Feeds:
Posts
Comments

Archive for the ‘Fînlanda’ Category

AVESTA – Dengbêjê şahî û dawetan Ebdo Mihemed ku niha bi lexema “Firçeya apo” li Fîlandayê tê naskirin albûmeke xwe bi navê “Firçeya apo” çêdike,…

Albûm bi hevkariya mûzîkvanên Kurdaxê  Şêx mihemed Elî û Mihemed Belko hatiye tomarkirin..

Tê zanîn ku strana “Onê min pêde” ku bi Fînî  bûye “Pensseli-setä” ango “Firçeya apo” li Fînlandayê rastî serkeftineke mezin hatibû, bi milyonan car di Youtube de hatibû temaşe kirin.

Ebdo Mihemed ji bilî stranên sivik, gelek stran ji klasîka kurdî di şahiyan de distre.

Gelek dengbêjên nû hewla xwendina stranên kevnar ji klasîka kurdî dikin, lê rêjeyeke pir kêm dikare van stranan bi awakî xweş  bixwîne.

Fermo li qeydê  “Noyle” bi dengê Ebdo Mihemed guhdar bikin.

Avest / Zinar

Foto: hs.fi

Ji arşîva AVESTA:

Ebdo Mihemed: “Li Efrînê rojname û kovar tune ne” (Vîdyo)

Gelo Ebdo Mihemed dê mafê penaberiyê ji Fînlanda bixwaze? (Vîdyo)

“Onê min pêde” di televîzyona Fînlandî de (Vîdyo)

Duo “Onê min pêde” (Vîdyo)

“Onê min pêde” stranek pir navdar e li Fînlanda (Vîdyo)

Advertisements

Read Full Post »

Dengbêjî gelêrî Mihemed EbdoAVESTA – Dengbêjî gelêrî Ebdo Mihemed di hevpeyvîneke xwe de ligel televîzyona Fînlandî MTV3 bersiva pirsekî dabû û got ku rojname û kovar li Efrînê tune ne.

Dengbêjê navdar li Fînlanda û li herêma Çiyayê Kurmênc Ebdo Mihemed ji televîzyona Fînlandî re behsa kêfxweşya xwe ji  ber serdana Fînlanda kiribû.

Ebdo Mihemed dibêje ku heya niha  li ruyê xwe dixîne, nizane  eger ew rast hatiye Fînlanfdayê an jî ew di xew de ye.

Dengbêjî Efrînî bawer nedikir ku vîdyoya wî ya strana “Onê min pêde”  li ser Youtube bi hejmarekî mezin ji aliyê Fînlandiyan bê temaşekirin. dibêje: ” Min înan nedikir ku vîdyo bi vê hejmarî bê temaşekirin, ezkê ji şabûnekê re bimrama…”

Ebdo Mihemed, eşker, dibêje: “Me navê paytexta Fînlanda nas nedikir, em hatin vir û me gelek tiştan nas kir”.

Dengbêjê gelêrî û hezkirî li Çiyayê Kurmênc ji bo serê xwe neke belayê gava  vegere Suriyê, bersiva pirsekî derbarê dengdana hatina wî Fînlandî wisa dide: “Na, na tiştê wisa nizanin” ango deng nedaye û wisa berdeama dike “…Ji ber ku rojname û kovar li Efrînê tune ne…”

Belam di vir de temaşevanê Fînlandî baş nehate agahdarkirin, ewê bifkire ku herêma  Efrîn  wek herêmên Afganistanê ye.
Li Efrînê kovar û rojname hene, rojane têne belavkirin lê tenê bi zimanê erebî û tenê behsa nûçyên ereban dikin, ango nûçeyên derbarê Kurdan nayên weşandin. Eger dengbêjekî Ereb li şûna Ebdo Mihemed ba, wê televîzyon, radyo, rojname, kovar…, qala wî bikarana, lê Ebdo Mihemed bi Kurdî stra, Kurdî jî di ferhenga destgehên agahiyê ya deshilata Suriyê peyveke  qedexe ye.

Niha Ebdo Mihemed li Fînlanda navdar bû ye,  êdî ew di Wîkîpedya Fînî de jî cihekî digre.

Avesta /Zinar

Read Full Post »

Ebdo Mihemed

Fînlandî bi ser Ebdo Mihemed dîn bûne. Strana “Onê min pêde” Ebdo Mihemed bi ezmên ve xist, piştî derketina wî li ser MTV3 êdî ne tenê li Efrînê navdar e,…

li tevahiya Kurdistanê û Fînlandayê deng daye.

Fînlandî li ser strana “Onê min pêde” serxweş û mest bûne, rojane li ser youtube vîdyoyên girêdayî “Onê min pêde” wek strana ku di Mezopotamiya de hatibû weşandin, û her wiha stranên galêrî bi dengê Ebdo Mihemed  bi jêrnivîsên Fînlandî têne weşandin, her wiha kanalekî bi navê Mihemmedi hatiye vekirin.

Niha Ebdo mihemed li gel grûpa xwe konsertan li Fînlandayê li dar dixe.

Ebdo Mihemed di hevpeyvîna xwe li gel MTV3 got ku ew bi demokrasiya li Fîlanda “şaş bûye” ango ecêb maye, pir ji vê welatî hezkiriye.

Ebdo Mihemed got: “Me bihistiye ku li Fînlanad demokrasî heye, bes ne bi vê rengî” ev hevok dibe ku serê Mihemed Ebdo biÊşîne dema vegere Suriyê, an jî divê ku gellek pereyan bide ji bo ji serêşandinê rizgar bibe.

Weke tê xuyan Ebdo Mihemed pir ji Fînlanda û demokrasiya wê hezkiriye. Vêga pirsa me ev e:

Gelo Ebdo Mihemed dê mafê penaberiyê ji Fînlanda bixwaze?

An jî wê vegere ew welatê ku rojane mafên kurdan binpê dike û hemû şêweyên zorê li dijî kurdan bi kar tîne.

Dengbêjê navdar Ebdo Mihemmed û hemû dengbêjên herêma Çiyayê Kurmênc dema lidarxistan konsertan di dawet û şahiya Kurdan mecbûr dimînin silava bixêrhatinê û bi xêrbarkirinê….hwd, li endamên Hêzên Ewlekariyê bikin dema tên dawatan.

Ne tenê wisa, her wiha  di dawetan de pir caran jî şer derdikeve holê, û birîndar jî çêdibin.

Gelo Ebdo Mihemed wê di bin ezmana demokrasiyê bimîne lê wê dîsa berê xwe bide Çiyayê Kurmênc û di bin ezmana dîktatoriyê de jiyana xwe bidomîne?

Avesta / Zinar

Read Full Post »

%d bloggers like this: