Feeds:
Posts
Comments

Archive for the ‘Hevpeyvîn’ Category

Konsera bajarê Pamplona/Iruña Foto: Komela Minzola

          Konsera bajarê Pamplona-Iruña / Foto: Komela Mintzola

Di meha nîsana borî de min berê xwe dabû welatê Baskê ji bo ez beşdarî hevdîtinek navnetewî bi navê  “Europa bat-batean” (Europa ji nişka ve) bibim, ev çalakî hunermendên ji Katalunya, Sardînya, welatê Baskê û Kurdistanê anîn ba hev, min nûnertiya Kurdistanê kir di van çalakiyan debi gîştî me heft konseran lidarxist li herdû perçeyên welatê Baskê li Spanya û Fransa.

Diviyabû ez wek wergêr beşdar bama,  beşdarbûn min jî wek dengbêj tenê di rojên dawî de derket holê. Me kedek mezin dabû ji bo beşdarbûna du dengbêjên kurd ji Rojava. Gera min ji bo peydakirina hunermendan gelek wext standibû. Di meha cotmeha borî de min nûçeyek di rojnameya Yeni Ozgur Politika û malpera Rizgarî weşand, nûçeya ku min nivîsandibû ev bû: Komeleke baskî li du dengbêjên klasîka kurdî digere.

Min têkilî ligel penaberên Rojava li Başûr, Bakur û li Tirkiyê danî. Ji Başûr rojnamevan Hozan Robar grûpeke mûzîkê li min pêşniyar kiribû, lê daxwaza me du dengbêj û tembûrvanek bû. Di heman demê de min bi hunermend  Osama Dada re têkilî danî, Osama ji  min re hunermendê gelêrî Adnan Omar pêşniyar kiribû û piştre jî dengbêjek jin hate peyda kirin. Komela baskî bi beşdarbûna Osama, Adnan û Bêrîvan Îbêş gelek kêfxweş bû û tavilê ji wan re vexwendin şandin.

Osama ji ber karê xwe wek mamosteyê mûzîkê di dibistanên penabern yên Netewên Yekbûyî de û ji ber egera ku dema ji Spanya û Frasna vegere jêre pirsgirêkên burokrtîk li Tirkiyê  peyda bibin, ji ber vê yekê lêborîna xwe xwest ji ber nebeşdarbûnê.

Konsera Donostia-San Sebastian / Foto: Mintzola

         Konsera Donostia-San Sebastian / Foto: Mintzola

Adnan û Bêrîvan gelek ked û zehmetî kişandin ji bo standina vîzayê, çar caran berê xwe dabûn balyozxaneya Spanya li Enqerê lê mixabin vîza nestandin. Gelek daxwaza wan hebû ku bi navê Kurdistanê hunera Çiyayê Kurmênc pêşkêşî baskiyan bikin lê mixabin Spanya xwestekê wan bi cih neanîbû.

Navên Adnan û Bêrîvan li ser hemû posteran bû.

Navên Adnan û Bêrîvanê li ser  posteran bû.

Piştî wendakirina hêviya beşdarbûna Adnan û Bêrîvan min li komeleyê pêşniyar kir ku ez nûnertiya Kurdistanê bikim, wan pejrand û hema ji min re bîlêtên balafirê kirîn.

Ev hevdîtina navnetewî di nav çalakiyên Paytexa Çandî ya Ewropa “San Sebastian-2016” cih girtibû, medya jî cihekî ji me re veqetand, bi dehan nûçe di medyaya spanî, baskî, katalnî û fransî hatin weşandin. Herwisa dokumentarek derbarê hunera dengbêjiya kurdî û ya împrovîzasiyonê hate kişandin.

Ev vîdyoya li jêr di roja şeşan de hatibû kişandin, piştî gelek konser hinekî dengê min westiyabû, navê strana ku ez dixwînin “Lê Narînê” ye, bê amadekirin min ji hunermenda sardînî Paola Dentoni xwest ku ligel min vê stranê bixwîne. Hêjayî gotinê ye ku melodiya vê stranê ji aliyê hunermendên welatên cûrbecûr û ji aliyê xelkê baskê ve gelek hate hezkirin. Endamên komela Baskî herdem dixwestin ez vê stranê bixwînim, wergera gotinên vê stranê û  starnên din li ser şaşeyekê dihatin weşandin. Min ev stran ji hunermend Adnan Omar guhdar kir.

Her wisa televîzyona baskî programaek taybet li ser vê hevdîtinê çêkiribû. Axaftina li ser Kurdistanê û beşdarbûna min di xuleka 3.27an de despê dike:  http://www.eitb.tv/eu/bideoa/4104533824001/ (di vê lînkê de hûn dikarin strana “Rojek tê” ya hunermendê mezin Nizammetîn Arîç bi dengê min guhdar bikin).

zinar markina

                 Konsera bajarê Markina-Xemein / Foto: Mintzola

Di her konserekê de diviyabû despêkê em bi helbestekê an stranekê silav li gel bikin û her wisa li dawiyê bi heman awayî xatir bixwzin, ji bo silavkirina cemawerê konserê min melodiya Memê Alan‬ distra:

Îro ez hatime welatê baskane, ta pêşkêş bikim hunera netewa kurdane..

Ev jî silava xatirxwestinê bû, di hin konseran de me melodî û gotin diguhertin:

Di vê vîdyoya de jî hûn dikarin hevpeyvînek bi ‪zimanê kurdî‬ derbarê hunera dengbêjiyê temaşe bikin. Bersivandina pirsên vê hevpeyvînê hinekî zor bû ji ber ku despêkê diviyabû ez bi kurdî bersiv bidim û piştre jî bersivên xwe wergerînim zimanê spanî, rojnamevana ku pirs dikirin jî baskî bû.

 

Read Full Post »

Ricardo Georges Îbrahîm li gundê Miraflores de la Sierra / Madrîd

Ricardo Georges Îbrahîm li gundê Miraflores de la Sierra / Madrîd

Rûdaw / Z.A – Ricardo Georges Îbrahîm asûriyeke li Arjantînê sala 1966an bûye, malbata wî berî sedsalekê ji ber komkujiyan ji Mêrdînê bazdabû Suriyê ûdi salên 50î de berê xwe dabû Buenos Airsê. Ricardo civaknasî xwendiye û bi mebesta çêkirina doktorayê di mirvonasiya civakî de hat Spanayayê. Sala borî jî ji bo lêkolînên girêdayî teza xwe serdana xaka kal û pîrka xwe kiribû. Wî pêşwaziya Rûdawê limala xwe li gundekî di nav çiyayên Madrîdê de kir.

Ricardo ji zarotiya xwe ve dixwest ku koka xwe ji nêz ve nas bike, ji ber wê jî herdem serdana Mêrdînê ji xwe re kiribû armanc “Min bala xwe didayê ku em civateke cuda ne û xwedî dîrokeke taybet in, hebûn ji me yên ku xwe ermenî didîtin, ez jî dipirsîm gelo em ereb in ji ber em erebî diaxivin, lê ne wisa bû. Min dest bi nivîsandina ser van mijaran kir û min hevpeyvîn ligel kesên temenmezin tomar dikirin. Di serdana min ya dawî de ji Mêrdînê re min ligel neviyên asûriyên li Arjantînê hevdîtin çêkirin ji bo ez bizanibin ka wan çi ji kevneşopiyên xwe parastine heya roja îro. Min gellek çîrokên bi êş derbarê qirkirin û koçberbûnê bihîstin. Kesên ku koçberî Arjantînê bûbûn, hinek bi awakî dîrekt hatin, hin din jî li Helebê û Şamê bûn penaber, piştrehatin Arjantînê. erebiya min jî ya Şamê ye, lêpîrka min û cîranên me bi Mardinlî [erebiya Mêrdînê] diaxivîn.”

Ricardodi 1998an de çûbû Mêrdînê lê tenê rojekê li wir mabû: “Bajar weke ku ji aliyê artêşê ve hatibû dorpêçkirin, te nikarîbû livekê bi aramî bikra ne jî wêneyekê bikşanda.” Lê sala borî Ricardo pêrgî rewşeke cuda hat û vê carê sê mehanliMêrdînê ma: “Min atmosfereke cuda dît, êdî tu leşkeran nabînî. Berê ti kes nediwêrî bi zimanekê ji bilî tirkî biaxiviya, niha xelk bi zimanên xwe diaxivinûêdî tu hevokên bi zimanêncurbecur li kolanan dibînî.”

Ricardobi tekûzî nizane çiqas asûrî li bakurê Kurdistanê mane, texmîn dike ku hejmara wanji sê heya deh hezaran be. Derbarê axaftina bi zimanê dayîkê jî ew dît ku asûriyên Mêrdînê hatine erebkirin, lê li Midyatê û gundên din rewş cuda ye: “Ew berî her tiştî ji te dipirsin eger tu suryanî diaxivî yan na, tu ji wan re dibêjî na, erebî diaxivim, ew dibêjin: ax ax, mardinlî. Min ji asûriyê Mêrdînî pirsî bo çi hûn bi suryanî naaxivin, digel ku hinek hene ji we vî zimanî dizanin, wan bersiveke balkêş dan min, ew jî refleksek ji siyaseta çewsandinê re, xelkê ji 50î salî berjor dibêjin eger zimaneke din ji bilî erebî, tirkî an kurdî biaxivin netewên din wê bi çavekê şik û gumanê lê binêrin û dê rastî dîskrîmînasiyonê werin.”

Ricardo tev wêneyên merivên xwe li mûzeya Savanci ya Mêrdînê

Ricardo tev wêneyên merivên xwe li mûzeya Savanci ya Mêrdînê

“Serkirdeyek êzdî bi hezaran asûrî ji qirkirinê parastin”

Civaknasê arjantînî dibêje ku berî komkujiyên 1914an de ji Amedê berjêr heya Musilê pirraniya xirstiyanên ku li wir dijiyan asûrî bûn. Têkiliya êzdî û asûriyan jî bi hevre pirr baş bû. Ew ji me re behsa serkirdeyek êzdî li eyaleta Musilê bi navê “Apê Şêro” dike, ku asûriyan weke lehnegî mezin dibînin: “Kesên temenmezin behsawêrekiya wî dikin, hemû kesên ku karîbûn ji komkujiyên bifilitin ber bi Sincarê ve çûn, apê Şêro jî pêşwazî li hezarn asûriyan kir, kon ji wan re vegirtin, xwarinê bi wan re parve kir, wan parast û li dijî hêzên osmaniyan şer kiribû û jiyana xwe jî ji bo parastina asûriyan ji dest dabû. Dema dibêjim hêzên osmanî, ez ne tenê behsa tirkan dikim her wisa kurdên sunnî di nav de cih digrtin.”

Ricardo di serdana xwe ya dawî de ji herêmê re bi hinek ereb û kurdên Mêrdînê re axivî û mixabiniya xwe ji ber ramanên wan kesan derbarê êzdiyan anî zimên: “Ew ji qedr û nirxê ola êzdiyan kêm dikin, êzdî pirr hatine êşandin. Êzdiyên ku li wir mane neçar mabûn ku derbasî ola îslamê bin û derbarê ola xwe ya rasteqîn bêdeng bimînin yan jî rêya koçberiyê veqetînin. Li gundê kilîtê ez rastî kurdekî hatim, piştî ku min jê re got ez asûrî me û hevaltiyek di nav me de çêbû, ji min re got: Di rastiyê de ez êzdî me lê ez niha asîmîle bûme, ji bo em neyên qirkirin em neçar man ku em bibin musulman.”

Sedsalek derbas bû li ser qirkirina ermenî û asûriyan, niha jî hin gav tên avêtin bo xurtkirina hevjiyana di nav gelên herêmê de, Ricardo kêfxweş e ji ber hilbijartina keçeke asûrî weke hevşaredara Mêrdînê: “Ez pirr dilşad im bi vê yekê nemaze jî ku ev bi saya desteka kurdan bû.”

Digel ku Ricardo li cihekî bi deh hezaran kîlometr ji Mêrdînê dûr bûye û jiyaye lê ew bi eşqekî mezin behsa Mêrdînê dike: “Ez bi bajarê xwe serbilind im. Navendeke çandî lê heye ku tu têde dikarê qehweya kurdî, tirkî, asûrî an erebî bixwazê. Tu biçe navendeke ciwanan jî bi nivîskî bixêrhatina mêvanan bi gellek ziman dikin. Ev atmosfera pirrçandiyê û mentalîteya hevjiyana aştiyane di nav gellek netewan de dihêle ku ez bi Mêrdînê serbilind bim.”

Read Full Post »

Hunermend Ganî Mîrzo li Barcelona / Rûdaw

Hunermend Ganî Mîrzo li Barcelona / Rûdaw

Rûdaw / Z.A –  Ganî Mîrzo sala 1968ê li Qamişloyê ji dayik bûye. Piştî standina lîseyê berê xwe dabû Helebê û li wir bo du salanan mûzîk xwend, piştre vegeriya Qamişloyê û weke mamosteyê mûzîkê xebitî. Piştî qedandina leşkeriyê, ji bo xwendina mûzîkê berê xwe da Ewropayê. Ev bûn bîst sal ku ev awazsazê kurd li bajarê Barcelonayê dijî û piştî kedeke mezin karîbû cihekî xwe di nav hunermendên vî bajarî de bigire. Me ew li xwaringeha kebabê “Narîn”, ku ew birêve dibe, dît. Ganî ji Rûdawê re derbarê jiyana xwe ya hunerî de axivî.

Ganî rêya hunerê bi tembûr û cumbuşê despêkiribû, piştre jî derbasî ûdê bibû. Ew li taxeke bi navê Meyselûnê dijiya ku tê de gellek hunermendên folklorî tê de hebûn, yek ji wan jî Nezîr Mihemed bû ku bandora li Ganî kiribû: “Ew kirîv û cîranê me bû, gellek caran Seîd Yûsif dihat mala wî, min jî guhê xwe dida ber dîwêr ji bo ez dengê biziqên wan bibihîsim.” Ganiyê ku mûzîk ji temenekî biçûk di rêhên wî de diherikiya, li benda wê rojê nebû ku pereyên wî çêbibin, da ku bikaribe amûrekî mûzîkê bikirre, vêca neçar mabû ku amûra xwe bi xwe çêbike: “Berê tenekeyên helawê hebûn, wilo çar qurzî bûn, piştî ku ew teneke vala dibûn diya min ew didan aliyekî, ji bo ku bi tiştan dagire, min ew teneke didizîn û min darek dikir qotiyê û li ser darê jî du têlên frêna bisiklêtê didanî, dengê vê tembûra min ya pêşîn jî xweş dihat, diya min jî gazinc ji min dikirin û digot lawo te dîsa tenekeyên zeyt û helawê xera kirin.” Ganî dikene û axaftina xwe derbarê vê tecrûbeya xwe ku jêre bûye îlhamek ji bo kirina tecrûbeyên din didomîne: “Li wir boçûneke min ya çêkirina biziqên şeş-têlî derket holê, min ev boçûn da hosteyekî Ermenî li Qamişloyê, ji bo ku biziqan çêke. Wî derdorê 30 biziq çêkirin û niha jî difiroşe”.

Ganî despêkê ji bo xwendina mûzîkê xwest biçe Almanyayê, lê beşê ku tê de hatibû pejirandin ya mûzîka klasîk bû, ev beş jî ne bi dilê wî bû: “Ew behsa dîroka mûzîka klasîk dike, tiştekî teorî bû, ez jî bêhtir ji tiştên pratîk hez dikim”.

Wî gellekî ji mûzîka Flamenko hez dikir. Ew cûreyê mûzîkê bû sedemek ku werê Spanyayê û li koservatûara Liceu li Barcelona bo şeş salan Flamenkoyê bixwîne. Li kêleka xwendina xwe Ganî karê li xwaringehan, belavkirina reklaman û fêrkirina erebî û kurdî jî dikir. Piştî qedandina xwendinê Ganî beşa mûzîka rojhilatî li Liceu saz kir û bû mamosteyê wî beşî.

 “Enstîtuyên kurdî li Ewropayê çanda kurdî bi paş xistine”

Di van salan de jî sê berhemên wî çap bûn, yekemîn xebata wî bi navê “Ronî” derket. Çîroka belavkirina vê berhemê jî balkêş e; “Di dema xwendinê de min grûpek çêkiribû û me şahî lidardixistin, carekê jî me li festîvalekê konserek çêkir û min ew konser li ser dîskê biçûk tomar kiribû. Lêhatinek çêbû ku şagirteke min ya ûdê mûzîka wê konserê guhdar kir û mesrefa çapkirin CDya Ronî (derdorê 3000 Euro) xistibû ser milê xwe.” Li hember qenciya vî şagirtê brazîlî, Ganî mixabiniyê bi wê yekê dike ku dewlemendên Kurd ti piştgirî nadin çand û hunerê û bi êş serpêhatiyekê tîne bîra xwe: “Carekê min ji milyonêrekî Kurd 200 Euro standibûn, heyvek  derbas nebû, digel ku ew dizane ez di çi rewşê de dijîm, ew pere ji min xwestin.”

Birîneke din ya Ganî vedibe û keserên xwe bi me re parve dike: “Ev enstîtuyên kurdî ku li Ewropayê hene, çanda kurdî bi paş xistine, wek mînak ya Parîsê ku li ser serê Kurdan bûye bela. Di demekê de ku vê dezgehê arîkarî dida xwendekaran, ez ji Barcelonayê çûm ji bo dîtina birêvebirê enstîtuyê. Tenê pênc xulek dan min ji bo ku ez daxwaza xwe jê re bêjim. Min jê re got ez mûzîkê dixwînim û pêdiviya min bi arîkariyê heye. Digel ku wî arîkarî ji hinek xwendekaran re dişand Spanyayê, lê gote min ku nikare ti arîkarî bide min. Ev jî ne rast bû, wî dikarîbû”.

Piştî belavkirina CDya xwe Ganî, ew li Barcelonayê bêhtir hat naskirin û gellek konser li cihên emblematîk lidarxistin. Piştre jî xebata bi navê Totîko derket, ew jî bi arîkariya hikûmeta Katalonyayê hate çapkirin. Xebata herî dijwar ya Ganî berhema wî ya sêyem “1001 şev” bû, ew jî projeyek bû ji bo xebateke şanogerî ya derbarê şerê li Iraqê de. Ganî despêkê nexwest tevlî xebatê bibe, ji ber ku zanîna wî li ser şanoyê nîne, lê di dawiyê de û piştî axaftina bi derhênerê şanoyê pejirand ku mûzîka şanoyê çêke: “Em şeş mehan li ser hev li ser vê xebatê rawestiyan, hefteyê sê rojan me prove dikir. Derhêner jî hîşt ku di castingê de lîstikvanan veqetînim, ji ber ku heman listîkvan divê stranan jî bixwînin. Me ev xebat 150 caran li şanoyên Spanya û Portûgalê jî pêşkeş kir.” Li ser vê xebatê jî Ganî yek ji  namezetên xelateke bi navê Max bû. Piştre jî fîrmeyeke spanî xebata “1001 şev” jê re çap kir.

Bi însiyatîva wî Festîvala Morgenland li Kurdistanê lidarket

Li derveyî Spanyayê Ganî û grûpa xwe sala 2012yê beşdarî festîvala Morgenland li Osnabrücka Almanyayê bûn û havîna borî jî di nav çalakiyên vê festîvalê de li Hewlêrê konsertek lidarxistibû. Derbarê ezmûna xwe di vê festîvalê de, ew dibêje: “Têkiliyên min bi birêvebirê festîvalê Michael Dreyer hebûn, min ew vexwende Sûriyê û min ew bir heya Endîwerê û ji wî cihî min perçeyên din yên Kurdistanê nîşanî wî dan. Mebesta min û dengbêj Îbrahîm Kêfo ku Michael Kurdan nas bike, û ji wir boçûna çêkirina çalakiyeke taybet bi mûzîka kurdî  ´Kurdih Music in Focus´ li Almanyayê derket, ku tê de hunermendên wek Îbrahîm Kêfo, Aynûr û Kayhan Kalhor beşdar bûn.” Piştre Ganî Michael razî kir ku festîval li Kurdistanê jî bê lidarxistin. Ganî bi vê ezmûnê gellekî serbilind e: “Li kolanên Osnabrückê û Hannoverê reklamên derbarê mûzîka kurdî de hatibûn belavkirin, tiştekî pirr xweş bû. Li Kurdistanê jî me karîbû em tiştekî xweş pêşkêşî Kurdan bikin, wezîrê çandê jî gote me ku ev cara yekemîn e ku tiştekî wisa li Kurdistanê rûdide”.

 Di serdana xwe ya Kurdistanê de Ganî rewşa penaberên Rojava ji nêz ve şopand, ji bo arîkariya penaberan berhemeke wî bi navê “Kampa Domîz” derket. Ganî ji bo danasîna berhema xwe 8ê Gulanê konserek li Barcelona lidarxist û wê beşdarî festîvalekê li bajarê Murcia jî bibe.

Axaftina me ya demjimêrek û nîv bi Ganiyê xwînşîrîn re li ber mûzîka kurdî û ya gellek netewan zû derbas bû, ew herdem devliken bû û gellek henek dikirin, tenê dema behsa rewşa huner an jî wêjeya kurdî dikir rûyê wî acizî û xemgînî nîşan dida, hevoka wî ya dubarekirî jî ev bû: “Burjuwaziya kurdî sedema paşdemayîna çand û hunera kurdî ye”.

 

Read Full Post »

Aram Kerîm li navneda çandî Persepolîs li Madridê / Rûdaw

Aram Kerîm sala 1978an li gundê Serawê ya bi ser bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye. Xwendina navîn li Silêmaniyê qedandiye û di 2002an de dest biyekemîn xebata xwe wek karmend di wezareta rewşnebîriyê de li Silêmaniyê kiriye. Di 2004an de dest bi xebata ragihandinê kiribû û hevkariya çendîn kovar û rojnameyên herêmê wek Kurdistanê Niwê, Taw, Metro û ajansa wêneyan ya bi navê Metrography kiriye. Her wisa di amadekirina kîlp, xebatên dramayê û dokmenteran de li Kurd Sat xebitiye û wek kamîremevan hevkariya Roj tv jî kiriye. Aram beşdarî gellek workshopên derbarê wênekêkişyê li Herêma Kurdistanê bûye û berhemên wî di 15 pêşangehên kolektîv li bajarên herêmê hatine nîşandan, her wisa xebatên wî beşdarî pêşangehên kolektîv li Chicago û Gorcistanê bûne. Pêşangeheke wî jî berî du salan li Mûzeya Netewî ya Silêmaniyê jî lidar ket. Niha jî wek edîtorê fotografî di Rojnameya Awênde de dixebite. Li ber xebata wênekêşiyê Aram distre û li tarê dixe, bo salekê di koroya operayeke Verdî ya rêvebiriya Huner û Mûzîkê de cih girtibû û bo du salan li ser destê mamoste Aso Elî Hebîbî fêrî tarê bû.

Navenda çandî Pesepolîs li Madrîdê xebatên Aram hemêz kirin

“Dixwazim sirûşt û ajalên Kurdistanê bên parastin”

Di 13ê nîsanê de li navenda çandî ya Persepolîs li Madrîdê pêşangeheke wî ya bi nave “Kurdistan ji nêz ve” hate lidarxistin, pêşangeh bi amadebûna nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Madrîdê Daban Şadala vebû. Di vê çalakiyê de jî Aram li ser tarê xist û melodiyên xweş ji mûzîka kurdî pêşkêşî mêvanan kir.

IMG_3513

Diviyabû ku 26 wêne bihatana nîşandan lê ji ber pirsgirêkên teknîkî ya balfirê tenê 15 berhem yên mijarên curbecûr gihîştin Madrîdê. Aram gellekî bi xwezaya Kurdistanê ve girêdayî ye û bi rêya wêneyan gellek çîrokan vedibêje nemaze jiyana rojane ya gundiyan û parastina xwezaya Kurdistanê “Mixabin li gellek gundên Germiyanê xizanî gellek e û xizmetguzarî li wê deverê nîne, jinan ji bo ku ava şîrîn bînin mala xwe bo do sê saetan dimeşin. Li heman deverê gaz û petrol hatiye der û bi rêya boriyan diçe Hewlêrê, hikûmet be yan jî fîrmeya derhênana gazê be, ew berhemên deverê distînin lê xizmetguzarî pêşkêş nakin. Ziyana nêçîrvaniyê li hawirdorê jî gellek heye û sirûşt nayê xizmetkirin. Bi rêya wêneyên xwe dixwazim ku sirûşta Kurdistanê bidim nasandin ji bo ku sirûşt û ajal bêne parastin”.

(photo by Aram Karim) (11)

Êş û trajediya kurdên Rojava di xebatên Aram de cih digrin

Aram bi rêya wêneyên xwe trajediya kurdên Rojava ji ber encamên şerê li Sûriyê jî nîşan dide. Di zivistana borî de dema ku berf li erdê girtibû û di bin baranê de Aram bi kamîraya xwe tevlî karwanê qaçaxçiyan bû, yên ku dihatin Herêma Kurdistanê û sotemenî li ser piştên xwe bar dikirin û bi wî barî giran ji bo çar demjimêran ber bi sînor ve dimeşiyan. “Hewa gellek sar bû, qaçaxcî ji benzînxaneye Şilekê ya nêzîkî gundê Sihêle sotemenî li ser pişta xwe bar dikirin, ji xerabiya rêyan hinekan solên xwe di heriyê de wenda kirin, çenteya li ser pişta min jî giran bû, min jî wek wan zehmetiyek mezin kişand”.

(photo by Aram Karim) (23)

Derbarê astengiyên xebata rojnamegeriyê li Kurdistanê Aram wiha boçûnên xwe tine ziman “Pêwîste rewşa rojnamenûsî baştir bibe, rojnamnûsî xebatekî gellekî zor e û divê sînorek hem ji bo hikûmet hem jî ji bo rojnamenûs bê danîn, divê ku rojnamnûsî tenê nekeve xizmeta hizbî û îdyolojî û ku rojnamenûs di nîşandana fikirê xwe de azad bin”

Aram bi vê serdana xwe ji Spanya re gellek dilşad bû, dema em ligel wî li sentera Madrîdê digeriyan, xweşikbûna monument û avahiyên dîrokî bala wî pir dikşandin, ew herdem kamîra rahiştibû û wêne digirtin. Dema em dimeşiyan dengê melodiya sînofinyeke Vivaldî hat ber guhê wî û, weke zarokekî ku diyarîyek wergirtibe, ji eşqan re firiya û ber bi herdû mûzîkvanên ku li kemanê dixsitin çû û wêneyên wan kişandin. Ew di hunerên mûzîk û wênekêşiyê de xwe dibîne û herdem dixwaze di van waran de xwe bi pêş xîne.

(photo by Aram Karim) (22)

Read Full Post »

Arî Husgolkî li pêş baxçeya mala xwe li Kalmarê

Zinar Ala

Swêd (Rûdaw) – Roja ku Arî di sala 2007ê de yekemîn vîdyo di kanala xwe ya bi navê Jindires de li ser Youtubê belav kir, nizanîbû ku piştî pênc salan wê bibe kanala herî zêde temaşekirî di nav xelkê Kurdaxê de. Niha hejmara tikandina vîdyoyan 4 milyon û 300 hezar car derbas kiriye. Arî tenê dixwest folklor û kelepûra herêma Efrînê bide nasîn.

Arî Husgolkî yê xwediyê malpera jindires.com sala 1970î li gundê Miskê yê ser bi Efrînê hatiye dinê û ev bûn heşt sal ku li bajarê Swêdê Kalmarê dijî. Ji ber beşdarbûna wî di serhildana 12ê Adarê de, rejîma Baasê xwest wî binçav bike, ji ber wê jî Arî neçar mabû ku dest ji Efrîna xwe ya delal berde, Efrîna ku bost bi bost nas dike. Em pê re li ser kîjan gundî ji gundên Kurdaxê (366 gund) biaxivin, ew baş dizanî ew gund li kû dikeve, Arî li gellek gundan xew kiriye û xelkê van gundan jî nas dike.

“Em bibûn qurbanên neyar û birayên xwe”

Piştî koçberbûnê, Arî xwest li ser înternetê pirekê di navbera Kurdaxê û xelkên wê li diyasporayê çêbike. Digel ku wî di despêkê de nizanîbû çawa kompûterê veke jî, lê li ser sekinî, xwe westand û di dawiyê de gihîşt mirazê xwe û malpera Jindires ava kir. Jindires (Cindêrês) jî navê navçeya ku Arî jê tê ye: “Min malpera jindirêsê di sala 2006ê de damezrand û min hewl da ku bibe pencereyek ji Kurdaxê re li ser înternetê û ji hêlike din ve kiryarên xirab yên rejîma Baasê şermezar bikim. Min dixwest ez xizmeta  kelepûr û hunera Çiyayê Kurmênc (Kurdaxê) bikim, ji ber ku qedera Kurdên Rojava bû ku em ketibûn navbera planên rejîma Baasê  li aliyê din jî em tim bibûn qurbanên perçeyên din û xizmetkirina birayên xwe li seranserî Kurdistanê, lê ti carî kesî parastina me nekir, wan ji bo berjewendiyên xwe em bi kar dianîn, em bibûn qurbanên neyar û birayên xwe”.

“Parastina folklor û zimanê xwe ji helandin û windabûnê”

Di kanala Jindires de mirov rastî gellek çalakiyên siyasî, hunerî û şahiyên netewî tê, her wisa mirov dikare gellek vîdyoyên derbarê dîmenên sirûşta Efrînê li ber dengê tembûra  Adîk, anjî li ber dengê def û zirneya Nêsirliyan bibîne. Arî bi rêya heval û nasên xwe gellek konserên taybet yên hunermenên kevnar bi dest xistine û avêtine ser malperê, mirov dikare bibêje ku ev kanal bûye mûzîkxaneya Kurdaxê. Derbarê  belavkirina van berheman de, Arî wiha dirame: “Ev berhem bi pirranî bi awayekî nepenî  ji welêt ji min re dihatin, bi rêya dost û mirovên xwe, yan jî me ji weşanên komele û  berhemên hin kesan werdigirtin. Armanca herî sereke ew bû ku em  folklor û zimanê xwe ji helandin û windabûnê biparêzin. Di xebata malperê de jî nivîskar, hunermend û çalakvanan hevkariya me kirin. Mixabin rêxistinên me ev valatî tijî nekiribûn û rejîmê siyaseta asîmîlasyonê li ser ciwanan dimeşand. Min hewl da ku ez bi berfirehî li hember van planan derkevim û dengê Efrînê bigihînim Kurdên me li çar beşên welêt û li seranserî cîhanê.”

Di vê sala dawî de jî Arî malperek bi navê “Efrina Nû” vekiriye, ew tê de bi zimanê erebî û kurdî nûçe, hevpeyvîn, nivîs, wêneyan derbarê herêma Efrînê û rojeva wê de diweşîne. Arî wek gellek Kurdên Rojava gellek demjimêran li ser înternetê derbas dike, bi hêviya ku êdî  azadîxwaz li Sûriyê biserkevin û rejîma Esed têk biçe: “Xwesteka min ku gelê kurd li Rojava bigihije armanc û daxwazên xwe, ku ew xebata tevgera kurdî ya ku ji sala 1958ê ve destpêkiriye bi saya keda xort û keçên kurd berhema xwe bide, ku dawî li rejîma Baasê bê û şoreşa gelê sûrî û Kurdan biserkeve.”

Statîstîkên kanala Jindires  

Heya niha 1251 vîdyo hatine weşandin û 4.308.310 caran hatine temaşekirin.

331 bikarhênerên Youtube abonetiya kanalê kirine.

Rojane 3000 car vîdyoyên malperê tên temaşekirin.

Di sala 2011ê de vîdyo 1.102.845 caran hatine temaşekirin

Kanal li 101 welatan hatiye temaşekirin, di serê lîsteyê de jî welatên wek Almanya, Tirkiye, Yewnan, Swêd, Danîmark, Swîsre, Iraq û Sûriyê tên.

Read Full Post »

Saîm Sever li kebabxaneya Nemrûd / Rûdaw

Madrîd (Rûdaw) – Saîm Sever yek ji penaberên nû ye ku hatiye Spanyayê. Hem li welat, hem jî niha li Spanyayê gellek êş dîtine. Li yek ji xwaringehên fîrmeya Nemrûdê ya Kebabê, ku li navenda Madrîdê ye, me hevdu dît. Saîm bi kurdiyeke resen derd û kulên xwe bi Rûdawê re parve kirin.

Saîm di sala1979ê de li bajarê Gimgimê hatiyê dinê. Di zarokatiye xwe de Saîm jî wek tevahiya zarokên kurd li dibistanên Tirkiyeyê diqêriya “Çi bextewar e yê ku dibêje ez Tirk im”. Lê piştre tê derxist ku ew gotin vala ne: “Ev slogan heya demekê ji bo min wek lîstokekê bû, yanî divê ez tim bilind biqêrim ji bo ku mamoste ji min hez bike. Lê dûvre tu dinêrî ku tu Kurd î, zimanek û çandeke te ya cuda heye. Ew dibêjin “Bila hebûna te bibe diyarî ji hebûna Tirkan re”, ji bo çi hebûna min ji Tirkan re be, bila ji bo min be.”

“Kurd weke kole ji xwe re didîtin”

Di gurbûna asta tundiyê di salên heştêyî û nodî de li Bakurê Kurdistanê, gellek endamên malbata Sever koçberî Tirkiyeyê û Ewropayê bûn. Gellek jî ketin zindanan. Wan salan Saîm jî lîse li Bursayê dixwend, mafê wî hebû ku li zankoyê jî bixwînê lê ji ber tengasiya aborî ew vegeriya Gimgimê û dîkaneke firotina xwarinê ji xwe re vekir: “Dema zarok bûm, ji ber şêweya axaftina min, hemûyan ji min re digotin tuyê bibî parêzerê me, min dixwest ez hiqûqê bixwînim lê rewşa aborî ya malbatê xerab bû, malbat şerpeze bû û her kes bi aliyekî çû.”

Saîm di sala 1998ê de dizewice û piştre diçe leşkeriyê, lê li şûna 15 mehan, Saîm ji ber xwarina cezayan 25 mehan xizmeta leşkerî dike: “Min gellek zilm li wir dît, ew Kurdan weke kole dibînin, wek nimûne karê 5 saetan bi me dikirin û yên Tirk ji cihê xwe ranedibûn. Leşkeriya min jî li Diyarbekirê bû û gellek caran jî em dibirin şer, wê çaxê jî pismamekî min şervanekî PKKê bû. Carekê di şerekî bi şev de min hemû gulleyên xwe ji tifingê derxistin û avêtin, sibeyê fermendar ji min re got ‘cihê ku me te danîbû, dengê fîşekan jê nedihat’, min jêre got min hemû fîşkên xwe teqandin, wî jî li min vegerand: ez dizanim ku kurapê te li aliyê din e, tu jî mîna wan PKKyî yî, lewma tu şerê wan nakî.”

“Dayîka min pêxwas ji min re dianîn”

Êşa herî mezin ku Saîm li leşkeriyê dîtibû ew bû ku nikaribe bi kurdî ligel dayîka xwe biaxive: “Dayîka min tenê peyva “tu çawayî” bi tirkî dizane, axaftin bi kurdî bi rêya telefonê qedexe bû, qet nedihiştin ku dayîka min peyvekê bi kurdî bike. Nedihiştin ku serdana malê bikim ji ber ku ditirsiyan ku ez careke din venegerim.” Sîam keserekî din tînê bîra xwe, dema ji ber tawanbariya propagandaya ji PKKê re li zindana Wanê girtî bû: “Di serdanên dayîkê min de, dema kontrol dikirin, li ber çavê min cilê wê dadixistn, ew pêxwas ji min re dianîn. Nedihiştin ku bi kurdî biaxive, ew digiriya û bi ser de jî karmendên zindanê bi ser de diqêrîn.”

“Xebata Kebabê ji mirovahiyê dûr e”

Ji ber atmosfera tundiyê ku par li Gimgimê ji ber vekirina Konên Çareseriya Demokratîk rû dabû, hinek hevalên Saîm ku ligel wî di nav BDPa Gimgimê de çalak bûn hatin girtin. Saîm jî neçar mabû ku dev ji welêt berde û berê xwe bide Spanyayê. Ev bû salek û nîv ku Saîm li Madrîdê dijî û karê Kebabê dike, lê ji ber vê xebatê gellekî westiyaye: “Ev kar ji mirovahiyê dûr e, ne xebata mirovan e, rojê 14 anjî 15, hin rojan jî 16 saetan tu dixebitî. Ku zarokên te hebin dem tine ku tu ligel wan bimînî. Ji bo çalakiyên çandî û siyasî dîsa dem nîne. Jiyana xebatkarên kebabê wisa ye: kebab-xew û kebab-xew. Vê salê ez careke tenê tevlî civatê bûm, ew jî di şahiya Newrozê de. Li vir jiyana civakî nîne, li welêt piştî xebata rojane di dema êvarê de malbat serdana hev dikin, dema derfet çêdibû min şanoya kurdî û tirkî temaşe dikir. Mixabin li vir ti xebateke çandî, yan jî siyasî ji bo doza kurdî nayê kirin. Kurdên li vir tenê pêşbaziya aborî di nav xwe de dikin, filan kes dibêje çar dîkanên min yên kebabê hene, yê din jî dibêje yên min pênc in.”

Saîm niha li benda bersiveke erênî ji bo wergirtina mafê penaberiyê maye, ew bi hêvî ye ku bikaribe di demeke nêzîk de hevser û herdu zarokên xwe Rozalîn û Serwer bîne Spanyayê û her wisa serdana endamên malbata xwe yên li Ewropayê bike.

Read Full Post »

image

Zinar Ala

Madrîd (Rûdaw) – Li Spanyayê kesên ku ji bo danasîna pirsa kurdî dixebitin dikarin li ser pêçiyên destekî bên hejmartin. Rehîm Qadirî yek ji wan kesan ku ji bo danasîna doza Kurdan li Spanyayê xebat kiriye.

Ji bo em Rehîm Qadirî ji nêz ve binasin, me berê xwe da mala wî li bajarokê Fuenlabrada yê bi ser Madrîdê. Rehîmê ku ji çêkirina şîvan hez dike, nemaze şîvên îranî, îro Fisêncûn amade kiribû, li kêleka Fisêncûnê Rehîm şeraba spanî pêkêş kir. Piştî tahmkirina wê xwarina xweş ji destê Rehîm, wî pirsên Rûdawê bersivandin.

Rehîm xwendina xwe heya lîseyê li Rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Serdeştê qedandiye. Du salan mamostetî xwendibû û di nav xizmeta leşkerî de li bajarokê Qirwadê yê ser bi Sineyê karê mamostatiyê kiribû: “Gellekî zor bû ku ez dersê bi zimanê farsî bidim zarokên kurd, em li derve bi kurdî diaxivin û di hundirê dersê de bi farsî.” Rehîm di heman salê de bû endamê PDKÎ (Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê). Di nav xebatên ku Rehîm girtibûn ser milê xwe, li welêt xebata fêrkirina zimanê dayîkê bû, ew bi vê xebatî jî pirr serbilind e: “Tiştê ku ez pê şanaz im, ku ez yek ji wan kesan im ku rolek di sazkirina departamenta fêrkirina zimanê kurdî de lîstiye.”

Rehîm di 1985ê de ji welêt derdikeve. Wî dixwest biçe Swêdê lê ew xwe digihîne Spanyayê û li vî welatî dimîne: “Bi rastî ne tenê ji ber çewsandinê ez ji welêt derketim, plana min hebû ji bo pêşketina şexsî, min daxwaz dikir ez biçim Swêdê lê hevalekî min bi navê Mustefa Şemamî ez vexwendim Spanyayê û ji ber vê rindiya ku bi min kiriye ez wî qet ji bîr nakim. Ji ber du sedeman ez mam, ew jî ku xelkê vî welatî pirr şîrîn in û ji ber xweşbûna hewayê”

“Qasimlo bû qurbanê fikirê xwe yê humanîst”

Di pirtûka Carol Prunhuber ya bi navê “Êş û Mirina Rehmanê Kurd, Xewna Kurdistanê” de, navê Rehîm di nav kesên ku nivîskar spasiya wan kiriye de derbas dibe. Rehîm sedema vê yekê wiha şîrove dike: “Berî çapkirina pirtûkê, nivîskar beşên kitêba xwe yek bi yek ji bo serrastkirina hin agahiyan û ji bo lêvegerandinê ji min re şandibûn, min jî ew agahî ji Ebdullah Hesenzade (Mamoste) re şandin. Mamoste hûrgiliyên xebata PDKÎ baş nas dikir. Wî agahî serrast dikirin û ji min re dişandin û di dawiyê de pirtûk bi saya erka gellek kesan ronahî dît”.

Ji çepê Qasimlo Ebdullah Qadirî û Rehîm Qadirî di sala 1987an de li Madrîdê

Carol Prunhuber di pirtûka xwe de behsa hişyariyên Hélène Krulich, hevsera Qasimlo, Celal Talabanî û Bernard Kouchner ji Qasimlo re dike, daku haya wî ji rejîma îranî hebe, lê Qasimlo îsrar kiribû li ser danûstandinan. Rehîm sedemên vê îsrarê wiha vedibêje: “Ez diramim ku du sedem hene, ya yekemîn ez bawer dikim ku Qasimlo bû qurbanê fikirê xwe yê humanîst, wî digot em tiştekî pîs nakin, tirs li ba me tine ye, ew diramî ku PDKÎ ti kiriyarên tund li dijî kesî nedikir, ji ber wê jî ti kes ziyanê nagihîne wan. Ya duduyê jî, dema wî ligel rejîmê danûstandinê dikir, mercên ciyawaz hebûn, şerê heşt salan ligel Îraqê bi dawî bûbû, mîlyonek kes qurbanî hebûn, di nav wan de kuştî, birîndar û windayî. Ew diramî eger Îran ligel rejîmeke hovane wek ya îraqî dixwaza aştiyê bike, ji bo çi wê ligel Kurdan danûstandinên aştiyê neke”.

Li Stenbolê Rehîm bû qurbanê Kurdfobiyê

Sala bihorî rojnameya El Mundo nûçeyek bi sernivîsa “Polîsên tirk heqaretê li Spaniyekî esilkurd dike” weşand. Kesê ji aliyê polîsên tirk ve hatibû biçûkxistin Rehîm bi xwe bû: “Ez ligel nivîskarê baskî Manuel Martorell diçûm Başûrê Kurdistanê, bi rêya Stenbolê. Di geşta vegerê de û di cihê kontrola pasaportan de karmendekî li min nêrî weke ku ez ji planêteke din hatibim, karmendê kontrolê bi destê nîşanî min da ku ez xwe bidim aliyekî, wî karmendî telefonî hevkarên xwe kiribû. Sê kes hatin û ez birim cihekî din, yekî ji wan li pasaporta min dinêrî û dikenî, ez bûm mijara henekên wan û xwestin ku wêneyekî ji pasaporta min çêbikin, tenê ji ber ku navê Kurdistanê li ser bû. Ez wêda birim û wêda anîm, di dawiyê de dest ji min berdan, lê li şûna mora reş ya sor li pasaportê xistin.”

Rehîm ev deh sal in ku karê wergerandinê dike û di van du salên dawî de hemû dema wî bo vî karî derbas dibe. Dema wextê wî hebe ew gotaran ji bo malperên spanî dinivîsîne û hin caran beşdarî konferans û panelên li ser pirsa kurdî dibe. Rehîm kesera kêmbûna demê wiha tîne ziman: “Herdem min digot eger rojek bê û dema min tenê ji bo danasîna doza kurdî çêbibe, minê erdhejek li Spanyayê çêkiriba, têkiliyên min ligel sê partiyên sereke li vî welatî hene, her wisa pêwendiyên min ligel alavên ragehandinê jî hene, lê mixabin karûbar hemû wextê min distîne û dibe asteng ji xebata întellektuelî.”

Rehîm heya berî pênc salan nunerê PDKÎ li Spanyayê bû, lê ji ber perçebûna ku di nav partiyê de çêbûbû wî bi destjêberdana ji karê partiyê nerazîbûna xwe ji vê parçebûnê nîşan da, lê “hêj têkiliyên min ligel herdu perçeyên partiyê hene û min ji wan re gotiye roja hûn bibin yek, ezê nunertiya we li Madrîdê bikim”.

Read Full Post »

Older Posts »

%d bloggers like this: