Feeds:
Posts
Comments

Archive for the ‘Galîsiya’ Category

Foto: GzVideos.info

Rûdaw / Z.A – Di 29ê Kanûna borî de maçeke fotbûlê di navbera tîma Kurdistan û tîma Galîzayê li bajarê Pontevedra ya bi ser herêma Galîza (herêmeke xweser li bakurê rojavaya Spanya) hate lidarxistin, di encamê de jî Galîza 3-2 biserket.

Koma Siareiros Galegos ya ku ji hezkiriyên tîma netewî ya Galîza pêk tê her sal tîma netewên neserdest vedixwîne ji bo ku li dijî tîma netewî ya Galîza bilîze.

Derbarê vê çalakiyê jî GzVideos.info vîdyoyek weşand bi navê “Kurdistan dijî Galîza. Du netew, heman armanc: Fermîbûn!”  Vîdyo bi derbasbûna herdu tîman ji saheyê destpê dike, li pêşiya wan jî du mûzîkvan bi cilên folklorî dimeşin. Alên herdu netewan li ser nexşeya herdu welatan hatibûn danîn lê lîstikvanên tîma Kurdistanê ala kurdî hilnedabûn.

Berî despêkirina maçê Davide Rodeiro, kordînatorê koma Siareiros Galegos, li ser Kurdistanê axivî û hinek agahî dan cemawerê amade, piştre jî sirûda “Ey Reqîb” hate xwendin.

Di tîma Galîza de keç jî hebûn

Davide Rodeiro diyar kir ku ji ber astengiyên ku ketibûn rêya wan ji bo bidestxistina vîzayê ji lîstikavnên ji bakur û başûrê Kurdistanê ew neçar mabûn ku lîstikavanên Kurd ji Ewropayê (Almanya, Fransa û Dînamark) vexwînin ji bo vê hevdîtinê. Di tîma Galîza de lîstikvan ne têne zilam in, her wiha jin jî ligel wan dilîzin, çar lîstikvanên jin di vê maçê de cih digritin.

 “Gellek xebat li pêşiya me heye ji bo ku mafên me bên naskirin”

Li kêleka maça futbûlê çalakiyên din jî hatin lidarxistin weke xwepêşandan û panelan. Séchu Sende panelek bi navê “Galîza û Kurdistan, gelên bira, zimanên bira” sazkir. Sende derbarê ji Rûdawê re got, “Gellek xebat li pêşiya me heye ji bo ku mafên me bên naskirin, cihê kêfxweşiyê ye ku me şahiyek di navbera du netewên heval çêkir. Hêvîdar im ku li Galîza hercar bêhtir Kurdistanê bê naskirin û her wisa li Kurdistanê welatê me jî bê naskirin, ji ber ku gellek tişt hene ku em bi hev re parve bikin”.

Advertisements

Read Full Post »

Kurd Maverike

AVESTA – DJyê Dêrsimî “Kurd Maverike” wê siba li herêma Galîsya (bakurê Spanya) konsertek li dar xîne. Rojnameyên Galîsî di derbarê beşdarbûna Kurd Maveriek di vê vestîvalê de çi nivîsandin?

Rojnameya herî navdar li Galîsya beşdariya Kurd Mavrike di sernûçeya xwe de weşand û got ku Kurd Mavrike wê xwe nêzîkî bajarê Orense bike tevî xebatên xwe ên ku li Parîs, Sîdney, Mosku, London… rastî serkeftinê hatine. Yek ji kualîteyên wî ên herî baş koneksiyona wî li gel cemawerê xwe.

Rojnameya “Faro de Vigo” beşdarbûne Kurd Maverikae weke beşdarbûna stêrk bi nav kir. Rojname dinivisîne: Ew di eslê xwe de kurd e û li Almanyayê dijî.

Yek ji berpirsiyarên  festîvalê Gonzalo Carballeda Pinal dibêje: “Kurd Maverike yek ji wan pênc DJyên herî serkeftî di cîhanê de, beşdarbûna wî di vê festîvalê de ji bo me gellek girîng e.”

AVESTA – Zinar Ala

Read Full Post »

Carla ji Santiago De Compostela berê xwe dabû Kurdistanê û Newroza xwe, bi kêfxweşî, li Amedê pîroz kiribu.

Keçeka Galîsî Carla berî du mehan li Galîsya – Spanya bû û ji AVESTA re behsa serdaneke xwe ji bo Kurdistanê kiribu. Belam niha  Carla li Kurdistanê dimîne û Newroza xwe li Amedê derbas kiribu.

Carla,di nameya xwe de ji bo AVESTA, bi eşeqekî mezin behsa xweşbûna Newroza Amedê kiribû (govend, stran, cilên kurdî…hwd).

Lê ji bo Karla tiştî herî xweş di roja Newrozê de dîtina Leyla  bû.

Carla berê du mehan xwestibû ku Leyla li bajarê  Santiago De Compostela bidîta lê Leyla, ji ber sedemên nenas, nehatibu bajarê wê.

Carla dinvisîne: Wek meteloka spanî dibêje: “Eger çiya nehat ba Muhammed (Pêxember), Muhammed diçe heya çiyê”,  anko Eger Leyla nehat Santiago, Santiago wê biçe cem Leyla.

Û wisa bû, Carla ji Santiago berê xwe dabû Amedê û bi alîkariya diya Hesen (jineke dêrsimî)  kontrol derbas kirin û xwe nêzîkî Leyla kiribû û ligel wê axifî.

Carla: ” Querer es poder ” anko yê ku bixwaze dikare bigihêja armanca xwe.

Carla ji Amedê, bi van tîpan, nameya xwe diqedîne: NEWROZ PIRÖZ BE!!!!!

Amadekar: Zinar Ala

Kê an jî çi nehîşt ku Leyla Zana were Spanyayê?! (Foto)


Read Full Post »

bici3

AVESTA / Spanya – Guizmo û Ratur du ciwanên galîsî ne, wê li ser bîsklîtên xwe bi hezran Kîlometir qot bikin ji bo serdana Kurdistanê.

Guizmo û Ratur du ciwanên galîsî ne ji bajarê Santiago De Compostela yê ku li rojavaya bakurê Spanyayê dikeve, ev bû 21 roj ji bajarê xwe derketine û berê xwe dana bakurê Kurdistanê û wê li bajarê Dêrsimê gera xwe bi dawî bikin.

Guizmo û Ratur niha gihîştine başûrê Fransayê û dixwazin çend rojan li bajarê Nîmes lingên xwe vehesînin.

Piştî 21 roj ji ajotina bîsklêtê, Guizmo û Ratur wisa behsa îşeka fîzîkî dikin: “Em gellek westiyane, edî lingên me bi me re deng dikin”

Belam moralên Guizmo û Ratur pir bilind in: ” Em ê li berxwe bidin, çi bibe bila bibe em dev ji serdana Kurdistanê bernadin”.

Guizmo û Ratur, piştî derketina wan ji Fransayê, dê derbasî Îtalyayê bin û wê li ser Sloveniya, Kroatiya, Serbiya, Romanyaa, Bulgarya, Tirkiyê derbasbin ta ku bigihêjin Kurdistanê û rawestgeha wan ya dawî wê bajarê Dêrsim be.

Em hêvî dikin ji hemû kurdên me yên li diayasporayê û yên ku li welat dijîn eger rastî van du lehengên galîsî Guizmo û Ratur werin ku piştgiriyê bidin wan.

Guizmo û Ratur di nameya xwe de ji bo AVESTA wisa dinivîsînin: “Em diçin Kurdistanê ta ku em rastiyê nasbikin û ji bo em rewşa gelê kurd bi çavê xwe bibînin, hêviya me ku em azadiya Kurdistanê bibînin”

Avestakurd – Zinar Ala

bici1

bici2

bici4

Read Full Post »

Birêz Leyla Zana:

Ez, ji we re vê nameya vekirî, bi mûnasebeta “Gera Galîsya”, a ku we di kêliya dawî de îptal kirî, dinivisînim. Ji ber vê yekê, feyde heye ku, bûyerên di vê navberê de qewimîne, ez cardin bi we bidim bibîranîn.

Li Galîsya ya ku herêmek otonom a Îspanya yê ye û xelk ek cûda lê dijî, Midûriyeta Piştgirî û Ciwaniyê ku grêdayî Cîgirayetiya Serokwezîrê Hikûmeta Galîsya yê ye, ev çar sale, di bin navê “DANÛSTANDIN”an (conversascon:) de rêzekonferansên lidardixe. Ji her deverên cûda yên cîhanê rewşenbîr, rêveber, nivîskar, profesor, parêzerên mafên mirovan, derhênerên sînemayê, rayedarên gellê bindest, siyasetvan tevlî van konferansa bûne û dibin. Di nav van kesên heta niha tevlî bûyî de, ev nav vêga tên bîra min. Derhênerê navdar yê brîtanî Ken Loach, Serokwezîrê Katalonya yê Berê Jordi Pujol, Bavê hûnermendê bi navûdeng Manu Chao, Ramon Chao, Cigirê Serokwezîrê Galîsya Anxo Quintana, rewşenbîr û siyasetvanê Filîstînî Mustafa Barghouthi, parazvanê gellên berê yên Emerîka Latînî Nina Pacari’yê Ekwatorî, temsîldarê gellê Sahara Jadiya Hamdi, nûnera Dayîkên Plaza Del Mayo yên Arjantînî Elsa Sanches de Oesterheld, xwediyê Xelata Aşitî ya Nobel’ê Adolfo Perez Esquivel’ê Arjantînî, tenê çend kes ji bêşdarvanê van konferansa bûn.

Li ser pêşniyara hevalekî Galîsyayî, a ‘bila nûnerek kurdan jî tevlî konferansê bibe’, min di tarîxa 25’ê Mijdara 2OO8’an de, bi Dîrektorê Daîreya Piştgirî û Ciwaniyê, bi birêz Ruben Cela Diaz re, li meqamê wî, hevdîtinek pêk anî. Birêz Cela, diyar kir ku ev yek ji bo wî bextewariyek mezin e û xwest di demek kin de, vê yekê pêk bîne. Înîsiyatîfa navê ku wê bêşdarî konferansê bibe, bi tevahî ji min re hişt. Min jî, bê tereddûd, wê gavê navê we telaffûz kir û me li ser vê yekê lihevkir.

Ji ber ku têkiliya min dîrekt bi we re tûne bû, heman rojê, ez li endamê Meclîsa Partiyê yê DTP’ê û Serokê Şaremîna Sûr ya Berê, li birêz Abdullah Demirbaş ku ew jî berê mîna vexwendvanek hatibû Galîsyayê, geriyam û min jê xwest alîkarî û navbeynkariyê bike. Birêz Demirbaş, di 27’ê Mijdarê de e-mail ek ji min re şand û li wir dinivisîne ku we, li vê pêşniyarê pozîtîv mêzekiriye û xwestiyê di derbarê hûrgiliyê bernameyê de agahdar bibe. Ji ber vê yekê jî telefona we ya malê nivisandiye ku ez li we bigerim û agahdar bikim. Li ser vê yekê, min jî 28’ê Mijdarê telefonî mala we kir. Ji ber ku hûn ne li mal bûn, berê min dan sekreterê we Ayşegül Doğan. Piştî vê yekê, min hemû hevdîtinên din, bi birêz Ayşegül Doğan’ê re çêkir.

Herweha, di heman rojan de, ez li hevalê xwe, yê li London’ê rûdine, li Yaşar Karadoğan geriyam û min jê tika kir ku bi were bikeve têkiliyê. Li ser vê yekê, birêz Karadoğan, hem bi we re, hem jî bi xanima Ayşegül’ê re têkilî danî û xwest ku hûn îştiraqî konferansê bikin.

Meh ek beriya konferansê, Temsîldarê Ewrûpa yê DTP’ê, birêz Fayik Yağızay li min geriya. Birêz Yağızay, ji min re got, hûn li wî geriyane, ji ber ku hûn min nas nakin, bi wî şêwirîne. Ewî jî ji we re gotiye, qet pirsgirêk dernakeve, hevalê min e û qasê ku ji min re gotî, di vê mijarê de, çek ek vekirî daye we.

Beriya derbasî aliyên teknîkî yên konferansê bibim, dixwazim bibêjim ku şerha yekane ya birêz Ayşegül Doğan danî ber min, bi we re hatina wê a konferansê û çêkirina bernameyek dûkesî bû. Min jî qet îtiraz nekir û bername ji bo dû kesan hate sererastkirin.

Dest bi amadekariyên teknîkî yên konferansê hatin kirin. Hate plankirin ku, konferans li dû bajarên cûda bên çêkirin. Di 29’ê Çile ya 2009’an de, li paytexta Galîsya, li Santiago de Compostela û di 30’ê Çile ya 2009’an de, li bajarê herî mezin yê Galîsya, li Vigo. Ji bo afîşên konferansê, min ji we jînenîgariya we û wêneyek we xwest. We, ev tişt, di 24’ê Kanûn’ê de, ji min re şandin. Min jînenîgariya we wergerand zimanê Galîsyan û bi wêneyê we re, di 26’ê Kanûn’ê de, min ji hikûmetê re şand.

Afîşên konferansê hatin amadekirin. Mînak ek afîşên hatî amadekirin, min ji we re şand. Afîş, li her deverên dû bajarên ku wê konferans lê werin darxistin, hatin daliqandin. Hemû amadekariyên teknîkî yên konferansê hatin kirin. Hikûmeta Galîsya, ji we re, dû vexwendnameyên fermî birêkir. Rezervasyonên hotêla hûnê lê bimînin, hatin kirin. Bilêtên teyareya we, hatin kirîn.

We, di 25’ê Çileya 2009’an de, metna axaftina xwe ya çarrûpelî, ji me re şand. Teksta axaftina we, ji aliyê min ve, ji bo zimanê Galîsyan û Îspanî hate wergerandin. Wergera Galîsyanî ji hikûmetê re hate şandin.

Di 27’ê Çileyê de, rewşa dawî ya bernameyê ( Ji bilî randevûya we ya bi Wezîrê Çandê re, hîna tam nehatibû teyîdkirin, ku ew jî dûre sererast bû) me ji we re şand. Li gor vê bernameyê, ji bilî konferansan, di derbarê resepsiyonên we yên bi Cîgira Seroka Parlamentoya Galîsyan, ya bi xanim Tereixa Paz û bi her sê berdevkên partiyên di parlamentoyê de ku grûbên wan hene, hûn hatin agahdarkirin. Û piştî vê resepsiyonê, di Avahiya Hikûmetê de, randevûya we a bi Wezîrê Çandê yê Galîsyan re, ji we re hate gotin. Herweha, hûn di derbarê konferansa ku wê di 30’ê Çile de biqewime û wê ji aliyê Wezîra Teresa Taboas ve were pêşkêşkirin û bi hevkariya Dîrektorê Giştî yê Piştgirî û Ciwaniyê birêz Ruben Cela Diaz û Cîgirê Serokê Delegasyona Vigo birêz Fransizco Javier Verea Argibay ve bidome, hatin agahdarkirin.

Di 28’ê Çileyê de, hertiştê ku bi konferansê ve girêdayî bûn, amade bûn. Tenê, em li benda hatina we bûn. Ji ber vê yekê, heman rojê, rayedarê hikûmetê birêz Ruben Cela, civînek çapemeniyê lidarxist. Di vê civînê de, di derbarê konferansa we de, agahî da çapemeniyê û hemû medya vexwend konferansê. Îlanên li ser konferansê, di hemû televizyonên herêmî, radyo û di rojnameyan de derketin.

Divê, di Sibeya 29’ê Çileyê de, di siet 07.55’an de, teyareya we ji Brûkselê rabûya. Di şeva 28’ê Çile dikir 29’de, sekretera we, Ayşegül Doğan li hizûra we, li min geriya û got ‘problemek heye’. Dema min jê pirsî problem çi ye? Got: Berpirsiyarê Ewrûpa yê DTP’ê Fayık Yağızay dixwaze bi Leyla xanim re were û ji min hat xwestin ku ez bi rayedarên hikûmetê re cardin bikevim têkiliyê û di heman teyareyê de, ji bo wî bilêt were kirîn, heger ev yek neyê cîh, wê neyê.

Li ser vê yekê ez heyirîm û min got ne mimkûne ku di vê sietê de ez bikaribim bi rayedarekî ve bikevim têkiliyê. Piştî vê yekê sekreterê we ji min xwest ku ez bi pereyê xwe bilêtê bikirim û dûre vê yekê bi hikûmetê re biedilînim. Min jî bersivek negatîv da. Sekreterê we got, ezê piştî 2 deqîqeyan cardin li we vegerim û telefon girt. 2 deqîqe şûnda, vê carê jî Fayık Yağızay li min geriya. Fayîk Beg, tiştên sekreterê we ji min re gotî, dûbare kir û ev yek lê zêdekir: Ji ber ku hûn min baş nasnakin, hinek wesweseyên we hene û ji ber vê yekê hûn dixwazin Fayîk Beg, refaqata we bike. Min jî li ser vê yekê got, heger Fayîk Beg dixwaze were, bila bilêta xwe, bi perê xwe bibire û dûre dema hat vê derê emê bi rayedarê hikûmetê re biaxivin, heger qebûlkirin wê pirr baş be, heger qebûlnekirin wê demê ne fermî ye, lê belê dîsa mîna mêvan emê wî pêşwazî bikin û jê re bêjin ‘tû bi xêr hatî’. Li ser van axaftinan, Fayîk Beg ji min re got, pirr karên wî hene, lê dîsa wê hewl bide ku bi we re bikaribe were û pirsgrêkê jî wê çareser bike û telefon girt. Cardin piştî 2 deqîqeyan sekreterê we li min geriya û bi kûrtasî got ewên neyên, “Leyla xanim, ji nişka ve, nexweş ketiye, agirê wê bilind bûye û wê sibê ji hikûmetê re nivîsekê binivisîne” û telefon girt. Û hûn nehatin. Tevahiya meselê weha ye. Hevalekî minî kurd, bi navê Zana, ku ji 1000 kîlometre dûr, ji Katalonya, ji bo ku gûhdarî li konferansa we bike hatîbû jî, şahidê hemû axaftinên min yên bi we re ye. Disa, hanımekî ji Galisyan bi navê Pepa Baamonde jî şahidê wan hemû axaftinên telefonê bu.

Ezê ji we re qala tevlîheyiyên piştî îptalkirina konferansê, reaqsiyonên xelkê Galisyan, yên dezgeha amadekar, kesên keda wan di vê pêvajoyê de derbas bûne, nekim. Ji ber ku ne qapasîteya min a rêman, ne jî rûpel têra vê yekê dikin. Heger hûn bixwazin li ser vê yekê xwedî agahiyên hûrgilî bin, hûn dikarin li rojnamevan Zinar Ala’yê kurdê Efrînê ku li ser navê malpera avestakurd, 700 km ji dûr, ji bo konferansê hatibû bigrin.

Birêz Leyla Zana,

Beriya ku ez derbasî pirsên xwe bibim, tevlî gûmanên we yên ne di cîh da, ez dixwazim li ser vê mijarê bisekinim. Kurda yekem ya ku wê bihata vê derê, ne hûn bûn. Beriya we jî gellek kes hatibûn û min ev yek ji we re jî gotibû. Ji bo ku ez bi we bidim bibîranîn, cardin dûbare dikim.

*
Hevseroka DTP’ê ya Berê birêz Aysel Tuğluk, li ser vexwendina Şaredariya Santiago, hat vê derê û konferansek da.
*
Şaredarê Berê yê Şaremîna Sur, birêz Abdullah Demirbaş, li ser vexwendina Şaredariya Santiago hat vê derê û konferansek da.
*
Şandeyek ji 4 kesî, li ser navê Şaremîna Sur, di bin serokatiya birêz Abdullah Demirbaş’de mîna vexwendvanê Şaremîna Santiago hatin vê derê û danûstandin pêkanîn.
*
Hûnermenda Kurd Nilüfer Akbal, mîna vexwendvanek Şaremîna Santiago hate vê derê û konserek da.
*
Hûnermenda Kurd Aynur Doğan, li ser vexwendina Şaremîna Santiago hate vê derê û konserek da.
*
Şaremîna Santiago, ji bo gellek projeyên Şaremîna Sur ya Diyarbekir mîna “hevkar” mora xwe bikaraniye.
*
Şaremîna Santiago, ji ber ku zarokên kurdan bikaribin bi zimanê xwe yê zikmakî bixwînin, 2000 hezar pirtûkên kurdî çapkirine û şandine welêt.
*
Şaremîna Santiago, 5 rojan li Santiago, bi navê “Hefteya Çanda Kurdî” çalakî lidarxistî ye.
*
Ew kesê ku hûn dibêjin ez nikarim bêyî wî werim, birêz Fayık Yağızay hat vê derê û 10 rojan bû mêvanê min.

Birêz Leyla Zana,

Kê û çima hatina we ya vê derê, di kêliya dawî de, nexwest.?

Beriya 2 deqeyan bazariya bilêtê tê kirin û lê piştî 2 deqîqeyan hûn çawa û ji nişka ve nexweş dikevin?

We gotibû ezê mazereta xwe bişînim, sedemê mazereta we a neşandinê, gelo dibê ku hûn hîna di nexweşxaneyê de bin.?

Gelo hûnê lêborîna xwe, ji gellê Galîsyan û ji hikûmetê bixwazin?

Ji ber taahhûda we, ku ne ji ber sedemek konkret nehat cîh, gelo hûn difikirin ku mesrefên Hikûmeta Galîsyan, yên li we hatî xerckirin, “pereyên dewletê” şûnda razînin.?

We çima ew kesê ku hûn dibêjin ‘bêyî wî ez nayêm’ berê neêxist nava bernameya xwe? Herweha, rojek beriya ku hûn werin, ez bi sekreterê we re dû caran axifîm, çima qala vê meseleyê qet nehate kirin?

Gelo hûn di wê zanebûnê de ne ku, têkiliyên hin kesan, bi salan, bi eniya xwêdana xwe çêkirî, we di kêliyekê de herimand?

Bi vê helwesta xwe ya ji berpirsiyariyê dûr, gelo hûn dizanin we zerar ne tenê da xwe, herweha gellê kurd?

12.02.2009, Galîsya/Ispanya.

İrfan Güler

Nûçeyek girdayî nameyê: Kê an jî çi nehîşt ku Leyla Zana were Spanyayê?! (Foto)

Read Full Post »

5024

AVESTA – Di 29 ê vê heyvê de AVESTA berê xwe dabû Galîsyayê (bakurê rojavaya Spanya) ta ku di konferansên siysetmedara kurd Leyla Zana de amade be, lê Leyla nehat?!

Berî du rojan AVESTA nûçeyek di derbarê hatina Leyla Zana de ji bo herêma Galîsyayê ta ku du konferansan li ser rewşa aktuel ya kurdan li darbixîne weşand.

AVESTA berê xwe da cihê konferansê, lê pir mixabin em rastî noteyeke li ser deriya hotêlê hatin, ew note dide xuyakirin ku konferans, ji ber sedmên derveyî îradeya komîteya amedekar, li dar nakeve.

Ji bo konferansên Leyla, di hemû rojnameyên rojane, radyo û televîzyonên Galîsyayê de, gellek reklam hatibûn dayîn, her wiha em rastî broşora konferansê di dikaneke firtoina kincên zarokan de hatin.

Nehatina Leyla xemgîniyeke mezin di dilê hemû mêvanên konferansê de hîşt.

Carla Keçekek galîsî, ku ne tenê evîndarê Hesen ê (ciwanekî Dêrsimî) xwe ye, her wiha aşiqê kurd û Kurdistanê ye jî, fam nedikir ji bo çi Leyla nehatibû, ew ji komîteya amdekar wiha pirs dike: Yanî hîn negihîştiye bajarê Santiago De Copmostela? Ew li balafirgehê dimîne an jî hîn ne gihîştiye Spanyayê? Gelo em dikarin siba li bajarê Vigo wê bibînin?

AVESTA ligel keçeke galîsî axifî, ew gellek xemgîn bû ji ber nedîtina Leyla lê bi aşqeke mezin behsa Kurdistanê dikir, nemaze Dêrsim û çemê Munzur. Carla di buharê de dê biçe Kurdistanê, wê bi şabûneke mezin qala serdana xwe ji bo Kurdistanê dikir.

Komîteya amdekar ji mêvana re digot ku Leyla nexweş ketiye ji ber wê nehat.

Pepa, yek ji organîzekarên konferansê, ji AVESTA re axivî û gellek tişt eşkere kirin.

Pepa gotibû ku wan berê du mehan ligel Leyla Zana kontakt danîbûn ji bo lidarxistina konferansan. Ji ber wê xebatek dijwar hatibû kirin ji bo biserxistina van konferansan, ev xebat bi saya keda Irfan Guler, xortekî kurd ku li Santiago De Compostela dijî, hatibû kirin.

Ji bo wergirtina piştgiriya şaredariya Santiago û Hikûmeta Galîsyayê ji bo organîzekirina van konferansan xebateke rojane hate kirin.

Pepa wiha berdewam dike: “Ji bo lidarxistan konferansan vexwandinek ji Leyla û sekretera wê re hatibû şandin, lê berê rojekê “Kadirê partiyeke siyasî li Ewropa” telefon dike û dibêje ku ew jî dixwaze ku were dawetkirin. Gava ku me jê re diyar kiribû ku em nikarin daxwaza wî pêk bînin, Kadirê partiyê wiha bersiv da: “Eger ez neyêm Leyla jî nayê”. Daxwaza kadirê partiyê xeyalî bû, û ne di cih de bû, divê ku ji zûde daxwaza xwe nîşan kiriba, ne berî rojekê ji lidarxistina konferansê”.

Zana kurdekî ku 1000 km qotkiribû ji bo dîtina Leyla, bi hêrs, wiha nerazîbûna xwe ji helwesta kadirê partiyê nîşankiribû: “Ev kes dijminjê kurd û Kurdistanê ye, ev kes dijminê gerîlayên serê çiyan e”.

Zana, bi dilêşî û rûkenî, dibêje: “Mixabin me Leyla nedît, lê bi serdana bajarê Santiago De Compostela (yek ji Cihên Hecê yên xirstiyayên cihanê) êdî em bûne hecî”

Pepa gellek rexneyên tund li Leyla kiribûn, ew helwesta kadirê partiyê dikare fam bike lê bêdengiya Leyla nikare fam bike. Dibêje: “Nameya lêborînxwestinê ji aliyê Leyla nehatibû şandin, tenê dixwazim nas bikim eger ew xwedî îradeyek serbixwe ye an jî na?”.

AVESTA kopiyek, bi zimanê galîsî, ji axaftina Leyla yê ku ji bo konferansê hatibû amdekirin bi dest xist. Wek me berê dabû xuyakirin navê konferansa Leyla “Rewşa aktuel ya kurdan” bû, belam di kopiya axaftina Leyla de, Leyla tenê bi nîv xêzek qala kurdên Îran û Suriyê dike. Bi ferehî behsa rewşa bakurê Kurdistanê dike nemaze behsa AKP û PKK dikir, peyva PKK 7 caran hatiye dubarekirin.

Pir mixabin, fersendeke dîrokî ji bo şîrovekirina rewşa kurdan hate wendakirin, sûdeyên siyasî ji Hikûmeta Galîsyayê nehatin wergirtin. Du meh ji ked û xebata birêz Îrfan Guler vala çû. Îrfan ji bo danasîna doza kurd û Kurdistanê li Herêma Galîsyayê gellek çalekiyên çandî û hunerî organîze kiribûn, lê piştî vê buyerê dilê Îrfan ji her tiştî sar bû, ew nizane çawa ku ev çewtiya mezin ku di derheqê gel û hikûmeta galîsî hatibû kirin dê were çareserkirin.

Santiago De Compostela – Zinar Ala




Read Full Post »

21 Kanûn 2008 Yekşem Saat 18:39

AVESTA – Wek hûn dizanin bayloza mûzîka kurdî li seranserî cîhanê di 13ê Kanûnê de li Spanya bû, fermo li fotograf û vîdyoyên Aynurê guhdar û temaşe bikin.

* Spasiyek pir taybet ji bo ALFAYA ku van fotograf û vîdyoyan diyarî AVESTA kirin.

Amadekirin: Zinar Ala

Read Full Post »

Older Posts »

%d bloggers like this: