Skiya li Kurdistanê bala medya spanî û baskî dikşîne

Ajansa Nûçeyan ya spanî EFE reportajekê derbarê ezmûna mamosteyê werzîşa skiyê bask Igor Urizar li Kurdistanê weşand, heman reportaj di gellek rojnameyên spanî hate belavkirin, di vê bareyê de jî televîzyona baskî reportajek derbarê skiya li Kurdistanê belav kir. Igor ji zivistana 2010/2011 salana serdana bajarê Pencewînê dike. Wî bi saya însiyatîva Komeleya herêma Navarrayê ya bi navê Tigris (Dicle) rahênerên êskî yên kurd jî … Continue reading Skiya li Kurdistanê bala medya spanî û baskî dikşîne

“Sîndroma Shakîrayê”: Jina serkeftî û sertewandî

Shakîra bi daxuyaniyên xwe yên dawî derbarê têkiliya xwe bi listîkvanê tîma Barcelona F.C Gerard Piqué rê da çapemeniya spanî ku behsa diyardeyeke nû di nav jinên navdar de li cîhanê ku dikevin bin deshilata zilamên xwe. Navdartirîn rojnameyên spanî El País û El Mundo behsa sertewandina stêrkên cîhanî di têkiliyên xwe de ligel heval û hevserên xwe. El País sebaret ev diyardeya ku di … Continue reading “Sîndroma Shakîrayê”: Jina serkeftî û sertewandî

Tutumlu serkeftina xwe ya nû diyarî gelê Kurdistanê kir

Rûdaw / Z.A – Ajovanê erebeyan yê Kurd-Katalan Isaac Tutumlu Lopez bi erebeya Porsche 997 GT3 R û ligel Barzani Racing Team roja şemiya borî de, 7ê Îlonê, serkeftineke nû di cihana pêşbaziyên navnetewî yên erebeyan de bidestxist. Vê carê meydana pêşbaziya navnetewî ya GT Open li Spa-Francrchamps (Belçîka) bû. Tutumlu û hevrêyê xwe yê yewnanî Dimitris Deverikos, yê ku erebeya Porsche bi wî re … Continue reading Tutumlu serkeftina xwe ya nû diyarî gelê Kurdistanê kir

Serkeftineke dîrokî ji Isaac Tutumlu di meydana Jerez de

Rûdaw  – Pîlotê Kurd-Katalan Isaac Tutumlu di rojên 15 û 16ê hezîranê de beşdarî pêşbaziyên navnetewî yên erebeyan bû ya ku li nêzî bajarê spanî Jerez de la Frontera hatibû lidarxistin û bo yekemîn car ji bo tîma Barzanî Racing pêşbazî qezenc kir. Di yekemîn roj ji pêşbaziya GT Open li meydana pêşbaziyan li Jerez Tutumlu bi erebeya Porsche 997 GT3 R ya Autorlando Sport … Continue reading Serkeftineke dîrokî ji Isaac Tutumlu di meydana Jerez de

Tutumlu ala Kurdistanê li ser podyûma navnetewî hilda

Spanya (Rûdaw) – Pîlotê Kurd-Katalan Isaac Tutumlu di rojên 11 û 12ê gulanê de beşdarî pêşbaziyên navnetewî yên erebeyan li bajarê Algarve bû û bo yekemîn car hilkişî ser podyûmê ji ber wegirtina pileya sêyemîn di pêşbaziya Spanya Iber GT de. Di roja 11ê Gulanê de Isaac Tutumlu bi erebeya Porsche 997 GT3 R ya Autorlando Sport tevlî pêşbaziya Spanya Iber GT bû û pileya … Continue reading Tutumlu ala Kurdistanê li ser podyûma navnetewî hilda

Tîmên Galîza û Kurdistanê hatin hemberê hev

Rûdaw / Z.A – Di 29ê Kanûna borî de maçeke fotbûlê di navbera tîma Kurdistan û tîma Galîzayê li bajarê Pontevedra ya bi ser herêma Galîza (herêmeke xweser li bakurê rojavaya Spanya) hate lidarxistin, di encamê de jî Galîza 3-2 biserket. Koma Siareiros Galegos ya ku ji hezkiriyên tîma netewî ya Galîza pêk tê her sal tîma netewên neserdest vedixwîne ji bo ku li dijî tîma … Continue reading Tîmên Galîza û Kurdistanê hatin hemberê hev

Pîlotê esilkurd Issac Tutumlu beşdarî Şampiyona Cîhanî ya Erebeyên Turîzmê bû

Rûdaw/Z.A – Di vê hefteyê de medyaya spanî cihekî balkêş da pîlotê Kurd-Katalan Issac Tutumlu, ew jî ji ber beşdarbûna wî ya di Şampiyona Cîhanî ya Erebeyên Turîzmê (World Touring Car Championship) li bajarê Îtalî Monza bû. Gellek rojname û malperên spanî di weşanên xwe de Issac wek “Spanî yê esilkurd” dan nasandin. Tutumlu ji rojnameya spanî Marca re diyar kir ku lîstikvanê Real Madridê Mesut … Continue reading Pîlotê esilkurd Issac Tutumlu beşdarî Şampiyona Cîhanî ya Erebeyên Turîzmê bû

Rahênerê Trabzonsporê mûzeyeke baskî bi terorê tawanbar kir

Rûdaw / Z.A – Di civîna çapemenî ya berî  rojekê ji lîskatîma baskî Athletic Bilbao dijî  tîma Trabazonsporê ya Lîga Ewropayê li bajarê Bilbao, kevnerahênerê Tirkiyê Senol Güneş  ku niha rahênerê  Trabzonspor e, mûzeya navdar Guggenheim bi  çêkirina “propogandaya terorîst”  tawanbar kir. Di hefteya bihorî de rahênerê nijadperest  serdana mûzeya Guggenheim kiribû ji bo temaşekirina  xebateke hunerî bi navê “Küba” ya hunermendê tirk Kulug Ataman, … Continue reading Rahênerê Trabzonsporê mûzeyeke baskî bi terorê tawanbar kir

Barzanî heyranê FC Barcelona ye

Bayram Tutumlu û lawê xwe Issac diyariyên FC Barcelona didin Barzanî Rûdaw / Z.A: Malpera navdar Soprt.es di meha bihorî de bi sernivîsa “El Barça û Kurdistanê pêwendiyên xwe xurt dikin” nûçeyek li ser serdana menajerê kurd di warê fotbulê de Bayram Tutumlu ya ji serokê herêma Kurdistanê re weşand. Manşeta malperê ya jorîn bi van gotinan xûya dike: Rosell ha invitado al Camp Nou … Continue reading Barzanî heyranê FC Barcelona ye

Goka Mêran û Şewata Jinan*

Nizanim niha li welatê Nelson Mandela  kî bi kê re dilîze an jî kî ji kê qezenc dike, tenê gava bi biskêlêta xwe di ber barekî an jî qehewxaneyyê de derbas dibim û dibînim ku hemû çavên xelkê li ekranekî temaşe dikin, wê çaxê dizanim ku goka mêran  di hundirê ekranê de  digere. Helbet ev tiştê ku dibînim ne tenê li kolanê Münsterê çêdibe lê … Continue reading Goka Mêran û Şewata Jinan*