Feeds:
Posts
Comments

Archive for the ‘Spanya’ Category

kamyona avsark

Pêr roja çarşemê li herêma xweser ya Baskê sê xortên kurd di avsarka kamyonekê de hatibûn dîtin. Ajokerê kamîyon li benzîgehekê ya bajarê Hernani rawstiya bû. Despêkê polîs guman kiribûn ew kes penaberên sûrî bin lê piştî guhdarkirina daxuayniyên wan, derket holê ku ew ji bajarê Kerkûkê hatine.

Bûyer danê êvarê saet 18.40 rûdabû, ew jî bi saya şofêrên ku li benzîngehê bûn, dema wan dengê derbeyan û qêrînê ji hundirê avsarkê bihîstin, tavilê derî vekirin û dîtin ku sê xort têde bûn û tenê turikên xewê bi wan re bûn. Di cih de polîs û ambûlans hatin cihê buyerê, her sê xort ketin nexweşxaneyê ji ber daketina asta germbûna wan, wan nêzîkî 10 saetan di  bin germbûna 10 derecyan de mabûn.

Tendûrustiya du xortan zû baş bû lê yê siyem, 19 salî,  serma xwaribû û tevahiya rojê di nexweşneyê de mabû. Ciwanên kurd ji polîs re gotibûn ku ew ji Dewleta Îslamî û ji çengê reviyane.

Li gorî daxuyaniyên xortan wan 25.500 dolar dabûn mafyayê da ku wan ji Tirkiyên heya Brîtanyayê bînin. Lê piştî rêwîtiya mehekê xortên kurd gihan welatê Bask û ew niha neçar in ku serî li mafê penaberiyê li Spanayê bidin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku di meha tebaxa borî de 71 penaber li Austuryayê di avsareke kamyonekê de bê giyan hatin dîtin, di nav wan de çend penaberên kurd ji Rojavayê Kurdistanê jî hebûn.

Advertisements

Read Full Post »

Parlemana Katalunya

Parlemana Katalunya

Rûdaw / Z.A – Roja pênşema borî (10ê Tîrmehê) parlamana katalan di rûniştineke xwe de pêşniyarekê derbarê nasîna mafê çarnenûsiyê ji gelê felestînî û kurd û mafê lidarxistina referendûmê ji bo gelê sahrawî  re red kiribû. Dijberiya parlamanê ji pêşniyarê re bi saya dengên koalisyona CIU (Partiyên Jihevnêzîkbûn û Yekîêtî) û partiya Gel (PP) bû.

Partiyê Sosiyalîst û yê Hemwelatiyan derbarê vê pêşniyarê bi awakî cuda li gorî her gelekî deng dan, lê herdû jî piştgiriya mafê çarenûsiyê ji Kurdan re  nekirin. Sosyalîs ji aliyekê piştgiriya mafê çarenûsiyê ji Felestîniyan dike û her wisa piştgiriya lidarxistina referendûmê li Sahraya rojavayî jî dike lê ji aliyekê din ve  ji bo mafê çarenûsiyê ji Kurdan re bêdeng mabû.  Ji aliyê xwe ve Partiya Hemwelatiyan ji mafê çarenûsiyê ya Kurd û Felestîniyan re got na lê ji bo referndûma li Sahrayê got erê.

Partiyên ku piştgiriya her sê gelan kirin partiya Çepa Komarî, ku bi xwe hêza duyemîn e di parlamanê de piştî CIU, her wisa  partiya çepgir CUP  û kolaîsyona çep û keskan ICV-EUiA.

Sebaret vê dengdanê Desteya Katalan ji bo Piştgiriya Kurdistanê (Kurdiscat) nerazîbûan xwe nîşan da,  endamê vê desteyê Jordi Llopis  ji Rûdawê re wiha axivî: “Em bi çaveke neyênî li biryara parlamanê dinihêrin. Di nêrîna me de kolaîsyona çep û keskan dixwest sûd ji piştgiriya naskirî ya parlamanê ji çarenûsa kurdî re ji bo heman piştgirî ji Felstînê re jî bidest bixe, digel ku ew dizanîbû ku di hindirê CiU de nêrînên cuda derbarê çarenûsa felestînî hene. Di baweriya me de eger ev pêşniyar tenê derbarê netewa kurd ba wê biser keta”.

Nerazîbûna Kurdên Katalnuyayê jî dereng nema, hunermend Ganî Mîrzo di rêya Facebookê de yekser aciziya xwe ji parlamana katalan wiha nîşan da “Gelê kurd wê li benda parlamenterên Katalan nemînie ta ku derbarê  pêşeroja wan biryarê bidin…, çawa hûn dikarin bi vê mêjiyê demagojîk  biramin, hûn ji xwe re referandûmê dixwazin û hûn li yên din jî qedexe dikin”.

Xwedekara rojnamevaniyê li zanîngeha Pompeu Fabra ya Barcelonayê Emîne Hisên jî ji Rûdawê re nerazîbûna xwe wisa anî zimên: “Ev biryar pirr xemgîn e û nayê şîrove kirin. Min tştek ji PP û partiya Hemwelatiyan hêvî nedikir, lê CIU ez sorprez kirim. Ku ji xwe re mafê çarnenûsiyê bixwazin û ji bo me jî red bikin, ev di nirîna min de pirr tiştekî xerab e”.

Ji aliyê xwe ve derhênerê ciwan Azad Kanjo jî ji Rûdawê got ku ew ji dengdana neyênî ya CIU mat mabû nemaze ku Convergencia (Jihevnêzîkbûn) partiya wî ya favorît bû “Hewlwesta Convergencia ez şok û xemgîm kirim, nemaze ku min herdem dengê dida vê partiyê, ev biryara wan gellek xerab dibînim û êdî nema dengê xwe didim wan”.

“Kurdên Îraqê zîrek û bi sebr in”

Egera perçebûna Îraqê û serxwebûna Kurdistanê di van rojan de di medya spanîaxêv de gellek tê genşeşekirin. Di vê bareyê de Nivîskar û analîzvanê rojnameya El Paísê Lluís Bassets gotareke xwe bi navê “Ber bi serxwebûnê ve” wiha despê dike: “Netewek nû ber bi ragihandina serxwebûna xwe ve diçe. Ne ya katalan e. Qet nebe jî, ev e tiştê ku li ber çavan xuya dibe…, Kurdistan wê dest bi hebûna xwe wek welatekî serbixwe bike dema ku Malikî êdî nikaribe  Îraqê kontrol bike û yekîtiya wê biparêze.”

Bassets di nivîsa xwe de kurdên Îraqê weke  kesên “zîrek û bi sebr” wesif dike: “Serokê wan Mesûd Barzanî, ji parlementoyê xwest ku bang li referdûmê bike, lê di heman demê de ew ne li dijî peymanekê ye ku kurdan di hundirê Îraqeke tendurist de bihêle”.

Bassets dirame ku ti hêzeke herêmî ne jî navnetewî, dê dijberiya wê yekê nekin ku kurdan rê nedin xilafeta cîhadî ta ku dest deyne ser bîrên petrolê yên watedar û dinivisîne ku: “Nasandina wê [Kurdistan] ya navdewletî li ber destan e”.

Nivîskarê spanî dibîne ku gellek sedem hene ji bo avakirina dewleteke kurdî, wek dinivisîne Kurdistan xwedî ezmûneke siyasî ya demdirêj wek herêmeke xweser di hundirê Îraqê de. Kurd rastî jenosaydê hatine û ew xwedî kenzeke enerjiyê ne, Îraq jî êdî bûye dewletek têkçûyî.

Read Full Post »

Roja Sant Jordi li Ramblayê

Roja Sant Jordi li Ramblayê, ala Katalunyayê jî li her derê bû

Roja navnetewî a pirtûkê ya ku di 23ê Nîsanê de tê pîrozkirin li Katalunyayê bi navê roja Sant Jordi tê naskirin, li vir ev roj xwedî taybetiyeke balkêş e, ew “Cejna pirtûk û gulan e”.

Di vê kevneşopiya kevnar ya gelê katalan de mêr gul diyarî jinan dikin û jin jî pirtûk diyarî mêran dikin. Di cejna îsal de partî û tevgerên ku ji bo serxwebûnê têdikoşin bi xurtî beşdarî çalakiyan bûn ta ku pirsa serxwebûnê têkeve rojeva Katalanan. Radyo û televîzyonên katalanî û spanî bi awakî zindî çalakiyên cejnê diweşandin. Li Cadeya Ramblayê, ya herî navdar li Barcelonayê ku ji meydana Katalunyayê despê dike û li behra Spî bi dawî dibe, firoşgehên gul û pirtûkan pey hev hatine rêzkirin, di nav de jî standên partî û tevgerên katalnî jî cih digirtin. Ezmana Barcelonayê sayî bû û hewa pirr xweş bû, Meydana Katalunyayê, cadeya Ramblayê û herdû rêyên çûnûhatina erebeyan bi xelkê û geştyaran ve tijî bû. Ji zarokên 14 salî heya kesên jorî 80î salî di wê cadeyê de dimeşiyan, gellek ji wan yan gulek yan jî pirtûkek di destên xwe de rakiribûn.

Oriol Rosés i Belló

Oriol Rosés i Belló

Katalunya û Spanya weke cîran wê baştir bijîn”

Em nêzîkî standekê ya Ciwanên Netewperest yên Katalunyayê bûn ku li bin slogana “Katalunya ne Spanya ye” agahî û pankart belav dikirin. Ew rêxsitineke ku endamên wê ji 16 heya 30 salî ne, ji sala 1980î ji bo serxwebûnê têdikoşin, nûnereke wan li parlemana Katalunyayê jî heye. Endamekî vê tevgerê bi navê Oriol Rosés i Belló  derbarê armancên xwe yên sereke wiha axivî Em hest bi wê yekê dikin ku em ji spaniyan cuda ne, ti tiştên me li dijî spaniyan nîne, tenê em dixwazin dewleta xwe ava bikin, em xwe bi xwe hukim bikin, ku maf, yasa. Azadîyên me jî hebin”.

Li hemberîdijatiya hikûmeta Madrîdê ji serxwebûna Katalunyayê, Oriol pirr giringiyê nadê vê pirsgirêkê û dibêje Em bawer dikin ku wek cîran em dikarin di rewşeke baştir de bijîn, em dixwazin bi rêya pêvajoyeke demokratîk, pak û zelal, bi rêya dengdanê û bê bikaranîna tundiyê ji Spanyayê veqetin”.

Ciwanê katalanmatmayîna xwe ji berteka Yekîtiya Ewropayê(YE) derbarê çarenûsa katalana wiha tîne ziman “Ez tênagihim çawa YEyê ku xelata Nobelê ya Aştîyê di 2012an de wergirtiye û weke parêzera mafên mirovan û demokrasiyê tê binavkirin, piştigiriya xwe pêşkêşî Katalunyayê nake dema ku Spanya êrîşî Katalunya dike û dibêje ku emê li derveyî YEyê bimînin, ku referendûm li dijî makazagonê ye û mafê me nîne ku em biryara xwe derbarê serxwebûnê bidin. Ji ber wê jî berteka YEyê dûrî wan mafên ku ew dibêje parastina wan dike”.

Josep Maria Terricabras

Josep Maria Terricabras: “Bê guman jî ez serxwebûna Kurdistanê destek dikim”

Li Ramblayê jî li standa partiya Esquerra Republicana (Çepê Komarî, hêza duwem li palamanê) çivîneke çapemeniyê bi fîlosof û siyasetvanê katalan yê serbixwe Josep Maria Terricabras hate lidarxistin. Terricabras, yê ku li serê lîsteya partiyê weke kandîdat beşdarî hilbijartinên Ewropî dibe, serokwezîrê Spanyayê Mariano Rajoy hişiyar kir ji bo ku nebe kelem li hember vîna gelê katalan ji bo pêkanîna referndûma derbarê serxwebûna Katalunyayê, ku çavlirê ye di 11yê Mijdarabê de were lidarxistin. Fîlosofê katalan  berî ku nêrîna xwe derbarê serxwebûna Katalunya bide ji me re got Yekemîn tiştê ku ez hez dikim bêjim, ku ji gellek salan ve ez parastina gelê kurd û Kurdistanê dikim, min bi rêya rojnameyên belavok weşandin ji bo piştgiriya kurdan. Bê guman ez serxwebûna Kurdistanê destek dikim”. Josep Maria Terricabras dibêje ku dema gel vîna xwe ji bo bidesxistina tiştekî diyar bike ev dibe yasa, hewceya gel bi dayîna sedeman nîne ji bo daxwaza cudabûnê, wek çawa di rewşa veqetandina hevseran de, dema du kes dixwazin ji hev veqetin, tenê dibêjin ku êdî naxwazin bi hev re bijîn, her kesek dixwaze di rêyekê de biçe ji ber ku ew tişt ji herduan re baş e Gelê katalan ji zûde dixwaze rêya xwe bistîne bê ku ziyan ji kesî re hebe, em xêra her kesî dixwazin. Dema gel jî serxwebûnê bixwaze li dawiyê wê ev tişt bibe rastî. Ez bawer dikim ku êdî ev gel gihşîtiye asta ku bêje ew bûye jorî 18 salî û êdî dikarebiryara xwe bistîne, emê di îsrara xwe de bi pêşde herin heya ku em serxwebûnê bi dest bixin, ev yek jî pirr ne dûr e”.

Sant Jordi

Firoşgehên pirtûk û kulîkan li Ramblayê û derdora wê heya dawiya şevê man, katalanan pirtûk û gulan diyarî hev dikirin û yên evîndar jî ramûsan didan hev, nivîskar jî pirtûkên xwe ji xwendevanên xwe re îmze dikirin. Sant Jordî ya îsal di herêmeke xweser ya Spanyayê hate pîrozkirin. Gelo sala bê wê ev cejn li dewletek bi navê Katalunya bê pîrozkirin?

Read Full Post »

Ji çepê Marc Capellà  Nerea San Sebastián  Madhu Khatnani û Marcelo García / Foto:  Ruta de la Luz

Ji çepê Marc Capellà Nerea San Sebastián Madhu Khatnani û Marcelo García / Foto: Ruta de la Luz

Rûdaw / Z.A – Di Cotmeha borî de weqfa spanî “Ruta de la Luz” (Rêya Ronahiyê) ji bo pêkanîna misyoneke tenduristiyê serdana Herêma Kurdistanê kiribû. Misyon bi hevkariya weqfa şîrketa petrolê ya spanî Repsol hate birêvebirin û çar bijîşkên çavan tê de beşdar bûn. bijîşkan ji Spanyayê berê xwe dan Hewlêrê û ji wir serdana hinek gundên derdora gola Dukanê li nêzîkî Silêmaniyê kirin. Bijîşkan roniya çavê 1.078 kesan kontrol kirin, ku pirraniya wan zarokên ji 5 heya 17 salî bûn, ji wan jî pêdiviya 176 kesan bi sererastkirina roniyê hebû.

Du bijîşkên ji weqfa “Ruta de la Luz” derbarê misyona xwe li Kurdistanê ji Rûdawê re axivîn. Bijîşka bask Nerea San Sebastián xwest di pêşiyê de spasdariya xwe ji xelkê Kurdistanê re bîne ziman û wiha hestên xwe nîşan dan: “Bi rastî ez bêjim, ezmûneke gellekî xweş bû, xelkê wir gellekî şîrîn bûn, danûstandina wan bi me re pirr xweş bû û herdem arîkariya me dikirin. Çay û şokolat jî pêşkeşî me dikirin, herwiha em vedixwendin xwarinê li malên xwe.”

Optîkvan Madhu khatnani di dema miayanekirinê de

Optîkvan Madhu khatnani di dema miayanekirinê de

Derbarê sedema çûyîna wan ji bo çend gundên derdora gola Dukanê, Nerea dibêje: “Şîrketa Repsolê ku li wê deverê kar dike dît ku pêdiviya wê deverê bi kontrolkirina çavan hebû, nemaze ku bijîşkên çavan yên herî nêzîk li Hewlêrê ne, ango du demjimêran bi seyareyê ji wan dûr in. Repsol bi me re ket têkiliyê ji bo ku em di vê projeyê de hevkar bin. Me çavên zarokên şeş gundan kontrol kirin, herwisa çavên mamosteyan û yên hinek gundiyan jî.” Hejmareke mezin ji kesên ku hatibûn kontrolkirin, li ba wan astîgmatîsm bilind bû. Nerea xwediya ezmûneke dirêj e di vê xebatê de û derbarê sedema pirrbûna kesên ku bi vê nexweşiyê ketine, nêrîna xwe wiha vegot: “Ez diramim ku sedema vê yekê ziwabûna hewayê ye û ku toz dihêle ku xelkê herêmê çavên xwe bixurînin. Beriya salekê ez li Bolîviyayê bûm, dîsa li wir astîgmatîsm bilind bû, li wir jî hewa zuha ye û gellek toz heye. Teoriyek heye ku dibêje  ew xurandina çavan qerniye hinekî deforme dike, dikarim bêjim ku li gorî herêmên ez tê de derbas bûme ev teorî lojîkî ye”

Li aliyê din jî tiştê ku bala bijîşk Madhu Khatnani kişandinû ew ku kurtbînî (miyopî) di nav zarokan de pirr kêm bû: “Li gorî kontrolên ku me çêkirin, derket holê ku hejmara kesên kurtbîn gellekî hindik bû, berevajî tiştê ku di nav xelkê welatên rojavayî de rû dide, ev jî ji ber ku li welatên pêşketî bikaranîna kompyûter, telefonên destan û iPad hejmara miyopan zêde dike. Ji ber ku ev alav li vir pirr belav nebûne, hejmara miopan kêm e”. Madhu jî ji serdana xwe ya Herêma Kurdistanê gellekî bextewar e: “Dema me ji xelkê re got em diçin Iraqê, wan xema me dixwarin, ji ber ku medya li vir nêrîneke ters li ser rewşa ewlekariyê li Iraqê belav dike. Tiştê me li Kurdistanê dît gellekî xweş bû, ezmûneke ewqas xweş bû ku nayê jibîrkirin. Ewlekarî li wir serdest e û xwezaya Kurdistanê gellekî xweş e, di danûstandina xelkê bi me re germahiyeke zêde hebû. Herdem em vedixwendin malên xwe ji bo vexwarina qehweyekê. Deriyên malên wan herdem vekiri bûn”.

Çavkanî: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/140120141

Read Full Post »

Geşpêdana aborî  li Herêma Kurdistanê

Rûdaw / Z.A – Hefteya borî 625 fîrmeyên navnetewî ji 27 welatan beşdarî pêşangeha navdewletî “Project Iraq” bûn ya ku ji roja 28 ta 31ê Cotmehê li Hewlêrê hatibû lidarxistin. Di nav beşdarên ewropî de ya Îtalya a herî xurt bû, hejmara fîrmeyên Îtalî  bêhtirî 100î bû. Tirkiyê jî xwediya beşê herî mezin ji erdê pêşangehê bû, ew jî 1700 metre çargoşe bû. Vê carê jî Spanya bi 18 fîrmeyan berê xwe da Hewlêrê ji bo peydakirina veberanînên nû li Herêma Kurdistanê nemaze di sektorê avakirinê de. Li gorî ajansa nûçeyan yê spanî EFE radigîhîne armanca van fîrmeyan ku bikaribin bi rêya Kurdistanê derbasî bazara îraqî bibin “Kurdistan herêmek pirr ewleye beramberî herêmên din li welêt, tevî hikûmetek bi serê xwe ye û  xwedî bazareke azad e, tê texmînkirin jî ku salane pêdiviya wê bi 15.000 xaniyên nû hebin”.

“Dixwazin bibin Dubeya duyemîn”

Berpirsê fîrmeya Arte Osaka, David Nkedive, ya ku maddeyên dîkorasiyona biha çêdike, derbarê veberhênana li Kurdisatanê dibêje ew cihekî ewleye û xaka wê bi mîneralan tijî ye “Ew gellek dixwazin xwe bipêşxînin, dixwazin bibin Dubeya duyemîn, êdî hejmara erebeyên luks, navendên bazirganiyê û hotêlên payebilind pir dibin”.

Di derbarê danasîna Herêma Kurdistanê ji bo fîrmeyên spanî wezareta aborî û rikberiyê  agahiyek ji sê pelikan weşandibû û têde behsa geşpêdana aborî li herêmê kiribû. Agahî bal dikşîne ser pîşesaziya petrol û gazê weke sektorê sereke ji bo veberhênanê, lê ew behsa şaxên din dike, ew şaxên ku ji her carê bêhtir giringiya aborî li herêmê distînin, û ku fîrmeyên spanî jî dikarin têde fersendan bibînin. Sektorên ku di derbarê  wan de agahî hatine weşandin jî ev in: Avakirin, tendûristî, alav û makîneyên çandiniyê, û geştûguzarî.

“Vekirina konsolxanyekê potensiyala sûdên balkêş dide herdu aliyan”

Înteresa bazirgan û karsazên spanî ji bo veberhênan hêdî hêdî li Kurdistanê mestir dibe lê beravajî çend welatên din yên Ewropayê ku ev bû çend sal in konsolxanyên xwe li Hewlêrê  vekirine, Spanya heya niha ev gav neavîtiye.  Me ji nîvskar û rojnamevanê pispor di pirsa kurdî de Manuel Martorell pirsî ka çima Spanya derbarê  vekirina konsoloyekê li Hewlêrê dereng maye, wî  ji Rûdawê re got  ku berî salekê înteres hebû ji bo vekirina konsolxaneyê lê: “Ez bawer dikim ku ew venakin jiber ku Spanya ne amade ye bo veberhênaneke mezin li Kurdistanê. Wan konsolek ya rûmetê binavkirin lê ti hêz di destên konsolên rûmetê de tune ye”. Martorell  derbarê zêdebûna înteresa karsazên spanî li herêmê dibêje: “Rast e, ku înteresa spanî ji bo Kurdistanê geştir dibe lê di baweriya min de em spanî dereng gîhîştin Kurdistanê”.

Konsola rûmetê ya berê li Hewlêrê  María Sancho derbarê heman pirsê dibêje xwezî bersiveke li ba min hebûya, pir  hez dikim ku heyamek bihata danîn ji bo ku pêşveçûnên danûstandinên di vî warî de encamekî bidin. Mixabin jî rewş ne wiha ye,  bawer dikim di pêşdebirina têkiliyan de ji bo rûdana konsoloxaneyek rasteqîn potensiyala sûdên balkêş dide herdu aliyan”. Dibe jî ku qeyrana aborî li Spanyayê kelema sereke be “Tu dizanî ku hîç hikûmeteke spanî nikare bi ferehbûnê birame nemaze di vê demê birrandinên (kêmkirina bûçeya wezaretan) di hemû waran de”.

Çavkanî: http://rudaw.net/kurmanci/business/02122013

Read Full Post »

Hêvron di gulana borî de li Malaga / Foto: Mark Haley

Hêvron di gulana borî de li Malaga / Foto: Mark Haley

Rûdaw / Z.A – Ev 26 sal in ku programa Erasmusê derfetê dide xwendekarn, da ku ji bo xwendinê 6-12 mehan li welatên Yekîtiya Ewropayê bixwînin, wisa jî zimanekî nû fêr bibin û çandeke nû nasdikin. Erasmus bernameyeke ji bo xwendekarên zanîngehan, da ku bikaribin ji bo demekê li welatekî din bijîn û bixwînîn û wî welatî nas bikin. Herdu keçên kurd yên ji Almanyayê Dilfiroz û Hêvron jî ji vê bernameyê sûd wergirtin û demekê li Spanyayê jiyan.

Dilfiroz (Fatma) Nas ji Şirnexê ye û ev bûn 20 sal ku li Bremenê dijî. Wê beşa xebata civakî (Sozialarbeit) li zankoya Emden/Leer xwendiye û niha di warê arîkarî û şêwirmendiya malbatan de li Bremenê dixebite. Dilfiroz qet ji navê xwe yê fermî Fatma hez nake, lê ji ber pirsgirêkên burokratîk wê heya niha nikarîbû vî navî biguherîne. Hêvron Amkî jî ji Efrînê ye û ev çar sal in ku li Almanyayê dijî. Ew niha ragihandin û sosyolojiyê li zanîngeha Munsterê dixwîne.

“Mirovên wir gellekî dilgerm in, vekirî ne û arîkariya însanan dikin”

Dilfiroz par di şahiya wergirtina bawernameya zankoyê / Foto: Ji Dilfiroz Nas hatiye wergirtin

Dilfiroz par di şahiya wergirtina bawernameya zankoyê / Foto: Ji Dilfiroz Nas hatiye wergirtin

Di 2011ê de Dilfiroz ji bo şeş mehan berê xwe da Spanyayê: “Destpêkê xwendina li zanîngehê ji me re zor bû, profesor bi lez diaxivîn lê xwendekaran ji me re werdigerandin ser zimanê îngilîzî. Mirovên wir gellekî dilgerm in, vekirî ne û arîkariya însanan dikin. Li wir min tandem bi xwendekarekî spanî re çêkir, ango min almanî fêrî wî dikir, wî jî spanî fêrî min dikir, min dêbavên wî jî nas kirin, ew malbat ji min re bibû weke malbateke dûyem. Niha jî dema diçim bêhnvedana, ez serdana wan dikim.” Dilfiroz li Spanyayê bi erkekî din jî radibû: “Min dîroka Kurdan û rewşa perçeyên Kurdistanê ji xwendekaran re şîrove dikir. Ez qet nediwestiyam ji nasandina Kurdan, dema behsa gelê xwe dikim, bîhna min fireh dibe.”

“Dema ez ji Malaga derketim min gellek hêstir barandin”

Hêvron jî îsal şeş mehên xwe li bajarê Malaga derbas kirin, wê li kêleka xwendina li zanîngehê derfet dît ku gellek taybetmendiyên Spanyayê jî nas bike, herwiha germiya xelkê spanî bala wê kişand: “Di dema sê salên min li Almanyayê, min tenê du hevalên alman peyda kirin, li Spanyayê di şeş mehan de bêhtirî deh hevalên min çêbûn. Spanî gellekî vekirîn ne û biyaniyan hembêz dikin, li cihên campingê bi dehan kes dihatin li dor min digerîn, ji bo ku ez ji wan re behsa çanda kurdî bikim. Ew mirov in germ û arîkarhez in, min hest nedikir ku ez biyanî me di nav wan de, ew te hembêz dikin û te dixin nav malbat û civaka xwe. Ez ligel jineke spanî dijiyam, wê ji min re herdem digot ‘keça min, tiştek ji te re pêwîst be bêje’. Baş tê bîra min, dema ez Helebê derketim û hatim Almanyayê ez xemgîn nebûm, lê dema ez ji Malaga derketim min gellek hêstir barandin. Ev bûn du meh ku ji wî bajarî dûr ketime û ew bajar û xelkê wî bajarî hêj ji bîra min naçin.”

“Erasmus çavên mirovan vedike”

Di civakeke patriarkal weke ya kurdî de xwendekarên keç nikarin bi tena xwe dûrî malbata xwe bijîn, lê malbata Dilfiroz nebû kelem li pêşiya wê: “Dêbavên min ji bo xwendinê hemû derî ji me re vekirin, ne bi rêya xwendinê be em nikarin herin dewleteke din. Di dema xwendina zankoyê de, ez li bajarekî din, dûrî malbata xwe dijiyam. Xalê min ji dêbavên min re gotibû çawa hûn keça xwe dişînin ku bi tena xwe bijî. Bila were mala me bijî û ji wir here zankoyê. Lê dêbavên min gotin wî ku baweriya wan bi min heye, bila ez li halê xwe bim û xwendina xwe pêş de bibim.”

Dilfiroz şîretê li xwendekarên kurd dike ku fersenda tevlibûna bernameya Erasmusê ji dest xwe bernedin û wiha pê de diçe: “Ez ji hemû xwendekaran re dibêjim ku bila biçin semesterekê yan jî du li welatekî din derbas bikin. Arîkariya ku zanîngeh û dewlet dide xwendekaran têrî leçûnên jiyanê li wan welatan dike. Ezmûna Erasmusê gellekî girîng e ji bo pêşketina şexsî û çavên mirovan vedike.”

Ji arşîva me:

Xwendekarên Kurd bi rêya Erasmûsê li Portugalê ne

Read Full Post »

Hokman pitşî derketina xwe ji zindanê li bajarê Sevilla / Rûdaw

Hokman pitşî derketina xwe ji zindanê li bajarê Sevilla / Rûdaw

Madrîd (Rûdaw) – Xortê ji Rojavayê Kurdistanê Hokman Cuma (Kobanî – 1983), ku ev bûn heşt sal li Spanyayê dijî, 3 yê ji ber avêtina pêlavekê li dijî serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Tayyib Erdogan di zindanê de, dîsa  bala medyaya spanî kişand ser xwe. Dadgeha Ceza ya Sevillayê, heman dadgeha ku berê Hokman bi sê sal zindan cezakiribû, biryar da ku pêlavî wî xera bike.

Hokman Cumayê 31 salî di êvara 22ê Sibata 2010ê de li benda dîtina serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bû, yê ku ji bo wergertina xelatekê serdana paytexta herêma xweser ya Andalusyayê Sevilla kiribû. Piştî rêûresma wergirtina xelatê di avahiya şaredariya Sevilla de, Hokman li derve xwe amadekiribû ji bo ku nerazîbûna xwe li dijî xelatkirina Erdogan nîşan bide. Hokman pêlava xwe avêtibû Erdogan û bi dengekî bilind gotibû “kûjer” û  “bijî Kurd û Kurdistan”, lê  pêlava wî di ser serê Erdogan firiyabû û li rûyê zêrevanekî wî ketibû.

Dadgeh pêlavê wek “sîleh” dibîne

Ji bo ku wê pêlavê bi dest bixe, Hokman daxwaznameyek ji dadgehê re şand lê dadgehê daxwaza wî red kir û di bersivê de ji Hokman re pêlav weke “sîleha cerîmetê” binavkiribû. Dadgehê di 27ê Pûşbera borî de biryara xerakirina pêlava Hokman Cuma da. Hokman tenê dixwest ku ew pêlav weke bîranînekê li ba xwe bihêle û digel ku ew dikare li dijî biryara dadgehê îtîrazê bike jî, lê êdî bêhêvî bûye. Di vê bareyê de Hokman ji malpera Andaluces Diario re wiha axivî: “Êdî naxwazim mijarê zêde bilivînim, naxwazim gellekî aciziyan bikim. Pirsgirêkan naxwazim, êdî ez çi dikarim bêhtir bikim?” Parêzerê wî Luis Ocaña jî li hemberî biryara dadgehê matmayîna xwe nîşad da û got “nayê bawerkirin ku dadger pêlavê weke sîleh bibîne, tiştekî ku nayê fêmkirin e.”

Read Full Post »

Older Posts »

%d bloggers like this: