Xewna xwe pêk anî: Kamyonajotin li Ewropayê

Min ev nûçe berî 7 salan nivîsîbû, wê çaxê ez di warê rojnamegeriya kurdî de gelek çalak bûm, bûyerên balkêş li ku bûn ez derdiketim nêçîriya wan. Hinek ji wan nûçeya belkî ne ewqas balkêş bûn lê min hewl dida ez balkêşiya van nûçeyan nîşan bidim û çîrokên kurdên serkeftî li diyasporayê belav bikim. Reşîd li Spanyayê cîranê min bû , roja hatibû vî welatî … Continue reading Xewna xwe pêk anî: Kamyonajotin li Ewropayê

Qeyrana Ukranyayê bal dikşîne ser gaza Kurdistanê

Nivîskar û dîroknasê spanî Manuel Martorell di gotara xwe ya dawî de li rojnameya dîjîtal Cuarto Poder behsa kêşeya pêdiviya Ewropa ji gazê dike ku niha ji ber qeyrana Ukraniyayê gurr bûye, nemaze piştî ew gefên ku Vladimir Putin li Ewropayên xwarine bi birrandina mifteya gazê li ser ewropiyaneger cezayên wan li dijî Rûsyayê giran bin. Manuel bi hejmaran bal dikşîne ser pêgirêdana (îtîmad) Ewropayê … Continue reading Qeyrana Ukranyayê bal dikşîne ser gaza Kurdistanê

Penaberiya li Yewnanê bi çavên kurdî (Vîdyo)

Pirraniya penaberên kurd ku bi rêya Yewnanê gihiştine welatên din yên Ewropayê, gellek zor û zehmetî kişandine, gellek jî hêj li wir asê mane û di nav mercên pirr xirab de dijîn. Li Yewnanê ferq nake eger mirov li hundirê navendên hewandina penaberan girtî be, yan jî li derveyî wan “azad” be, di herdu rewşan de penaber êş û keseran dikişînin. Azadî û Behzad du ji wan … Continue reading Penaberiya li Yewnanê bi çavên kurdî (Vîdyo)

Jiyan Xelef bi soranî û kurmancî Kurdan dikenîne

Zinar Ala Huddersfield (Rûdaw) – Jiyan Xelef ciwaneke ji Rojavayê Kurdistanê ye. Berî 14 salan tevlî malbata xwe ji Qamişloyê bar dike û tê Brîtanyayê. Jiyan sala çaran ya endezyariya mîmarî dixwîne û di heman demê de jî karê wergerandinê ji penaberan re dike. Berî mehekê Jiyan tenê di nav heval û mirpvên xwe de bi pêkeniyên xwe yên derbarê civaka kurdî de dihate naskirin. Lê niha bi … Continue reading Jiyan Xelef bi soranî û kurmancî Kurdan dikenîne

Hikûmeta Spanya bersiva nameya Kurdan da

Rûdawnet – Madrîd: Rêveberê Dîwana Serokatiya Hikûmeta Spanî bersiva da nameya ku ji serokê Hikûmeta Spanya José Luís Rodríguez Zapatero hatibû şandin derbarê rewşa girtiyên Kurd û yên ramanê li Suriyê. José Enrique Serrano Martínez di nameya bersivdayînê de diyar dike ku serokê hikûmeta Spanî ji ber rewşa girtiyan li zindanên Suriyê xembar e. Martínez got: ‘’Suriyê welatekî ji me nêzîk û dost e, Spanya … Continue reading Hikûmeta Spanya bersiva nameya Kurdan da

Kurdên Spanya ji “Serokatiya Yekîtiya Europa” re nameyek şandin

Avesta – Îro Kurdên Spanya ji serokwezîrê Spanî re Jose Luis Rodrigues Zapatero, ya ku niha Yekîtiya Europayê bi rêve dibe, nameyek şandin tevî 1075 îmze ji bo destkkirina nameyê. Kampanya birefkirina îmzeyan “Ji Kerema xwe îmzeyek” di roja 25 mijdarê 2009an de destpêkiribû . Kampanya îmzekirinê bi mebesta  piştgiriya greva pirçîbûnê ya girtiyên Kurd li zindana Edrayê û her wiha  ji bo azadiya hemû girtiyên bîr … Continue reading Kurdên Spanya ji “Serokatiya Yekîtiya Europa” re nameyek şandin

Li Strasburgê bi hezaran kes azadî ji Ocalan re xwestin

AVESTA – Îro li bajarê Strasburgê bi hezarn kes hatin cem hev û xwepêşandanek ji bo azadiya serokê PKKê Abdullah Ocalan lidarxistin. Xwepêşandan ji aliyê Feyka (Federesiyona komeleyên Kurd li Fransa) hatibû organîzkirin. Li gorî Feyka, di xwepêşandanê de ji 5000 heya 8000 kes hebûn, piraniya wan jî ji Almanya û Swîsre hatibûn. Fidan Dogan, yek ji organîzekarên çalakiyê, got ku ew her sal di … Continue reading Li Strasburgê bi hezaran kes azadî ji Ocalan re xwestin

Roja livîna navnetewî ji bo Îranê di 80 bajaran de tê pîroz kirin (Vîdyo)

AVESTA – Siba 25ê Tîrmehê di 80 bajarên mezin de li cîhanê wek Berlîn, Parîs, London, New York, Melbourne, Toronto, Tokyo…hwd, wê çalakiyên cuda bên lidarxistin ji bo… rêzgirtina mafên mirovan  li Îranê. Rêxistina Lêborîna Navnetewî – Şagê Spanya îro û siba di heft bajarên spanî  de çalakiyan li dar dixîne. Îro li Madrîdê çalakvanên Lêborîna Navnetewî  li pêşiya balyozxaneya Îranê binpêkirina mafên mirovan li Îranê … Continue reading Roja livîna navnetewî ji bo Îranê di 80 bajaran de tê pîroz kirin (Vîdyo)

“El Barça” Kopaya Şampiyonên Ewropayê jî bi dest xist

Avesta – F.C Barcelona Kopaya Şampiyonên Ewropayê bidest xist û bû yekemîn tîma fotbulê li Spanya ku sê kopayan bi hevre qezenc dike. Encama matça ku li stada Olimpico ya Romayê hatibu lîstin wisa bû: F.C Barcelona 2  –  Mancheter United 0 Di deqeya heyştê de “El Barça” bi riya lîstikvanê reş Samuel Eto gola yekemîn davêje û  dikeve pêşiya tîma înglîz. Di deqeya 70î de stêrkê tîma … Continue reading “El Barça” Kopaya Şampiyonên Ewropayê jî bi dest xist