Feeds:
Posts
Comments

Archive for the ‘Norwêj’ Category

Li gorî belavoka bîroya ragahandinê ya Komelya Kurdê Sûriyê li Norwêjê (KKSN), ku wêneyeke  jê gihîşte bloga me, Komeleya Kurdên Suriyê û Komelya Kurdistanî Kîşe  di 29 tebaxê de Yekemîn Festîval û Pêşangeha Çand û Kelepûra Kurdî li bajarê Oslo lidarxistin.

Festîval bi avaftina nûnera belediya Oslo û bîroya întegrsasiyonê, birêz Şêrwan Omer û birêz Hindrîn Karîm paçika herîrî qotkirin ji bo destpêkirina çalakiyê festîvalê.

Di festîvalê de perçeyên mûzîkî û folklorî ji her çar aliyê Kurdistanê hatin pêşkêşkirin, her wiha defîleya cilên Kurdî hatin nîşandan, pêşangeheke wêneyan ya wênekêşî Nerwêjî Brent Îdi.

Her wisa Rêxistina Yekîtiya Jinên Kurdistanê konek vegirtibû û têde berhemên ji xebatê destan ya kelepûra Kurdî pêşkêşkirin, her wiha xwarinên Kurdî pêşkêşî mêvanên festîvalê kirin.

Di festîvalê de gelek kesayetî, şandeyên partiyan û rêxstinês siyasî yên Kurdan beşdarî beşdar bûn, her wiha media Kurdî û Nerwêjî amde bû (Ktv, Kurd sat, Oslo Tv, Radyo Amêrîka, Latînî Kurdan kanal…).


Wêneyên xwepêşandana Komela Kurdên Suriyê li Oslo

Advertisements

Read Full Post »

Di 20 adarê de Komela Kurdên Suriyê li Norwêjê (KKSN) ji bo pêştgiriya Kurdên di greva birçîbûnê de û pîrozkirina cejna Newrozê xwepêşandanek li dar xistibû.


Read Full Post »

lasfiros

AVESTA – Çend saet mane ta ku yasaya qedexekirina danûstandina laşfiroşiyê were tetbîq kirin, bi vî awayî mêrên norwêcî edî nema dikarin seksê bi saya perê xwe bikin.

Qedexekirina laşfiroşiyê û herweha danûstendina wê di sala 1999 li Swêdê hatibû despêkirin.

Qedexekirin ne tenê ji bo norwêciyên ku li hindir welat dijîn, herwiha ji bo yên  ku li dervayî welêt dijîn.

Ev jî tê vê wetaya ku mirovên norweçî ku danûstandina laşfiroşiyê li derveyî welat jî bikin, ew ê werin ceza kirin.

Amadekirin: Zinar Ala

Jêder: Netewe

Read Full Post »

Norwêj- Duh grûpek ji xelkê Çeçenistanê êrîşî qampên penaberên kurd li Norwêjê kirin, tê texmînkirin ku ev grûp ji 50 kes pêk dihat, ew êrîş birin ser kurdan bi çûyên hesinî û her wiha şûrên kin bi kar anîn.

Ev grûpa çeçenî bi awayakî hovane êrîş birin ser kurdên ku li kampa peneberan dimînin, 10 ji wan rakirin xestexane û gelek ji wan bi giranî birîndar bûn.

Çavkanî: Eurabian News.

Read Full Post »

%d bloggers like this: