Azadbûna ji şertbûyînê pir hêsan e
Dema ku meriv nexwaze bibe hunermend, mamoste, wezîr, kesek girîng, jîr û zana, wê çaxê ew ne tişt e, ev rastiyek e, lê em hez nakin ku em wê qebûl bikin.
Em hez nakin ku em netişt bin, ji ber vê yekê em bi bidestxistina tiştan, pirtûk, îdeolojî, çi rast û çi çep, bi ol, bi mal û milk ve girêdayî ne, ji dêvla ku em tenê li pey pêkanîna daxwazên şexsî bin, çima em ne mirovên besît û nefsbiçûk bin?
Ev xwesteka ku tu bibî keseke navdar, tu li encamekî bigerî, şertbûyînê derdixe holê û aqilê şertbûyî tu carî nikare bibe şoreşger, li gorî şêwazekê tevdigere, aqilek nîvxewkirî ye.
Şoreş hebûnek qezenk dike dema aqil azad be, dema ku li gorî rabirdûyê tevnegere û li hemberî şertbûyîna xwe hişyar be.
Jiddu Krishnamurti
Têbînî: Ji bo famkirina wateya şertbûnê, belkî nivîsa “Xwenasîn” alîkar be. Hemû nivîsên ku heya niha hatine wergerandin bi awayekî bi hev re girêdyî ne, ji ber wê xwendina hemûyan dikare fêmkirina Krishnamurti hêsantir bike.