Xwenasîn

Hêvara rojeke havînê li darisanekê li Mûnsterê

Dema ku mirov xwe nas neke, çi dike bila bike, rewşa medîtasyonê ne pêkan e.

Mebesta min bi “xwenasînê” zanîna her ramanek, her meraqek, her gotinek, her hestek; naskirina tevgera hişê xwe, ne Eza gewre, Eza mezin; tiştekî wiha tune ye; Eza bilind, Atma [Xwe bi xwe, li gorî Budîstan], ew jî di nav qada ramanê de dimîne.

Ramankirin encamê şertbûna* me ye, ew bersiva bîranîna me ye, hem bîranînên pêşiyên me û hem jî bîranînên me yên teze.

Ger em herî pêşî bi awakî kûr û bêveger tevnegerin ji bo sazkirina ew fezîleta ku dema em xwe nas dikin peyda dibe, wê çaxê tenê hewildana medîtasyonê bi tevahî xapînok û bêkêr e. Ji kerema xwe, pir girîng e ew kesên ku cidî ne vê yekê fam bikin.

Ji ber ku eger hûn wisa nekin, medîtasyona we û jiyana rasteqîn dê ji hev veqetin, wê ewqas ji hev veqetandî bin, ku digel ku hûn karibin medîtasyonê çêbkin, ku hûn tevahiya jiyana xwe wezîyetên bêdawî yên medîtasyonê jî bikin, hûn ê ji pozê xwe wêdetir nebînin.

Hûn kîjan wezîyetê jî ji xwe re guncaw bibînin, hûn çi bikin jî dê ti wateya xwe tune be. … Girîng e ku yek têbigihîje xwenaskirin çi ye: Tenê ku hûn baldar bin, bê vebijark an tercîhek, ji “ez”ê re, ku di eslê xwe de komeke ji bîranînan e; tenê haydar bin ji vî “ezî”  bêyî şîrovekirin, tenê li hemberî tevgera hişê xwe çavdêr bin.

Ev çavdêrî tê astengkirin dema ku mirov, bi rêya çavdêriya xwe, bi berhevkirina boçûnan mijûl bibe, mijûlbûna bi wan tiştên ku divê bike, tiştên ku divê neke, tiştên ku gerek bi dest bixe.

Ger em wisa bikin, em ew prosesa zindî ku tevgera mêjî ya ku derdora “ez”ê digere bi dawî dikin.

Ango divê ez çavdêr bim û rêalîteyê bibînim, rastiya “ev wiha ye” bibînim.

Eger li kêleka prosesa çavdêriyê ramanek an jî nêrînek wek “divê wisa bikim”, “wisa nekim” peyda bibin, ku bi xwe bersivên bîreweriya me ne, wê gavê tevgera “ev wisa ye” [rêyalîteya rewşa heyî/tiştê ku wiha ye] tê asteng kirin; Ji ber vê yekê jî fêrbûn çênabe.

Jiddu Krishnamurti

Têbînî: Mirovên şertbûyî ew in, yên ku li gorî şert û mercên ku têde mezin bûne û mîrasa pêşiyan tevdigerin, ango bi berçavkên perwerdekirina ji dibistan, malbat, ol, eşîret, xwendin, zanîn..û li gorî ezmûn, serpêhatî, bîreweriya şexsî û kolektîv tiştan dibînin û dinirxînin.

4 thoughts on “Xwenasîn

Şîrove û nêrînên we