlantica her kes salanae dikare 4000 lîter av biparêze. Tenê divê  di dema serşiştinê de mîz bike.

SOS Mata Atlantica kampaniyek bi slogana “Di banyo de zîz bike” çêkir.

Her wiha vîdyoyeke çêkir ku têde kesayetiyên wek Mehatma Gandî, Alfred  Hitchcock, King Kong û her wiha Peykera Azadiyê jî cih digrin.

ONHya  Brasîlî  destnîşan kir ku ji bo mîzkirina di tiwalêtê de her car 12 lîter ji ava vexwarinê  têne wenda dibin.  Û bi vê awayî her roj 48 lîter û salane4830 lîter têne rijandin.

Avesta / Zinar Ala

Read Full Post »

pervin-buldan3

AVESTA – Ev cara yekemîne ku mafê çarenûsî ya gelên esîl û netewên bê welat di Forumeke civakî û navnetewî de dê were guftûguh kirin.

Forum dê li şarî Bélém do Pará (Brasîl) di rojên 29, 30 û 31 yên vê heyvê were li dar xistin. Nunerên 30 miletên bê welat (Baskî, Galîsî, Katalanî, Mapuche, Korsîkî, Felestînî, Kurdî…hwd) dê beşdarî vê Foruma navnetewî bibin.

Bi gîştî 550 kes wê beşdarî Forumê bibin, her wiha dê gelek konferans û maseyên glover werin li dar xistin.

Nunera gelê kurd di vê Foruma civakî û navnetwî de wê Parlemtera DTP birêz Perwîn Buldan be.

AVESTA ji bo balyoza miletê kurd, di vê misyona pîroz de, geşbûn û serkeftinê dixwaze.

Çavkanî: EFE

Foto: Yeniozgurpolitika.com

Read Full Post »

%d bloggers like this: