Feeds:
Posts
Comments

Archive for the ‘Îtalya’ Category

Hunermendê Îtalî Tony Schito

AVESTA – Hunermendê Îtalî Tony Schito di strana xwe de ligel kurê Kurdistanê diaxive.

TONY SCHITO – FIGLIO DEL KURDISTAN

Kurê Kurdistanê, wê bê bîra te ew rojê ku me li şevê dinêhêrî, şev jî bi ser me de dimir.

Kurê Kurdistanê ji çavê te de yên westiyayî wê rûkeniyek  biafire, ezmanê te kok (hîç) zindankirî nabe, êdî kes nikare te ji holê rake.

Kurê Kurdistanê  Kurê Kurdistanê

Kurê Kurdistanê, bi werîs (kêndir) û zincîran girêdayî û di zindanên tarî de girtî dimînî, wê li ser xwîna sor kulîkên sor şîn bibin.

Kurê Kurdistanê, wê were bîra te zivistanekî berê, dema hêsirek rastîn bi ser rûyê te yê westiyayî bariya.

Wergerandin: Marecello / Zinar

Advertisements

Read Full Post »

Ne tenê li ba kurdan nûçeyên girêdayî seksê pir têne xwendin, herwiha li ba miletên din jî nûçeyên zayendî yên herî tên xwendin di rojnameyan de. Hevpeyvîna ligel tenîsvana Îtalî Flavia Panetta bû top1 di Elmundo.es de.

Nûçeya yekemîn ku di Elmundo.es hatibû weşandin behsa çend agahî ji hevpeyîvna televîzyona Îtalî 1 ‘Le Iene’ ligel tenîsvana dehemîn li Cîhanê Flavia Pennetta temen 27 salî.

Sernûçeya Elmundo.es wiha bû Pannetta: L igel Carlos Moya min seksê serbes çêkir, ev nûçe  di heman rojê de hilkişî heya rêza Top1.

Piştî wê bi rojekê Elmundo hevpeyvîn bi riya vîdyo weşand, dîsa ev nûçe bû top 1 û dereceya Top2 bû qismeta nûçeya roja berê.

Nûçeya Wêneyên laşfiroşiyê li bazarekî Barcelona hem li Elpais.com hem li AVESTA jî  gihîşte Top1.

Ne tenê li malperên Spanî û Kurdî seks bala xelkê dikşîne herwiha li gellek malperên cîhanî jî nûçeyên seksê yên herî tên xwendin ji aliyê mêvanên malperan, dîsa di malperê herî navdar li Almanya bild.de nûçe, wêne û vîdyoyên herî temaşekirî hemû girêdayî seksê ne.

Ji bo xwendevanên xwe em beşekî ji hevpeyvîna zayendî ligel Flavia Pennetta diweşînin:

Pirs. Te ligel tenîsvanekî rakatiye?

Bersiv. Erê

P. Kî ye?

B. Carlos Moya

P. Di dema maçan de hûn rastî hev hatin, hûn di odeyeke hevbeş bûn an jî her kes di odeyekê de?

B. Di odeyeke hevbeş.

P. We seksê serbes kir an jî yê bi sînor?

B. Serbest.

P. Ango, li gel kesên din?

B.(Kenekî deng bilind dike, û piçiya xwe nêzîkî kamîrayê dike), dibêje: Na.

P. Hûn hevaljînê hev in?

B. Na.

P. Kî yê din berda?

B. Ew ez hîştim

P. Ji bo çi?

B. Ji kesekî din hezkir.

P Tu bedewî, dewlemendî û navdarî. Ji bo çi tu ne ligel kesekî ye?

B. Ji ber ku ji min heznakin.

P. Xêre dema hûn dilîzin hûn qîr dikin, hûn lîstikvanên tenîsê ne yan jî stêrkê porno ne?

B. Em tenîstvan in. Wisa em vendihesin û hêrsa xwe derdixînin.

P. Te ligel Nadal, Feder… rakatiye?

B. Na.

P. Ligel Sharapova?

B. Na, hîç.

P.Hevzayend (homoseksuel) di tenîs de hene?

B. Erê.

P.Tu li ser textê jî qîr dikî?

B. (dikene) Diya min wê hevpeyvînê bibîne.

P. Te ji bo salnameyekê xwe tazî kiriye, te li ku xwe tazî kiriye?

B. Na, min li ser çawîr û batonê xwe tazî kiriye.

P. Li cihekî balkêş?

B. Di balafirê de, rêwîtiyeke dirêj bû.

P. Dijûneke ku te ji hekemekî re gotiye?

B. Teres (pêzeweng)

P. Û ji reqîpekî re?

B. Şermût (Qehbik).

Em jî ji aliyê xwe van pirsan ji xwendevanên xwe re dihêlin:

Gelo ji bo çi seks bala xwendevanan dikşîne?

Gelo cemawerê nûçeyên seksê kî ne? mêr in an jî jin in, rêjeya mezin ye kê ye?

Gelo sedemên  tikandina nûçeyên zayendî çi ne?

Ji bilî xwendina nûçeyên seksê em li ser cîhana seksê çi zanin? Me çend gotar, lêkolîn û pirtûk xwendine?

Avesta / Zinar

Read Full Post »

7014

AVESTA – El Ketawî Dafanî (45) salî mihacireke marokî ku şêweya jiyana keça xwe nepejrand û ji bo “parastina namûsa xwe” wê serjêkir.

Sanna temen 18 salî ji  şeweya jiyana xwe weke keçeke musulman ne razî bû  û dixwest weke hemû keçên Îtalî bijî.

Ew dev ji malê berda û ligel hevaljînê xwe Massimo jiyana xwe domand.

Dayîka Sanna (39) salî, helwesta Sanna şaş dibîne û ku keça xwe li kujtina xwe digerî. Dibêje: “Sanna ligel me baş dijî, tenê ku bavê razî nedibû ku ew bi şev ligel xortan derkeve. Sanna şaş kir, her wiha hevserê min jî. Lê çi bêjim, ew mêrê min e, bavê zarokên min e, 22 sal em bi hevre dijîn, ji bo çi ezê wî efû nekim”.

El Ketawî ji bo hefteyekê li keça xwe digeriya ta ku wê bikuje.

Di sêşema bihorî de, dema Massimo û Sanna diçûn karê xwe, ew li hember erebaya wan sekinî. Di destpêkê de şereke davkî di navbera wan de derket, dûvre El Ketawî kêrê xwe rahişt û li Massimo xist, Masssimo bi giranî birîndar bû.

Sanna jî revî û bi ber daristanekî beziya, bav li pişt wê jî beziya heya ku gihşte wê û bi aynî wê kêrê keça xwe kuşt.

Avesta / Zinar Ala

Çavkanî: El Mundo.es

Ji arşîvê:

Hovîtiya zayendê nêr li dijî jinan bêhampaye!

Li Dirbêsiyê keçeke mamoste bi destê birayê xwe hate kuştin

Read Full Post »

Şîrîn Neşat (Foto: dpa)

Şîrîn Neşat (Foto: dpa)

Derhênera Îranî Şîrîn Neşat xelata “Şêrê Zîvîn” li festîvala Veneciayê li ser fîlma xwe “Jinên bê mêr” wergirt.

Fîlma “Jinên bê mêr” rexneyeke tund li rewşa gelê Îranê dike, nemaze rewşa jinê û mehrûmkirina wî ji azadiyê.

Di merasîmên wergirtina xelatê de, Şîrîn ya ku li ser serê xwe şerbekî kesk danîbû (rengê girêdayî reformîstan li Îranê) xelata xwe diyarî azadî û demokrasiyê kir.

“Şêrê Zêrîn” jî bû para fîlmê Îsraîlî “Lebanon”.

Avesta / Zinar Ala

Read Full Post »

»Videocracy« fîlmekê dokumenter yê swêdî ye, ew berî bêt nîşandan bûye babetê minaqeşe û debateka mezin li Îtalyayê. Rojname û kovaran li sernaserî Îtalyayê li ser nivîsiye.

Ev fîlm, herçend ji aliyê dewletê ve rê nehat dan ku ew di televizyonên îtalî de bêt nîşan dan, ew dê di 3/9 2009-ê de di Festîvala Fîlman de li Venesyayê li Îtalyayê beşdar bibe û dê roja paştir, di 4/9 2009-ê de li 70 ciyan li bajarên îtalî bêt nîşandan. Ev fîlm di 28/8 2009-ê di sînemayên Swêdê de hat nîşandan, Fîlm rewşa xerab ya kenalên televizyonî yên îtalî û kultura 30 salan ya kenalên televizyonê li Îtalyayê berçav dike û rexneyê lê digire. Ev rexne bêtir berê xwe dide serokwezrîrê Îtalyayê Silvio Berlusconi ku xudanê behreyeka mezin e ji wan medya û kenalan.

Fîlm dixwaze diyar bike ka çawa % 80 ji Îtaliyan zanyarî û agahdariyên xwe ji televizyonana distînin û çawa siyasetmedar dikarin bi rêya televizyonan kar bikin ser xelkî, ra, dîtin û hezkirinên wan. Ka çawa wextê desthilat û medya dikevin di destekî de çi bi serê medyayê û xelkî têt. Regisorê fîlmî Erik Gandini di fîlmî de diaxive û behsê Silvio Berlusconî dike û dibêje: »ew hez ji memkên (çiçikên) mezin dike û hez dike bibe xwediyê her tiştî« û diyar dike bê ka çend jinên tazî û memkên tazî di kenalên wî de tên nîşandan û çawa ev dibe modeyek di medyaya Îtalî de.

Ew awirekê dide ser hindê bê çawa îtalî vê bikaranînan jinan û laşên wan di televizyonan de bi wekheviya jin û mêran bi nav dikin û pirsiyar ew e bê kê ev dîtin li cem beşekê mezin yê xelkî çê kiriye. Silvio Berlusconî (72 salî) li Îtalyayê ji bilî serokwezîriyê, wek sultanê medyayê li wî welatî têt nasîn. Ew dîrekt û indîrekt zal e bi ser %90 ji kenalên televizyonî li Îtalyayê. Ew xudanê şîrketên medyayê Mediasat û Fininvest, sê kenalên televizyonî û tîma fotbolê AC Milan e.
Partiya hukumdar ya Berlusconî li ser radyo û televizyonên dewletê jî, heta hedekê mezin zal e. »
Videocracy« Fîlmekê dokumenter
Derhîner û xudan: Erik Gandini
Berhemanîn: Atmo italia AB Dirêjiya
fîlmî: 85 deqîqe
Jêder: Kulturname

Read Full Post »

AVESTA / Îtalya – Ev cara yekemîne di dîroka pêşangeha navetwî “Biennale di Venezia” ku têde berhemên çanda netewk bê welat tê pêşkêşkirin.

Biennale di Venezia navê pêşangeha navetewî ya ku her dusal çanda netwekî pêkêş dike û bi cîhanê dide nasîn.

“Planet Kurdistan” di 6 tîrmehê de bi amdebûna 5.000 kes, di nav wan de Leyla Zana hebû û her wiha gellek siyasetmedar û hunermendên kurd beşdar bûn.

Çalakiyên “Planet Kurdistan” wê heya roja 22 mijdarê bidomin.

Di “Planet Kurdistan” ku li kilîsa San Leonardo hatiye bi cih kirin ne tenê tabloyên şewekarên kurd û xebatên wan hatine li darxistin, her wiha hem di hundirî kilîsê de hem jî li meydana kilîsê gellek çalakî tên sazkirin, di hemû weran de (Konsertên mûzîkê, wêje, nîqaş, , şano, sînema û defîleya modayê…hwd).

Nîvîskarê Îtalî û yek ji edîtorên pirtûka “Planet Kurdistan” Giovani Giacopuzzi di derbarê lidarxistina “Planet Kurdistan” dibêje: “Biennale di Venezia pêşangehek navnetwî ye ji bo pêşkêşkirina çanda dewletan. Belam lidarxistina vê pêşangehê ji bo miletek bê dewlet ku bikaribe çanda xwe bide nasîn gavekî pir wêrek e  ji hêla beledia Venezia yê”.

Di amadekirina vê pirtûkê de gellek navdarên cîhanê hevkarî kirine wek:

Şanoger, sînarîst, helbestvan, lîstîkvan, derhêner,  xelatgirê Nobel (2005) û siyasetvan brîtanî : Harold Pinter

Şanogerê Îtalî û xelatgirê Nobel (1997) û : Dario Fo.

Romannivîsê Fransî û xelatgirê Goncourt (1993): Amin Malouf

Romanivîsê Çîkî: Mîlan Kundera.

Rexnekarê siyasî û Ronakbîrê ereb: Edward Saîd:

Serokê Sinn Fein: Gerry Adams

Di “Planet K” de şeş nîvîskar ji Welatê Bask jî hevkarî kirine.

* Di vîdyoya ku em li jêr diweşînin  hûn dikarin çalakî û merasima vekirina  “Planet K” temaşe bikin.

– Di vîdyoyê de hemû siyasetvanên kurd axaftina xwe bi kurdî dikin, tenê Parlamentera DTP birêz Emîne Ayna bi tirkî axaftinê dike.

– Weke li gellek deran li Europayê alîgirên PKKê sloganên, ne di cihê xwe de, dibêjin.

–  Yek ji edîtorên pirtûka “Planet K” rojnamevan Orsula Casagrande di derbarê çalakiyên “Planet K” axaftinê dike.

– Piştre Hunemendên Kurd di derbarê xebata xwe de diaxivin, navê wan jî:

Huseyîn Îşik, Mîrê Hêkan, Mûnîra Malikî, Bahar Malikî, Rêbwar Seîd, Azad Nanakelî.

AVESTA – Zinar Ala


Têbînî: Hûn dikarin serdana malperê bikin ji bo temşekirina  mersimên roja vekirinê û wêneyên ku di malpera PLANET KURDISTAN hatine weşandin.

FOTO Û VÎDYO

PLANET KURDISTAN (Ji malperê hatiye wegirtin):

Planet Kurdistan, azmûnxaneyek e ji bo dewlemendkirina nêrîn û projeyên derbarê çand û nasnameya Kurdî. Ev piroseseke ku nêrînên hevbeş, ji bo kû bikaribê nunertiya hemû cûdahî û pirsgrêkên gelê Kurd bike. Planet Kurdistan, bibê bingeh ji bo pêşerojeke hevbeş.

PLANET K, platformek e înternêtiye. Bi rêya malpera xwe ya fermî http://www.planetk.org xebatên xwe ji raya giştî re aşkire dike. Her weha nawendek e di nav 53-pêşengeha nawneteweyi hunerî- Venice Biennale, li San Leonardo li Venice jî cîh digirin.

Bi hevkarîya hevbeş a mîmaran, dizayneran û grafîkeran Rebiennale, San Leonardo dibe ezmûnxaneyek ku di nav de hunermendên kurd- û bi hevkarîya Open Call, hemû kesên ku dûxwazin alîkarî bikin- dikarin hevûdû bibînin û nêrînên xwe bi hevûdûre parve bikin. Ji bo plansaazîyeke hevbeş a nasnameyeke çanda kurdî weke bingeheke hevbeş ji xwe re bi afirînin.

Venice Art Biennale, yek ji platformeke herî bi prestîje û saziyeke navnatewî ku ji bo hunera serdem, navendeke ku di nav da pêywendiya navbera huner û nunertîya neteweyi bi şêwazeke komplêx û bi awayekı berfireh digêhêjin hevûdu. Her welatek dikare bi serê xwe hunermendên xwe yên herî baş hilbijêrin ku nûnertiya pêşketinên hunera welatê xwe bikin. Di wê çarçovê de nunertiya hunera gelekî bêwelat, bi wateya proseseke xweserî ye. Divê huner ne wekî lîstokêk bê dîtin, belkî pêwîste kû weke îlhamek ji bo prosesa xwe nasandinê bêdîtin.

Armanca PLANET K, giştina platformeke nû ye ji bo diyalog, danberhevî û berhemderanîn di nav hunermendên Kurd de ku li her çar parçeyên Kurdistanê dijîn, wek Iran, Iraq, Suriye, Tirkiye û herweha “beşa pêncemîn” ku kurdên diyasporayê nûnertî diki beşdarî bibin.

Hejmara Kurdên diyasporayê ku li rojawayê Europayê dijîn, yek mîlyon û sêsed hezar in. Du hefteyan berîya ku Biennale bê vekirin, hunermend, fîlosof, dizayner, komelnas, rojnamevan û hwd. hemû kesên ku daxwazîyek e wan heye, ji bo dariştina prosesa fikrên hevbeş, bi hev re dikarin gotûbêj li ser sê pirsên bingehî bikin ku sentêza potansîyelê pêşeroja gelê Kurd e: Nasname, sînor û ziman.

Nasname

Hewildanên rewşenbîrên Kurd, ber bi nasnameyeke diçin ku bandora şer, penaberî û derkirina bi darê zorî li ser heye, û di heman demê da dikare wan jî derbaz bikin. Hewlên ku di nav nasnameyekî sergirtî da derdikevin pêş ( bi taybet li Tirkiyeyê ku dewlet bi awayekî sistêmatîk nasnameya Kurdî difetisîn in) û nasnameyeke germ ku bi hezaran Kurdên penaber his dikin, ber bi daxwaziyek ji bo nasnameyeke zîndî diçin. Nasname wekî biranîn, gotûbêj û bi hevûdu guhertin.

Sînor

Kurdistan, herêmek e ku bi çend sînoran nehatiye dor girtin, hatiye dabeş kirin.

Navçeyek e ku buye çar parçe û ji yek neteweyekê pêk tê kû her roj sînorên wê ji aliya hezaran kesên ji şer, bindestî û hejarî direvin û tên derbaz kirin. Ev sînor, fîzîkî, ziman an kulturî ne. Lê belê ev sînor dikarin bibin mirovî jî. Her wiha Sînor wisa dikin ku bênavber asta jinê dibe hevwelatîya dereceya dudu.

Ziman

Li proseya damazrandina Planet K, em bi heft ziman û zaraveyên cuda, li gel hevdû diaxifin: Soranî, Kurmancî, Tirkî, Italî, Înglîzî, Fransewî û Elmanî. Ziman şêwazeke ku em weke amûrekî tekoşînê, bi taybet li welatên weke Tirkiye ku ziman hatîye qedexe kirin û fetisandin dibînîn. Ziman ji bo peyamên nû yên pêşerojê amûrek e (wasite). Ziman tê wateya ku hemû kes bikaribin nêrînên xwe bi şêwazekî azad bêjin. Ji bo bikaribe bingehekî baş ji pêşerojê re biafrîne gelêk girînge ku mirov bikaribe derbazîya xwe bêje. Di heman demê da nabe ku cudahbûna weke dîrokek e qirêj mirov lê binêre, divê weke dewlemendiyekê bên dîtin.

53-hemîn pêşengeha hunerî ya nawneteweyî, Fare Mondi/Making Worlds, îlhama (havin) prosesa bihevûdûre girêdanê ye. Ne girêdanek e bi kulturêke fermî hatîye damezrandin, ne kulturêke dewletî, bi awayekî girêdanêk e bi esasê beşdarbuna ku herdem tê guhertin û herdem ji bo wergirtina bandorên nû û îmkanan bo pêşxistina pêşerojê vekiriye. PLANET K, ne tenê pêşengeheke hunerî ya navneteweyî ye, lewra platformêkî hevbeş e, ji bo xeyal, hêvî û nêrîn têda bijîn. Gerdûneke nuye.

KURDISTAN:

Tu caran li Kurdistan ê yekbunek e siyasî ya netewî çênebûye. Heger ku piraniyên mirovan di Kurdistanê de dijîn, bixwazin peymana Sewr ê (1920) daye nîşandan kû derfetên Kurdistanek e serbixwe li herêmê heye. Peymana Lozan ê (1923) ev hêvîyên Kurdistaneke serbixwe kêm kir. Bi peymana Lozan ê dabeşkirina Kurdistanê ( nawçeyek pir bi neft, av û çavkaniyen dinên xwezayî) li navbera dewletên Tirkiye, Iran, Iraq u Suriye hate parve kirin. Bi demê re daxwaziya Kurdan ji bo dewleteke serbixwe hatiye guhertin û li şuna wê lêgerînek ji bo otonomî yê ku gelêk caran weke ceribandinekê pêşketiye/pêşdikeve. Di hefteyên derbaz buyî de, cara yekemîn, mijara konfransa aşitîyê li herêma otonomi ya Başûrê Kurdistanê, hate gotûbêj kirin. Tête gotin ku armanca konfransê ev e: Hemî aliyên ku girêdayî pirsa Kurdî ne, bi taybetî jî ku Kurd li Tirkiyeyê di asteke dijwar de dijîn bên ba hevûdû.

//

Read Full Post »

%d bloggers like this: