“Ev e, wiha ye” Evîn dibêje

Despêka payîzê li Münsterê/Almanya

Ev e, ya ku ev e*

Ev bêwate ye
Aqilmendî dibêje
Ev e, ya ku ev e
Evîn dibêje

Ev bêbextî ye
Jimarîn/hesab dibêje
Tenê êş e
Tirs dibêje
Ev bêçaretî ye
Têgihiştin dibêje
Ev e, ya ku ev e
Evîn dibêje

Ev pêkenokî/qeşmerî ye
Serbilindî dibêje
Ew aqilkêmî ye
Hayjêbûn dibêje
Ne pêkan e
Ezmûn dibêje
Ev e, ya ku ev e
Evîn dibêje

Erich Fried

Têbînî 1: “Ev e, wiha ye” an jî “Ev e, ya ku ev e” di vê helbestê de ne zelal be, belkî nivîsa berê derbarê xwenaskirinê alîkar be: https://zinarala.wordpress.com/2023/11/24/xwenasin/

Têbînî 2: Di vê dema dawî de di danûstandinên xwe de bi zimanê almanî gelek caran min derbirîna “es ist was es ist” (Ev e, ya ku ev e) yan jî (Ev e, wiha ye) bikar dianî. Berî du heftan hevalek ku ez û wê li ser biskilêtên xwe vedigeriyan malên xwe, gote min ku ku eger ez helbesta Erich Fried nas dikim. Min got na, ez hatim mal û ez li helbestê geriyam, piştî min xwend hate bîra min ku carekê çavê min li vê helbestê di nav pirtûkeke Erich Fried de ketibû.

One thought on ““Ev e, wiha ye” Evîn dibêje

Şîrove û nêrînên we