Feeds:
Posts
Comments

Archive for the ‘Almanya’ Category

img_0286

Hunermend Muharram ligel cemawerê “Roja Çanda Kurdî” li Bonnê / Foto: Z.A

Roja şemiya borî 24 îlonê, di çarçoveya çalakiyên hefteya navçandî de “Interkulturelle Woche 2016”, ez beşdarî du çalakiyan bûm. Sibê ez li bajarê Münsterê bûm, min û hevalên xwe di Komele Odakê de li ser sehnê me govenda kurdî û yewnanî gerand, me dîlanên wek sertakî (reqsa Zorba), bagiyê, çepkî girt. Di dîlana dawî de jî em ji ser sehnê daketin û me xelkê jî tevlî dîlana Delîlo kir. Ji bo temşekirina dîlana me, li ser vê girêdanê bitikîne: www.facebook.com/sabir.akdemir/posts/1281741091845342

Xwediyê blogê di serkêşiya govenda bagiyê de / Foto: Odak

              Xwediyê blogê serkêşiya govenda bagiyê dike / Foto: Odak

Hêvarê jî demjimêr 17:00 li bajarê Bonnê Navenda Kurdî ji bo Lêkolîn û Rawêjkariya û Yasayî (YASA) Roja Çanda Kurdî” li navenda MigraPolis pîroz kir.  Di agahiya ragihandin çalakiyê de ser Facebookê de, di derbarê kesên beşdar  di çalakiyê de ti înformasiyon nehatîbûn belavkirin.

 Baş e, kesê ku çalakî birêvebirbû endamê YASA Aref Gabeau bû.

 Helbestvan jî Hidir Çelik, Ulrich Bergmann û Hussein M. Habasch bûn.

Hunermend jî Muharram Dogan û hevsera wî Fîdan bûn.

Di despêka çalakiyê de kurtefîlma derhêner Akram Kiro  “Havîna Sar”  hate nîaşandanfîlm di navbera Kurdistan û Almanya hatiye kişandin û behsa jiyana penabrekî kurd li Almanya û jiyana wî ya berê li welêt dike.

Piştî ku helbestvan helbestên xwe xwendin, min rêdan ji birêvebirê çalakiyê xwest ji bo xwendina helbestek kurt, min helbest di pirtûkek ya nivîsakara swîsrî Jacqueline Sammali de  xwendibû, helbest jî anonîm e. Piştî xwendina helbestê jinek alman hat ba min ji bo ez helbestê jê re wergerînim, helbest jî wisa ye:

Keça min bi girî vegeriya,
Keça min bi girî vegeriya,
Min got mamoste bi tiştekî nizane,
Min got mamoste bi tiştekî nizane,
Min dixwest ez li nexçeyê binêrim,
Min dixwest ez li nexwşeyê binêrim.
Lê ew gote min:
“Kurdistan tune ye”
Keça min bi girî vegeriya.

Di beşê mûzîkê de jî Muharram û hevjîna wê Fîdan hêvara Roja Çanda Kurdî bi gotina stranên gelêrî pir xweş kirin, cemawerê çalakiyê jî ligel wan stran xwendin.

Piştî wan jî dîsa min rêdan ji kek Arif xwest ji bo ez stranekê kurt bêjim lê ew “di min de şikand”*, min dixwest ez strana “Lê Narînê” bixwînim ku min berî 5  mehan li welatê Baskê xwendibû û ji aliyê xelkê pir hatibû hezkirin. Lê piştre, dema girêdana dîlana efrînî, min li ber dengê def û zirnê perçeyek biçûk ji Eyşa Îbê da û min xwe hênik kir.

Bi gîştî çalakî xweş bû, hinekî cih biçûk bû û mêvanên biyanî (yên alman û ji netewên din) jî hindik bûn, ji ber ku tiştê herî girîng ji organîzekirina van çalakiyan danasîna alman û biyaniyan bi çanda kurdan ve. Tiştê nexweş bû jî ku mirov di “Roja Çanda Kurdî” de axaftina erebî  di danûstandina  hinekan de guhdarî bike.  Mixabin  xwarina kurdî jî tune bû, li kêleka vewxwarinan tenê Snack Brezel hebû. Hinekî nan, zêt û zaater jî hebûyana wê pir xweş biba, nemaze ji bo kesê bi zikê birçî ji Münsterê hatibû çalakiyê.

* “Di min de şikand”: derbirînek efrînî ye ku tê wateya daxwaza min bi cih nekir.

Ji bo temaşekirina wêneyên din: Yasa Kultur

Advertisements

Read Full Post »

Sazkirina afîşê: hunermend Hesen Berzencî

         Sazkirina afîşê: hunermend Hesen Berzencî

“Me rojeke xweş li bajarê Essenê derbas kir”, bi van gotinan nivîskar Helîm Yûsiv derbarê çalakiyê radighîne û van agahiyan dide:

“Roj: Yekşem 18.09.2016 / Demjimêr: 14:45 heta 17:00, yê ku roj birêvebir: Hozan Enez bû,

Yên ku helbest xwendin:
Ibrahîm Hisso – Selwa Hesen – Husên Hebeş – Hesen Îrandost

Yên ku çîrok gotin:
Fewaz Ebdî – Lukman Silêman – Helîm Yûsiv

Yên ku stiran gotin:
Mistefa Dadar – Imad Kakilo – Zubêr Salih

Ji bilî wê, imzekirina pirtûkan û hevdîtina bi dost û heval û hezkiriyên wêje û hunera kurdî re bû”.

Çend têbîniyên min derbarê vê çalakiyê:

  • Çalakî 45 xulekan dereng bû, ev jî bû sedema aciziya hin kesan, ji ber wê  şîreta min ji bo kesên ku dixwazin herin çalakiyên kurdî pirtûkek an jî rojnamyek bi xwe re bînin ta ku wextê xwe di bendemayîna despêkirina çalakiyê de wenda nekin.
  • Li paş masyea xwendinê du afîşên biçûk li ser dîwêr hatibû danîn, bawer dikim ne zor bû ku afîşeke mezin bihata çêkirin  an jî hevokeke li ser kertonekê  bihata nivîsadin û li pêşiya masê hatiba danîn ji bo dansîna çalakiyê.
  • Birêvebir Hozan Enez pêşkêşkirina piraniya beşdaran bi zimanê erebî dikir, min ji xwe pirs kir: Ji bo kê û ji bo çi ew bi erebî pêşkêş dike?, min got belkî mêvanên ereb hebin, lê bi texmîna min ew kurtejiyana beşdarên çalakiyê çawa jê re hatibû xwend, gelekan jî kurtejiyana xwe bi zimanê erebî amade kiribûn.
  • Ez pir kêfxweş bûm ku  helbestvaneke jin di vê çalakiyê de cih girtibû, lê xwezî bêhtir bana, mixabin di nav kesên amade de jî tenê sê jin hebûn, ev jî nîşanek ji nîşanên netewên paşdemayî ye.
  • Helbestvan Selwe Hesen, dema dixwest helbetsek zêde bêje li Helîm Yûsiv nihêrî û  rêdan jê xwest ji bo xwendina helbesteke din ta ku ji demê çalakiyê pir wextê nestîne, digel ku Helîm bi barê organîzekirin vê çalakiyê rabibû lê helbestvan diviyabû ji birêvebirê çalakiyê bipirsiya eger ew dikare helbestek zêde bixwîne.

Baş e, ez tevlî Helîm Yûsiv dibim ku çalakî rojek xweş bû, di nêrîna min de jî beşê herî xweş dema du hunermend ji Rojhilat û Rojava bi hev re, bi awakî spontan, perçeyeke mûzîkî pêşkêşkirin, strana ku bi dengê hunermend Mustafa Dadar û buziqa hunermend  Zubêr Salih hatibû pêşkêşkirin çavên gelek kesên amade, ji ber melodî û navaroka wê ya trajîk, şil kiribû.

Pir mixabin medya kurdî di vê çalakiyê de amade nebû, wê bîranînek û arşîvek xweş bimaba ji bo nifşên nû yên ku dixwazin bêtir derbarê berhemên helbestvan, çîroknas û hunermendên kurd bizanibin.

Read Full Post »

Hunermend Brader û meydana Heumarkt li Kolnê / Foto: Z.A

Z.A – Îro sedsalek ser îmzekirina peymana Sykes-Picot derbas bû, ev peymana ku qet daxwaz û vîna gelên Rojhilata Navîn nedabû ber çavan, ji ber hibrê vê peymanê jî heya îro xwîna mirovan nemaze jî ya kurdan tê herikandin. Bi kurtî Brîtanya û Fransa bi rêya vê peymanê, bi rastekê  sînor  xêz kirin û  kurdan di nav çar dewletan de belav kirin.

Roja 14ê gulanê jî revendên kurdî ji gelek bajarên Almanya û ji çend welatên derdorê wê berê xwe dan bajarê Kolnê ji bo şermezarkirina vê peymanê. Çalakî di bin navê “Ji bo rojeke serbixwe” hate lidarxistin û ji aliyê komeke çalakvanên kurd ku xwe wek serbixwe bi nav dikin, ango ew ne girêdayî rêxistineke siyasî ne.

Komîteya Amedekar agahdar kiribû ku tenê Ala Kurdistanê wê di vê çalakiyê de bê hildan, digel vê hişiyariyê çend kes alên din hildabûn (wek alên YPGê/YPJê, ala Êzdiyan, ala PDKê, du wêneyên Abdulah Ocalan..hwd) lê hejmara van alan gelek kêm bû, ango mirov dikare bêje ku çalakî tenê di bin siya ala Kurdistanê hate birêvebirin. Helbet keda endamên  ewlekriya çalakiyê û polîsa almanî ji bo ku rê li tevliheviya alan bigrin mezin bû.

Meydana Heumark bi sedan alên rengîn yên mezin û biçûk tijî bûbû, hejmara kesên tevlî vê çalakiyê bûn li gorî texmînên polîsa alman û Komîteya Amadekar  di navbera 1600-5000 kesan de bû.

Ez ji bajarê Munsterê bi rê ketim, trêna ku ez têde siwar bûbûm li her çend rawestgehan çend kurd radikirin. Ciwanên kurd jî di hundirê trênê de û di rawestgeha guhertina trênê  de (Duisburg bû) herdem staranên gelêrî û netewî dixwendin û bala almanan dikşandin. Li stasiyona navendî ya Kolnê em peya bûn û me berê xwe cihê çalakiyê, di rê de slogana “Bijî Kurdistan” û alên Kurdistanê bala welatiyên alman û tûrîstên derdorê Katedrala Kolnê dikşandin.

Di meydana Heumrkt de ez pêşî rastî siyasetmedar û endezyar Selah Elemdarî hatim, min spasiya wî kir ji ber nermbûna û bihnferehiya tevgera wî li hember siyaseta hişk ya ku ji aliyê rêvebriya Kantona Efrînê tê kirin. Rojava hewcedarê kesên aqilmend wek birêz Şêx Alî û Elemdarî ji bo ku rê li nakokiyên kurdî-kurdî bigrin.

Her wisa min  kurdekî ji “zurriyeta nifşê dawî yê Ewropiyandît, niha bûye tuxtir, berî ez wî bibînim min  wêneyek ji  kesekî re kişand, mingot belkî ew Alan e, ez pêre axivîm lê ew bi min re normal bû, derket ew cêwiyê Alan e, wêne li jêre ka tê derxînin kîjan Alan e.

Baş e, me kê dît û kê nedît!, ji hevalên beşê aboriyê ya zanîngeha Helebê bigrin ku berî deh salan min wan nedîtibû, heya bi hevalên mûzîkvan, dengbêj û rojnameger.

Ev roj fersendek mezin bû ji min re ji bo ez bo cara yekemîn hunermendê mezin Nizammetîn Arîç bibînim û ligel wî û hevalê wî Alexander Zerning  bidim û bistînim. Hêjayî gotinê ye jî ku hunermend Nizamametîn xwediyê sebrek mezin e, bi dehan kes wêneyên xwe pê re girtin, hunermendê me ti acizî nîşan neda, lê ji ber teknînka dengê li ser şanoyê hinekî tengezar bû.

Hêjayî gotinê ye ku siysetmedarên alman jî di vê çalakiyê de beşdar bû, her wisa çalakî di medya almanî de jî cih girtibû. Bi kurtî çalakiyeke serkeftî bû, keda Komîta Amedekar û ya endamên ewlekariyê  ji bo biserketina vê çalakiyî heya kêlîka dawî diyar bû.

Li dawiyê mirov dikar bêje ku “Ji Bo Rojeke Serbixwe” alîgirên tevgerên kurdî yên curbecûr li Heumarktê bûn yek.

Read Full Post »

merkel-help-sabria-banner-275x270

Rûdaw / Z.A – Çîroka trajîk ya penaberiya pîrejina kurd Sebriye ya 107 salî  hêj di medyaya cîhanî de deng dide. Reportaja “Geşta wê ya dawî” ya ku di rojnameya almanî de Süddeutsche Zeitung  hatiye weşandin nûçeya herî dawî bû derbarê ev pîrejina êzdî, ya ku ji Rojava koçber bû û xwest ku bighêje ba malbata xwe li Almanyayê lê ew ji 25ê kanûna 2013an li Yewnanê asê maye. Di vê nûçeyê de jî Sebriye daxwaza xwe ji bo lihevkombûna bi malbata xwe re li Almanyayê anîbû zimên: “Du roj tevî malbata xwe û piştre ezê bi aramî bimirim”.

Behzad Yaghmaian, profesorê aboriya siyasî li zankoya Ramapo ya New Jersey (DYAyê), yê ku di meha Çileyê borî de ji bo konferansekê çûbû Atênayê û li wir pêrgî Sebriye hatibû û çîroka wê bi fransî û înglîzî belavkiribû, niha jî bi rêya malpera The Globalist kampaniayeyke îmzeyan ji bo arîkariya Sebriye vekiriye û derbarê heman mijarê ji serokwezîra Almanyayê Angel Merkel nameyeke vekirî şandiye.

Yaghmaian pitşî pêşkêşkirina xwe ji xanim Merkel re û şîrovekirina rewşa pîrejina kurd wiha dinivisîne: “Ez nivîskar im. Ez çîrokên xelkê vedibêjim. Lê min qet di jiyana xwe de bi girîngtiya vegotina çîroka kesekî [weke ya niha] hest nekiriye û ku ez arîkariyê wê bikim ta ku xewna xwe pêkbîne. Bi wê hestê girîngtiyê ku ez niha ji we re pê dinivisînim, ez rica ji we dikim ku hûn bi Sebriye re arîkar bin ji bo pêkanîna xwesteka wê ya dawî di jiyanê wê de…, Sebriye tenê hêvî dike ku dema bimre hezkiriyên wê  li derdora wê bin. Ev ne daxwazeke mezin e. Tekez em dikarin arîkariya wê bikin ji bo ku xewna wê biçe serî.”

Di dawiya nameya xwe de profesor Yaghmaian ji Merkel re dibêje: “Wek seroka yek ji welatên herî hêzdar li cîhanê, we mamele bi gellek kelemên mezin di van salên dawî de kiriye. Arîkariya Sebriye cîhanê naguhrîne. Kelem û dijwariyên me dimînin lê yek ji dapîrên herî mezin li cîhanê dê fersendek bidestxîne ji bo ku hezkiriyên xwe hemêz bike û piştre xatirê xwe ji vê cîhanê bixwaza.”

Girêdana kampanyaya îmzeyan ev e: http://www.theglobalist.com/sabria/

Di toreya civakî de Twitter hashtaga kampanyayê ev e: #MerkelHelpSabria

Read Full Post »

 Bangîn li mala xwe li Mûnsterê / Rûdaw


Bangîn li mala xwe li Mûnsterê / Rûdaw

Rûdaw / Z.A – Bangîn Şakir li gundê Latîfiyê ya bi ser Qamişlo di 1969an de hatiyê dinê. Piştî standina Bakalorayê û xelaskirina xizmeta leşkerî hat Ewropayê, ev bûn 22 sal li Almanyayê dijî û bê rawestan xebitiye heya ku cihekî xwe di nav karsazan de girt. Bangîn deriyê mala xwe li Mûnsterê ji Rûdawê re vekir û derbarê jiyan û xebata xwe axivî.

Berî almanî fêrî tirkî bû

Bangîn ji malbateke xizan tê, dema fersenda koçberiya ber bi Almanya ve rûdabû pereyên wî ji bo vê getşê tunebûn: “Xweşkeke min nû zewicîbû, ew zêrên xwe dan min, birayê min jî pere ji min re peydakirin, ango bi deynan ez hatim vir. Feqîrî ne şerm e, wê çaxê bavê ji bo ku pantalonekê ji min re çêbike, qimaş bi deyn kirîbû û bi deyn jî li ba terzî dirûtibû”. Di 1992an de Bangîn hat Almanyayê  û piştî du sal û nîv  mafê penaberiyê stand, di wê demê de wî li bajarê Oberhausenê li ba meriveke xwe di dîkaneke ya goştfiroşiyê de kar dikir: “Bi rêya vî karî ez fêrî bazirganiyê bûm û ez li wir jî fêrî zimanê tirkî bûm, ji ber ku gellek tirk li wir dijiyan, ez fêrî tirkî bûm berî ez fêrî almanî bibim.” Bangîn dikene û wiha pêde diçe: “Almanî jî bi rêya danûstandinê di kar û cadeyê de fêr bûm.”

Sê kar bi hevre dikirin

 Bangîn dibêje ku ew xwe diavêt her karekî û ji kar nedtirtirsî, derbarê karên xwe yên pêşîn wiha diaxive “Bo du salan min li marketa Edeka kar kir, piştre bê ku ezmûna min hebe min dîkanek li mareketa Kaufland ji bo firotina  penîr û zeytûnan vekiribû. Piştre min li Mûnsterê  li marketa Extra kar kir, wê çaxê jî almanya min  pêşketibû û ez bûm şêvê 12 karkerên goştfiroşiyê. Li wir min nêzîkî pênc salan kar kir, di heman demê de ez li pîtzarryekê dixebitîm û min bexçeyeke zarokan jî paqij dikir, dema min pîtza dibir malan û rêya wê malê li ser rêya bexçeya zarokan diket, min bilez odeyeke paqij dikir, kesek bi min nedihesiya ji ber ku ez zû diçûm û vedigeriyam pîtzariya.”

Di marketa Extra Bangîn di nav goştê berazan de dixebitî, bihna goşt pêre dihat mal û hevsera wî jî ji wê bihnê aciz dibû, ji ber wê jî ew berê xwe da karekî din “Min ji şêvê xwe re behsa pirsgirêkên xwe bi bihan goşt re kir û min dev ji kar berda, piştre min Euroshopek (firotina berhemên bi bihaya eurokê) vekir û kar baş diçû.”


Karsazê Kurd di marketa xwe de li Munster / Rûdaw

Marketek û cihê berberiyê vekirin

Di 2006an de jî Bangîn dîkanekê li navenda Mûnsterê vekir û navê Makka (bajarê musilman ya pîroz Mekke) lêkir, ew dibîne ku ev nav naskirî ye û dikare  xelkê gellek netewan ber bi dîkana wî bikşîne. Derbarê karê firoşiyê Bangîna wiha dirame “Sextebûn di vî karî de nabe, yanî eger berhemk ber bi xwerabûnê ve diçe û tu bidî zibûnê xwe, tu ew zibûn wenda dikî ew jî ji xincî xwe re dibêje û wiha navê te xerab dibe, ji roja min ev dîkan vekiriye heya niha kesek tuneye ku berhemek ji cem min biriye û paşde venegerandiye. Min gellek ezmûn ji karên xwe yên berê standibû, lewre ez ti zibûn ji xwe naqeherînim, ez amade me ku ez xesaretê bikim lê zibûnên xwe xesar nekim, hin car hinekan ji min re dibêjin ku wan berhemek xerabe ji cem min birine û piştre avêtine, digel ku dizanim ew rastiyê nabêjin lê ez berhemek din didim wan.”

Di dîkana Makka de pênc xebatkar hene û têde keskayî, fêkî, goşt û berhemên xwarinê ji rojhilata navîn û bakurê Afrîkayê tên firotin, Bangîn di 2009an de jî dîkanek ya berberiyê vekir ku heft karker têde dixebitin. Ji van herdû karan, mal ji bo xwe û  birayê xwe re kirîne, her wisa 11 malên wî hene ku bi kiriyê dide. Li welat jî dîkan û xanî kirîne.

 Neçalakiya revenda kurdî li Mûnsterê

Li Mûnsterê revenda kurdî ne li ser hev e, Bangîn acizbûna xwe ji vê yekê wiha vedibêje: “Di axaftinê de em gellek cîhatî ne, lê di dema pratîk de em xwe nadin ber, em bi kêmanî sed malbatên ji Rojava li vir dijîn, qet nebe 50 malbat ji wan dikarin cihekî peyda bikin ku em lê bicivin û ku zarokên me dersên kurdî bistînin û hevdû nasbikin. Vaye revenda erebî dersên erebî didin zarokên xwe ji bo ku zimanê xwe wenda nekin, mixabin em ne amade ne ku her kesek mehê 10 Euro bide ji bo em cihekî kiriyê bikin ji fêrbûna zimanê xwe”.

Derbarê derd û pirsgirkên revenda kurdî Bangîn wiha pêde diçe: “Beriya sê salan em pênc kes me şahiya Newrozê lidarxistibû, me 2500 Euro ji berîka xwe dabû, bawer bike ku hinekan ku nehatin şahiyê kêfa wan hat, digotin înşalah xesareta wan gellek be, digel vê yekê em îsal şahiya Newrozê lidardixin, ev erkek li ser milê me ye û ji bo ku zarokên me cejna xwe pîroz bikin”.

 Bangîn xelkê xwe li welêt jî jibîr nake: “Dema arîkarî ji min tê xwestin ji bo Kurdan ez herdem amade me lê dive ez zanibim ew arîkarî bi ku ve diçe, niha xwendekarek li welêt heye ku ev bûn du sal pereyan jê re dişnim, derfeta malbatê nîne ku keça xwe bişînin zanîngehê ji ber wê jî ez lêçûnên wê didim”.

Read Full Post »

Baxçeya zarokên Kurd li Bonnê

Rûdaw / Z.A – Nisrîn Emîr ji gundê Şadiya yê ser bi Efrînê ye û li Helebê ji dayîk bûye, li zanîngeha vî bajarî jî wêjeya fransî xwendiye û piştî derçûnê karê mamostetiyê kiriye. Di dawiya 2009ê de Nisrînê berê xwe dabû Almanyayê û li bajarê Bonnê niştecih bibû.

Piştî şeh mehên xwendina zimanê almanî, wê xwe di kursa Mamosteyên Zimanê Kurdî de li zanîngeha Bonnê qeyd kir û piştî standina bawernameyê Nisrînê êdî karîbû li zanîngeha Bonnê wek mamosteya zimanî kurdî bixebitiya, weke ku Nisrîn dibêje: “Bi rastî şansê min baş bû ku min ev xebat bi dest xist, ji ber ku wergirên bawernameyên mamosteyên zimanê kurdî hindik bûn û hinek hebûn hîn xwendina zanîngehê xelas nekiribûn, lê mixabin hejmara şagirtan hindik bû, digel vê yekê hebûna dersên kurdî di zanîngeheke almanî de tiştekî pirr xweş e, tu li zanîngehên din li Almanyayê bigerî tu tiştekî wisa nabînî”.

Nisrîn di dewra duyemîn ya kursa Mamosteyên Zimanê Kurdî di 2012ê de,

Nisrîn Emîr li ser pira Kolnê

ligel hevjînê xwe Fewzî Dîlber, karê organîzekirina kursê dikir: “Xebata me wek xeleka girêdanê di navbera şagirt, mamoste û zanîngehê de bû û em berpirsiyarên kursê bûn li cem zanîngehê”

Ji bo belavkirina bawernameyan li ser mamosteyên nû, Nisrîn dibêje ku wan plan kiriye ku heya berî Newrozê wergirên bawernameyên mamosteyên zimanê kurdî yên dewra 2010ê û yên 2012ê bicivînin û bi şahiyekê bawernameyan belav bikin.

“Mebesta me ku zarok bi kurdî bilîzin, biaxivin û kêfxweş bin”

Dûr ji atmosfer û stresa zanîngehê, ev bûn sê meh ku Nisrînê dest bi xebateke ligel zarokên kurd jî kiriye. Nisrîn derbarê projeya “bexçeyê zarokan yê kurdî” de got: “Hinek malbatan li Bonnê xwestin ku zarokên wan bikaribin wek çawa diçin baxçeyên zarokan yên almanî, bikaribin herin baxçeyekî zarokan ku tê de bi kurdî bibihîsin û biaxivin. Ya min jî kêfa min gellekî ji zarokan re tê, ji ber wê jî min ev kar girt ser milê xwe. Mebesta xebata me, ku zarok bi kurdî bilîzin, biaxivin û kêfxweş bin”.

Baxçeya zarokên Kurd li Bonnê

Vekirina bexçeyê zarokên ji bo zarokên kurd li Bonnê di mijdara 2012ê de bû, di hefteya pêşî de çar zarok hebûn, niha jî hejmar bûye deh. Li gorî derfetên di destê Nisrînê de, diyar dibe ku ew bi xebateke dijwar radibe lê xebateke bi dilê wê ye. Li ser vê ezmûna nû Nisrîn dibêje: “Ji bo ku zarok aciz nebin divê tu afrîner bî, tu ji wan re biqêrî, bikenî û bigirî, ango tu şano çêbikî heya ku tu wan ber bi xwe ve bikişînî û wan mijûl bikî, em wan fêrî tîp û hejmaran dikin, gotina stranan û çêkirina karên destan û hwd. Lê her tiştî em li gorî zarokan eyar dikin, hin zarok hene temen biçûk in û divê em li gorî wan herin. Wek nimûne cara dawî min ew fêrî strana Aram Tîgran ya “zimanê kurdî” kiribû. Min tenê melodiya stranê bi wan dida guhdarîkirin û bi gotinên guncaw ji bo temenên wan min ev stran ji wan re dixwend. Dema malbat ji min re dibêjin ku zarokên wan li malê stranan dibêjin ez gellekî bi vê yekê kêfxweş dibim”.

Read Full Post »

Xwepêşander di despêka meşa xwe li pêşiya stasiyona navnendî ya Mûnsterê / Rûdaw

Rûdaw /Z.A  – Roja şemiya borî 22/12 derdorê 100 runiştvanên kurd yên bajarê Mûnsterê û derdora wê xwepêşandanekê ji bo şermezarkirina komkujiyên Mereş û Roboskî  lidarxistin. Xwepêşander li pêşiya stasiyona navendî  ya bajêr civiyan û wêneyên qurbanên komkujiyan û yên serokê PKKê Abdullah Oclalan hildan, her wisa du pankart bi almanî hebûn “Ji Mereşê heya Roboskî, êdî komkujiyan bi dawî bînin” û “Bila Patriyotên alman ji Kurdistanê derkevin”.

Lê berî destpêkirina meşê asayîşekî payebilind alman nêzîkî grûpeke zarok û nûciwanan bû, wan belavok didan xelkê û îmze ji bo azadiya Ocalan kom dikirin. Wî jî ji keçikekê xwest ku ew sembolên li ser qemîsan neyên nîşandan ji ber ku di nêrîna wî de ew sembolên PKKê ne. Qemîs dişibihin ala KCKê (Koma Civakên Kurdistanê), li ser wan qemîsên reş stêrekeke sor di hundirê sêlika rojê de hatiye neqeşkirin. Sultane Akbaş yek ji wan keçikan bû, yên ku wan qemîsan li xwe kiribûn, wê li hember helwesta polîsa alman heyirî bû, Sultan ji Rûdawê re got: “Me li ser navên ciwanên Kurd li Mûnsterê van qemîsan çêkir, polîsan wê çaxê jî ji me re gotibûn hûn dikarin van qemîsan li xwe bikin, niha jî ev polîs dibêje van sembolan veşêrin ji ber ku qedexe ne”, Sultane û hevalên wê neçar man ku desmalan li dor hustiyên xwe bigerînin û sembolan veşêrin”.

Foto: Rûdaw

Piştre xwepêşander ber bi bajarê kevnar  meşiyan û sloganan bi almanî avêtin weke “Almanya fînanse dike û Tirkiyê bombebaran dike”, “Turkiyê terorîst e”, navenda bajêr jî bi xelkê tijî bûbû nemaze ku ew roja dawî bû ya Weihnachtsmarkt (Bazara Cejna Zayînê), pankartên ku bi almanî hatibûn nivîsandin bala gellek hemwelatiyên alman dikişandin.

Alî Atalan: Dewleta alman û Tirkiyê di zulmê de şîrîkê hev in

Kevneparlementerê partiya Çep ya eyaleta NRWê Alî Atalan beşdarî meşê bû, wî nerazîbûna xwe derbarê helwetsa dewleta alman anî zimên ya ku bi rokêtên Patriot parastina Tirkiyê dike lê parastina mafê mirovan li wî welatî piştguh dike, Atalan ji Rûdawê re got “Dewleta alman şirîkê Tirkiyê ye di wê siyaseta înkarkirinê ya ku li dijî hindekahiyên olî û netewî tê birêvebirin, kesê ku dibe alîgirê aliyê ku zilmê dike şîrîkatiya wî jî dike”.

Piştî rawestandinekê li pêşiya avahiya şaraderiyê xwepêşander berê xwe dan konsolxaneya Tirkiyê û dema nêzî cadeya kosolxaneyê bûn sloganan bi tirkî û kurdî yên derbarê piştgiriya gerîla, Ocalan û şeremezarkirina dewleta Tirk avêtin, li wir jî polîsa alman berbendek danîbûn lê wan hîştin ku du jinan perbenda hesinî derbas bikin û destegulek reş li pêşiya avahiya konsolosxaneyê deynin, xwepêşandan bi xwendina belavoka ya derbarê şermezarkirina komkujiyan bi dawî bû.

Read Full Post »

Older Posts »

%d bloggers like this: