Feeds:
Posts
Comments

Archive for the ‘Konferans’ Category

Kardo Bokanî: “Kurd 40 mîlyon kes in û em ji Tirk, Ereb û Farisan ne kêmtir in çi mafên wan hebe divê eynî maf ya mebin jî”

Rûdaw/Z.A – Revenda Kurd a li Îrlanda beramberê welatên din li Ewropayê xwedî hejmarekî kêm e, pirraniya penaberên Kurd li Îrlanda ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ne. Tê texmînkirin ku hejmara wan derdorê 2000 kes bin, digel vê yekê xwendekarên Kurd li Îrlandayê xebatekî balkêş ji bo pirsgirêka kurdî kirine.

Kardo Bokanî (29 salî) yek ji çalaktirîn xwendekarên Kurd li Îrlanda ye, ew li bajarê Bokanê ya Rojhilata Kurdistanê ji dayîk bûye û di sala 2005ê de hatiye Îrlanda û li wir mafê penaberiyê wergirtiye, niha dokotorayê di felsfeya siyasî de dixwîne, herwiha wek endamekî PJAKê (Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê) karê siyasî dike.

Bokanî derbarê revenda kurdî û xebata wê ji Rûdawê re got: “Li Îrlanda hejmara Kurdan pirr kêm e, digel vê tiştî jî me pirr çalakî li ser asta gelêrî û diplomasî kirin ta ku em gel û siyasetvanên Îrlandî bi êş û trajediya Kurdan bidin nasîn.” Bokanî wek endamê PJAKê ligel endamên rêxistina CHAKê (Navenda Helebce ya li dijî Tevkujî û Enfalkirina Kurdan) çalakiyan lidardixin û tekez dike li ser girîngiya xebata ragehandinê li kolanan. “Em berê xwe didin îrlandiyan, em li navenda bajêr maseyên ragehandinê datînin ji bo şîrovekirina pirsa kurdî û komkujiyên ku li dijî Kurdan hatine kirin, em pelikên ragehandinê çap dikin û di nav xelkê de belav dikin”.

Ji bo hilweşandina peymana Lozanê greva birçîbûnê

Bokanî û hevalên xwe di tîrmeha sala borî de çalakiya greva birçîbûnê ya vekirî li pêşiya Nûnertiya Yekîtiya Ewropa li Dublînê lidarxistibûn ji bo hilweşandina rêkeftina Lozanê yan jî bo nivîsandina peymaneke nû ku mafê Kurdan ji bo çarenûsiyê binase li gorî yaseyên navnetewî. Bokanî got, “Di roja heştê de perpirsiyarên parlamanê ji me re gotin ku wê ji bo şikandina peymanê tevbigerin. Di roja dehan de jî serokê PJAKê Hacî Ehmedî ji me xwestibû ku em çalakiya xwe bidawî bînin ji ber ku çalakiya me êdî gihîştibû armanca xwe, ew cara yekemîn bû di mêjûya Kurdan de ku çalakiyeke wisa li dijî Peymana Lozanê çêdibe. Divê em bi hemû awayî li dijî vê peymanê têbikoşin, Kurd 40 mîlyon kes in û em ji Tirk, Ereb û Farisan ne kêmtir in çi mafên wan hebe divê eynî maf ya mebin jî”.

Wêneyek ji beşdarbûna Kardo di Konferansê de / Foto: Tamil Net

Sûd ji ezmûna aştiyê li Îralanda Bakur tê girtin

Di 24 û 25ê Gulanê de konferanseke navnetewî derbarê cografyaya siyasî ya şer û aştiyê li Kolombiya, Kurdistan, Srî Lanka û Îrlanda Bakur li Zanîngeha Trinity College li Dublînê hatibû lidarxistin. Grûba Piştgiriya Kurdistanê li Îrlanda yek ji organîzevanên vê konsferansê bû.  Mebest ji lidarxistina vê konferansê ew bû ku sûd ji ezmûna aştiyê li Îralanda Bakur bê girtin. Bokanî derbarê vê çalakiyê dibêje: “Ev cara yekemîn bû ku em beşdarî konferanseke navnetewî li Trinity College dibin, konferans li ser asteteke akademîk û siyasî hatibû lidarxistin. 250 kes beşdar bûn di nav wan de jî wezîrê karûbarên derve yê Îrlandayê, parlamanterên Îrlandî û Ewropî,  balyozê Kolombiya yê li Îrlanda û Brîtanyayê amade bûn, herwiha nûnerên FARC, PilingênTamîl û PKKê beşdarî konferanê bûn.”

Di nebûna demokrasiyê de balansa hêzê

Yek ji encamên vê konferansê ku dema behsa aştiyê dibe divê mafê raperînê ji bo gelên bindest re jî bê naskirin, ew mafên ku di dîbaceya Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan ya 1948ê de hatine nivîsandin. Bokanî jî dirame ku divê Kurd jî xwedî hêz bin ta ku bikaribin danûstandinê bo aştiyê bikin “Kurd aştîxwaz in ji 1993ê û virde tevgera azadîxwaz ya Kurd çendîn car agirbest ragehandibû lê dijmin herdem êrîşî Kurdan dikir. Di nebûna demokrasiyê de divê tu di warê hêzê de balansekî li aliyê dijber çêbikî, dema te ev hevsengiya hêzê ava kir wê çaxê jî aştî çêdibe”.

“Pirraniya Kurdên Ewropayê penaber in

Bokanî hez dike bi rêya Rûdawê ku Kurd bizanibin ku ew ji bo her perçeyekê Kurdistanê çalakî çêkirine, ev jî wek erkê her Kurdekî li diyasporayê dibîne, “Bila ji bîra me neçe ku pirraniya Kurdên Ewropayê penaber in û ji ber çewsandina gelê Kurd em mafê penaberiyê werdigrin û alkarî jî distînin. Divê em êşa gelê xwe ji bîr nekin, digel ku barê xwendekariyê li ser milê min pirr giran e lê ez ê herdem têbikoşim ji bo azadiya hemû perçeyên Kurdistanê”.

Li jêr yek ji çalakiyên revenda Kurdî li Dublînê ji bo şermezarkirina kuştina siyasetvanê Kurd Mişel Temo.

Advertisements

Read Full Post »

Foto: VOA/Youtube

Di rojên 29-30yê Hezîranê de li paytexta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê 7.mîn Festîvala Bedirxan ji aliyê dezgeha Bedirxan ve hate saz kirin.

Festîvala Bedirxan  di bin slogana  “From Kurdistan to America: “Establishing Cultural Bridges between Kurds & Americans” ango “Ji Kurdistanê ta Amerîka: Damezrandina Pirên çandî Navbera Kurd û Amêrîkiyan” hatibû li dar xistin.

Bernameya festîvalê bi vî awayî ye bû*:

Cîh: Mala Swêdî
2900k, Kolana NW
Washington D.C Wîlayetê Yekgirtiyên Emerîka

Bernameya Festîvalê

Roja yekem, sêşem 29/06/2010

12:00 heta 14:00

* Rêwresma vekirina Festîwal li gel xwarinekî Kurdewarî

* Gotara vekirina festîwal ji aliyê birêz “Qubad Talebanî”

* Sirûda “Bedirxanî Xak Perwerim” le honrawey M. Cemal Abdul û Awaza Enwer Qeredaxî.

* Rewşa rewşenbîrî li Kurdistan li piştî raperînê heta niha. Fîlmekî dekumentarî bi navê “Êre Kurdistane” li derhênana Hewraz Mihemed.

* Kurteyek derbarê Bedirxaniyan ji aliyê xanim Sînemxan Bedirxan û Hemîd Bedirxan.

* Fîlma dokumentarî Bedirxan û Bedirxanî – 2009″ li derhênana Star Mihemed Emîn.

* Fîlma dokumentarî Mihemed Mehdî Cewahîrî- 2010″ li derhênana Star Mihemed Emîn.

* Pêşangeha edeb û hunera Kurdî bi dirêjahiya du roja Festîwal ku pêşangeha kitêb û fotografî û xweşnûsî û hunerê ciwanan û hunera zarokan li xwe digirê.

14:00 heta 15:00 panela yekem: Ziman û edeb li Kurdistanê da

* Korgêr: Dr. Îsmaîl Mihemed Fehmî Se’îd û Dr. Azad Heme Şerîf

* Dr. Azad Heme Şerîf- bandora dîroka Kurdî li ser edeb- berevajiya li Romana Cîn Sason “Xoşewîstî le wilatêkî let let kirawda”.

Dr. Azad Heme Şerîf li sala 1958 li Hewlêr ji dayik buye, pîsporê edeba Îngilîzî û Emerîkiye li zanîngeha Selahedîn. Şêwirmendê ronakbîrî ya dezgeha çap û bekavkirinên Bedirxane, çendîn kitêb nivîsiya û wergêraye.

* Dr. Îsma’îl Mihemed Fehmî Se’îd Qeredaxî- Bandora Edeba Emerîkî li ser edeba Kurdî.

Dr. Îsmaîl Mihemed Fehmî Se’îd Qeredaxî li sala 1961 li Bexda li dayik buye, pîspore li edeba Îngilîzî û Emerîkî, profesorê yarîdedere li zanîngeha Selahedîn, şêwirmendê keltûrî ya dezgeha çap û belavkirina Bedirxane.

* Pirsiyar û bersîv

* Pişuya qehwe û çay vexwarinê

15:15 heta 16:15 – Panêla duyem- Kultûr û huner û jin û girîngîdana wan babetan

Korgêr: Sînemxan Bedirxan

* Dr. Ako Şiwanî- Dîroka Kurd.

Dr. Ako Ebdulkerîm Şiwanî. Mamosta li zanîngeha Silêmanî, li sala 1971 li Kerkûk li dayik bû‌.

* Şehla Tahîr El Heyderî- rola jina Kurd li dîrokê de.

Li bajarê Bexda li dayik buye, lêkolînerê dîrokê.

* Behar Mistefa Swêd li Silêmanî li dayik buye, pîspora warê civakiye.

* Taman Şakir “Elmaniya”- rola jina Kurd li warê ragihandinê da. Li Koye li dayîk buye.

* Pirsiyar û bersîv

Pişuya qehwe û çay vexwarinê

16:30 heta 17:30 – panêlî sêyem – dîroka Kurd li Kerkûk da

* Korgêr: Dr. Îsmaîl Qeredaxî

* Profesor Dr. Kemal Mezher Ehmed – çend serincêk di derbarê Kerkûk û navçeyên dewruber. Li gel nimayîş kirina fîlmêkî dokumentarî derbarey Kerkûk bi navnîşana “Kerkûk li mêjûda” le amadekirin û amadekirin û derhênanî Dilêr Elî Heme.

Profesor Dr. Kemal Mezher Ehmed li 1937 li Axceler li dayik buye, niha endama Akademiya Kurdiye, çendîn kitêb nivîsiye û wergêraye.

* Dr Cebar Qadir Holenda fireh netewayetî li Kerkûk da

Dr. Cebar Qadir li Kerkûk li dayik buye û endama akademiya Kurdiye. Şêwirmendê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistan “Dr. Berhem Salih”e bo karubarê xwendina bilind.

15:45 heta 19:00

* Nimayîşkirina fîlma Herman li derhênana Husên Hesen, berhema Wezareta Rewşenbîrî û Lawan- Birêvebiriya Sînemaya Hewlêr.

Ev fîlm li rêya çîroka evîniya di navbera du dildarên Kurd ve behsa karesata enfalê dike.

Roja duyem, çarşem, 30/06/2010

13:00 heta 13:15

* Govenda Kurdewarî ji aliyê tîpa govenda Kurdî li Virginia.

* Pişuya qehwe û çay vexwarinê

13:30 heta 14:00

Korgêr: Dr. Azad Heme Şerîf

* Dr. Nermîn Elî Fransa – rola Emerîka li parastina cîh warên Kurdistan.

Li Kerkûk li dayîk buye, doktora li Fransa heye, mamostaya beşa cîh û warnas li zanîngeha Selahedîn.

14:00 heta 15:00 – panêla çarem: Nasnameya kultûr û gelê Kurd

* Eta Fayiq: Karîgerî kultûra wan li ser kultûra Kurd.

Li sala 1964 li Silêmanî li dayîk buye, pîspora zimanê Îngilîziye, nivîskar û ronakbîr.

* Dr. Serwer Ebdulla Elmanya – Pêşkêşê nasnameya kultûra Kurd.

Li sala 1967 li Hewlêr li dayîk buye, doktoraya li edeb û rexneya Erebî heye.

* Haşimî Ehmedzade- çwar gêranewe û komelgayekî xeyalî

Li sala 1961 li Kurdistana Îran li dayik buye, mamostaye li zanîngeha Êkzîter.

* Pirsiyar û bersîv

* Pişuya qahwe çay vexwarin

15:15 heta 16:15 – Panêla 5- fîlma Kurdî “Geşkirina Sînemaya Kurdî”

* Hewraz Mihemed Heme Reşîd “Kurd û Sînema”

Li sala 1983 li Silêmanî li dayik buye, derhênera bi warê kurtefîlm û fîlmên dokumentî.

* Nimayîşkirina kurte fîlmekî dokumentarî Kurdî- derhênana Hewraz Mihemed

Kurte fîlmên di derbarê Kurd û Kurdistan ji aliyê derhênerên Kurd ve hatine derhêrandin û berhema sala 2009 û 2010.

* Pişuya qahwe û çay vexwarin

16:30 heta 15:00

* “Enfal” nimayîşkirinekî hunerî ji aliyê Serkewt Taro.

17:00 ta 17:30

* Welatê zivistan, fîlmekî kurt ji aliyê Hîşam zemanî.

Li dîmenekî germ û dilxweşker da derhêner çîroka Rênasê penaberê Kurd pîşan dide ku li cihekî çolevanî li bakûrê Norwec dijî, ew xwedî hemû tişteke, lê belê gelek bîra jinek dike.

17:30 heta 18:30 şîveke Kurdewarî
16:30 heta 19:30 Kora şî’îr

* Kora şî’îr xwendinê ji bo şa’îran “Dilşad Ebdulla, Qubadî Celîzade, Samî Hadî”

* Dilşad Ebdulla li sala 1956 li Hewlêr li dayik buye û xwedî çendîn dîwanên şî’îre.

* Qubadî Celîzade bi şî’îrê “Min Emrîkiyekanim xoş dewê” beşdarî dike bi xwendina Dr. Azad Heme Şerîf

* Samî Hadî, şî’îra Samî Hadî ji aliyê Dr. Îsma’îl Qeredaxî tê xwendin.

19:30 heta 21:00 – dawî anîna festîval- Hemîd Bedirxan gotina dawiya heftemîn festîvala Bedirxan pêşkêş dike.

Hemîd Bedirxan li sala 1967 li Hewlêr li dayik buye, berpirsê dezgehê çap û belavkirina Bedirxane.

* Dabeşkirina xelata festîvala Bedirxan.

* Gotara dawî ya “Qubad Talebanî”

* Pêşkêşkirina musîqa Kurdî

Çalakiyên dezgeha Bedirxan bi kurtî:

1- Festîvala yekema Bedirxan, Silêmanî 21-22/4/2004.
2- Festîvala duyema Bedirxan, Dihok 21-22-23/4/2005.
3- Festîvala sêyema Bedirxan, Hewlêr 21-22-23/4/2006.
4- Festîvala çarema Bedirxan, Berlîn 22-23/4/2007.
5- Festîvala pêncema Bedirxan, Qahîre 21-22/4/2008.
6- Festîvala şeşema Bedirxan- Atîna 19-20/10/2009.
7- Festîwala Heftema Bedirxan Washington 29-30-2010

– Çendîn geştên rojnamevanî serkeftî ji bo welatên:

1- Du car Îran, Elmanya- 3 car, Swêd- 2 car, Fransa- 1 car, Brîtanya 1 car- konferansa “Kurd li sedsala bîst û yek”.

– Li biwarê çapkirdinî kitêb nêzîkey 160 kitêbî hemecorî “mêjuwî, mindalan, roman, folklor, efsane, yadaşt, yadewerî, nawî Kurdî, şî’îr…” be çap geyanduwe.

– Çapkirdinî Ansiklopediyay Hewlêr “Musu’e Arbîl” le 10 berg pêkhatuwe.

* Ta êsta 143 jimare le heftenamey Bedirxan derçuwe.

Têbînî: Her hemû beşdaranî hewtemîn festîvalî Bedirxan le Washington D.C nûser û ronakbîrî diyarî komelgay Kurdewarîn.

Necat Ebdulla

Berêweberî beşî hunerî û kultûrî

Nuwênerayetî Hikûmetî Herêmî Kurdistan le Emerîka

*Programa festîvalê ji Rojevakurd hatiye wergirtin.

Read Full Post »

muammer

AVESTA – Îro dema vekirina kongreya jina Kurd li Çolemêrgê Waliyê bajêr Muammer Türker, sitrana “rinda min” bi hunermend Kemal Çiftçi re got.

Zaningeha Çulemergê li Navenda Çanda Ataturk “Kongreya Jina Kurd” li darxist. Kongre, bi axaftina rektorê Zaningehê Prof. Dr. İbrahim Belenli dest pêkir. Rektor bi kurdî slav da beşdervana û wiha got; “ Slav ji we re beşdarên hêja”

Prof. Dr. İbrahim Belenli, wiha domand; “feqirîyê İnsanên herêmê di perçîqîne. Heman demê pirsgirkên asayîşê hene. Ji alî dinve daxwazên Kurda yên çandî hene. Kurd di xwazin ku nasnama û zimanên xwe bi serbesti îfade bikin. Ji bona hêz bûna welatê me wek yekîtîya welat, yekîtîya gel ji pêwîte…Eger ji mere bi pirsin, ‘çima jina Kurd?’ Emê bêjin çimkî di derheqa kurda de tiştê herî kêm tê zanin eve, lêwma ‘Jina Kurd…’

Belenli, di domahîka peyva xwe de dîse bi kurdî xatir xwest. Kongre bi sitran û dîlokên kurdî û kurdî domand. Waliyê bajêr  Muammer Türker, sitrana “rinda min” bi hunermend Kemal Çiftçi re got. Kongreya ku ji gel kêm eleqa dîtî dê 5 Kewçêrê de bi dawî bê.

Welatperwer

Read Full Post »

AVESTA / Îtalya – Ev cara yekemîne di dîroka pêşangeha navetwî “Biennale di Venezia” ku têde berhemên çanda netewk bê welat tê pêşkêşkirin.

Biennale di Venezia navê pêşangeha navetewî ya ku her dusal çanda netwekî pêkêş dike û bi cîhanê dide nasîn.

“Planet Kurdistan” di 6 tîrmehê de bi amdebûna 5.000 kes, di nav wan de Leyla Zana hebû û her wiha gellek siyasetmedar û hunermendên kurd beşdar bûn.

Çalakiyên “Planet Kurdistan” wê heya roja 22 mijdarê bidomin.

Di “Planet Kurdistan” ku li kilîsa San Leonardo hatiye bi cih kirin ne tenê tabloyên şewekarên kurd û xebatên wan hatine li darxistin, her wiha hem di hundirî kilîsê de hem jî li meydana kilîsê gellek çalakî tên sazkirin, di hemû weran de (Konsertên mûzîkê, wêje, nîqaş, , şano, sînema û defîleya modayê…hwd).

Nîvîskarê Îtalî û yek ji edîtorên pirtûka “Planet Kurdistan” Giovani Giacopuzzi di derbarê lidarxistina “Planet Kurdistan” dibêje: “Biennale di Venezia pêşangehek navnetwî ye ji bo pêşkêşkirina çanda dewletan. Belam lidarxistina vê pêşangehê ji bo miletek bê dewlet ku bikaribe çanda xwe bide nasîn gavekî pir wêrek e  ji hêla beledia Venezia yê”.

Di amadekirina vê pirtûkê de gellek navdarên cîhanê hevkarî kirine wek:

Şanoger, sînarîst, helbestvan, lîstîkvan, derhêner,  xelatgirê Nobel (2005) û siyasetvan brîtanî : Harold Pinter

Şanogerê Îtalî û xelatgirê Nobel (1997) û : Dario Fo.

Romannivîsê Fransî û xelatgirê Goncourt (1993): Amin Malouf

Romanivîsê Çîkî: Mîlan Kundera.

Rexnekarê siyasî û Ronakbîrê ereb: Edward Saîd:

Serokê Sinn Fein: Gerry Adams

Di “Planet K” de şeş nîvîskar ji Welatê Bask jî hevkarî kirine.

* Di vîdyoya ku em li jêr diweşînin  hûn dikarin çalakî û merasima vekirina  “Planet K” temaşe bikin.

– Di vîdyoyê de hemû siyasetvanên kurd axaftina xwe bi kurdî dikin, tenê Parlamentera DTP birêz Emîne Ayna bi tirkî axaftinê dike.

– Weke li gellek deran li Europayê alîgirên PKKê sloganên, ne di cihê xwe de, dibêjin.

–  Yek ji edîtorên pirtûka “Planet K” rojnamevan Orsula Casagrande di derbarê çalakiyên “Planet K” axaftinê dike.

– Piştre Hunemendên Kurd di derbarê xebata xwe de diaxivin, navê wan jî:

Huseyîn Îşik, Mîrê Hêkan, Mûnîra Malikî, Bahar Malikî, Rêbwar Seîd, Azad Nanakelî.

AVESTA – Zinar Ala


Têbînî: Hûn dikarin serdana malperê bikin ji bo temşekirina  mersimên roja vekirinê û wêneyên ku di malpera PLANET KURDISTAN hatine weşandin.

FOTO Û VÎDYO

PLANET KURDISTAN (Ji malperê hatiye wegirtin):

Planet Kurdistan, azmûnxaneyek e ji bo dewlemendkirina nêrîn û projeyên derbarê çand û nasnameya Kurdî. Ev piroseseke ku nêrînên hevbeş, ji bo kû bikaribê nunertiya hemû cûdahî û pirsgrêkên gelê Kurd bike. Planet Kurdistan, bibê bingeh ji bo pêşerojeke hevbeş.

PLANET K, platformek e înternêtiye. Bi rêya malpera xwe ya fermî http://www.planetk.org xebatên xwe ji raya giştî re aşkire dike. Her weha nawendek e di nav 53-pêşengeha nawneteweyi hunerî- Venice Biennale, li San Leonardo li Venice jî cîh digirin.

Bi hevkarîya hevbeş a mîmaran, dizayneran û grafîkeran Rebiennale, San Leonardo dibe ezmûnxaneyek ku di nav de hunermendên kurd- û bi hevkarîya Open Call, hemû kesên ku dûxwazin alîkarî bikin- dikarin hevûdû bibînin û nêrînên xwe bi hevûdûre parve bikin. Ji bo plansaazîyeke hevbeş a nasnameyeke çanda kurdî weke bingeheke hevbeş ji xwe re bi afirînin.

Venice Art Biennale, yek ji platformeke herî bi prestîje û saziyeke navnatewî ku ji bo hunera serdem, navendeke ku di nav da pêywendiya navbera huner û nunertîya neteweyi bi şêwazeke komplêx û bi awayekı berfireh digêhêjin hevûdu. Her welatek dikare bi serê xwe hunermendên xwe yên herî baş hilbijêrin ku nûnertiya pêşketinên hunera welatê xwe bikin. Di wê çarçovê de nunertiya hunera gelekî bêwelat, bi wateya proseseke xweserî ye. Divê huner ne wekî lîstokêk bê dîtin, belkî pêwîste kû weke îlhamek ji bo prosesa xwe nasandinê bêdîtin.

Armanca PLANET K, giştina platformeke nû ye ji bo diyalog, danberhevî û berhemderanîn di nav hunermendên Kurd de ku li her çar parçeyên Kurdistanê dijîn, wek Iran, Iraq, Suriye, Tirkiye û herweha “beşa pêncemîn” ku kurdên diyasporayê nûnertî diki beşdarî bibin.

Hejmara Kurdên diyasporayê ku li rojawayê Europayê dijîn, yek mîlyon û sêsed hezar in. Du hefteyan berîya ku Biennale bê vekirin, hunermend, fîlosof, dizayner, komelnas, rojnamevan û hwd. hemû kesên ku daxwazîyek e wan heye, ji bo dariştina prosesa fikrên hevbeş, bi hev re dikarin gotûbêj li ser sê pirsên bingehî bikin ku sentêza potansîyelê pêşeroja gelê Kurd e: Nasname, sînor û ziman.

Nasname

Hewildanên rewşenbîrên Kurd, ber bi nasnameyeke diçin ku bandora şer, penaberî û derkirina bi darê zorî li ser heye, û di heman demê da dikare wan jî derbaz bikin. Hewlên ku di nav nasnameyekî sergirtî da derdikevin pêş ( bi taybet li Tirkiyeyê ku dewlet bi awayekî sistêmatîk nasnameya Kurdî difetisîn in) û nasnameyeke germ ku bi hezaran Kurdên penaber his dikin, ber bi daxwaziyek ji bo nasnameyeke zîndî diçin. Nasname wekî biranîn, gotûbêj û bi hevûdu guhertin.

Sînor

Kurdistan, herêmek e ku bi çend sînoran nehatiye dor girtin, hatiye dabeş kirin.

Navçeyek e ku buye çar parçe û ji yek neteweyekê pêk tê kû her roj sînorên wê ji aliya hezaran kesên ji şer, bindestî û hejarî direvin û tên derbaz kirin. Ev sînor, fîzîkî, ziman an kulturî ne. Lê belê ev sînor dikarin bibin mirovî jî. Her wiha Sînor wisa dikin ku bênavber asta jinê dibe hevwelatîya dereceya dudu.

Ziman

Li proseya damazrandina Planet K, em bi heft ziman û zaraveyên cuda, li gel hevdû diaxifin: Soranî, Kurmancî, Tirkî, Italî, Înglîzî, Fransewî û Elmanî. Ziman şêwazeke ku em weke amûrekî tekoşînê, bi taybet li welatên weke Tirkiye ku ziman hatîye qedexe kirin û fetisandin dibînîn. Ziman ji bo peyamên nû yên pêşerojê amûrek e (wasite). Ziman tê wateya ku hemû kes bikaribin nêrînên xwe bi şêwazekî azad bêjin. Ji bo bikaribe bingehekî baş ji pêşerojê re biafrîne gelêk girînge ku mirov bikaribe derbazîya xwe bêje. Di heman demê da nabe ku cudahbûna weke dîrokek e qirêj mirov lê binêre, divê weke dewlemendiyekê bên dîtin.

53-hemîn pêşengeha hunerî ya nawneteweyî, Fare Mondi/Making Worlds, îlhama (havin) prosesa bihevûdûre girêdanê ye. Ne girêdanek e bi kulturêke fermî hatîye damezrandin, ne kulturêke dewletî, bi awayekî girêdanêk e bi esasê beşdarbuna ku herdem tê guhertin û herdem ji bo wergirtina bandorên nû û îmkanan bo pêşxistina pêşerojê vekiriye. PLANET K, ne tenê pêşengeheke hunerî ya navneteweyî ye, lewra platformêkî hevbeş e, ji bo xeyal, hêvî û nêrîn têda bijîn. Gerdûneke nuye.

KURDISTAN:

Tu caran li Kurdistan ê yekbunek e siyasî ya netewî çênebûye. Heger ku piraniyên mirovan di Kurdistanê de dijîn, bixwazin peymana Sewr ê (1920) daye nîşandan kû derfetên Kurdistanek e serbixwe li herêmê heye. Peymana Lozan ê (1923) ev hêvîyên Kurdistaneke serbixwe kêm kir. Bi peymana Lozan ê dabeşkirina Kurdistanê ( nawçeyek pir bi neft, av û çavkaniyen dinên xwezayî) li navbera dewletên Tirkiye, Iran, Iraq u Suriye hate parve kirin. Bi demê re daxwaziya Kurdan ji bo dewleteke serbixwe hatiye guhertin û li şuna wê lêgerînek ji bo otonomî yê ku gelêk caran weke ceribandinekê pêşketiye/pêşdikeve. Di hefteyên derbaz buyî de, cara yekemîn, mijara konfransa aşitîyê li herêma otonomi ya Başûrê Kurdistanê, hate gotûbêj kirin. Tête gotin ku armanca konfransê ev e: Hemî aliyên ku girêdayî pirsa Kurdî ne, bi taybetî jî ku Kurd li Tirkiyeyê di asteke dijwar de dijîn bên ba hevûdû.

//

Read Full Post »

Husên Hebeş

Husên Hebeş

Helbesta Husên Hebeş bi çepikên hezkiriyên helbestê tê pêşwazîkirin.

Di vê vîdyoyê de helbestvan Husên Hebeş  û her wiha gellek helbestvan bi gellek zimanan helbestên xwe dixwînin.

Ev vîdyo di roja dawî ji festîvalê hatibu kişandin, têde perçeyên biçûk ji helbestên helbestvanên beşdar hatine weşandin.

Di deqeya 9.28 de ji vîdyo, Husên Hebeş vê perçê ji helbesta xwe dixwîne:

Çi xema mine

Çi xema mine eger ez bimirim an na

Ferq nîne, mademkî mirin wendabûna giyanê ye

Min jî giyana xwe ji zûde di darsitanên jibîrkirinê de wendakiriye.

Vêca, çi xema mine

Çi xema mine.

Di dawîiya xwendina helbestê de Husên, bi spanî, dibêje: Gracias ango spas.

Piştre stranbêjekî, bi spanî,  distre:

Çi xema mine

Çi xema mine ku ez kengî an jî li ku bimirim

Çi xema mine ku ez kengî an jî li ku bimirim…

AVESTA

Balyozê Kurdan li Festîvala Navnetewî ya Helbestê kî ye?


Read Full Post »

Şîrîn Ebadî

Avesta / Spanya – Dadgera navdar û Xeletgira Nobelê Şîrîn Ebadî êrîşên leşkerî li ser Îranê red dike ji ber ku “guhertin divê ku ji aliyê gelê Îranê pêk were”.

Xeletgira Nobelê û çalaka mafê mirovan Şîrîn Ebadî ji bo lidarxistana panelekê serdana girava “Palma De Mallorca” kiribu.

Piştî guhdarkirina şîret û temiyên hevalan ji bo mayîna wê li Ewropayê ji ber rewşa “metirsîdar” û tevlihev ku li Îranê rû daye, Şîrîn Ebadî biryara da ku ewê li kîşwera (parezemîna) kevnar bimîne heya ku aramî vedigere cadeyên Tehranê.

Xebatkara bêhampa ya mafê mirovan Şîrîn Ebadî ji rojnameya “DIARIO de MALLORCA”  re diyar kiribu ku ew li dijê êrîşên eskerî ên  hêzên derveyî li ser welatê xwe û  heçî guhertin divê ku ji aliyê  gelê Îranê pêk were.

Amadekirin: Zinar Ala

Foto: Parstimes.com

Read Full Post »

Don Qîxote

AVESTA – Romana “Don Kîxotê” ya ku ji aliyê Serdar Roşan ji bo kurdî hatiye wergerandin û di nav weşanên Edîtoriyala Doz de derketiye, êdî di muzeyeke spanî de cih girtiye.

Duh li gundê El Toboso* girêdayî Herêma Castilla La Mancha yê (ya ku weke zemîna Don Kîxotê tê naskirin), çalakvanê kurd birêz Îrfan Guler yê ku  li bajarê Santiago De Compostela (Herêma Galîsya) dijî  hatibû gundê El Toboso ji bo diyarîkirina romana Don Kîxotê ji muzeye Cervantino re yê ku hemû wergerandinên ku ji Don Qujote re hatine kirin  di hindirê xwe de hemêz dike.

Di merasîma diyarîkirina cildê yekê ji romana Don kîxotê, şaredar û dîroknasê gund amade bûn û kêfxweşiya xwe ji çapkirina romana Don Kîxotê  bo zimanê kurdî nîşan kiribûn. Şaredarê gund Marciano Ortega Molino diyar kir ku bi çapkirina romana Don Kîxotê bi zikmanê kurdî, êdî Don Kîxote ji bo 56 ziman hatiye wergerandin.

Îrfan di dema axafitna xwe de behsa wateya cejna Newrozê  û girnigiya wê di dîroka kurdan de kiribû. Her wiha, bi ferehî, li ser zimanê kurdî û binpêkirinên mafê kurdan li Tirkiyên, Suriyê û Îranê axifî.

Îrfan behsa pirsgirêka diravî ya edîtoryala kurdî kir ku li hember  çapkirina cildê diwem ji romanê disekine û xemgîniya xwe ji vê yekê nîşan kiribû.

Di dawî de Îrfan çend xêz ji romana herî navdar di cîhanê de bi kurdî xwend û bi çepikên mêvanan hate pêşwazî kirin.

* El Toboso: Ev gund navdariya xwe ji aşiqbûna Don Kîxotê ji Dulcinea re (Navê jineke ku li El Toboso dijiya) tê.

Amadekirin: Zinar Ala

FOTO

Read Full Post »

Older Posts »

%d bloggers like this: