“Comandante Arian” fîlmekî derbarê têkoşîna jineke efrînî ji bo azadiyê

Arian Efrîn fermandareke YPJê ye, ji Çiyayê Kurmênc e û li Efrînê mezin bûye, di ciwaniya xwe tevlî refên gerîlayên kurd bû ye. Ji ber çi? Ji ber ku di 12/13 saliya xwe de Aryan bû bînera (şahida) kuştineke hovane di derheqê keçeke kurd rûdabû. Keçike 12 salî ji aliyê çend mêran ve hate binzorkrin (îxtîsab), ji ber vê kiriyarê keçek bû dûcanî. Merivên keçikê … Continue reading “Comandante Arian” fîlmekî derbarê têkoşîna jineke efrînî ji bo azadiyê

“Rêya vegerê nîne, serxwebûn jî pir ne dûr e”

Roja navnetewî a pirtûkê ya ku di 23ê Nîsanê de tê pîrozkirin li Katalunyayê bi navê roja Sant Jordi tê naskirin, li vir ev roj xwedî taybetiyeke balkêş e, ew “Cejna pirtûk û gulan e”. Di vê kevneşopiya kevnar ya gelê katalan de mêr gul diyarî jinan dikin û jin jî pirtûk diyarî mêran dikin. Di cejna îsal de partî û tevgerên ku ji bo … Continue reading “Rêya vegerê nîne, serxwebûn jî pir ne dûr e”

Tutumlu serkeftina xwe ya nû diyarî gelê Kurdistanê kir

Rûdaw / Z.A – Ajovanê erebeyan yê Kurd-Katalan Isaac Tutumlu Lopez bi erebeya Porsche 997 GT3 R û ligel Barzani Racing Team roja şemiya borî de, 7ê Îlonê, serkeftineke nû di cihana pêşbaziyên navnetewî yên erebeyan de bidestxist. Vê carê meydana pêşbaziya navnetewî ya GT Open li Spa-Francrchamps (Belçîka) bû. Tutumlu û hevrêyê xwe yê yewnanî Dimitris Deverikos, yê ku erebeya Porsche bi wî re … Continue reading Tutumlu serkeftina xwe ya nû diyarî gelê Kurdistanê kir

“Heywan Qezenc Kirin”

Îro rojnameya El Mundo sernivîseke balkêş weşandibû di bin wêneya serokê Katalunya Josep Montilla û cîgirê wî Josep Lluis Carod-Rovira, yê ku serxwebûna Katlunya destek dike. El Mundo sernivîsa  “Heywan Qezenc Kirin” di serrûpela xwe de weşandibû Nûçe jî behsa qedexekirina parlaman Kataunî ji lîska gamêşan di herêma Katlunyayê de. Tê zanîn ku serokê Katalunyayê li dijî qedexekirinê  deng dabû belam cîgirê wî Josep Garod  ji … Continue reading “Heywan Qezenc Kirin”

Katalunya “Lîska Gamêşan” qedexe kir

Bo cara duyemîn di dîroka Spanya de herêmeke otonomî lîska gamêşan qedexwe dike, îro parlamana Katalunya  lîska herî tradîsyonal li Spanya  qedexe kir. Li ser dawaxza însiyatîvek ji xelkê Katalunyayê ku daxwaza qedexekirina lîska gamêşan kiribû, îro parlamana Katalunya yasaya qedexekirina vê lîskê pesend kir. Ji nav 135 parlamanter  55 kes li dijî qedexekirinê bûn, 9 jî  ji wan  dengên xwe nedan, belam  68 parlamanter … Continue reading Katalunya “Lîska Gamêşan” qedexe kir

Milyonek Katalunî ji bo serxwebûnê meşiyan

Milyonekî Katalonî ku dixwazin Xweseriya Herêma Katalonya berfirehtir bibe, ji bo protestokirina biryara Dadgeha Bilind ya têkildarî tengkirina mafên xwesiriyê meşek pêk anîn. Çalakiya protestoyî ya li Barselonayê çalakiya herî bi heybet ya van salên dawiyê bû. Hemû serokên partiyên siyasî yên li Katalonya çalakiyên xwe pêk tînin, tevlî xwepêşandanê bûn. Katalonya ji 17 herêmên xweser, herêmeke ku ev çar salin hinek maddeyên têkildarî xweseriya … Continue reading Milyonek Katalunî ji bo serxwebûnê meşiyan

Cadeyek bi navê Kurdistanê li Katalunya (Reklam)

Motora lêgerînê yê yekem di cîhana înternetê de Google li ser daxwaza min her demek ji min re nûçeyên girêdayî kurd û Kurdistanê dişîne, îro jî reklama kirîna hewşekê li herêma Katalunya li Spanya şand, ez pir kêfxweşbûm bi dîtina cadeya Kurdistanê di vê reklamê de, lê bihaya malê ji 200-300 hezar Euro ye. Mixabin di hesabê min de ya bankê 20 euro jî tune … Continue reading Cadeyek bi navê Kurdistanê li Katalunya (Reklam)

Li Kurdistanê destdirêjiye, li “La Rambla” yê çi ye? (Vîdyo)

AVESTA / Barcelona – Wek hûn dizanin La Rambla navdartirîn cade li Spanyayê, rojane bi hezaran tûrîst li wir dimeşin û “show” yên cadeyê temaşe dikin. Hin mêr hene ku nav… li wan dikin  “Cebolletas” anku pîvazên hûr, nêzîkî jinan dibin û bi wan ve dileziqin. Cebolletas herwiha nêzîkî zarokan jî dibin. Di vîdyo de kalê ku nêzîkî jinekê dibe bi kamîrayê tê kişandin lê … Continue reading Li Kurdistanê destdirêjiye, li “La Rambla” yê çi ye? (Vîdyo)

Vîdyoklîpa “Ey Ferat” di malpera La Vanguradia de hate weşandin (Vîdyo)

AVESTA – Rojnameya yekemîn li Katalunya û a ku li tevahiya Spanyayê tê belavkirin vîdyoklîpa “Ey Ferat” ya Şivan Perwe li ser pelikên malpera xwe weşand. Nûçegîhanê rojnameya La Vanguardia li Stenbolê û xwedî bloga “Diario de Estambul” (Rojnivîs ji Stenbolê) gotareke berferh li ser Stenbolê û bûyerên dawî ku li Tirkiyê rûdabûn weşand. Ricardo Ginés Echeverría, di beşa yekemîn de ji gotara xwe de, … Continue reading Vîdyoklîpa “Ey Ferat” di malpera La Vanguradia de hate weşandin (Vîdyo)