Feeds:
Posts
Comments

Archive for the ‘Mûzîka Kurdî’ Category

Konsera bajarê Pamplona/Iruña Foto: Komela Minzola

          Konsera bajarê Pamplona-Iruña / Foto: Komela Mintzola

Di meha nîsana borî de min berê xwe dabû welatê Baskê ji bo ez beşdarî hevdîtinek navnetewî bi navê  “Europa bat-batean” (Europa ji nişka ve) bibim, ev çalakî hunermendên ji Katalunya, Sardînya, welatê Baskê û Kurdistanê anîn ba hev, min nûnertiya Kurdistanê kir di van çalakiyan debi gîştî me heft konseran lidarxist li herdû perçeyên welatê Baskê li Spanya û Fransa.

Diviyabû ez wek wergêr beşdar bama,  beşdarbûn min jî wek dengbêj tenê di rojên dawî de derket holê. Me kedek mezin dabû ji bo beşdarbûna du dengbêjên kurd ji Rojava. Gera min ji bo peydakirina hunermendan gelek wext standibû. Di meha cotmeha borî de min nûçeyek di rojnameya Yeni Ozgur Politika û malpera Rizgarî weşand, nûçeya ku min nivîsandibû ev bû: Komeleke baskî li du dengbêjên klasîka kurdî digere.

Min têkilî ligel penaberên Rojava li Başûr, Bakur û li Tirkiyê danî. Ji Başûr rojnamevan Hozan Robar grûpeke mûzîkê li min pêşniyar kiribû, lê daxwaza me du dengbêj û tembûrvanek bû. Di heman demê de min bi hunermend  Osama Dada re têkilî danî, Osama ji  min re hunermendê gelêrî Adnan Omar pêşniyar kiribû û piştre jî dengbêjek jin hate peyda kirin. Komela baskî bi beşdarbûna Osama, Adnan û Bêrîvan Îbêş gelek kêfxweş bû û tavilê ji wan re vexwendin şandin.

Osama ji ber karê xwe wek mamosteyê mûzîkê di dibistanên penabern yên Netewên Yekbûyî de û ji ber egera ku dema ji Spanya û Frasna vegere jêre pirsgirêkên burokrtîk li Tirkiyê  peyda bibin, ji ber vê yekê lêborîna xwe xwest ji ber nebeşdarbûnê.

Konsera Donostia-San Sebastian / Foto: Mintzola

         Konsera Donostia-San Sebastian / Foto: Mintzola

Adnan û Bêrîvan gelek ked û zehmetî kişandin ji bo standina vîzayê, çar caran berê xwe dabûn balyozxaneya Spanya li Enqerê lê mixabin vîza nestandin. Gelek daxwaza wan hebû ku bi navê Kurdistanê hunera Çiyayê Kurmênc pêşkêşî baskiyan bikin lê mixabin Spanya xwestekê wan bi cih neanîbû.

Navên Adnan û Bêrîvan li ser hemû posteran bû.

Navên Adnan û Bêrîvanê li ser  posteran bû.

Piştî wendakirina hêviya beşdarbûna Adnan û Bêrîvan min li komeleyê pêşniyar kir ku ez nûnertiya Kurdistanê bikim, wan pejrand û hema ji min re bîlêtên balafirê kirîn.

Ev hevdîtina navnetewî di nav çalakiyên Paytexa Çandî ya Ewropa “San Sebastian-2016” cih girtibû, medya jî cihekî ji me re veqetand, bi dehan nûçe di medyaya spanî, baskî, katalnî û fransî hatin weşandin. Herwisa dokumentarek derbarê hunera dengbêjiya kurdî û ya împrovîzasiyonê hate kişandin.

Ev vîdyoya li jêr di roja şeşan de hatibû kişandin, piştî gelek konser hinekî dengê min westiyabû, navê strana ku ez dixwînin “Lê Narînê” ye, bê amadekirin min ji hunermenda sardînî Paola Dentoni xwest ku ligel min vê stranê bixwîne. Hêjayî gotinê ye ku melodiya vê stranê ji aliyê hunermendên welatên cûrbecûr û ji aliyê xelkê baskê ve gelek hate hezkirin. Endamên komela Baskî herdem dixwestin ez vê stranê bixwînim, wergera gotinên vê stranê û  starnên din li ser şaşeyekê dihatin weşandin. Min ev stran ji hunermend Adnan Omar guhdar kir.

Her wisa televîzyona baskî programaek taybet li ser vê hevdîtinê çêkiribû. Axaftina li ser Kurdistanê û beşdarbûna min di xuleka 3.27an de despê dike:  http://www.eitb.tv/eu/bideoa/4104533824001/ (di vê lînkê de hûn dikarin strana “Rojek tê” ya hunermendê mezin Nizammetîn Arîç bi dengê min guhdar bikin).

zinar markina

                 Konsera bajarê Markina-Xemein / Foto: Mintzola

Di her konserekê de diviyabû despêkê em bi helbestekê an stranekê silav li gel bikin û her wisa li dawiyê bi heman awayî xatir bixwzin, ji bo silavkirina cemawerê konserê min melodiya Memê Alan‬ distra:

Îro ez hatime welatê baskane, ta pêşkêş bikim hunera netewa kurdane..

Ev jî silava xatirxwestinê bû, di hin konseran de me melodî û gotin diguhertin:

Di vê vîdyoya de jî hûn dikarin hevpeyvînek bi ‪zimanê kurdî‬ derbarê hunera dengbêjiyê temaşe bikin. Bersivandina pirsên vê hevpeyvînê hinekî zor bû ji ber ku despêkê diviyabû ez bi kurdî bersiv bidim û piştre jî bersivên xwe wergerînim zimanê spanî, rojnamevana ku pirs dikirin jî baskî bû.

 

Advertisements

Read Full Post »

Program di nîsana borî de hatibû weşandin, îro min serdana malpera vê radyoyê kir û min programê guhdar kir. Cihê kêfxweşiya min bû ku beşek mezin ji navaroka programê sûd ji nivîsên min û stranên ku min wergerandin zimanê spanî wergirtibû.

Programê guhdarke : http://www.ivoox.com/player_ej_4395706_4_1.html?c1=ff6600

Ev cara dûyemîn e ku radyoyeke spanî bi ferehî behsa mûzîka kurdî dike, helbet ji bo ku medya ewropî behsa çand û mûzîka kurdî bike divê diyaspora kurdî çalak be û agahiyan bi zimanên biyanî derbarê çand û mûzîka xwe biweşîne.

Stranên kurdî di Radyoya Netewî ya Spanya guhdarî bike: http://www.rtve.es/drmn/embed/audio/1294651

Read Full Post »

         Ji çepê: Baqî Xido Cemîl Horo û Mihemed Şêxo

Sala 2016an bajarê San Sebastian (Donostia, bi zimanê baskî) dibe “Paytexta Ewropî ya Çandê”,  ji ber wê jî dê gelek çalakiyên çandî û hunerî li vî bajarî bên lidarxistin, komeleke baskî dixwaze ku du dengbêjin kurd jî tevlî  van çalakiyan bibin.

Li herêma xweser ya Baskê Bertsolari, ku tê wateya “Helbestvanê Dengbêj”, xwedî kevneşopiyeke gelek kevnar e, Bertsolaris bi xwe helbestan dinivîsînin û li hemberî bi hezaran kes dixwînin. Her wisa gelek dibistan hene ji bo fêrkirina vê kevnneşopiyê, di televîzyonê de programekî taybet ji bo dengbêjan heye, bi hezaran kes jî konserên van dengbêjan dişopînin.

Komela  Bertsolaris êdî  xwe amade dike ta ku cihê xwe di nav van çalakiyan de bigre, komela baskî dixwaze ku dengbêjin kurd yên stranên kevnar jî beşdarî van çalakiyan bibin.

Çalakî dê sala bê di navbera 15 û 24 nîsanê bên lidarxistin, komele dê bi hemû lêçûnên rêwîtiyê, çûnûhatin, xwarin û mandinê rabe. Tê payîn ku ji 4 heya 8 konser bên çêkirin.

Komele dixwaze ku du dengbêjên klasîka kurdî vexwîne, daxwaza komelê ew e ku ew dengbêj ciwan bin û yek ji wan jî jin be, deriya beşdarbûnê ji hemû dengbêjan re vekiriye lê bi taybetî ji bo xelkê rojavayê Kurdistanê re.

Hêjayî gotinê ye ku dengbêjiya klasîk ya kurdî di van salên dawî de li cîhanê bêtir hatiye naskirin, gelek rojnamevanên biyanî ku serdana Amedê kiribûn raportan derbarê “Mala Dengbêjan”  çêkirin.

Her wisa fîlma kurdî “Were Dengê Min” ya derhêner Huseyin Karabey, yê ku xelata “Astora Zêrîn” li Arjantînê wergirtibû, hunera dengbêjiyê nişan dide.

Di nîsana borî de jî nûçeya mirina dengbêj û şervana YPJê Viyan Peyman li  gelek welatên cîhanê deng vedabû û bal kişandibû ser hunera dengbêjiyê, nemaze jî li welatên spanîaxêv piştî ku malpera Actualidad Kurda derbarê stran û têkoşîna pakrewan Viyan Peyman gotarek weşandibû, nivîs bû çavkaniyek ji gelek malper û rojnameyan re, her wisa ji aliyê bi deh hezaran kes di medya civakî de hatibû parvekirin.

Dengbêjin ku dixwazên beşdarî çalakiyên Welatê Bask bibin dikarin kurtejiyana xwe ji vê navnîşanê re re bişînin: actualidadkurda@gmail.com

Hûn dikarin pêşbireka  Bertsolaris di vê vîdyoyê de bibînin:

Nivîseke têkildar:

Sala bîranîna hunermendên mezin li Rojava

Read Full Post »

Mawaca û birêvebira wê Magda Pucci di ortê de

Mawaca û birêvebira wê Magda Pucci di ortê de / Foto: Mawaca

Rûdaw / Z.A – Koma brazîlî Mawaca di nav mûzîka gellek grûpên li cîhanê dikole û stranên wan bi şewyeke nû vedibêje. “Mawaca”, ku bi zimanê hausa ya bakurê Nîcêryayê tê wateya dengbêj, ji heft dengbêjin jin ku bi bêhtirî deh zimanan stranan dibêjin û ji grûpeke mûzîsiyenan pêk tê, mûzîsiyen li alavên mûzîkê weke okrdiyonên, bilûrê, saksafon, çêllo, gîtar, derbûke dixin.

Sala borî Mawaca berhema xwe ya heftan derxistibû bazarê, berhema wan bi awakî zindî weke konsert li Sao Paolo hate tomarkirin, CD û DVDya bi navê “Los inquilinos do Mundo” ku tê wateya “Kirêkerên Cîhanê” gellek strananên navdar yên çandên din berhevkirine û di nav de jî strana hunermend Şivan Perwer “Min bêriya te kiriye” hatiye xwendin. “Los inquilinos do Mundo” balê dikşîne ser cîhana koçeran, penaberan, qereçiyan, kesên sirgûnkirî, koçberan ku li hemû dunyayê belavbûne. Ew bîranîneke ji qurbaniyên komkujiyan, sosretên xwezayî û çengan e.

Dengbêj Angélica Leutwiller strana kurdî bi awakî serkeftî dixwîne, dengbêjin din jî bi harmoniyeke xweş hevkariya wê dikin, di vîdyoya ku di kanala Youtube de ya Mawaca hatiye belavkirin, “Min bêriya te kriye” ligel straneke din bi potugalî bi navê “Grande Poder / Hêza Mezin” hatiye girêdan.

Şivan Perwer berî deh salan beşdarî festîvala “World Cultural Forum” li bajarê Sao Paoloyê bû û li wir têkilî bi Mawaca re danî. Me bi birêvebira Mawacayê dengbêj û lêkolera mûzîkê Magda Pucci têkilî danî û me ji wê pirs kir, ka çima wan ev strana kurdî ji bo berhema xwe ya dawî veqetandine “Me mûzîka kurdî bi rêya Şivan Perwer nas kir, dema ew li vir bû [li Brazîlê] û ligel me konser çêkiribû. pirr xweş derbas bû, wî em fêrî vê stranê kirin”. Derbarê reaksiyona brazîliyan piştî guhdarkirina strana kurdî Magda dibêje ku wan berî stranên bixwînin behsa navaroka stranê dikin: “Cemawerê festîvalan jî pir ji vê stranê hez dikin”.

Read Full Post »

Hunermend Ganî Mîrzo li Barcelona / Rûdaw

Hunermend Ganî Mîrzo li Barcelona / Rûdaw

Rûdaw / Z.A –  Ganî Mîrzo sala 1968ê li Qamişloyê ji dayik bûye. Piştî standina lîseyê berê xwe dabû Helebê û li wir bo du salanan mûzîk xwend, piştre vegeriya Qamişloyê û weke mamosteyê mûzîkê xebitî. Piştî qedandina leşkeriyê, ji bo xwendina mûzîkê berê xwe da Ewropayê. Ev bûn bîst sal ku ev awazsazê kurd li bajarê Barcelonayê dijî û piştî kedeke mezin karîbû cihekî xwe di nav hunermendên vî bajarî de bigire. Me ew li xwaringeha kebabê “Narîn”, ku ew birêve dibe, dît. Ganî ji Rûdawê re derbarê jiyana xwe ya hunerî de axivî.

Ganî rêya hunerê bi tembûr û cumbuşê despêkiribû, piştre jî derbasî ûdê bibû. Ew li taxeke bi navê Meyselûnê dijiya ku tê de gellek hunermendên folklorî tê de hebûn, yek ji wan jî Nezîr Mihemed bû ku bandora li Ganî kiribû: “Ew kirîv û cîranê me bû, gellek caran Seîd Yûsif dihat mala wî, min jî guhê xwe dida ber dîwêr ji bo ez dengê biziqên wan bibihîsim.” Ganiyê ku mûzîk ji temenekî biçûk di rêhên wî de diherikiya, li benda wê rojê nebû ku pereyên wî çêbibin, da ku bikaribe amûrekî mûzîkê bikirre, vêca neçar mabû ku amûra xwe bi xwe çêbike: “Berê tenekeyên helawê hebûn, wilo çar qurzî bûn, piştî ku ew teneke vala dibûn diya min ew didan aliyekî, ji bo ku bi tiştan dagire, min ew teneke didizîn û min darek dikir qotiyê û li ser darê jî du têlên frêna bisiklêtê didanî, dengê vê tembûra min ya pêşîn jî xweş dihat, diya min jî gazinc ji min dikirin û digot lawo te dîsa tenekeyên zeyt û helawê xera kirin.” Ganî dikene û axaftina xwe derbarê vê tecrûbeya xwe ku jêre bûye îlhamek ji bo kirina tecrûbeyên din didomîne: “Li wir boçûneke min ya çêkirina biziqên şeş-têlî derket holê, min ev boçûn da hosteyekî Ermenî li Qamişloyê, ji bo ku biziqan çêke. Wî derdorê 30 biziq çêkirin û niha jî difiroşe”.

Ganî despêkê ji bo xwendina mûzîkê xwest biçe Almanyayê, lê beşê ku tê de hatibû pejirandin ya mûzîka klasîk bû, ev beş jî ne bi dilê wî bû: “Ew behsa dîroka mûzîka klasîk dike, tiştekî teorî bû, ez jî bêhtir ji tiştên pratîk hez dikim”.

Wî gellekî ji mûzîka Flamenko hez dikir. Ew cûreyê mûzîkê bû sedemek ku werê Spanyayê û li koservatûara Liceu li Barcelona bo şeş salan Flamenkoyê bixwîne. Li kêleka xwendina xwe Ganî karê li xwaringehan, belavkirina reklaman û fêrkirina erebî û kurdî jî dikir. Piştî qedandina xwendinê Ganî beşa mûzîka rojhilatî li Liceu saz kir û bû mamosteyê wî beşî.

 “Enstîtuyên kurdî li Ewropayê çanda kurdî bi paş xistine”

Di van salan de jî sê berhemên wî çap bûn, yekemîn xebata wî bi navê “Ronî” derket. Çîroka belavkirina vê berhemê jî balkêş e; “Di dema xwendinê de min grûpek çêkiribû û me şahî lidardixistin, carekê jî me li festîvalekê konserek çêkir û min ew konser li ser dîskê biçûk tomar kiribû. Lêhatinek çêbû ku şagirteke min ya ûdê mûzîka wê konserê guhdar kir û mesrefa çapkirin CDya Ronî (derdorê 3000 Euro) xistibû ser milê xwe.” Li hember qenciya vî şagirtê brazîlî, Ganî mixabiniyê bi wê yekê dike ku dewlemendên Kurd ti piştgirî nadin çand û hunerê û bi êş serpêhatiyekê tîne bîra xwe: “Carekê min ji milyonêrekî Kurd 200 Euro standibûn, heyvek  derbas nebû, digel ku ew dizane ez di çi rewşê de dijîm, ew pere ji min xwestin.”

Birîneke din ya Ganî vedibe û keserên xwe bi me re parve dike: “Ev enstîtuyên kurdî ku li Ewropayê hene, çanda kurdî bi paş xistine, wek mînak ya Parîsê ku li ser serê Kurdan bûye bela. Di demekê de ku vê dezgehê arîkarî dida xwendekaran, ez ji Barcelonayê çûm ji bo dîtina birêvebirê enstîtuyê. Tenê pênc xulek dan min ji bo ku ez daxwaza xwe jê re bêjim. Min jê re got ez mûzîkê dixwînim û pêdiviya min bi arîkariyê heye. Digel ku wî arîkarî ji hinek xwendekaran re dişand Spanyayê, lê gote min ku nikare ti arîkarî bide min. Ev jî ne rast bû, wî dikarîbû”.

Piştî belavkirina CDya xwe Ganî, ew li Barcelonayê bêhtir hat naskirin û gellek konser li cihên emblematîk lidarxistin. Piştre jî xebata bi navê Totîko derket, ew jî bi arîkariya hikûmeta Katalonyayê hate çapkirin. Xebata herî dijwar ya Ganî berhema wî ya sêyem “1001 şev” bû, ew jî projeyek bû ji bo xebateke şanogerî ya derbarê şerê li Iraqê de. Ganî despêkê nexwest tevlî xebatê bibe, ji ber ku zanîna wî li ser şanoyê nîne, lê di dawiyê de û piştî axaftina bi derhênerê şanoyê pejirand ku mûzîka şanoyê çêke: “Em şeş mehan li ser hev li ser vê xebatê rawestiyan, hefteyê sê rojan me prove dikir. Derhêner jî hîşt ku di castingê de lîstikvanan veqetînim, ji ber ku heman listîkvan divê stranan jî bixwînin. Me ev xebat 150 caran li şanoyên Spanya û Portûgalê jî pêşkeş kir.” Li ser vê xebatê jî Ganî yek ji  namezetên xelateke bi navê Max bû. Piştre jî fîrmeyeke spanî xebata “1001 şev” jê re çap kir.

Bi însiyatîva wî Festîvala Morgenland li Kurdistanê lidarket

Li derveyî Spanyayê Ganî û grûpa xwe sala 2012yê beşdarî festîvala Morgenland li Osnabrücka Almanyayê bûn û havîna borî jî di nav çalakiyên vê festîvalê de li Hewlêrê konsertek lidarxistibû. Derbarê ezmûna xwe di vê festîvalê de, ew dibêje: “Têkiliyên min bi birêvebirê festîvalê Michael Dreyer hebûn, min ew vexwende Sûriyê û min ew bir heya Endîwerê û ji wî cihî min perçeyên din yên Kurdistanê nîşanî wî dan. Mebesta min û dengbêj Îbrahîm Kêfo ku Michael Kurdan nas bike, û ji wir boçûna çêkirina çalakiyeke taybet bi mûzîka kurdî  ´Kurdih Music in Focus´ li Almanyayê derket, ku tê de hunermendên wek Îbrahîm Kêfo, Aynûr û Kayhan Kalhor beşdar bûn.” Piştre Ganî Michael razî kir ku festîval li Kurdistanê jî bê lidarxistin. Ganî bi vê ezmûnê gellekî serbilind e: “Li kolanên Osnabrückê û Hannoverê reklamên derbarê mûzîka kurdî de hatibûn belavkirin, tiştekî pirr xweş bû. Li Kurdistanê jî me karîbû em tiştekî xweş pêşkêşî Kurdan bikin, wezîrê çandê jî gote me ku ev cara yekemîn e ku tiştekî wisa li Kurdistanê rûdide”.

 Di serdana xwe ya Kurdistanê de Ganî rewşa penaberên Rojava ji nêz ve şopand, ji bo arîkariya penaberan berhemeke wî bi navê “Kampa Domîz” derket. Ganî ji bo danasîna berhema xwe 8ê Gulanê konserek li Barcelona lidarxist û wê beşdarî festîvalekê li bajarê Murcia jî bibe.

Axaftina me ya demjimêrek û nîv bi Ganiyê xwînşîrîn re li ber mûzîka kurdî û ya gellek netewan zû derbas bû, ew herdem devliken bû û gellek henek dikirin, tenê dema behsa rewşa huner an jî wêjeya kurdî dikir rûyê wî acizî û xemgînî nîşan dida, hevoka wî ya dubarekirî jî ev bû: “Burjuwaziya kurdî sedema paşdemayîna çand û hunera kurdî ye”.

 

Read Full Post »

Ji çepê: Baqî Xido Cemîl Horo û Mihemed Şêxo

Ji çepê: Baqî Xido Cemîl Horo û Mihemed Şêxo

Di sala 2009an de 20mîn salvegera barkirina bilibilê Kurdaxê Cemîl Horo bû û her wiha 25mîn salvegera  hunermendê beriya Mêrdînê û “Mîrê Rebabê” Miradê Kinê bû, di wê salê de ne li hundirê welêt ne jî li diyasporayê  ti çalakiyên bîranînê derheqê van herdû hunermendên mezin nehatin lidarxistin. Salvegerên barkirina hunermendan li ba gellek netewan di hemû warî de têne pîrozkirin, derbarê wan pêşangeh, semîner, konferans, programên televîzyon û radyoyê, û konsert têne çêkirin, malper û rojname jî çalakiyan dişopînin. Mixabin hunermendên me ku jiyana xwe kiribûn xizmeta zindîkirina mûzîk û wêjeya  Kurdan û  ji bo doza Kurdî  ketibûn zinadanan gellek caran têne jibîrkirin. Li xuyaye îsal rewş li Rojava diguehere.

Kobanê Baqî Xido bi bîr anî

Îsal xelkê Kobanê nexwestin ku roja 8ê sibatê (roja barkirina Baqî Xido) derbas bibe bê ku hunermendê xwe bi bîr bînin. Xelkê Kobanê, digel dijwariya ambargoya ji aliyê tundrewan, çalakiyek lidarxistin ji bo bîranîna salvegera pêncemîn ya barkirina “Bilbilê Kobanê û deşta Sirûcê”  hunermend  Baqî Xido. Çalakî li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê li Kobanê hate lidarxistin, di çalakiyê de dengbêj Hafizê Kor mamosteyê xwe Baqî bi xwendina stranên wî bi bîr anî, her wisa herdû hunermend tembûrvan Mihemed Adî û kemançevan Mihemed Dûman derbarê hevalê xwe Baqî gotinan pêşkêş kirin. Di çalakiyê de stranên Baqî ji aliyê dengbêjên nifşa ciwan jî hatin xwendin weke Leyla, Sedûn û Muradê Hemzo.

 Baqî Xido li bajarê Kobanî ji dayîk bûye û di 8ê meha sibatê sala 2009an di heman bajarî de hatiye binaxkirin. Bi saya dengê Bavê Evdelê gellek destan û serpêhaityên kurdan li herêma Kobaniyê û deşta Sirûcê zindî mane, destana herî navdar bi dengê wî ya Derwêşê Evdî ye ku di pênc demjmêran de xwendiye. Her wisa li ba aşiq û evîndaran strana wî ya bi navê “Dilo” gellek hezkirî ye, di vê stranê de Bavê Evdelê bi êş û keser wisa dinale: “Dilo ez kal bûm, tu çira qet kal nabî dilo.Tu çira xwe ji çiyan mestir dikî dilo, tu çûçikî dilo…”

 25mîn salvegera barkirina Cemîl Horo û Mihemed Şêxo

Di mehên Adar û Îlonê de tê çavrêkirin ku li herêmên Cizîrê û Çiyayê Kurmênc  bi boneya 25mîn salvegera barkirina herdû hunermendên mezin Mihemed Şêxo û Cemîl Horo, yên ku di sala 1989an koça dawî kirin, çalakî bêne lidarxistin ku layîqî huner û têkoşîna van herdû hunermendan yên ku ji ber stranên xwe êş, êşkence, sirgunî û zindan dîtin.

Read Full Post »

Hunermend Dilşad Dilêr

Hunermend Dilşad Dilêr

Rûdaw / Z.A – Strana “Elîko Dîno” bo gellek salan di nav xezînaya folklora kurdî de veşartî mabû, tenê beriya çend salan dengbêjek gelêrî ji Qamişlo bi navê Dilşad Dilêr toz li ser vê stranê hilweşand û derxiste ronahiyê.

Piştî ku ev stran di nav xelkê de deng dabû û ji aliyê gellek dengbêjan hatibû xwendin, stranbêj Dilşad Dilêr bi hevkariya raper Şerîf Omerî û bi belavkirinek nûjen ji aliyê hunermend Fîras Husynî vê stranê ji nû ve tomar kir û ji nav şahiyên ku Dilêr li dar dixistin vîdyoklîpek hate çêkirin.

Ji ber xweşbûna vê stranê dibe ku Dilêr texmîn dikir ku ev stran dê ji aliyê cemawerê kurd gellek bê hezkirin lê ku stran ji aliyê cemawerekî ji netewên cûrbecûr li cîhanê bê hezkirin ev yek zore ku bihata texmînkirin. Ev bû du meh in ku melodiya vê stranê bi rêya kîborda mûzîkvanê kurd Rêzan Seîd li her festîvalek elektronî di gellek bajarên cîhanê de tê guhdarkirin, li kêleka Rêzan jî dengbêjê ereb yê ji Serêkaniya binxetê Omar Souleyman bi kurdî çend peyvên ji vê stranê dixwîne “Elîko dîno, li dera xwe dibîno bejn ziravo, te xwîn şîrîno”.

Omar û Rêzan di yek ji festîvalên mûzîka elektronîk de

Omar û Rêzan di yek ji festîvalên mûzîka elektronîk de

 Çawa li Rojava xelkê bi çoşeke mezin di ber mûzîk û peyvên vê stranê dansê dike, her wisa di festîvalên elektonîk de xelkên gellek newetewan bi bihîstina melodiya vê stranê serê xwe û gewdê xwe jî dihejînin. Vîdyoyon ku herî tên weşandin di medyayê de ji bo danasîna van festîvaln yên vê strana “Elîko Dîno” ne. Di festîvala dawî ya “Pitchfork Music” li Parîsê vîdyoklîpek ji vê stranê re şêbû û di bin navê “Ali Kodino” bi rêya Youtubê hatiye belavkirin. Di derbarê dengvedana vê stranê li Rojava Hunermend Dilşad dilêr di hevpeyvîneke xwe de ya berî du salan gotibû “Hunera stranbêjiya kurdî hunerek bedew û resen e, parastina vê hunerê erkek ku li ser milê her kesek di civaka kurdî de û her wisa li ser milê her hunermendekî dikeve”.

Xweşbûna melodiyên stranên folklorî jî hîşt ku stêrkê festîvalên elektronîk çend peyvan ya du stranên kurdî ezber bike ji bo ku di van festîvalan de bixwîne. Ji bilî strandina “Elîko Dîno”, Omar bi kurdiyeke xweş peyvên straneke din jî dibêje “Dê wernê wernê wernê…, werin dîlanê esmer… Esmerê bi gewrê nadim…werin dîlanê esmer”. Omar û Rêzan bi pêşkêşkirina çend stranên xweş ji folklora Ereb û Kurdan bala medyaya cîhanê kişandin ser xweşbûn û zengînbûna mûzîka gelêrî li Rojhilata Navîn.

Têbînî: Piştî belavkirina vê nûçeyê di rojnameya Rûdawê de hunermend Şerîf Omerî em ragihandin ku kesê yekemîn ku vê stranê gotiye hunenermend Seîd Gabarî ye.

Read Full Post »

Older Posts »

%d bloggers like this: