Feeds:
Posts
Comments

Archive for the ‘Efûya Navnetewî’ Category

Ligel du endamên rêxistina Lêborîna Navnetwî ji Welatê Bask

Li gel hunermendê Cantabrî

Bi Kurdî direqisim

Belkî li vir stranekî Flamênco dixwînim

Di dawiya meha nîsanê de ez çûbûm bajarê Santander li bakurê Spanyayê  ji bo ez di civîna salane ya Rêxistina Efûya Navnetewî amade bim, gelek semîner û dîalog hebûn navbera grûpên bajaran ya Efûya Navnetewî ku ji hemû deverên welêt hatibûn, her wisa ji Kolombia, Brasîl, Peru, Guatemala jî çalakên mafên mirovan amade bûbûn.

Gava roj çû ava me berê xwe da xwaringehekî li hember derya  Cantabria, min dît ku mîkrofonek li ser dikê hebu, Min nikarî xwe bigirta jiber ku ev bûn du sal û nîv min stran li hember gelek xelk ne gotine, ez hilkişîm ser sehnê, min xwe pêşkêş kir û min dest bi stranên Kurdî û Spanî kir.

Piştre, min endamên rêxistinê yên ji Welatê Bask, Katalunya  û Galîsyayê (yên ku zimanên xwe cudayî zimanê Spanî ye) vexwende ser sehneyê, min got werin hûn jî bi zimanê xwe bistrin, werin zengîbûnê bidin vê konserê.

Piştre hunermendê sereke di konserê de ez vexwendim sehneyê û min dîsa stranên Kurdî xwendin, ew jî hewldabû bi înstrumentên xwe  melodiya stranan çêbike.

Têbînî:

-Ev nivîs berê du salan hatibû weşadandin, min îro çend xêz li ser zêde kirin.

– Berî xwendina stranê ez hinekî henkan dikim.

Advertisements

Read Full Post »

Dema Seddam Husên hate girtin ez li Helebê bûm, min ligel gelek hevalan li zanîngehê behsa neçariya darvekirina Seddam kiribû. Wê çagê min digot Seddam zarokatiyek trajîk derbas kiribû, dirûniya (psîkolojiya) wî pir xerab ji ber wê ew bûye mirovekî hov û van kiryarên xerab kirine. Min ji wan re digot ez ti encameke erênî ji kuştina Seddam nabînim, bervajiya vê yekê hemû encam negatîv dibînim:

1) Mafekeî navnetewî ji mafên mirovan tê binpêkirin ew jî standuna jiyana mirovekî ye.

2) Seddam tê kuştin lê ramana şofênîst û nijadperest zindî dimîne. Seddam bû “şehîdek” ji bi mîlyonan Ereb û Musulman, bi hezaran bav navê Seddam li zarokên xwe kirin.

3) Kiryara kuştina Seddam agirê çanda tolhildanê gurr kir û rê li çalakiyên xwekujî vekirin, bi deh hezaran kes bûn qurbanên van çalakiyên heyfvedanê.

4) Kiryara kuştinê ne edalet e, kuştin tundûtujiyê. Darevkirin bi navê edaletê tê kirin û weke kiryarekî baş tê hesbandin. Em çiqasî hicet û sedem ji bo rewakirina kiryara kuştinê bikin, kuştin kuştin e. Bi pejrandina vê hovîtiyê (Darvekirin) em zarokên xwe jî fêrî tundutujiyê dikin. Hiç ne tiştekî tendûrust e ku zarokekî Kurd bê û bêje: “Divê ku ez zilam bê darvekirin ji ber ku ew kujerê Kurdan e”, çanda tolhildanê çandekî prîrmîtîv e.

Tunekirin bi mebesta pêkanîna “Edaletê”

Vîna (îradeya) siyasî ya Dewletên Yekbûyî li Amêrîkayê çira kesk dabû ji bo darvekirina Seddam ji ber rêzgirtina biryara dadgeha Îraqî ji bo pêkanîna “edaletê”, lê li aliyê din jî çavê xwe digre derbarê komkujiyên ku herdem li dijî gelê Felestînê têne kirin.

Li çiyayên Kurdistanê xwîna gelek ciwanên Kurd hate rijandin ji bo çi? ji bo pêkanîna “edaletê”. “Ev li dijî şoreşê derket”, “Ew ji xeta partiyê û serokatiyê derket”, “Ew êdî naxwazê li hemberî dijmin şer bike”, “Êdî bûye xayîn”. Gelek xort û keçên Kurd ji ber hin “çewtiyan” rastî cezaya mirinê hatin. “Kesên wisa ne hêjayî jiyanê ne, divê werin tesfiyekirin, gullebarandin…”. Ev edalet e?!

Baş e, eger ev edalet be?, divê em rêberên Kurd jî pêşkêşî dadgehê bikin ji ber çewtiyên wan yên leşkerî û siyasî ku bûn sedema rijandina xwîna bi deh hezaran kes li ser xaka Kurdistanê.

Em vegerin ser birêz Seddam Husên, dema darvekirina wî ez li Spanya bûm, digel ku min şîrê netewbûnê mijandiye û bi hestên netewî hatime têrkirin. Ez bi kuştina Seddam şok bûm, ango dema min nûçeya darvekirina Seddam xwend, derbikê min ji nehesîna (Unconscious mind) xwe got: Ji bo çi?.

Weke endamekî çalak di Rêxistina Lêborîna Navnetewî (Amnesty International) em salane çalakiyan li dijî Cezaya Mirinê çêdikin, ji bilî ku ev kiryar prensîbek ji Belavoka Navnetewî ya Mafê Mirovan binpê dike em neçariya vê kiriyarê hovane dibînin, statîstîkên darvekirina mirovan li gelek welatn xuya dikin ku ti kêmbûn di warê kirina gunehan nehate dîtin. Darvekirin, gullebarandin… rê li kirina gunehan nagire, her wiha rê li pêşiya çalakên siyasî û oposîtorên dîktatoran nagire. Vêca ev cezayek bê bandor e.

Amnesty International bê şert û merc li dijî cezaya mirinê ye. Lêborîna navnetwî ji bo cezakirina gunehkaran, li şûna cezaya mirinê, cezaya ebedî weke alternatîv dibîne.

Hêvîdarim ku çewtiya darvekirina Seddam neyê dubarekirin û cezaya darvekirina Elî Hesen El-Mecîd (Eliyê Kîmawî) bê rawestandin, û li şûna wê bi hebsa ebedî bê cezakirin.

Zinar Ala /Madrîd

Read Full Post »

Mistefa Îsmaîl

Mistefa Îsmaîl

AVESTA – Rêxistina Lêborîna Navnetwî (Amnesty International) derbarê girtina çalakê Kurd Mistefa Îsmaîl banga “Livîna Bilez” kir.

AI (Amnesty International) dibêje ku Mistefa Îsmaîl di bin metirsiya lêdana û reftera (miameleya) xerab dimîne.

AI, di banga xwe de, dibêje:

Ji kerem xwe bilez binivisînin  bi înglîzî, fransî, erebî yan jî bi zimanê xwe:

* Qisaweta xwe derbarî Mistefa Îsmaîl nîşan bidin, ew ji 12 kanûnê bêtêkilî li cihekî nenas maye û di bin metirsiya lêdana û reftera (miameleya) xerab de dimîne.

* Ji deshiladariyê daxwaza misogerkirina ku lêdan û reftera xerab lê neyê kirin, û bînin bîra wan ku Suriyê dewleteke endam di peymana NY (Netewên Yekbûyî) li dijî îşkencekirin, reftera xerba, cezayên giran û nemirovî, biçûkxistinê.

* Li wan tekez bikin ji bo ku bipejrîin, bilez, ku malbat serdana wî bike , ku bikaribe parêzerekî hilbijêre, û parastina tenduristî werbigre dema ku pêdivî hebe.

* Ji wan bixwazin ku Mistefa Îsmaîl serbest bê berdan eger bi sûcekî naskirî nehatibe tewanbarkirin, û ku bê dadgehkirin li gorî pîvanên navnetewî ya dadgeheke adil.

Van dawazan berî 7ê çileya pêşîn (12) ji Serok, wezîrê Hundir û wezîrê derve re bişînin.

Ji bo navnîşanên berpirsiyarên dewletê û agahiyên berfereh: Urgent Action.

Avesta / Zinar

Parêzerê Kurd Mistefa Îsmaîl li Suriyê bajarê Helebê hate girtin

“Hêza Îmzeyan” ji Amnesty International (Vîdyo)

Read Full Post »

Duh ez, li ser daxwaza CEARê (Komîteya Spanî ji bo Alîkaîkirina Penaberan), çûbûm Madrîdê ji bo karê wergerandinê. Vê carê me kiriyê rêkê (bihaya çûnûhatinê) derxist, spas ji bo du xortên Kurd  ku nû ji Kobanî koçber bûne û wergêrekî Kurd dixwestin ji bo şîrovekirina çîrokên xwe ji parêzerê CEAR re ta ku alîkarî wan bike ji bo bidestxistina mafê penaberiyê. Zêde destûr nîne ku ez li ser çîroka wan biaxivim.

Di avahiya CEARê de ez rastî parêzerê xwe hatim.

Ew (bi rûkenî) gote min: Pîroz be!. Mafê penberiyê dan te.

Ez ( ji neheşiyê xwe): Ne bêje!

Ew (bi rûkenî): Eger tu dixwazî ez nebêjim, ez nabêjim.

Piştî danûstandinekê ji min re tekez kir ku wî telefonekê ji ofîsa dewletê ya penberiyê girtiye û jêre gotibûn: “Me daxwaza Zinar Ala ji bo bidestxistina mafê penaberiyê pejirand”.

Hêviyên min mezin bûn ku ez mafê penaberiyê bi dest xim lê Yasaya nû ya hikûmeta Spanî di derbarê reformekirina Yasaya Penaberiyê û rêjeya bidexistina mafê penaberiyê li Spanay (li gorî CEAR rêjeya dayîna mafê penaberiyê di sala 2008an de ji %95 bû.) ez xistim nav fikaran û  rêjeya  tirsê di dilê min de jî mezinkir,

Hêviyên min li ser çi bingehî hatibûn avakirin:

1)      Min ji wan re, bi riya belgeyekê, îsbat kiribu ku ez di Zindana Navendî ya Helebê de mabûm ji ber tawana “Vêxistina Agir” di 20ê adara 1999an de.

2)      Min ji wan re, bi riya wêneyan, îsbat kiribu ku ez beşdarî konsertên Newrozê û yên zanîngehê dibûm û çawa min li ser  rûyê xwe girtibû ta ku ez neyêm naskirin.

3)      Min ji wan re behsa nivîsên xwe bi zimanê Kurdî û Spanî  derbarê kiryarên rejîma Baas li dijî kurdan û mafên mirovan.

4)      Endamtiya min ya çalak di Rêxistina Lêborîna Navnetewî de.

5)      Min ji wan re behsa lêpirsînin ku bi minre hatibûn kirin di Avahiya Ewlekariya Siyasî û ya Leşkerî de ji ber konsert û şahiyên  ku min li Helebê û Çiyayê Kurmênc li dar dixistin, her wiha ji ber têkiliyên min bi Partiya Karkerên Kurdistanê re.

6)      Min ji wan re behsa serdanên ku endamên  hêzên ewlekariyê ji min re dikin  di xewnên min de, bi hezaran km ji wan dûrbûme dîsa ji wan xelas nebûme.

7)      Min ji wan re xuya kir, vegeramin ji Suriyê re tê wateya mirina giyanê min. Azadiya ramanê qedexe ye, nikarim li wê welatî ti karên ramanî bikim. Ji Komara Erebî nikarim ji bo AVESTA nûçeyan çêkim, nikarim nivîsên xwe li ser blogên xwe (Kurdî û Spanî) bidomînim. Nikarim, nikarim, nikarim…hwd.

8)      Min ji wan re behsa çi kir û behsa çi nekir. Min ji wan re got hûn dikarin agahiyên berferh bistînin ji hevpeyvînên ku ligel min çêbûn di radyoyên û rojnameyên Spanyayê li ser Kurd û Kurdistanê.

“Bêkaxesî”

Dema ku Wezîrê Hundir Alfredo Ruíz Alcaba îmzeya xwe bavêje li ser belgeya  mafê penberiyê, êdî ezê ji rewşa bêkaxesiyê azad bibim. Rewşeke xerab e, xweza li kesekî nemînê, nemaze ji bo “bêkaxesên bêşens”, bi alîkariya kesên camêr min rewşa “bêkaxesiya bişens” derbas kiribû.

Gava ez li Helebê dijiyam, min “Kurdên Bênasname” naskirin, belam bi derd û êşa wan nedihesiyam, lê niha erê. Spas ji qederê re ku bêkaxesiya min li Spanya bû û ne li Suriyê bû. Tenê tirsek min hebû ku polîsê Spanî rojekê  min bigre û min vegerînê wê dojehê, cihê ku “Kurdên bênasname” rojane têne azarkirin.

Têbînî: Ev nivîs berî du mehan hatibû nivîsandin lê ez li benda dîtina biryara dayîna mafê penaberiyê mabûm ji bo weşandina vê gotarê.

Spas ji bo hemû kesên ku piştgirya min kirin.

Ji bo Kurdên bênasname silavên xwe bi rê dikim.

Ji bo girtiyên Kurd silavên xwe bi rê dikim.

Read Full Post »

Şêrko û HebîbûllahAVESTA – Duh Rêxistina Lêborîna Navnetewî (Amnesty International) di belavokek lezîgîn de got: Divê ku deshilatên Îranê dev ji darvekirina Şêrko Moarefî berdin…

Şêrko Moarefî bi “Moharebe” (Dijmniatiya Xwedê) hatibû tawanbarkirin ji ber gumana endamtiya wî di rêxistineke Kurdî de.

Amnesty International (AI) diyar kiribû ku Şêrko ji bo şagê darvekirinê ya zindana Seqizê hatiye şandin, tirs tê kirin ku ev despêka îdamkirina wî be, ku dibe îro bê tetbîqkirin. Her wiha tirs heye ku çalakvanê Kurd û xwendekarê zanîngeha Îlamê Habîbullah Latîfî li ber îdamkirinê be jî.

Rêxistina Lêborîna Navnetewî ji bo rawestedina biryarên darvekirinê derheqê  Êhsan Fetahyan û çalakvanên Kurd  bangên awarte li deshilatên Îranê kiribû.

“AI” bawer dike ku darevekirina çalakvanên Kurd  hatiye programkirin bi armanca standina heyfê ji ber kuştin û hewildanên kuştina karkerên dewletê li parêzgeha Kurdistanê di meha Îlonê de.

Avesta / Zinar

Foto: Ji rastê heya çepê Şêrko Mearefî û Habîbullah Latîfî

Read Full Post »

Êhsan

Ji dema xwendina nûçeya darvekirina  Êhsan û ez ne li ser hev im, niha jî piştî çêkirina nûçeya îdamkirina Êhsan nizanim çawa hestên xwe li ser pelikên AVESTA nîşan bidim, tenê dikarim bêjim ku çavên min şil dibin û tiliyên min li ser pişkovên nivîsandinê dicirifin.

Ne tenê nûçeya darvekirina Êhsan bandor li min dike, hemû nûçeyên îdamkirina çalakvanên mirovan rojên min tarî dikin û min pir xemgîn dikin, lê çavên Êhsan ez hîştim ku ez van xêzan ser hev bikim.

Em çiqasî behsa lehengiya çalakvanên Kurd û xebatên wan li ser axa Kurdistanê bikin û ev xebata wan pir nirxdar û pîroz nîşan bidin, lê kes nikare înkar bike bihaya ku tê dayîn ji bo bidestxistina mafên netewa Kurd. Ew rastî êş, zindan, heqaret, lêdan, kuştin û darvekirinê tên.

Ne tenê ew êş dikşînin, malbat û merivên wan jî ev êşa giran bi xwe re digerînin. Li Welatê Bask min di çavên rojnamevan  Leyla Hassanpûr (Xweşka Ednan Hassanpûr)  azar û şewata ku tê kişandin ji ber îdamkirina merevikî  bi çavên xwe dît. Xemîgîniyek û kulek pir zore ku bi riya peyvan bê nîşandan.

Niha jî li rojhilata Kurdistanê şînîyek pir biêş heye li ser barkirina Êhsan. Rejîmê Îranê rundikên dayîk û bavan, xweşik û biran nas nake.

Gelo ew kesên ku bi karê darvekirinê radibin gelo çawa dikarin vê hovîtiyê bikin?

Çawa dikarin li çavên Êhsan binêrin û di çend deqeyan de bikin laş?

Belam Wêneya Êhsan û çavê wî ku li banî dinêrin, wisa diaxivin: Ji kêndirê we natirsim, li dor hustiyê min kindirê xwe bigerînin. Min dizanîbû ku rojekê ezê bimirim, lê heya roja darvekirina min, ez ne mirî bûm, ji bo azadiyê, ji bo mafên gelê xwe zindî bûm, vêca ev kêndirê ku hûn gelê me pê ditrsînin ji tiştekî re nabe. Darvekirina min wê rê li pêşiya ciwanên din veke, ewê jî ji bo serbestî  û mafên Kurdan wê bitxebitin û ber bi azadiyê ve bimeşin”

Belkî rejîmê Îranê bawer bike ku ji Êhsan êdî xelas bû, lê Çavên Êhsan qet venamirin!

Duh min xemgîniya xwe derbarê nûçeya îdamkirina Êhsan ligel hevala xwe di Rêxistina Lêborîna Navnetwî de parve kir. Me li ser hovîtiya rejîma Ayatullhan  li dijî çalakavanên Kurd û ên mafên mirovan axivî. Me behsa xerabiya  cezaya mirinê kir (Derziyê kuştinê li DYAyê, gullebarandin li Çînê û darvekirin li Îran û gellek welatan) ên ku rojane li cîhanê tê birêvebirin.

Hevala min  ji min re vîdyoyek şand ku agirê kezeba min hîn gur kir.

Vîdyo ji filmê “Dancer in the darkness” (Reqs di Tariyê de) hatiye wergirtin.  Bi kurtî, fîlm behsa jinekek ji Çîk hatiye Amêrîkayê û li wir ji ber nexweşiyeke wîrasî ronhiya çavên wê ber bi wendabûnê ve diçin, ew  ji bo rizgarkirina lawê xwe ji vê nexweşiyê dixebite û pere kom dike, rojekê zilamek pereyên wê didize, ew diçe mala wî û di pevçûnekê de, wî zilamî dikuje.

Di dawiya fîlma de, dîmenên îdamkirina jineke têne nîşandan. Fîlm û aktrîsa sereke gellek xelatên cîhanî wergirtin.

Read Full Post »

Şêweyên Cezaya Mirinê gellek in, yên herî têne bikar anîn: Sêdarkirin, derziya kujitinê û gullebarandin. Li gorî Rêxistina Lêborîna Navnetewî (AI) di sala 2008an…

bi kêmanî 2.930 kesan ji ber Cezaya Mirinê jiyana xwe ji dest dan.

Welatên ku herî vê cezayê tetbîq dikin ev in:

Çîn, Îran. Siûdiyê, Pakistan û Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê.

Darvekirina li Îranê (Dîmen trajîk in)

Li Tirkiyê Cezya mirinê  bo cara dawî di 1984an hate bikaranîn, Tirkiyê di sala 2004 an  destûra  xwe tadîl kir û ev ceza bi carekê hate rakirin, belam li Suriyê û Îraqê ev ceza hîn heye.

Cezaya Mirinê  li Herêma Kurdistanê

Rêxistina Lêborîna Navnetewî (AI) di rapora salane de, dema behsa rewşa mafên mirovan li Îraqê dike  behsa “Bakurê Îraqê” jî dike û ku ew di bin kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê de dimîne.

Rapora AI ya 2008an diyar dike ku di 29ê gulanê de çar kesan hatin sêdarkirin, navên wan:

Hîmen Muhemed

Osman Ebdûlkerîm

Şêrwan Ehmed

Qehreman Resûl

Tê zanîn ku Rêxistina Lêborîna Navnetewî salane di roja 10ê cotmehê de roja Cezaya Mirinê bi bîr tîne û kampanyan li dar dixîne ji bo betalkirina vê cezayê li dewletên ku ev ceza heya niha tetbîq dikin.

Avesta / Zinar

 

Foto: Wîkîpedia

Têbînî: Wêneyên Cezaya Mirinê li Çînê (Agahdar bin,  wêne dikrain hestên we  birîn bikin).

FOTO

Read Full Post »

Older Posts »

%d bloggers like this: