Feeds:
Posts
Comments

Archive for the ‘Madrîd’ Category

Şoreş li balkona mala xwe /Rûdaw

Şoreş li balkona mala xwe / Rûdaw

 Rûdaw / Z.A – Di van sê salên derbasbuyî de li ser şerê sîvîl li Sûriyê gellek ciwanên kurd berê xwe dan Ewropayê ji bo peydakirina warekî ku têde bikaribin jiyaneke nû despê bikin. Hêviya wan ew bû ku ji xwe re karekî peyda bikin û jiyaneke aram bijîn. Lê li Spanyayê pirraniya ciwanên ku gihane vir kar nabînin û xema pêşerojê dikşînin. Şoreş* yek ji van ciwanan ku berî du salan hatibû Spanyayê, digel ku wî di vê demê kin de fêrî zimanê spanî bûye lê heya niha ti kar nedîtiye û di asoyê de jî tişt li hember çavên wî nayê xuyan.

Şoreş li Qamişlo sala 1979an hatiye dinê, li zanîngeha Şamê jî arkelojî xwendiye. Piştî derçûna xwe ji zanîngehê bo şeş mehan zimanê fransî xwend, niyaza wî ew bû ku doktorayê li Fransa bixwenda, lê di wê demê celteya mêjî li bavê xist û nexweş ket û nema dikarî kar bikra, ji ber wê jî Şoreş neçar mabû ku karekî ji xwe re peyda bike ji bo arîkariya malbatê bike: “Min ni diwarê xwendina xwe kar kir, ji ber ku ji bo peydakirina xebatekî di şûnwariyê de divê nasên te di dewletê de hebin, min jî kesî nas nedikir, her wisa pereyên ji vî karî werin têrî lêçûnên jiyanê nakin. Ji ber wê jî min di warê bazirganiyê de kar kir, min supermarket vekir û karê min baş diçû.”

“Leşkeran henekên xwe bi min dikirin ji ber ku min fîşek neavêtibûn”

Di sala 2010an de Şoreş xizmeta leşkerî di nav refên “Hêzên Taybet” de li Şamê dikir û di gulana 2011an de de jî wî ji bo misyoneke leşkerî  şabdibûn bajaroka Tel Kelexê li Homsê: “Digotin xwedîgiravî li Tel Kelexê dinya xerabûye û bi terorîstan tijî bûye, û divê em herin wir.  Tu nikarî bêjî na jî, yan tuyê bê kuştin yan jî wê te têxin hebsê heya te dikujin. Em çûn  wir, xelkê jî berê dizanîbû ku artêş tê bajaroka wan, tenê pîrek û zarok hebûn belkî çar pênc zilam li Tel Kelexê tevde mabûn, ew jî xitiyar bûn. Ji bo ku derewa xwe derbarî hebûna çekdaran bidomînin, emr hate dayîn ji bo berdomankirina malan, Tel Kelexê ji hev xistin. Fermandaran jî ji eskeran xwestin ku malan bişelînin û tiştan ji wan re bînin. Fermendarê min jî ji min aciz bibû ji ber ku min tiştek jê re neanîbû. Leşkeran henekên xwe bi min dikirin ji ber ku min fîşek neavêtibûn, ma ezê bavêjim kê?.” Ciwanê 35 salî bi bihaneya ku ew zewicî ye û dixwaze serdana hevsera xwe li paytextê bike ji misyonên leşkerî xwe dida liyekî û diçû Şamê, helbet ji bo ku rêdanê bistîne herdem fermandarê xwe bi pereyan razî dikir.

Şoreş di tebaxa heman salê de xizemta leşkerî qedand û vegeriya Qamişlo, li wir jî beşdarî xwepêşandanên li dijî rejîma Baasê dibû û piştre biryar da ku bê Ewropayê. Şoreş û xwûşka xwe Zelal* berê xwe dan Stenbolê û li wir bi qaçaciyan lihev kirin ku bi bihaya 20.000 Dolaran wan bighînin Almanya yan Swîsrayê. Lê ji bo ku wan pêlî axa Ewropayê bikin bi ser gellek welatan ve geriyan: “Em 12 kes bûn hemû kurda bûn, lê em di nav du grûpan de dabeş kirîbûn. Em ji Stenbolê çûn Misrê, ji wir jî em çûn Brazîlê, û piştre Ekuadorê. Ji Ekuadorê jî me vîzayeke stand heya Kolombiya û ji wir heya Frankfurtê. Lê li Kolombiyayê şîrketa balafirê ji ber ku em sûrî ne nexwest ku me derbasî balafirê bike. Piştre me balafirek din dît heya Almanyayê lê rawesteke wê li Madrîdê hebû. Em hatin Madrîdê, li vir jî grûpa me hate girtin û grûpa din jî rêya xwe domand.”

“Ne ji ezmûna hebsa Swîsra ba ez li Spanyayê nedimam”

Grûpa Şoreş ku ji heft kesan pêk tê serî li mafê penaberiyê li balafirgehê da, lê piştî ku wan ji balafirgehê derketin Spanyayê li dû xwe hîştin û çûn Almanyayê, Şoreş û xwûşka xwe jî çûn Sîwsrayê lê polîsan wan veguhestin Madrîdê: “Daxwaza me ya ji bo penaberiyê nepejrandin, Zelalê xistin hotêlekê û min jî bo 15 rojan xistin zindanekê bi tena xwe heya ku dema geşta me hat. Zindan gellek xerab bû, rojê seetek û nîv em derdixistin bihinvedanê, ez penaber im lê wan ez xistim nav krîmînal û bazirganên madeyên hişbir. Çima navê wê Swîsreyê min fêm nekir, ne demokrasî û ne jî mafên mirovan, hemû derew e. Bi rastî bêjim ew 15 rojên herî nexweş di jiyana min de bûn.”

Ev bûn salek û nîv ku Şoreş li Spanyayê dijî, ew niha kurseke ya mesajkirinê dike û hin caran jî bi hevkariya rojnamevaneke spanî derbarê jiyana xwe di malpera rojnameya El País de dinivisîse. Şoreş ji bilî xebateke çend  rojan ji bo belavkirina reklaman tiştek nedîtiye: “Ne ji ezmûna hebsa Swîsra ba ez li Spanyayê nedimam, lê tirsa min es herim welatekî din dîsa ev tişt were serê min, ji ber wê ez li vir mame.” Ji ber bêkariyê û xemkêşiya derbarê siberoja xwe Şoreş ketiye rewşeke derûnî ku wî nerihet dihêle: “Carekê çar rojan bi qasî ez difkirîm, laş û serê min giş diêşiyan. Hin car ez derim metbexê, dema dighim wir nizanim ji bo çi ez hatim. Ez têm salonê û difkirim ji bo çi ez çûm metbexê heya ku ez sedema çûndina xwe dizanim.”

* Nav guhertî ne.

Advertisements

Read Full Post »

Ji çepê: Yasmîna Şewqî, Daria Monastyrskaia (pêşkêşvan), Pepa Baamonde, Daban Şadala û Irfan Guler / Rûdaw

Ji çepê: Yaşmîna Şewqî, Daria Monastyrskaia (pêşkêşvan), Pepa Baamonde, Daban Şadala û Irfan Guler / Rûdaw

Roja 21ê Gulanê çalakiyeke bi navê “Şeva Wêjeya Kurdî” li Madrîdê lidarket, cara yekemîn e ku li Spanyayê çalakiyeke wisa rûdide, ev jî bi saya hevkariyeke navbera nûnertiya hikûmeta herêma Kurdistanê û pirtûkxaneya Offside Books bû. Despêkê hevrêvebira pirtûkxaneyê Fatma Kayhan bixêrhatina mêvanan kir û got: “Ev fersendeke ji bo ku kurdên Madrîdê hev bibînin, hev naskin û derbarê pirtûk û berhemên wêjeyî biaxivin.” Fatma spasiya nûnertiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir ji ber serperştiya vê çalakiyê. Piştre nûnerê hikûmeta herêmêa Kurdistanê Daban Şadala jî axivî û spasiya nivîskar Yaşmîna Şewqî û wergêr Pepa Baamonde ji ber tevlîbûna wan û spasiya wergêr Irfan Guler jî kir ji ber keda xwe di wergerandina pirtûkên derbarê kurd û Kurdistanê. Her wisa spasiya xwe pêşkêşî Fatma û hevserê wê Marc Nessfield ji ber rola wan di organîzekirina vê şevê de. Daban mixabiniya xwe nîşan da ji ber nebûna wergereke spanî ji berhemên kurdî re: “Em Kurd xwedî wêjeyeke xweş lê hîn em ji wê yekê dinalin ku wergera wêjeya kurdî ji spanî re nîne”.

“Kurd xwedî çandek û şaristaniyeke pirr bi pêş de ye”

Ji aliyê xwe ve jî nivîskara kurd-galîsî Yaşmîna Şewqî spasiya hevrêvebirên pirtûkxanyê kir ji ber însiyatîva wan di lidarxistina şevekê derbarê wêjeya kurdî li Madrîdê: “Însiyatîveke pirr xweş e, ji ber ku em kesên ku dixwazin kurdan bidin nasandin em pêrgî gellek astengiyan tên û peydakirina çalakiyeke wisa li paytextê tiştekî pirr girîng e.”Her wisa spasiya Daban Şadala kir ji ber destetkirina wî ji şevê re û wî weke “parêzvanekî mezin ji çanda kurdî re” bi navkir. Yaşmîna di axaftina xwe de behsa navaroka romana xwe “Kurdos destino libertad / Kurd ber bi azadiyê ve” kir ku têde behsa azara kurdan di bin deshilata Seddam Husên de dike: “Ev roman derbarê pismamê min Azad e, pirraniya kesayetiyên di romanê de derbas dibin di rastiyê de jî hene lê nav hatine guhertin, di romanê de dîmenên pirr biêş hene nemaze jî dîmenên tirsê, xemkêşî û êşkencekirinê. Ji aliyê hestiyarî ve jî nivîsandina vê romanê gellek zor bû, nemaze ez bo demekê li Îraqê jiyame û rewşa welêt ji nêz ve nas dikim”.

Nivîskar Yasmina Shawki

Nivîskar Yaşmina Shawki

Yaşmîna derbarê armanca nivîsandina romana xwe diyar kir ku li welatên rojavayî xelk dirame ku li Rojhilata Navîn tenê terora îslamî heye û perwerdeya xelkê kêm e lê: “Ev ne rast e, bi rêya vê pirtûkê dixwazim bêjim ku kurd li wir hene, ku ew xwedî çandek û şaristaniyeke pirr bi pêş de ye û di heman demê de ew çandeke hezar salî ye.” Derbarê pirseke ji mêvanan li ser zehmetiyên çapkirina romanê Yaşmîna wiha axivî “Ew kabûsek bû, min di 2004an de nivîsandina romanê qedand lê weşanxane piştî sê salan bersiv dan min û çap kirin, dansandina wê jî hêj zortir bû, dansandina romanekeê derbarê mijareke nenaskirî karekî pirr zor e.”

Wergêr Pepa  Bammonde pirtûka helbestvanê kurd û werga spanî nîşan dide

Wergêr Pepa Baamonde pirtûka helbestvanê kurd û werga spanî nîşan dide

Helbestên Ahmed Arif êş û çewsandina kurdan vedibêjen

Beşê diwemîn ya şevê derbarê dîwana “Min ji hesreta te qeyd kevn kirin” ya helbestvanê kurd Ahmed Arif bû, ku ji aliyê herdû wergêr Irfan Guler û Pepa Baamonde ji tirkî bo zimanê spanî hatiye wergerandin. Wergêra galîsî Pepa Baamonde derbarê têkiliya xwe bi kurdan re got ku ew bi êşa kurdan ji ber qedexekirina çand û zimanê wan hest dike ji ber ku ew ji herêma Galîsyayê tê û wan jî rastî qedexekirina zimanê dayîkê hatin. Pepa di heman vê bareyê de derbarê serdaneke xwe ji Kurdistanê re axivî û nemaze ji çend gundên kurdan re li Antoliyaya Navîn ku hêj ziman û kevneşopiyên xwe parastine “Li wir xortekî pirtûka Ahmed Arif diyarî min kir û ji min re gotibû: Ev helbestvanê kurd ya herî mezin li ba me, divê tu wî bixwînî. Min jî kurdî nizanîbû, merqeke mezin li ba min çêbû ku ez navaroka helbestan fam bikim. Piştre bi hevkariya Irfan me pirtûk wergerande spanî.”. Pepa jî derbarê dijwariya çapkirina pirtûkê axivî û got ku gellek weşanxane xebata wan ji ber sedemên curbecur redkirin, lê li dawiyê wan karîbû helbestên Ahmed Arif bi spanî û galîsî jî çap bikrana “Irfan bi rêya têkliyeke şexsî xwe gihand weşanxanya Visor, her wisa bi rêya wergertina arîkariyek ji wezareta çandê li Tirkiyên û ji du bîroyên parêzkariyê li Stenbolê pirtûk bi spanî çap bû. Piştre pirtûk bi zimanê galîsî jî çap bû.” Pepa li dawiya axaftina xwe perçeyeke biêş ji helbetsekê bi navê “Ey Hewar” xwend.

2014-05-21 20.04.49

Parêzer û wergêr Irfan Guler

Parêzer û wergêr Irfan Guler ku ji Stenbolê hatibû ji bo ku beşdarî vê şevê bibe kêfxweşiya xwe bi lidarxistina vê çalakiyê anî zimên û spasiya kesên ku wê organîzekiribûn. Irfan tavilê dest bi axaftina xwe ser helbestvanê kurd kir: “Carekê rojnamevanekî ji Ahmed Arif pirs kiribû: Gelo pêkan e mirov bi nivîsandina pirtûkeke tenê bibe helbestvan?, Ahmed Arif jî wiha bersiv dabû: Eger pêkan e ku mirov bi pirtûkeke tenê bibe pêxember, ji bo çi helbestvan na?.” Irfan di axaftina xwe de li ser jiyana helbestvanê kurd axivî û bal kişand ser girîngiya berhema wî ya tekane ji bo kurdan nîşan da “Dema hûn pirtûka wî bixwînin, hûnê bibînin ku ew bi awakî zelal behsa kurd û Kurdistanê nake lê hemû navaroka pirtûkê ji Kurdistanê derketiye. Wî bi tirkî helbestên xwe nivîsandine lê helbest behsa çiyayên Kurdistanê, êş û çewsandina kurdan dikin. Wî helbestên xwe di navbera 1945-1955an de nivîsandine, lê berhema wî sala 1968an ronahiyê dît, lê berî çapkirina vê berhemê jî xelkê helbestên wî ezber kiribûn, ji ber ku wî behsa rewşa rasteqîn ya xelkê dikir. Helbetsên Ahmed Arif demeke ji dîroka kurdan bi bîr tîne, ew behsa raperîna kurdan, şoreşên wan û êşên têkçûnê jî di sedsala borî de. Ahmed Arif pêşbîniya wê yekê kiribû ku biryara hesabdayînê wê ji çiyan derkeve, ku hêviya kurdan li çiyan ne. Wiha bû jî, piştî 30 salî jî gerîlayên kurd derbasî çiyan bûn. Di salên 50î de ti kes nediramî ku kurd wê dîsa şer bikin.”

Piştre Irafn çend helbestên Ahmed Arif yên evînî xwendin û ligel Pepayê bersiva pirsên mêvanan da. Û li dawiyê beşdarên çalakiyê li ser pirtûkan îmze kirin û ligel mêvanan wêneyên bîranînê kişandin.

Têbînî: Beşek ji vê reportajê di rojnameya Rûdawê de hate çapkirin.

2014-05-21 20.14.29

Beşek ji mêvanên çalakiyê û hevrêvebira pirtûkxaneyê Fatma Kayhan li ser piyan e

Read Full Post »

Ricardo Georges Îbrahîm li gundê Miraflores de la Sierra / Madrîd

Ricardo Georges Îbrahîm li gundê Miraflores de la Sierra / Madrîd

Rûdaw / Z.A – Ricardo Georges Îbrahîm asûriyeke li Arjantînê sala 1966an bûye, malbata wî berî sedsalekê ji ber komkujiyan ji Mêrdînê bazdabû Suriyê ûdi salên 50î de berê xwe dabû Buenos Airsê. Ricardo civaknasî xwendiye û bi mebesta çêkirina doktorayê di mirvonasiya civakî de hat Spanayayê. Sala borî jî ji bo lêkolînên girêdayî teza xwe serdana xaka kal û pîrka xwe kiribû. Wî pêşwaziya Rûdawê limala xwe li gundekî di nav çiyayên Madrîdê de kir.

Ricardo ji zarotiya xwe ve dixwest ku koka xwe ji nêz ve nas bike, ji ber wê jî herdem serdana Mêrdînê ji xwe re kiribû armanc “Min bala xwe didayê ku em civateke cuda ne û xwedî dîrokeke taybet in, hebûn ji me yên ku xwe ermenî didîtin, ez jî dipirsîm gelo em ereb in ji ber em erebî diaxivin, lê ne wisa bû. Min dest bi nivîsandina ser van mijaran kir û min hevpeyvîn ligel kesên temenmezin tomar dikirin. Di serdana min ya dawî de ji Mêrdînê re min ligel neviyên asûriyên li Arjantînê hevdîtin çêkirin ji bo ez bizanibin ka wan çi ji kevneşopiyên xwe parastine heya roja îro. Min gellek çîrokên bi êş derbarê qirkirin û koçberbûnê bihîstin. Kesên ku koçberî Arjantînê bûbûn, hinek bi awakî dîrekt hatin, hin din jî li Helebê û Şamê bûn penaber, piştrehatin Arjantînê. erebiya min jî ya Şamê ye, lêpîrka min û cîranên me bi Mardinlî [erebiya Mêrdînê] diaxivîn.”

Ricardodi 1998an de çûbû Mêrdînê lê tenê rojekê li wir mabû: “Bajar weke ku ji aliyê artêşê ve hatibû dorpêçkirin, te nikarîbû livekê bi aramî bikra ne jî wêneyekê bikşanda.” Lê sala borî Ricardo pêrgî rewşeke cuda hat û vê carê sê mehanliMêrdînê ma: “Min atmosfereke cuda dît, êdî tu leşkeran nabînî. Berê ti kes nediwêrî bi zimanekê ji bilî tirkî biaxiviya, niha xelk bi zimanên xwe diaxivinûêdî tu hevokên bi zimanêncurbecur li kolanan dibînî.”

Ricardobi tekûzî nizane çiqas asûrî li bakurê Kurdistanê mane, texmîn dike ku hejmara wanji sê heya deh hezaran be. Derbarê axaftina bi zimanê dayîkê jî ew dît ku asûriyên Mêrdînê hatine erebkirin, lê li Midyatê û gundên din rewş cuda ye: “Ew berî her tiştî ji te dipirsin eger tu suryanî diaxivî yan na, tu ji wan re dibêjî na, erebî diaxivim, ew dibêjin: ax ax, mardinlî. Min ji asûriyê Mêrdînî pirsî bo çi hûn bi suryanî naaxivin, digel ku hinek hene ji we vî zimanî dizanin, wan bersiveke balkêş dan min, ew jî refleksek ji siyaseta çewsandinê re, xelkê ji 50î salî berjor dibêjin eger zimaneke din ji bilî erebî, tirkî an kurdî biaxivin netewên din wê bi çavekê şik û gumanê lê binêrin û dê rastî dîskrîmînasiyonê werin.”

Ricardo tev wêneyên merivên xwe li mûzeya Savanci ya Mêrdînê

Ricardo tev wêneyên merivên xwe li mûzeya Savanci ya Mêrdînê

“Serkirdeyek êzdî bi hezaran asûrî ji qirkirinê parastin”

Civaknasê arjantînî dibêje ku berî komkujiyên 1914an de ji Amedê berjêr heya Musilê pirraniya xirstiyanên ku li wir dijiyan asûrî bûn. Têkiliya êzdî û asûriyan jî bi hevre pirr baş bû. Ew ji me re behsa serkirdeyek êzdî li eyaleta Musilê bi navê “Apê Şêro” dike, ku asûriyan weke lehnegî mezin dibînin: “Kesên temenmezin behsawêrekiya wî dikin, hemû kesên ku karîbûn ji komkujiyên bifilitin ber bi Sincarê ve çûn, apê Şêro jî pêşwazî li hezarn asûriyan kir, kon ji wan re vegirtin, xwarinê bi wan re parve kir, wan parast û li dijî hêzên osmaniyan şer kiribû û jiyana xwe jî ji bo parastina asûriyan ji dest dabû. Dema dibêjim hêzên osmanî, ez ne tenê behsa tirkan dikim her wisa kurdên sunnî di nav de cih digrtin.”

Ricardo di serdana xwe ya dawî de ji herêmê re bi hinek ereb û kurdên Mêrdînê re axivî û mixabiniya xwe ji ber ramanên wan kesan derbarê êzdiyan anî zimên: “Ew ji qedr û nirxê ola êzdiyan kêm dikin, êzdî pirr hatine êşandin. Êzdiyên ku li wir mane neçar mabûn ku derbasî ola îslamê bin û derbarê ola xwe ya rasteqîn bêdeng bimînin yan jî rêya koçberiyê veqetînin. Li gundê kilîtê ez rastî kurdekî hatim, piştî ku min jê re got ez asûrî me û hevaltiyek di nav me de çêbû, ji min re got: Di rastiyê de ez êzdî me lê ez niha asîmîle bûme, ji bo em neyên qirkirin em neçar man ku em bibin musulman.”

Sedsalek derbas bû li ser qirkirina ermenî û asûriyan, niha jî hin gav tên avêtin bo xurtkirina hevjiyana di nav gelên herêmê de, Ricardo kêfxweş e ji ber hilbijartina keçeke asûrî weke hevşaredara Mêrdînê: “Ez pirr dilşad im bi vê yekê nemaze jî ku ev bi saya desteka kurdan bû.”

Digel ku Ricardo li cihekî bi deh hezaran kîlometr ji Mêrdînê dûr bûye û jiyaye lê ew bi eşqekî mezin behsa Mêrdînê dike: “Ez bi bajarê xwe serbilind im. Navendeke çandî lê heye ku tu têde dikarê qehweya kurdî, tirkî, asûrî an erebî bixwazê. Tu biçe navendeke ciwanan jî bi nivîskî bixêrhatina mêvanan bi gellek ziman dikin. Ev atmosfera pirrçandiyê û mentalîteya hevjiyana aştiyane di nav gellek netewan de dihêle ku ez bi Mêrdînê serbilind bim.”

Read Full Post »

Ji çepê: Mohamad Bermo, Selîm îdrîs û Ehmed Elnimê / Rûdaw

Ji çepê: Mohamad Bermo, Selîm îdrîs û Ehmed Elnimê / Rûdaw

Hefteya borî şandeyeke ji opozîsiyona ereb li Sûriyê serdana Madrîdê kir û hevdîtin ligel wezîrê derve yê Spanyayê José Manuel García Margallo kiribû bi hêviya ku arîkariya aborî û lojestîk werbigre ji bo piştgiriya şerê li dijî rejîma Esed. Li ser serê vê şandê jî serokê berê yê Artêşa Azad doktor general Selîm Îdrîs bû. Îdrîs ligel du kesayetiyên din ji opozisyonê beşdarî panelekê bû ku li Mala Erebî hatibû lidarxistin.

Profesorê berê ya Akdemiya leşkerî li Helebê di axaftina xwe de behsa ew mercên dijwar yên ku Artêşa Azad têde şer dike kiribû digel kêmbûna arîkariyan ji derve “Pêdiviya me bi arîkariya bira û hevalan heye, pir mixabin em li bendê arîkariyê ji yên din dimîninn û em nikarin sûd ji jêder û sermiyanên welatê xwe werbigrin”.

Piştî Îdrîs efserkî bi navê Ehemd Elnimê agahî derbarê deskeftiyên dawî yên şervanên opozîsiyonê di eniya şer ya li başûrê Suriyê de axivî û şanaziyê bi nebûna îslamiyên tund li Derayê kir “Ya herî pêwîst ku dixwazim bêjim ku li ba me DAÎŞ [Dewleta Îslamê li Îraq û Şamê] nîne, hebûna Eniya Nusrayê jî gellek kêm e”. Sedemên vê yekê jî li gorî Elnimê “Welatê Urdunê bû yê ku sînorên xwe bi şev û roj kontrol dike û rê li pêşiya şervanên tundrew digre.Her wisa ji ber ku rêjeya xwendinê li ba me ya herî bilind li Sûriyê ye û her wiha ji ber başbûna rewşa aborî ya xelkê herêmê”.

Li kêleka herdû serkirdeyên Artêşa Azad kesayetiyek polemîk rûniştibû, ew jî parlementerê berê yê Sûriyê Mohamad Bermo bû, ku niha berpirsê bîroya siyasî ya partiya Geşpêdanê ye, û li gorî hin çalakvanên sûrî bi nêzîkbûna xwe ji rejîma Baasê re tê naskirin.Gotûbêja derbarê Kudan bi rêya pirsên cemawerê panelê rûda. Derbarê pirsekê li ser nêrîna hersê beşdaran sebaret xweseriya kurdî li Rojava, tenê Bermo axivî û bi du gotinan wiha nêrîna xwe da “Li ba me kêşe nîne ku serokê komarê kurd be, em naxwazin ku hestê cudaxwaziyê hebe û em ji bo yekîtiya Sûriyê dixebitin”.

General Selîm Îdrîs li Mala Erebî

Di nav cemawer de jî welatiyek ji Kobanê hebû, wî bi êş behsa mercên dijwar ku niha herêma Kobanê têde derbas dibe ji ber birrandina avê û elektrîkê li aliyê rêxistina DAÎŞê, ya ku Kobanê ji sê aliyan dorpêç kiriye “Artêşa Azad û Koalîsyona Sûrî jî xwe nelivandine, yanî em dixwazin zanibin Kobanê girêdayî Sûriyê ye yan na, rola Artêşa Azad çi ye?”. Dr. Selîm Îdrîs wiha bersiv da: “Eyn El-Ereb [Kobanê] perçeyeke giranbuha ye ji Sûriyê û erkê Artêşa Azad ku wê ji DAÎŞê biparêze. Lê pirsgirêk kêmbûna derfetan e, gellek caran şervanên me bê fîşek dimînin. Me biriyar stand ku em li dijî DAÎŞê şer bikin, û em bi hêvî ne ku hikûmeta demkî piştgirî û arîkariyê bide Eyn El-Erebê, ezê niha piştî vê hevditînê ligel serokê hikumetê biaxivim ta ku arîkariyeke lezgîn ji Eyn El-Erebê re bişîne û em lêborînê dixwazin ji ber nepêkanîna erkê xwe [li Kobanê]”.

Derbarê pirseke din sebaret rola Tirkiyê di şerê sîvîl de li Sûriyê Îdrîs axivî û spasiya Tirkiyê û Erdogan kir “Komara tirk ya bira, ev welatê dilovan ku hemû deriyên xwe ji me re vekirin. Ez spasiya birayên xwe yên tirk dikim nemaze kekê comerd Erdogan yê ku li ser Şoreşa Sûriyê kêm nekiriyie”.

Read Full Post »

nEXSERûdaw / Z.A – Di hefteya borî de bîst û şeş  kes ji kurdên Rojava, çar ji wan zarok, gihîştin balafirgeha Barajas ya Madrîdê, piştî geşteke ku bi dehhezaran kîlometr bi rêya  zemîn û hewayê dirêjkiribû. Piştî geşteke nav sê welatan li parzemîna Asyayê penaber berê xwe dan başûrê Amêrîkayê û ji wir hatin Ewropayê.

Du rojnamevanên spanî, yek ji wan erebaxêv e,  karîbûn xwe bi rêya telefonê bighandana  penaberên kurd ku li salaya girtina penaberan ya balafirgehê diman  ta ku dramaya wan bi rêya  malpera  “Rojnamageriya Mirovî” bighînin raya gîştî.

120 000 Euro dan  ji bo ku werin Almanyayê

Piraniya penaberên ku di van du salên dawîn de gihîştine balafirgeha Barajasê ji herêma Cizîrê bûn,  gellek ji wan jî kurdên êzdî bûn, penaberên vê carê jî  dîsa ji herêma Cizîrê bûn. Wan bi armanca ku bighêjin ba merivên xwe li Almanyayê geşteke dûr û zor derbas kirin heya pêlî zemîna Ewropayê kirin. Piştî derbasbûna wan ji bakurê Kurdistanê re, wan ligel qaçaxcîyan lihevkirin ku bi bihaya 5.000 Euro li ser kesên mezin û  2.500 Euro li ser kesên biçûk werin Almanyayê. Penaber bi pasaportên sexte ji Tirkiyê diçin bajarê Dubey, ji Dubey jî balafirek wan dibe Brazîlê, çend rojan li apartamentekî ligel penaberên din ji Sûriyê derbas dikin û piştre dîsa bi ezman dikevin û berê xwe didin Pêrûyê û  li dawiyê balafira wan li  paytexta Spanyayê  radiweste, li wir jî ji aliyê polîsa balfirgehê têne girtin. Piştre ji bo navenda girtinê li balafirgehê têne veguhestin, ew ligel penaberên ji netewên din di cihekî de dimînin ku rûrderê wê 25 metr çargoşe ye, ew li wir dimînin heya ku bersivek ji daxwaza wan ji mafê penaberiyê re bê dayîn, ku di haletên  asayî de sê rojan dirêj dike ji roja pêşkêkirina daxwaza mafê penaberiyê.

“Kesên selefî me wek gawir bi nav dikin”

Di reportaja xwe  de rojnamevana spanî  dibêje  “Asan e ku mirov  xeyal bike çima ev grûpê penaberan yên ku ji Hesekê hatine dereng bimîne ta ku baweriya xwe bi kesekî bikin ku ligel wan bi erebî diaxive û pirsan ji wan dike derbarê geşta wan ji dema ku ji Sûriyê derketine”. Piştî danûstandinekê bi rêya telefonê penaberên kurd ji rojnamevan re sedema derketina wan ji Rojava vedibêjin. Penaberên ku diaxivin dibêjin ku wan ji ber rewşa şer li herêmê di navbera rejîm û îslamîyên tundrew û ji ber nebûna pêdiviyên jiyanê wek elektrîk û avê ji welat reviyane, her wisa jî “Kuştin û destdirêjî çêdibûn, jin û zarok jî dihatin revandin, bajar hemû xerabe bûne, dikevin malan û her tişt û her kes bi xwe re dibin, kesên selefî me wek gawir bi nav dikin, her wisa jî ereb  piştgiriya wan dikin û li dijî me disekinin”  wiha  penaberek jin rewşa li herêmê şîrove dike.

“Ez nizanim çawa em gihşntin Spanyayê”

Gellek penaberên kurd ku bi rêya vîzaya transîtê geşta xwe dikin û li dawiyê digihin balafirgehên Spanyayê ji ber rakirina pasaportên sexte têne girtin, lê hinek jî hene xwedî şens in, polîs sextebûna pasaportên wan kişif nake  û ew bi rihetî derbasî  ew balafira ku wan dibe welatê ku hez dikin lê mafê penaberiyê bixwazin, nemaze jî Almanya û welatên Skandanavyayê.  Li ser pirsa: “Ji bo çi geşta we li Spanyayê bi dawî bû?” penaberekî wiha bersiv dide “Ez nizanim çawa em gihan vir, ji otobûsekê em diçûn otobûseke din û ji firokeyekê em derbasî firokeyeke din dibûn heya ku me xwe li vir dît” û dipirse: “Eger merivên min li Almanyayê hene, nikarim herim wir?.”

Peymana Dublîn û veguhestina penaberan

Pirraniya kesên ku li Spanyayê mafê penaberiyê dixwazin qet li bendê bersiva Nivîsgeha Penaberiyê namînin, hema piştî derketina wan ji balafirgehê berê xwe didin welatên din yên Ewropayê nemaze jî Almanya. An xizmên wan tên pêşiya wan û bi erebeyê wan tînin ba xwe, an jî ew bi xwe bi rêya trênê, ku têde nasname nayên kontrolkirin, diçin ba merivên xwe.

 Ji ber peymana “Dublîn 2”, ew kesên ku berê li welateke ewropî mafê penaberiyê xwestine ji nû ve daxwazên wan ji bo penaberiyê li welatên din yên Ewropayê nayên pejrandin û dîsa ji bo ew welatê pêşî ku têde mafê penaberioyê xwestine têne veguhestin. Gellek penaberên kurd ku mafê penabeiyê li Spanyayê xwestine, şensê xwe diceribînin û diçin welateke din ji bo serîlêdana mafê penaberiyê, gellek ji wan paşde têne vegerandin, hinek ji wan jî venagerin, şûnên pêçiyên wan li welatên din nayên bêlîkirin û wiha daxwaza wan ji mafê penaberiyê re tê pejrandin. Lê îstîsna heye ji bo bidesxistina mafê penaberiyê li welatekî din ji Yekîtiya Ewropayê (her wisa Îsland, Swîsre, Nerwêc û Liechtenstein peymana Dublînê îmze kirine) ew jî dema merivên van penaberan li welatên ku  peymana Dublîn  îmze kirine hebin û di heman demê de ew meriv xwedî statuya penaberiyê bin an jî serî li mafê penaberiyê dabin, wê çaxê egerek heye ku penaber ji ber sedemên mirovî (malbatî an jî çandî) mafê penaberiyê bidestxin û li gel merivên xwe bimînin û wisa ji Spanyayê re neyên veguhestin.

Read Full Post »

Aram Kerîm li navneda çandî Persepolîs li Madridê / Rûdaw

Aram Kerîm sala 1978an li gundê Serawê ya bi ser bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye. Xwendina navîn li Silêmaniyê qedandiye û di 2002an de dest biyekemîn xebata xwe wek karmend di wezareta rewşnebîriyê de li Silêmaniyê kiriye. Di 2004an de dest bi xebata ragihandinê kiribû û hevkariya çendîn kovar û rojnameyên herêmê wek Kurdistanê Niwê, Taw, Metro û ajansa wêneyan ya bi navê Metrography kiriye. Her wisa di amadekirina kîlp, xebatên dramayê û dokmenteran de li Kurd Sat xebitiye û wek kamîremevan hevkariya Roj tv jî kiriye. Aram beşdarî gellek workshopên derbarê wênekêkişyê li Herêma Kurdistanê bûye û berhemên wî di 15 pêşangehên kolektîv li bajarên herêmê hatine nîşandan, her wisa xebatên wî beşdarî pêşangehên kolektîv li Chicago û Gorcistanê bûne. Pêşangeheke wî jî berî du salan li Mûzeya Netewî ya Silêmaniyê jî lidar ket. Niha jî wek edîtorê fotografî di Rojnameya Awênde de dixebite. Li ber xebata wênekêşiyê Aram distre û li tarê dixe, bo salekê di koroya operayeke Verdî ya rêvebiriya Huner û Mûzîkê de cih girtibû û bo du salan li ser destê mamoste Aso Elî Hebîbî fêrî tarê bû.

Navenda çandî Pesepolîs li Madrîdê xebatên Aram hemêz kirin

“Dixwazim sirûşt û ajalên Kurdistanê bên parastin”

Di 13ê nîsanê de li navenda çandî ya Persepolîs li Madrîdê pêşangeheke wî ya bi nave “Kurdistan ji nêz ve” hate lidarxistin, pêşangeh bi amadebûna nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Madrîdê Daban Şadala vebû. Di vê çalakiyê de jî Aram li ser tarê xist û melodiyên xweş ji mûzîka kurdî pêşkêşî mêvanan kir.

IMG_3513

Diviyabû ku 26 wêne bihatana nîşandan lê ji ber pirsgirêkên teknîkî ya balfirê tenê 15 berhem yên mijarên curbecûr gihîştin Madrîdê. Aram gellekî bi xwezaya Kurdistanê ve girêdayî ye û bi rêya wêneyan gellek çîrokan vedibêje nemaze jiyana rojane ya gundiyan û parastina xwezaya Kurdistanê “Mixabin li gellek gundên Germiyanê xizanî gellek e û xizmetguzarî li wê deverê nîne, jinan ji bo ku ava şîrîn bînin mala xwe bo do sê saetan dimeşin. Li heman deverê gaz û petrol hatiye der û bi rêya boriyan diçe Hewlêrê, hikûmet be yan jî fîrmeya derhênana gazê be, ew berhemên deverê distînin lê xizmetguzarî pêşkêş nakin. Ziyana nêçîrvaniyê li hawirdorê jî gellek heye û sirûşt nayê xizmetkirin. Bi rêya wêneyên xwe dixwazim ku sirûşta Kurdistanê bidim nasandin ji bo ku sirûşt û ajal bêne parastin”.

(photo by Aram Karim) (11)

Êş û trajediya kurdên Rojava di xebatên Aram de cih digrin

Aram bi rêya wêneyên xwe trajediya kurdên Rojava ji ber encamên şerê li Sûriyê jî nîşan dide. Di zivistana borî de dema ku berf li erdê girtibû û di bin baranê de Aram bi kamîraya xwe tevlî karwanê qaçaxçiyan bû, yên ku dihatin Herêma Kurdistanê û sotemenî li ser piştên xwe bar dikirin û bi wî barî giran ji bo çar demjimêran ber bi sînor ve dimeşiyan. “Hewa gellek sar bû, qaçaxcî ji benzînxaneye Şilekê ya nêzîkî gundê Sihêle sotemenî li ser pişta xwe bar dikirin, ji xerabiya rêyan hinekan solên xwe di heriyê de wenda kirin, çenteya li ser pişta min jî giran bû, min jî wek wan zehmetiyek mezin kişand”.

(photo by Aram Karim) (23)

Derbarê astengiyên xebata rojnamegeriyê li Kurdistanê Aram wiha boçûnên xwe tine ziman “Pêwîste rewşa rojnamenûsî baştir bibe, rojnamnûsî xebatekî gellekî zor e û divê sînorek hem ji bo hikûmet hem jî ji bo rojnamenûs bê danîn, divê ku rojnamnûsî tenê nekeve xizmeta hizbî û îdyolojî û ku rojnamenûs di nîşandana fikirê xwe de azad bin”

Aram bi vê serdana xwe ji Spanya re gellek dilşad bû, dema em ligel wî li sentera Madrîdê digeriyan, xweşikbûna monument û avahiyên dîrokî bala wî pir dikşandin, ew herdem kamîra rahiştibû û wêne digirtin. Dema em dimeşiyan dengê melodiya sînofinyeke Vivaldî hat ber guhê wî û, weke zarokekî ku diyarîyek wergirtibe, ji eşqan re firiya û ber bi herdû mûzîkvanên ku li kemanê dixsitin çû û wêneyên wan kişandin. Ew di hunerên mûzîk û wênekêşiyê de xwe dibîne û herdem dixwaze di van waran de xwe bi pêş xîne.

(photo by Aram Karim) (22)

Read Full Post »

Wêne: Reinhard Lamsfuss

Rûdaw / Z.A – Şagê Spanyayê ya Rêxistina Lêborîna Navnetewî (Amnesty International) bi mebesta danasîna 10 çîrokên rasteqîn yên binpêkirina mafên mirovan li cîhanê 10 perçeyên cilên havînê bi dîzaynên xweş çêkirin û wêneyên wan danîn ser dîkana Online ya malpera xwe ji bo firotinê.

Ji bo nîşandan van perçeyên cilan bi awakî zindî defîleyeke ji aliyê danserên reqsa nûjen li Madrîdê hate pêşkêşkirin. Amnesty International (AI) bi rêya firotina van cilan dixwaze ku nameya şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan li welatên wek Îran, Çîn, Kûba, Sudanê û hwd bibe ser cadeyan. Derbarê cila bi navê “Tenoreya Kurdistan” malpera AI ya Spanyayê wiha ragihandiye “Li Tirkiyê 10 sal zindan. Li vî welatî parêzerên mafên mirovan ji ber ku derbarê Kurdistanê nêrînên xwe anîne ziman yan jî ji ber bikaranîna sembolên kurdî hatine darizandin”. Tenoreya serkapê ji sê perçeyên qimaş hatiye ristin, dema ling nêzî hev bin tenê qimaşên yên rengên sor û kesk dixuyên û dema ling hinekî ji hev dûr dibin qimaşekî spî û sêgoşe dixuye û di ortê de roj hatiye danîn.

Wêne: Reinhard Lamsfuss

Tê zanîn ku Amnesty International rêxstineke ne hikumî ye. Bêhtirî 3 mîlyon endam û çalakvanên wê li cîhanê hene û di 150 dewletan de ji bo parastina mafên mirovan dixebite. Ew weke rêxistineke serbixwe tê naskirin û tenê ji wergirtina hîbeyan, aboneyên endamên xwe û firtona cilan, çenteyan û hwd xwe fînase dike.

Read Full Post »

Older Posts »

%d bloggers like this: