Feeds:
Posts
Comments

Archive for the ‘Zarok’ Category

ser-u-misk-1

Hebû tunebû, dibêjin rojekê mişkek ji qulika xwe derketibû û rastî
şêrekî gir hatibû.

Şer dixwest mişkê bixwara.
Mişk: Şêro, ji kerema xwe min nexwe, dibe ku rojek were pêdiviya te bi min hebe.
Şêr gotê: Çawa ezê motacê (hewcedarê) te bibim, tu jî ewqas biçûk î?                                     

Dema şêr çav li mişkê gerand û dît ku çiqas ew biçuk e, dilê xwe pê
şewitî û serbest berda.
Rojekê mişk dengekî tirsdar bihîst.
Ew jî dengê şêr bû.

Dema gihîşt cihê deng jê dihat, dît ku şêr di nav toreyekî de asê bûye.
Mişk gote wî: Ezê te rizgar bikim!
Şêr: Tu!, tu gellek biçûk î ji bo karekî ewqas giran.

ser-u-misk-2

Mişk dikeve ser werîsa (kêndir) toreyê, hêdî hêdî bi diranên xwe werîsê qot dike û wiha şêr rizgar dibe.

Ji wê şevê de, herdu heta hetayê bûn heval.

Têbînî: Min ev çîrok berî çend salan ji zimanê spanî re wergerndibû ji bo projeyeke derbarê wergerandina çîroke ji gelek zimanên cîhanî re, tê gotin ku ev çîrok ya Aysopos e.

Read Full Post »

Azad Kanjobi zarokên Kobanê re di havîna borî de / Foto: Azad Kanjo

Azad Kanjo bi zarokên Kobanê re di havîna borî de / Foto: AK

Derhênerê kurd-katalan Azad Kanjo Navero yê ku,  berî nêzîkbûna îslamiyên radîkal ji bajarê Kobanê bi çend rojan, ligel bavê xwe derbasî herêma Kobanê bû ji bo şopandina dagirikina DAÎŞê ji gundên Kobanê re. Her wisa Azad û bavê xwe arîkariya penaberên ku tî û birçû li sînorên Tirkiyê mabûn.

Dokumentara Azad derbarî koçberbûa xelkê Kobanê di medya katalanî de deng vedabû, Azad ji gelek alavên ragihandinê li Spanya û Amêrîka Latînî re behsa trajediya kurdên herêma Kobanê kiribû.

Meha Berfnebara borî Azad berê xwe dabû kampên penaberan li bakurê Kurdistanê û sedana dibistanekê kiribû û ligel şagirtên vê dibistanê axivî bû.

Ji ber ku Azad li bajarê Barcelonayê hatiye dinê û piraniya jiyana xwe li Katalunyayê derbas kiriye, hûn dikarin mêze bikin ku aksenta wî heye, lê hêjayî gotinê ye ku Azad kedeke mezin kiribû ji bi fêrî zimanê bavê xwe bibe. Min gelek keç û lawên kurd ku li Ewropa mezin bûne dîtin lê wek Azad ku ji ziman û koka xwe hez bike û ji bo gelê xwe têbikoşe min nedîtiye

Read Full Post »

Zarokek ji Kobanê di nav şervanên YPGê de /RusyaToday

Zarokek ji Kobanê di nav şervanên YPGê de /RusyaToday

Roja we bi xêr xwendevanên vî zimanî şîrîn:

Niha ez wek di weşanên berê de bêjim “Bê Şîrove”, belkî hinekan tênegihin ji ber çi ez naxwazim nivîsek derbarê  wêneyek, vîdyoyek an jî hevokekê biweşînim. Sedema vê yekê jî dubarekirina nivîsên ku min derbarê van mijaran kirine,  dibêjim êdî ne hewceye dîsa ez serê xwendevanan bi van mijaran mijûl bikim. Biborin, îro ezê dîsa serê we bi van mijaran biêşînim ji ber ku em nikarin çavê xwe derbarê çewtiyan bigrin, ku em neaxivin û rexne nekin kî wê behsa van şaşiyan bike.

Ji despêka raperîna gel li Sûriyê min behsa manîpûlekirina zarokan kir, di vî warî de hemû hêz û partiyên kurd wekhev in. Hemû zarokan wek lîstokan bi penikan dilivînin, psîkolojî û kesayetiya wan jî  di wê temenê biçûk de diherimînin.

Min berê jî gotibû mijara leşkerkirina zarokan pir xerab e, ji bilî binpêkirina mafên zarokatiyê,  li ser asta navnetewî welatên an rêxstinên ku zarokan di şer de bikartînin navxirab in. Min ev yek berî salekê  ligel berpirsekî payebilind ya PYDê jî gotûbêj kiribû, serfermandariya YPGê got dê êdî kesên jêrtemen di nav refên xwe de nehweîne, lê mixabin hîn em dibîbinin ku yên jêrtemen (bin 18 salî) li Rojava çekan hildigrin.

Tiştên ku berî demekê min şîrove nekirin

– Duyemîn Konferansa Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya Efrînê, ku vê mehê lidarketibû, biryareke radîkal standibû, min biryarên vê konferansê bi kurdî di Ajansa Hawar News de xwendibû, piştre di heman ajansê de min di beşê erebî de xwend, lê ev biryar bi zimanê erebî nehatibû weşandin. Biryar bi kurdî wiha bû: “Konferansa me radigihîne ku wê sîstema perwerdeya neteweya demokratîk li ser felsefeya Rêber APO ava bike; lewre her êrîşeke li ser Rêber APO û felsefeya wî weke ku li ser saziya me tê kirin dipejirîne û li dijî wan êrîşan dikeve nava çalakiyan..”. Deshilata li Rojava xwe bi xwe ji rojnamevanên biyanî re dibêje ku ew sîstema “Demokrasiya Radîkal” dimeşîne, biryara SZK li Efrînê jî fermanên ev “Demokrasiya Radîkal” jî bi cih dike.  Min heya niha ti rêxstinek an jî partiyek li cîhanê nediye ku navê radîkal li ser sîstemên rêvebiriya herêm an welatê xwe xisitiye, ez nizanim zilamên Qendîlê  têgeha “Demokrasiya Radîkal” ji ku anîne, gelo ev felsefeya birêz Ocalan e?

Navenda çand û hunerê ya Cemîl Horo / Hawar News

Navenda çand û hunerê ya Cemîl Horo / Hawar News

– Sala borî Kobanê şalûlê deşta Sirûcê Baqî Xido bi çalakiyeke balkêş bibîranî, xelkê Cizîrê jî Mihemed Şêxo jibîr nekir. Mixabin li Kurdaxê 25mîn salvegera barkirina bilbilê Çiyayê Kurmênc Cemîl Horo bê çalakî derbas bû. Beriya du salan jî li Helebê li taxa Şêx Meqsûdê Xweseriya “Demokratîk” navendek ya çand û hunerê bi navê Cemîl Horo vekir, lê gorî wêneyên ku derbarî vê navendê hatine weşandin wêneyeke Cemîl Horo tune bû, lê helbet wêneyên Ocalan li wir cih digritin.

Wêneyên Ocalan li Rojava li her derê hene, ev yek jî wêneyên dîktatorên berê Hafêz û kurê wî Beşar Esed tîne bîra me. Li Rojava gelek lêçûn (mesref) ji bo al û wêneyan tê rijandin, xwezî ev lêçûn herin ji bo avakirina dibistanan û kirîna  lêçûnên xwendinê ji bo zarokan. Berî mehekê mamosteyek ji Efrînê ji min re gotibû krîstala odeyekê li dibistana wan şikestî bû û zarok ji serman re zor dikşînin. Mamoste arîkarî ji “hevalan” xwestib lê: “Heval ji me re gotin pere nîn e”. Lê tekez  ji bo wêneyên “serokê gelê kurd” pere herdem hene.

Ji bo kes nebêje ku ez tenê rexne li sîstema Xweseriya “Demokrat” û serfermandariya YPGê dikim, bila haya wan hebe ku ez bi awakî rojane agahiyan derbarê berxwedana YPGê/YPJê di derbarê parastina Rojava de û danasîna doza kurdî  bi zimanê spanî diweşînim. (www.facebook.com/ActualidadKurda)

Sedema sereke ya nivîsa îro jî  ev vîdyoya li jêr ku piştî rizgarkirina Kobanê hate belavkirin, mirov têde dibîne çawa hinek şervanên YPGê sîleh dane zarokekî, yek jê re dibêje: De şorê bike, nêzîkî DAÎŞê bibe. Yê din jî dibêje: Bêje bijî berxwedana YPGê, mixabin şervanekî din jî gellek fîşekan davêje ezmên, helebt “pere tune ne”.

Têbînî: Ji bo xwendina nivîsên min derbarê manîpûlekirin û leşkerkirina zarokan li Kurdistanê li ser vê girêdanê bitikîne. (an di kategoriya Zarok de li nivîsan bigerin).

Read Full Post »

Komeke şervanên  jêrtemen li Kantona Cizîrê / Foto: ANHA

Komeke şervanên jêrtemen li Kantona Cizîrê / Foto: ANHA

Ev bûn bêtirî du salan ku şervanên jêrtemen (yên bin 18 salî) di nav refên Yekîneyên Parastina Gel (YPGê) de cih digrin, pirraniya van zarokan jî ji malbatên hejar tên ku nikarin zarokên xwe xwedî bikin û bişînin dibistan. Gellek mixabin jî bi sedan ji van zarokan ji eniyên şer re hatine şandin, hinek birîndar bûn û hinekan jî çavên xwe ta ebed girtin. Mixabin xelkê Rojava li hember diyardeya leşkerkirina zarokan ti dijberî nîşan nedabûnn, bervajiya wê gellekan bi çavekî erênî lê dinihêrîn, li dawiyê ev zarokên bêguneh Rojava ji dagirkirin û wêrankirinê diparêzin.

Bikaranîna zarokan ji bi propogandayê / Facebook

Bikaranîna zarokan ji bo propogandayê / Facebook

Weke tê zanîn leşkerkirina kesên jêrtemen binpêkirinek ji yasaya navnetewî re, rêxistnên mafên mirovan jî herdem li dijî vê diyardeya trajîk têdikoşin. Li gorî oldarê xiristiyan yê efrîqî, xelatgirê Nobela Aşîtiyê, Desmond Tutu jî bikaranîna zarokan di şer de karekî “bêexlaqî” ye, lê li Rojava ev diyardeya metirsîdar hîn didome. Mirov li hember temenê hin zarokên şervan jî matmayî dimîne, li gorî vîdyoyekê ku ji aliyê Hêzên Komele hatiye weşandin, du endamên Cebhet El-ekrad (Eniya Kurdan), yên bi ser YPGê ve ne, Beşar Mustafa (13) û Hennan Yûsif (14), herdû ji Efrînê ne, ku ji aliyê Artêşa Azad dîl hatibûn girtin, di dema lêpirsînê de dibêjin ku wan ji ber hejariyê sîleh hildane.

Di heman vê barayê de wênekêşê meksîkî Narciso Contreras havîna borî li Helebê bû,  wî çend wêneyên şervanên jin yên YPGê kişandibûn, di nav de jî wêneya zarokek derdorê 8-9 salî heye ku mîna fermandarek debanceyê di bin milê xwe de daniye.(li albûma “Syria: Women in The Civil War” binêre, narcisocontreras.photoshelter.com), belavkirina wêneyeke wiha di medya cîhanî de ziyaneke mezin dighîne hêzên YPGê û her wisa bandoreke neyênî li ser karûbarên diplomasî yên PYDê jî dike.

Beşar Mustafa û Henan Yûsif di dema lêpirsînê de

Beşar Mustafa û Henan Yûsif di dema lêpirsînê de / Youtube

Digel ku sîstema hundirîn yê YPGê, bi awakî teorî, leşkerkirina kesên jêrtemen napejrîne, lê di pratîkê de ne wisa ye. Weke ku haya wê ji vê diyardeyê tunebe, Fermandariy Giştî ya YPGê di 14/12/2013an de emr dabû hemû fermandarên navendên leşkerkirinê û batalyonên girêdayî YPGê ku wan kesên temenê yasayî (18 salî) derbas nekiribin di nav refên xwe de nepejrînin, YPGê hişiyar kir yên ku vê fermanê jî bi cih nekin dê rastî  “hesabekî tund” werin. Pitştî mehekê ji derxistina vê fermanê dîsa çend şervanên jêrtemen tevlî şerê Tel Berak û Tel Hemîsê bûn, dayîkên reben dîsa şînî girêdan û bi stûyên xwar wêneyên zarokên pakrewan hildabûn.

Di berxwedana YPGê ya li hemberî îslamiyên tundrew  de van şeş mehên dawî, zarok jî di nav de cih digirtin û jiyana xwe kirine gorî ji bo parastina ax û gelê Rojava. Şervanên jêrtemen yên herî dawî di şerê roja 2yê Tîrmehê de li gundên Zormixarê û Evdokê ( Herêma Kobanê) jiyana xwe ji dest dabûn, berevajî adeta xwe YPGê dîroka rojbûna van 15 pakrewanan diyar nekiriye lê wêne bi xwe jêrtemeniya gellek ji wan eşkere dike.

Derbarê vê mijarê jî di vê hefteyê de nûçeyeke xweş rûdaye, Ajansa Hawarê ragihand ku hikûmeta li Rojava û YPGê bi şandeya rêxistineke nehikûmî ya bi navê Banga Cinêvê re rêkeftinek sebaret qedexekirina tevlîbûna kesên jêrtemen di nav hêzên ewlekariyê de, îmze kirine.  Ev gaveke di rêya rast de ye, hêvî jî ew e ku YPGê xwedî li îmzeya xwe derkeve,  kantonên Rojava  jî divê gellek gavan bavêjin di warê parastina mafên zarokan de.

Nivîseke têkildar:

Zarokên Leşker li Kurdistanê

Read Full Post »

Zarokñn kurd fêrî şimitandina ser berfê dibin / Foto: Karlos Zurutuza

Zarokñn kurd fêrî şimitandina ser berfê dibin / Foto: Karlos Zurutuza

Ajansa Nûçeyan ya spanî EFE reportajekê derbarê ezmûna mamosteyê werzîşa skiyê bask Igor Urizar li Kurdistanê weşand, heman reportaj di gellek rojnameyên spanî hate belavkirin, di vê bareyê de jî televîzyona baskî reportajek derbarê skiya li Kurdistanê belav kir. Igor ji zivistana 2010/2011 salana serdana bajarê Pencewînê dike. Wî bi saya însiyatîva Komeleya herêma Navarrayê ya bi navê Tigris (Dicle) rahênerên êskî yên kurd jî amade kirine.

Ciwanê 37 salî destnîşankir ku sedema beşdarbûna wî di vê însiyatîvê de ew bû ku werzîşa skiyê li herêma Kurdistanê bi pêşde here ta ku di pêşerojê de geştyaran ber bi herêmê ve bikşne. Ew amaje bi wê yekê dike ku Pencewîn ne cihê herî baş ji bo kirina vê werzîşê ye ji ber ku bilindiya vî bajarî bêtirî hezar metrî ye, lê tekez dike ku mirov dikare cihên baştir li herêmê bibîne “Dema berf dibare, em li heman bajêr êskî dikin. Em hilnakşin çiyê, ji ber ku dema berf li bajêr dihele li çiyê jî namîne. Her wisa, bajar ji sînorê Îranê ve pirr nêzîk e û dibe ku avakirina stasiyonek ji skiyê re li çiyê bibe pirsgirêk”.

Alavên skiyê ku li Kurdistanê tên bikaranîn ji aliyê xelkên herêma Navarrayê hatine bexşandin. Igor dibêje ku ew diramin çalakiyan ji bo zarokên Kurdistanê lidarbixin, ji bo zarokên ew deveran ku berf lê nabare, bi mebesta pêşdebirina hevjiyana di nav zarokên ji çandên curbecur de (êzdî, musulman, xirtstiyan).

Mamosteyê bask dibêje belkî werzîşa skiyê demekî dirêj bistîne heya ku di nav xelkê de belav bibe, lê hin sinyal hene ji belavbûna vê werzîşê re “Hinek geştiyar ji paytextê [Hewlêr] hatin, ku bi rêya televîzyonê bi me agahdar bûn, me çalakiyek ji bo wan jî çêkir. Kurd ji dema ku aramî bidestxistine, rê ji bo çalakiyên kêfxweşiyê re vekirine û tiştên cuda dikin”. Kirina vê werîzşê li gorî Igor dê çavên xelkê jî li ser parastina hawirdorê jî veke ku heya niha zêde girîngî nadinê.

Derbarê nûçeyên teqîn û tundiyê li Îraqê ku di medya spanî de belav dibin, behsa aramiya li Kurdistanê nayê kirin, Igor sebaret vê yekê dibêje “Şerê li Îraqê digihe deverekê ji Kurdistanê, lê ne li bakur. Dibe ku surrêalîst be jî, lê em 200 km dûr in ji wan deverên ku dikare tiştek lê çêbibe, lê herêm ewle ye”.

Read Full Post »

Foto: Ajansa N`çeyan ya Hawarê

Foto: Ajansa Nûçeyan ya Hawarê

Meha borî tevgera Ciwanên Şoreşger yê bi ser PYDê ve xwepêşandanekê li Efrînê lidarxist ji bo şermezarkirina êrîşên çekdarên Dewleta Îslamê li Îraq û Şamê (DAÎŞ, li gorî kurtnavê wê bi erebî) li ser Herêma Kobanê û ji bo nîşandana piştgiriya xelkê Kurdaxê bi herêma Kobanê re. Di vê xwepêşadanê de gellek zarok û ciwan beşdar bûn, her wisa destgehên wek Saziya Zimanê Kurdî û Malbatên Şehîdan di vê çalakiyê de amade bûn.

Zarokan pankaretek hildabûn ku li ser wê bi erebî “Destê dirêjî Kobanê bibe emê bibirînin” hate nivîsandin lê di heman pankartê de bi kurdî “Destê…emê bişkînin” hatiye nivîsandin. Li ser vê pankartê jî wêneya qotkirina destekî bi kêrê hatiye danîn. Ne gengaz e ku zarokan ev pankart çêkirbin, pankartek ku bihna hovîtî û tundiyê jê difûre, qotkirina destan kar û şêwaza DAÎŞê ye ne ya zarokên Çiyayê Kurmênc e.

Li aliyekê din jî di şahiya Newrozê de ya ku ji aliyê du partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Efrînê (Azadî û El Partî) hatibû organîzekirin zarokeke keç ya 6 an 7 salî bi navê Jîndar beşekî ji strana Şivan Perwer “Ya Star” weke helbest xwendibû, digel ku ji bo têghîştina peyvên vê stranê divê zanyaryên mirov yên derbarê dîroka Kurdan hebe lê mezinan ji bo Jîndara reben ev stran veqetandin û diviyabû ku wê vê stranê ezber bikra ji bo şahiya Newrozê, Jîndar li dawiya helbetsê bi hemû hêza xwe diqêre û ji kurdan re dibêje “bibin dewlet”. Piştre jî melodiyekê distre, li ser şêwaza xwepêşanderên “Şoreşa Sûriyê”, û têde bajarên Rojava û perçeyên din yên Kurdistanê bi nav dike û li paş navkirina her bajarekî dibêje: “Em bi te re ne heya mirinê”, “Kobanê, Qamişlo, Hewlêrê, Mehabadê, Amedê…em bi te re ne heya mirinê”.
Digel ku navê wê jî Jîndar e lê ji niha de wê fêrî têgehên cangorî û û mirinê dikin, dem wê were û ev zarok wê hêdî hêdî bizanibe çi bi serê gelê wê hatiye, ya girîng ku zarotiya xwe bijî di vê demê de.

Hêjayî bibîrxistinê ye ev bûn sê sal in ku tevahiya rêxstin û partiyên kurdî li Rojava zarokan di xwepêşandanên xwe de bikartînin ji bo derbaskirina nameyên xwe yên siyasî, zarokan bê ku wateya pankartan ku radikin, sloganan ku davêjin an jî stranên ku dixwînin bizanibin beşdarî çalakiyê siyasî û xwepêşandanan dibin. Gelo zarokên ku wêneya serokekî kurd hildidin li ser jiyan û xebata wî serokî çi dizanin?

Read Full Post »

Ji çepê Marc Capellà  Nerea San Sebastián  Madhu Khatnani û Marcelo García / Foto:  Ruta de la Luz

Ji çepê Marc Capellà Nerea San Sebastián Madhu Khatnani û Marcelo García / Foto: Ruta de la Luz

Rûdaw / Z.A – Di Cotmeha borî de weqfa spanî “Ruta de la Luz” (Rêya Ronahiyê) ji bo pêkanîna misyoneke tenduristiyê serdana Herêma Kurdistanê kiribû. Misyon bi hevkariya weqfa şîrketa petrolê ya spanî Repsol hate birêvebirin û çar bijîşkên çavan tê de beşdar bûn. bijîşkan ji Spanyayê berê xwe dan Hewlêrê û ji wir serdana hinek gundên derdora gola Dukanê li nêzîkî Silêmaniyê kirin. Bijîşkan roniya çavê 1.078 kesan kontrol kirin, ku pirraniya wan zarokên ji 5 heya 17 salî bûn, ji wan jî pêdiviya 176 kesan bi sererastkirina roniyê hebû.

Du bijîşkên ji weqfa “Ruta de la Luz” derbarê misyona xwe li Kurdistanê ji Rûdawê re axivîn. Bijîşka bask Nerea San Sebastián xwest di pêşiyê de spasdariya xwe ji xelkê Kurdistanê re bîne ziman û wiha hestên xwe nîşan dan: “Bi rastî ez bêjim, ezmûneke gellekî xweş bû, xelkê wir gellekî şîrîn bûn, danûstandina wan bi me re pirr xweş bû û herdem arîkariya me dikirin. Çay û şokolat jî pêşkeşî me dikirin, herwiha em vedixwendin xwarinê li malên xwe.”

Optîkvan Madhu khatnani di dema miayanekirinê de

Optîkvan Madhu khatnani di dema miayanekirinê de

Derbarê sedema çûyîna wan ji bo çend gundên derdora gola Dukanê, Nerea dibêje: “Şîrketa Repsolê ku li wê deverê kar dike dît ku pêdiviya wê deverê bi kontrolkirina çavan hebû, nemaze ku bijîşkên çavan yên herî nêzîk li Hewlêrê ne, ango du demjimêran bi seyareyê ji wan dûr in. Repsol bi me re ket têkiliyê ji bo ku em di vê projeyê de hevkar bin. Me çavên zarokên şeş gundan kontrol kirin, herwisa çavên mamosteyan û yên hinek gundiyan jî.” Hejmareke mezin ji kesên ku hatibûn kontrolkirin, li ba wan astîgmatîsm bilind bû. Nerea xwediya ezmûneke dirêj e di vê xebatê de û derbarê sedema pirrbûna kesên ku bi vê nexweşiyê ketine, nêrîna xwe wiha vegot: “Ez diramim ku sedema vê yekê ziwabûna hewayê ye û ku toz dihêle ku xelkê herêmê çavên xwe bixurînin. Beriya salekê ez li Bolîviyayê bûm, dîsa li wir astîgmatîsm bilind bû, li wir jî hewa zuha ye û gellek toz heye. Teoriyek heye ku dibêje  ew xurandina çavan qerniye hinekî deforme dike, dikarim bêjim ku li gorî herêmên ez tê de derbas bûme ev teorî lojîkî ye”

Li aliyê din jî tiştê ku bala bijîşk Madhu Khatnani kişandinû ew ku kurtbînî (miyopî) di nav zarokan de pirr kêm bû: “Li gorî kontrolên ku me çêkirin, derket holê ku hejmara kesên kurtbîn gellekî hindik bû, berevajî tiştê ku di nav xelkê welatên rojavayî de rû dide, ev jî ji ber ku li welatên pêşketî bikaranîna kompyûter, telefonên destan û iPad hejmara miyopan zêde dike. Ji ber ku ev alav li vir pirr belav nebûne, hejmara miopan kêm e”. Madhu jî ji serdana xwe ya Herêma Kurdistanê gellekî bextewar e: “Dema me ji xelkê re got em diçin Iraqê, wan xema me dixwarin, ji ber ku medya li vir nêrîneke ters li ser rewşa ewlekariyê li Iraqê belav dike. Tiştê me li Kurdistanê dît gellekî xweş bû, ezmûneke ewqas xweş bû ku nayê jibîrkirin. Ewlekarî li wir serdest e û xwezaya Kurdistanê gellekî xweş e, di danûstandina xelkê bi me re germahiyeke zêde hebû. Herdem em vedixwendin malên xwe ji bo vexwarina qehweyekê. Deriyên malên wan herdem vekiri bûn”.

Çavkanî: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/140120141

Read Full Post »

Older Posts »

%d bloggers like this: