Feeds:
Posts
Comments

Archive for the ‘Medya Spanî’ Category

Program di nîsana borî de hatibû weşandin, îro min serdana malpera vê radyoyê kir û min programê guhdar kir. Cihê kêfxweşiya min bû ku beşek mezin ji navaroka programê sûd ji nivîsên min û stranên ku min wergerandin zimanê spanî wergirtibû.

Programê guhdarke : http://www.ivoox.com/player_ej_4395706_4_1.html?c1=ff6600

Ev cara dûyemîn e ku radyoyeke spanî bi ferehî behsa mûzîka kurdî dike, helbet ji bo ku medya ewropî behsa çand û mûzîka kurdî bike divê diyaspora kurdî çalak be û agahiyan bi zimanên biyanî derbarê çand û mûzîka xwe biweşîne.

Stranên kurdî di Radyoya Netewî ya Spanya guhdarî bike: http://www.rtve.es/drmn/embed/audio/1294651

Advertisements

Read Full Post »

Zarokñn kurd fêrî şimitandina ser berfê dibin / Foto: Karlos Zurutuza

Zarokñn kurd fêrî şimitandina ser berfê dibin / Foto: Karlos Zurutuza

Ajansa Nûçeyan ya spanî EFE reportajekê derbarê ezmûna mamosteyê werzîşa skiyê bask Igor Urizar li Kurdistanê weşand, heman reportaj di gellek rojnameyên spanî hate belavkirin, di vê bareyê de jî televîzyona baskî reportajek derbarê skiya li Kurdistanê belav kir. Igor ji zivistana 2010/2011 salana serdana bajarê Pencewînê dike. Wî bi saya însiyatîva Komeleya herêma Navarrayê ya bi navê Tigris (Dicle) rahênerên êskî yên kurd jî amade kirine.

Ciwanê 37 salî destnîşankir ku sedema beşdarbûna wî di vê însiyatîvê de ew bû ku werzîşa skiyê li herêma Kurdistanê bi pêşde here ta ku di pêşerojê de geştyaran ber bi herêmê ve bikşne. Ew amaje bi wê yekê dike ku Pencewîn ne cihê herî baş ji bo kirina vê werzîşê ye ji ber ku bilindiya vî bajarî bêtirî hezar metrî ye, lê tekez dike ku mirov dikare cihên baştir li herêmê bibîne “Dema berf dibare, em li heman bajêr êskî dikin. Em hilnakşin çiyê, ji ber ku dema berf li bajêr dihele li çiyê jî namîne. Her wisa, bajar ji sînorê Îranê ve pirr nêzîk e û dibe ku avakirina stasiyonek ji skiyê re li çiyê bibe pirsgirêk”.

Alavên skiyê ku li Kurdistanê tên bikaranîn ji aliyê xelkên herêma Navarrayê hatine bexşandin. Igor dibêje ku ew diramin çalakiyan ji bo zarokên Kurdistanê lidarbixin, ji bo zarokên ew deveran ku berf lê nabare, bi mebesta pêşdebirina hevjiyana di nav zarokên ji çandên curbecur de (êzdî, musulman, xirtstiyan).

Mamosteyê bask dibêje belkî werzîşa skiyê demekî dirêj bistîne heya ku di nav xelkê de belav bibe, lê hin sinyal hene ji belavbûna vê werzîşê re “Hinek geştiyar ji paytextê [Hewlêr] hatin, ku bi rêya televîzyonê bi me agahdar bûn, me çalakiyek ji bo wan jî çêkir. Kurd ji dema ku aramî bidestxistine, rê ji bo çalakiyên kêfxweşiyê re vekirine û tiştên cuda dikin”. Kirina vê werîzşê li gorî Igor dê çavên xelkê jî li ser parastina hawirdorê jî veke ku heya niha zêde girîngî nadinê.

Derbarê nûçeyên teqîn û tundiyê li Îraqê ku di medya spanî de belav dibin, behsa aramiya li Kurdistanê nayê kirin, Igor sebaret vê yekê dibêje “Şerê li Îraqê digihe deverekê ji Kurdistanê, lê ne li bakur. Dibe ku surrêalîst be jî, lê em 200 km dûr in ji wan deverên ku dikare tiştek lê çêbibe, lê herêm ewle ye”.

Read Full Post »

Shakira û Piqué di konserekî de li Barcelonayê 2011

Shakira û Piqué di konserekî de li Barcelonayê 2011

Shakîra bi daxuyaniyên xwe yên dawî derbarê têkiliya xwe bi listîkvanê tîma Barcelona F.C Gerard Piqué rê da çapemeniya spanî ku behsa diyardeyeke nû di nav jinên navdar de li cîhanê ku dikevin bin deshilata zilamên xwe. Navdartirîn rojnameyên spanî El País û El Mundo behsa sertewandina stêrkên cîhanî di têkiliyên xwe de ligel heval û hevserên xwe.

El País sebaret ev diyardeya ku di nav jinên navdar de rûdaye weke “Sîndroma Shakîrayê” bi nav dike, rojname radighîne ku îro di 2014an de hîn jin hene digel ku serkeftinên mezin bidestxistine, lê emrên zilamnên xwe dipejrînin û xwe kêmtir dibînin “Ew jin in ku dikarin bi mîlyonan CDyan bifroşin û xelatan werbigrin, jinên ku alên rêxstinên nehikûmî hildidin û diçin welatên nepêşketî ji bo piştgiriya wekheviya civakî, lê piştre li ser asta kesayetî girîngiyê didin ew pêdiviya ku ji aliyê hevalên xwe bên kontrolkirin. Ku ji wan re sînoran xêz bikin, çi bikin û çi nekin, heya asta ku [ev jin] şanaziya xwe bi vê yekê dikin”.

Di hevpeyvîneke xwe de ya derbarê belavkirina Cdya wê “She Wolf” (Jina Gur) ku têde piştgiriyê jinan kiribû Shakira gotibû “Em di civakekê de dijîn ku xewnên di hundirê jinan de diçewsîne…, jin di vê jiyanê de divê barên giran hildin, barên wan jî ji yên zilaman girantir in”. Lê di meha sibata borî de Shakîra ji radyoyeke amêrîkî re axivî û weke jineke bêhêz û nexwedî biryar xwe nîşan dabû, wê gotibû ku Piqué xeyûr e û hez dike her tişt di bin kontrola wî de be “Gerard nahêle ku ez vîdyoyan ligel mêran çêbikim, ew kesek pir kevneşop e”.

Ji çepê: Carla Bruni, Shakira û Miranda Kerr

Ji çepê: Carla Bruni, Shakira û Miranda Kerr

Herdû rojnameyên spanî çend mînakan didin ser wan jinên ku kar û xebatên xwe rawestandine an jî kêm kirine ji bo ku têkevin xizmeta zilamên xwe. Ji van nimûneyan jî dengbêj û moldela îtalî Carla Bruni ye, ya ku çalakiyên xwe rawestandibû ta ku dema xwe ji bo serokê berê yê Fransayê Nicolas Sarkozy re vala bike “Ez burjwazî me, ji jiyana malbatî pir hez dikim, ku ez rojana heman titşan bikim, niha pir dilxweş im ku hevserkî min heye” Carla wisa di hevpeyvîneke xwe de gotibû.

Her wiha Miranda Kerr, modela austuralî ya ku di 2013an de modela herî buha bû di cîhana modayê de û ya ku bi awakî çalak piştgirirya rêxstinên mirovî weke Xaça Sor û Children International dike, ew jî weke jinek sertewandî tê dîtin, Kerr derbarê têkiliya wê bi hevalê xwe re gotibû “Ez hinekî kevneşop im û bawer dikim ku pêwîst e zilam bibe zilam. Dibe jî ez zêde kevneperest bim, lê mêr hest bi girîngiya wê yekê dikin ku tu arîkariya wan bixwazî, li şûna ku biramin ku tu bi xwe dikarî tiştan bikî” .

Read Full Post »

Halabja aniversario

Hefteya borî roja 14ê adarê bi boneya 26mîn salvegera komkujiya Helebceyê çalakiyek li Navenda Dîrokan ya bajarê Zaragozayê hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de xebata dokumenterî yê bi navê “Helebce, Jiyana Piştî Mirinê” hate nîşandan, ev jî yekemîn xebata dokumenterî ku derbarê vê komkujiyê li Spanyayê tê çêkirin. Dokumenter ji aliyê rojnamevanên televîzyona Aragonê Julián Flordelís û Eduardo Úbeda hatibû amadekirin. Her wisa nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Spanyayê Daban Şadala û profesorê dîrokê û pisporê komkujiyên di sedsala bîstan de Enrique Bernad beşdarî vê çalakiyê bûn.

Dokumenter rastî eleqeyeke mezin ji aliyê çapameniya herêma xweser ya Aragonê hat. Rojnamevan Julián Flordelís êşa Helebceyê û vîna xelkê ji bo vejandina bajarê xwe bi van gotinan anîbû zimên “Piştî bombebarana kîmawî, jiyan li Helebce nemabû, dar, ajal û mirov mirin, avahiyên li wê bajarî jî bi dînamîtê hatibûn teqandin, bo sê salan jî jiyan li wî bajarî tunebû, digel hemû van êşan xelkê dîsa bajarê xwe avakir”.

Sala borî Julián û Eduardo bi mebesta şopandina rewşa li Rojava berê xwe dabûn herêmê lê qeder berê wan da Helebceyê “Di despêkê de me xwest ku em herin Kurdistana Sûriyê, me dizanîbû ku rewşa li wir ji aliyê çapemeniyê nayê şopandin, tenê ragihandin derbarê şerê di navbera rejîm û şervanên posozîsiyonê hebû. Lê sînorên ji aliyê Îraqê ve girtî bûn, derbaskirina sînor jî ne pêkan bû. Piştre me berê xwe da mijarekê ku me berê nas dikir lê li Spanyayê nenaskirî ye û wiha jî em çûn Helebceyê”.

Kamîremevan Eduardo jî derbarê ew tiştên ku li Kurdistanê pê mat maye wiha axivî: “Bi taybetî hêza gelê kurd ez mat kirim, di tevahiya jiyana xwe de li hemberî cîranên xwe şer kiriye, digel ku gellek êş kişandiye lê ew gelek mêvanperwer e. Ne tenê mêvandariya me kirin lê her wisa mêvandariya gelê Îraqê jî dikirin”. Derbarê kêşeyên ku rastî wê hatibûn di dema tomarkirina hevpeyvînên ligel xelkê Helebeceyê ya sereke ya ziman bû, Eduardo ev pirsgirêk wiha vedibêje “Kesên ku temenên wan jorî 35 salî ye kêm hene ku înglîzî zanibin, Julián jî bi erebî dizane lê kurdan digel ku zimanê erebî dizanin nedixwestin bi vî zimanî biaxivin, ew ji aliyê îraqiyan gellek êş kişandin û naxwazin bi zimanê wan biaxivin.”

Read Full Post »

Foto: Karlos Zurutuza

Foto: Karlos Zurutuza

Rûdaw / Z.A – Rojnamevanê baskî Karlos Zurutuza çû çiyayê Qendîlê û derbarê vê serdana xwe de ji bo medyaya spanî gotarek amade kir. Babeta vê gotara wî li ser nexweşxaneyeke biçûk ya li çiyayê Qendîlê bû.

Zurutuza weke rojnamevanekî serbixwe dixebite û heta niha gellek nivîsên wî yên derbarê Kurdan de di dezgehên ragihandinê yên mîna GARA, Deutsche Welle û ajansa nûçeyan a IPS de hatine weşandin. Karlos Zurutuza li Kerkûkê ji Rûdawê re ragihand ku wî xwestiye biçe Rojavayê Kurdistanê, lê digel gellek hewldanan jî wî nekarariye ji sînor derbas bibe.

Jineke alman li çiyayên Qendîlê xizmetê dide

Karlos Zurutuza, ku xwe gihandiye çiyayên Qendîlê jî, li wir hevpeyvînek ligel arîkara doktor Medyaya 49 salî, ku bi eslê xwe Alman e, kiriye. Medya ev 20 sal in li çiyayên Qendîlê dijî. Ew hem arîkariya dermankirinê ya xelkê sivîl dike û hem jî ya gerîllayan.

Li gor agahdariyên ku Medyayê dane Karlos Zurutuza, wê di sala 1992yê de serdana bajarê Midyadê yê Bakurê Kurdistanê kir. Ew bi çavên xwe dibîne ku çawa tankeke, ku Almanyayê wê demê wekî diyarî dabû Tirkiyeyê, gundekî Kurdan gullebaran dike: “Zarokên birîndar hebûn, xelkê sîvîl jî xwe di hundirê dêrekê de vedişartin. Dêr jî ji aliyê leşkerên tirk ve hatibû dorpêçkirin”.

Naskirina Kurdan li Hamburgê destpêdike

Têkiliya Medyayê ya bi Kurdan re yekem car li bajarê ku lê jidayik bûye, li Hamburgê çêdibe. Li wir ew serdana komeleyeke Kurdan jî dike: “Li Almanyayê gellek partiyên şoreşger hene lê tiştê ku tenê dizanin bikin axaftin e. Lê belê min di nav Kurdan de xelkek naskir ku bi awayekî hovane hatibûn çewisandin, lê hêvî winda nekiribûn”.

Berdestiya doktor a alman diyar dike ku ew niha li çiyayên Qendîlê di nexweşxaneyê de rojane xizmetê didin derdora 30 kesan. Medya û sê kesên din ên ku xwebexş in, arîkariya bijîşkî ya belaş didin. Ev arîkariya belaş jî bi xêra pereyên taybet ên ku ji Bakur û Başûrê Kurdistanê û herwiha ji Ewropayê tên tê birêvebirin.

Medya ji niyeta Tirkiyeyê ya pêvajoyê bi şik e

Derbarê pêvajoya danûstandinên aştiyê yên di navbera Tirkiyeyê û PKKê de, Medya dibêje ku ew ne pirr geşbîn e: “Aliyê Kurdan herdem gavan ji bo aştiyê diavêje lê aliyê din herdem di nava hewldanên sabotajkirinê de ye”. Medya diyar dike ku gellek caran bi armanca arîkariya bijîşkî, bi piranî jî kesên esilkurd, ji Almanya, Holenda û welatên Skandînavyayê tên cem wan.

Nexweş ji navçeyên derdorê jî diçin cem wan

Ligel Medya keçeke xwebexş a bi navê Daryan jî dixebite. Daryana ji Mêrdînê ye û balê dikişîne ser giringiya xebata wan a li nexweşxaneyê ya ji bo xelkên deverê. Ew diyar dike ku li Lewzayê navendeke nû ya tenduristiyê hatiye vekirin ku ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê birêvebirin û şeş xebatkar tê de hene. Lê ew der herdem girtî ye û ji ber wê çendê gundî hê jî tên cem wan. Daryan tekez dike ku gellek ji nexweşên wan ji Ranyayê tên, ku 50 km ji nexweşxaneyê dûr e. Ne tenê ji wir, herwiha heta ji Silêmaniyê jî xelk tên cem wan.

“Nexweş dibin qurbanên gendeliyê”

Daryan bi çavekî neyînî li pergala tenduristiyê ya li Herêma Kurdistanê dinêre û dibêje ku beriya demekê jinek hatiye cem wan ku jê re 12 caran radiografî ji heman milî re kişandibûn û wiha pê de diçe: “Me xizmet daye kesan, ku beyî pêdiviyan wan hebû derman dabûne wan. Hinek hebûn hatibûn emeliyatkirin û piştre bi înfeksiyonan ketibûn. Xizmeteke xirab tê kirin.”

Daryan di dawiyê de tînê zimên ku gendeliya belav li Başûrê Kurdistanê dibe sedem ku nexweş dibin qurbanên bijîşkên ku dixwazin li ser hesabê wan qezencê bikin.

Read Full Post »

Yek ji girtiyên kurd li Madrîd / wêne: ji vîdyoya Wezareta Hundir hatiye girtin

Madrîd (Rûdaw) – Hefetya borî, di heman dema ku li Fransayê li dijî çalakvanên PKKê operasyonek hat birêvebirin û tê de 16 kes hatibûn binçavkirin, li Spanyayê jî wezareta hundir ragihand ku polîsên wan di opersyoneke bi navê “Capadocia” de 6 welatiyên kurd, 4 ji wan li Madrîdê, destgîr kirine, ku guman li ser heye ku ew girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê ne û bi karê fînansekirin û gefxwarinê radibûn. Li gorî wezareta hundir, kesên binçavkirî gef li welatiyên xwe dixwarin ji bo ku “baceke şoreşgerî” bidin bo kirrîna sîlehan û materyalên teqemeniyê.

Di belavoka wezareta hundir de tê diyarkirin ku li gorî biryareke Yekîtiya Ewropayê PKK ji Tîrmeha 2011ê ve ketiye nav lîsteya rêxistinên terorîst. Wezareta hundir vîdyoyek derbarê binçavkirina gumanbarekî de weşand ku tê de xuya dibe çawa hêzên antîterorê deriyê malekê dişkînin, piştre dikevin hundirê malê û keskekî li ser erdê dirêj dikin û destên wî kelebçe dikin.

Îna borî jî gumanbarên kurd derketin pêşberî dadgehê, dozgerê dadgehê Santiago Pedraz jî 3 gumanbar şandin girtîgehê, “ji ber tewana endamtiya di rêxistineke çekdar de û her wisa ji ber hebûna hin îsbatên ku dibe wan ji bo PKKê pere berhev kiribin.” Dozger ji bo gumanbarên din biryar dabû ku ew her 15 rojan werin pêşberî dadgehê û ku nikaribin ji welat derkevin.

Hêjayî gotinê ye ku ev cara yekemîn bû ku tevahiya medyaya spanî di manşetên xwe de têgeha “terorîstên kurd” bi kar anibû. Di nûçeyên beriya vê bûyerê de, dema behsa PKKê dihat kirin, tenê bi vî rengî PKK didan nasandin: “Rêxistina ku ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Yekîtiya Ewropayê ve wek terorîst tê bi nav kirin”.

Read Full Post »

Manuel Martorell / Foto: Rûdaw

Z.A – Nîvsakrê baskî Manuel Martorell derbarê Kongreya Zanistî ya Kurdî li Hewlêrê gotarek di bin sernivîsa “Barzanî bang li diyasoprayê dike ta ku ji Kurdistanê welatekî nû li Rojihilata Navîn çêbike” di malpera Cuarto Poder deweşand.

Dîroknas û rojnamevan Manuel Martorell yê ku du pirtûk li ser Kurdan nivîsandine û li hemû perçeyên Kurdsitanê geriyaye gotara xwe wiha despê kiriye: “Kesê ku li Kurdistana Îraqê hema piştî şerê Kendavê di 1991an de negeriyabe zor e ku bikaribe boçûnekê biafrîne li ser van guhertinên ecêb ku di van 20 salên dawîn de çêbûne. Jinûvedîtina bajarên ku berê bi erdê ve hatibûn dûzkirin (Pencewîn, Xormal, Qela Dizê…), gera di nav cihên ku berê xerabe bûn û niha li şûna wan taxên nû hatine avakirin an jî mêzekirina ferehbûna bajarên wek Hewlêr, Dihok û Silêmanî, li cem mirovan boçûnekê diafrîne li ser ´mucîzeya´ ku di herêmekî de çêbûye ku hindik mabû berî 20 salan ji nexşeyê bihate wendakirin”

Rojnamevanê pisopr di kêşeyên Rojhilata Navîn de nêrîna xwe derbarê pêşveçûna aborî li herêma Kurdistanê wiha tîne ziman: “Taxên nûavabûyî ku li her der têne dîtin, senterên bazirganiyê, balafirgehên navnetwî, fabrîkeyên çîmentoyê, navendên elektrîkê, pîşesaziya petrolê ya pêşdeçûyî, zanîngeh, tora rêyên otomobîlan (autobahn)…nîşan didin ku hin pêşketin êdî destpê kirine û dikarin Kurdistana Îraqê bikin ´motora´ aborî ne tenê li Îraqê lê herwiha li tevahiya Rojhilata Navîn”.

Manuel Martorell di nivîsa xwe de bi ferehî behsa Kongreya Zanistî ya Kurdî ku di meha borî de li Hewlêrê bi amadebûna 600 pisporên kurd yên di warên curbicur de hatibû lidarxistin. Martorell bal dikşîne li ser axaftina serokê Herêma Kurdistanê di kongreyê de û banga wî ji diyaspora kurdî re ji bo ku rola wê hebe di damezrandina jêrxaneke bihêz ji Kurdistanê re.

Nivîskarê bask di gotara xwe de dighêje vê encamê: “Kongre çesipand ku hîn li ba Hikûmeta Hewlêrê sermiyaneke mirovan ya gellek balkêş heye, kesên başamadekirî ku dikare ji wan sûd werbigre li hemberî astengiyên ku dikevin di rêya avakirina welatekî nû de. Piraniya van kesan jî ji ber çewsandin û kampanyayê paqijkirina etnî yan jî ji komkujiyan dev ji xaka xwe berdane û li dawiyê formasiyonek akademî ya bilind û profesonel li zanîgehên Ewropa, Kanada, DYA û Australiya bidestxistin”.

Martorell dirame ku wê cihê xemgîniyê be eger sûd ji hevkariya van kesên pispor neyê girtin û berdewamiya vê hevkariyê di palênen geşpêdanê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê cih negre.

Read Full Post »

Older Posts »

%d bloggers like this: