Gava ez zarok bûm min bi kurdî bi onê Sultan û Henû re dida û distand.
Diya min heya roja 22/10/2010 bi kurdî bi min re diaxvî.
Bi kurdî xewnan dibînim, stranan dibêjim,…
Ji bo ku ev ziman zindî bimîne ezê erka geşkirina vê zimanî bixim ser milê xwe.
Heya ku dem û hêz hebe, ezê vê blogê bi tîpên kurdî bineqşînim û bixemlînim.
Têbînî 2023: Di desepêka avakirina blogê di 2008an de heya 2022, kêm zêde, wisa diramiyam lê di buhara 2023 metamorfozek (transformasiyonek) di jiyana min de çêbû. Êdî ez ne Zinarê berê me (Hevepyvîn).
Eger meraqa we heye ku hûn bizanibin ez niha çi me an jî ez kî me, ancax hûn nivîsên blogê bişopînin.
Münster, 07.10.2023
Zinar
Sipas hevalê Zinar jibo ev xebatê hêja, her bijî.
Gelek sipas Siwaro jibo nirîna te ser blogê, hêvîdar im ku tu zimanê kurdî baş fêr bibî û her wisa birayê te Bawer û xwişka te Ciwane.
Li ser fîlosofan:
Gelek supas, bo wan peyvan li ser fîlosofan, yek ji wan berê min jî wergerandibû û di nav nivîsa min a dirêj de heye…
Cankurd, gelek spas bo serdana te.
Ev gavek pir xweşe kek Zinar pir sipas ji te re û ez hevî dikim ku hemû havalên me bi me re xebat kin, û bi zimanê xwe binivîsînin.
Silav û rêz
Bi rastî kek Ronî eger em vê zimanê ne parêzin, kî wê biparêze.
Em baş nas dikin şerê ku li dijî zimanê kurdî tê meşandin.
Spas carek din jibo sîroveya te.
Serkeftin bo te heval zinar!!!
bes bibure …!ez nizanim tîpên kurdî ji keyboard ê derxînim….! tu zanê çima?
Serkeften bo te heval zinar
Torîna delal û gelek ezîz ber dilêmin:
Gelek kêfxwesbûm bi nameya te, kurdiya te gelek xweşe, xem ê tîpên kurdî mexe, em ê jitero namayê bi tîpên kurdî bixemlînin, gelek heval hene bê tîpên kurdî nameyên xwe dişînin em ji wanre serrast dikin.
Li benda serdana te me.
Hevala Torîn:
Gava min pirsa te xwend: (tu zanê çima?)
di cida min ev stran xwend:
“Çima yarê çima, te ez xistim derya xema
Dînim gav tu dûrî nîvê emrê nib borî…
Bimrim jiter ne xema, ez bimrim ji ter ne xema”
Silav û hezkirin bo kena te.
Merheba hevalê ezîz Zinar, ev xebatê ku tu diki hem ji bo zimanê me hem ji bo nasbûna me li nav cihanê de gelek xweş û pewist e. Ez dixwazim ji te nas bikim, ez jî pê werger ê mijul dibim, ger tu dikari ji min re,li maile min re binîvisi, ez gelek kefxwêş bim,
ligel silavan
baran
Ez jî gelek şad û bextewar bûm bi naskirina te kek Baran, xebata wergerandinê zor pêwîste jibo gelê kurd, jiber wê ez ji bo te sekeftinê dixwazim û hêvîdarim ku te li vir herdem bibînim.
Tu bi xêr hatî bloga “ Ji Spanya ta Kurdistan”.
Silav û maç ji Ciudad Real heya Stenbolê
zinar ez gerek bi te ra li ser messenger biaxfim ti§tin nu hene gerek tu tema§ebikê 😉 tê pir kefxwe§bê. li benda te me.
silav û rêz
Birez Zinar,
Ez Ji De`rika Chiya ye Mazim e.
Ez Li ser hunera nuje de xebata che dikim.
bi rasti malpera te geleki kefa min jere hat u ez bawerim qu te bi serkevi.
Ez hatimim Mataro´ ji bo xebate huneri..
qu ez dixwazim alikari tu bi min bike..
qu tu we´ germ li we daxaziya min binere, ji min re mail bisine u em li ser mail bipeyivin.
ji anhade ez sipasiye ji dil didim.
Ser çava birêz Dêriki:
E-maila min: zinarala@gmail.com
Zinar Ala
Zinar,
Serkeftin ji te re!
Zimanê me ne tenê nasnameya me ye lê her weha çermê me ye jî.
Silavên germ ji Swêdê heta Spanyayê…
Wey ser seran wey ser herdu çavan
Tu bi xêr hatî bloga me
Her bijî Hirçoka te hevala Şîlan
Weke bloggerekî kurd ezê herdem rojbûyîna Jînda pîroz bikim ya ku hîşt ku “Hirçoka min” were damezrandin û pelikên Internetê bi tîpên zimanê dayîk û dapîrên me bixemlînin.
Gellek hezkirin û barek silav ji bo te, wilo jî ji bo Miche û Hirçoka Swêd û Kurdistan.
Spas hevalê hêja,
Li xwe bash binêre 🙂
Serkeftin!
Shîlan û Hirchok
Ji ber ku tu jî ” BINDESTê EVÎNê YE” ez ji tere va helbestê bi rêdikim, hêvîdarim ku bi dilê te bê?
Bê Ziman
Newêrim ji te bixwazim
Nikarim ji te bixwazim
Tiştê ku ji zode
Ez ji te dixwazim
Erê ez bi deh zimana me
Lê li pêş te, ez bê ziman im
Li pêş te, ez bê ziman im.
Te ez bê dawî kirim
Te ez bê dawî kirim
Lê bi min pir şêrîn e
Ez benî:
Ku ez çavên xwe
Li ser çavên te bigrim
Carek din ez venekim.
Te ez bê gotin hêştim
Te ez bê gotin hêştim
Nema li pêş min
Xeynî ez serê xwe
Ji tere deynim
Nema li pêş min
Xeynî ez silavê
Ji tere lêxim.
Te ez kuştim
Te ez kuştim
Te ez kuştim.
Li ber roja te
Ez mîna katjimêrên – Dalî
Çiqas car hatim helandin
Li ber tava te
Ez mîna berfê
Çiqas car hatim bişaftin.
Te ez kuştim
Te ez kuştim
Te ez kuştim.
Çiqas gotinên min hene
Giş vedigerin ser te
Çiqas helbestên min hene
Giş tên nivîsandin bi pênûsa te
Kuva ez herim, kuva ez werim
Tim êsîrim li zîndana te
Çiqas ez fêrbibim
Çiqas ez zanibim
Lê tim nezan im
Bi ferhenga sîngê te.
Te ez kuştim
Te ez kuştim
Te ez kuştim.
Şêrîn û xweş e zimanê kurdîîîîîîîîîîî
Her bijî heja Zinar Ala .. destê te xweş bin ser vê malpera ciwan û bikêrhatî..
karekî pîroze
tu her hebî
silav û gûlav
Spas Canê.
biraye delal dema te xwesh be. ez yekcaran li bloga te dinerim û gellek kefxwesh dibim ku tu bi kurdi dinivisini. silav
Spas kek Ahmed, ez jî bi serdana te kêfxweş bûm, hêvîdar im herdem te li van deran bibînim.
silav heya Hezargol
Spas Dikin Jı Bo Têhbate Ji Bo Xizmetave Hevale Zinar Her Bıji Heval ..
Spas Dikin Jı Bo Têhbate Ji Bo Xizmetave Hevale Zinar Her Bıji Heval.Diste We Saqbi Her Hebin
Gelek spas seHocan û Hesen ji bo serdana we.
Kek Zinar,
Ez te ji bo xebata te ya di rêya kurdperweriyê de pîroz dikim. Tu her serkeftî û dilşad be.
Zor spas ji bo çapkirina van tîpên xweş li ser vê blogê, her bijî xebata http://www.welatperwer.com/
Silav û rêz
slavén germ jıbo hevalé héja u berketi. hevalé héja ev qederıke ku mın bılok ziyaret nekirye u mın nivisén bloké ne xwendiye. lewma ku şirové mın jı bloké kém bıbun. Lé her çıqas ez ji bıloké durbum ji blok dı dılé mın de diji.
serkeftın jibo hevalé zınar ala.
slav u hezkırın
Kurdê Ciwan Bloga min wê herdem li benda serdan û şiroveyên te be.
Zinar
Gelek spas ji bo rupel ya we ya zimané Kurdî. Çiqas dewlemend, çiqas giranbuhaye.
Gelek Spas Solîn ji bo şîroveya te, ez pir kêfxweş kirim.
Silav û maç
Silav! Ev salan in ez jî blogger im. Lê ji bo spasiyê hinekî dereng mame. Ji ber ku piştî xwendina min a bloga te, min biryar dabû ku ez jî heta ji destên min bê, ji bo pêşvebirina zimanê xwe di blogekê de binivîsînim. Gelek spas ku te mînakekî xweş derxistiye ji bo me.
Janûsê kurrê feqîroşkî yê xulamê wedûdo, gelek spas, hêz û geşbûnê ji te re dixwazim.