Chávez: Bijî Beşar El-Esed! (Vîdyo)

Di zarokatiya xwe de min weke hemû zarokên dibistanan li Suriyê bang dikir “Ta ebed Ta ebed serokê me Hafêz El-Esed”, her wiha solganên weke “Bi can bi xwîn em goriyê tene Hafêz”. Piştî wê J di nûciwaniya xwe de, li şûna serok Hafêz El-Esed serok Apo şûnê girt, û me slogana “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey serok” digot, lê … Continue reading Chávez: Bijî Beşar El-Esed! (Vîdyo)

Topbarankirina Kurdistanê bi zimanê îşaretan (Vîdyo)

Tele Sur, televîzyona navdar li baûşrê Amêrîka,  bi rêya du pêkêşvanên xwe nûçeya  topbarankirina balafirên artêşa tirk ji baûşrê kurdistan re ji temaşevanên xwe re şîrove  dike. Nûçe êrîşa li ser kampên PKK û mirina çar kesan di vê êrîşê de vedibêje. Ev vîdyo  di hefteya çûyî de hatibû weşandin. Continue reading Topbarankirina Kurdistanê bi zimanê îşaretan (Vîdyo)

Chavez ji Obama re: “Dixwazim bibim hevalê te”

AVESTA – Duh serokê Venezuela Hugo CHavez û serokê DYAyê Barack Obama li civînekê bilind li komara Trinidad û Tobago rastî hev hatin û bi germî silav dan hev. Duh li komara “Trinidad û Tobago” ya ku li deriya Karîbê dikeve, civîna bilind ya pêncemîn di navbera herdu perçeyên amerîkayê (bakur û başûr) hatibu lidarxistin. Gorî ajansa Europa Press, Obama nêzîkî Chavez bû û silav da wî, Cahvez bi … Continue reading Chavez ji Obama re: “Dixwazim bibim hevalê te”

Carol Prunhuber ji bo Dr.Qasimlo şerê dîplomasî dike

London / Avesta – Di 22ê tîrmeha bihurî de Carol Prunhuber konferanseke li ser pirtûka xwe a dawî “Êş û mirina Rehmanê kurd: xewna Kurdistan” li parlamentoya brîtanî (House of Lords) li dar xist. Her wiha parlamenterê brîtanî Jeremy Corbyn û profesorê kurd Saîd Şems beşadrî konferansê bûbûn. Di aynî rojê de grûpek ji parlamenterên brîtanî biryar dabûn ku dê ji dewletên Yekîtiya Ewropayê bixwazin … Continue reading Carol Prunhuber ji bo Dr.Qasimlo şerê dîplomasî dike

Şahê Spanya û serokê Venzuelayê li hev hatin

Venzuela-Caracas, Piştî ku serokê Vezuelayê Hugo chávez hat serdana Spanyayê, hevdîtinek tev patîşahê Spanyayê Juan Carlos çêkir û dawî li şerê ku navbera wan pêk hatibû berî çend mehan anî. Tê zanîn di wê civînê ku li welatê Chîlê de pêk hatibû Hugo Cháves êrîşî serokwezîrê Spanyayê ya berê Josê María Aznar kir û wî weke mirovekî Faşît bi nav kir, lê Patîşahê Spanyayê Juan … Continue reading Şahê Spanya û serokê Venzuelayê li hev hatin

Qasimlo nayê jibîrkirin

  Ma kî xema kurda dixwe? Bi vê pirsê edîtorialên ku bi zimanê spanî pirtûkan diweşînin bersiv didan nîvîskara venezulayî Carol Prunhuber gava li derya wan dixist jibo weşandina destnivîsê pirtûka xwe ser Serokê nemir Dr. Ebdulrehman Qasimlo. Pirtûk bi navê “Êş û mirina Rehmanê kurd”di sala 1992an de hatibû nîvisandin, lê ev pirtûk tenê di vê heyvê da roj dît, spas ji bo weşanên … Continue reading Qasimlo nayê jibîrkirin