Bloga me bûye çavkaniyek ji ajans û malperên Kurdî re

Foto: Bloga me di despêka weşana xwe de

Ev bûn du sal û nîv ku pêçiyên min bi komputerê ve girêdayî ne wek girêdana zarokên şîrmij bi sîngê dayîkên xwe ve. Di destpêkê de damezrandina bloga min ya bi zimanê Spanî, piştre avakirina vê blogê ku di despêkê de bi navê wî “Ji Spanya ta Kurdistan” bû , li ser birêvebirina van herdu blogan xebatekî din zêde bû, xebata min di Avestakurd de, ya ku piraniya hêz û wexta min distand, xebatekî dijwar bû lê gelek xweş bû.

Di dawiya nîsanê de min xatirê xwe ji Avestakurd xwest û min weşana blogên xwe xurt kir, encam jî gelek erênî bûn herdu blogan pileyeke pêştir di nav rêzekirina navnetewî yan malperan de girtin, lê ya balkêş ku bloga me ya Kurdî gelek bi pêş de çû, ev jî tê wateya ku xwînerên Kurdî (Kurmancî) di tora înternetê gelek in, ew li nûçeyên cuda û li berferhiya agahiyan digerin, gelek ji wan bi rêya motorên lêgerînê digihêjin bloga me.

Ev blog, bi saya serdanên we, gelek malper li paş xwe hîştin, û niha li gorî Alexa, malpera rêzkirina pileya blog û malperan, bloga me di rêza  393, 358  de ye.

Her wiha nûçeyên bloga me di gelek malperan de hatin belavkirin wek Aknews, ANF, Avestakurd, Rojevakurd, Netkurd, Rizgarî Online, Kurdistan News, Welat Perwer, Netewe, Civat.net, Efrîn tv û hwd.

Tiştê ku dilê min xweş dike jî  di vê blogê de dema ez nivîs û xebata hinek helbestvan, rojnamevan, nivîskar, sînameva..û hwd di vê blogê de didim naskirin, çawa ew jî emailan  ji min re dişînin û spasiya min dikin.

Hêjayî gotinê ye dema dibêjim bloga min ev nayê wateya ku hemû navaroka vê blogê ji nûçe û nivîsên min pêk tê. Nûçe, wêne, vîdyo, helbest û nivîsên gelek kesan di vê blogê de hatine weşandin, ew navaroka vê blogê bi berhemên xwe xemlandine, ji ber wê hez dikim herdem bêjim bloga me.

Niha jî ji ber tengbûna dema me ji bo nûkirina rojane min biryar da ku ez heftê carekê blogê nû bikin, nûçeyên me wê di dawiya heftê de bên weşandin, lê dema nûçeyên awarte çê bibin emê hewl bidin di cih de biweşînin.

5 thoughts on “Bloga me bûye çavkaniyek ji ajans û malperên Kurdî re

  1. Ez hêvîdarim kû bloka me li medya Cîhanê bibe ya yekemîn.
    Hevalê hêja û delal te biryarek xweş daye.
    Em li hêvya nûçe û peşxanên balkêşin.
    Slav û serkefti

  2. Hêvîdar im ku biryara te di cî de be, û sûdmend be ji bo bêtir şarezayî (profîsyonel) di weşana nûçe û agahiyan de ……
    Bi rastî bloga zinarala.wordpress.com pencereyeke balkêş e û hêjayî şopandinê ye,, her wiha weşana heftane dê baş be ji aliyê komkirina nûçeyan ve lewma pêşniyaza min ji kekê Zinar re ku wê weku rapor (bulletin) çêke, her wiha veguhartina blogê bo malper jî tiştekî baş e….
    serkeftin bo we….

Şîrove û nêrînên we