Li Spanyayê xwaringehên Doner-Kebabê bûne navendên çanda Kurdî

Rûdaw / Z.A: Hebûna revenda kurdî li Spanyayê xwedî temenkî kin e. Ji sala 2000î û vir de hejmara Kurdan li vî welatî roj bi roj zêdetir dibe, piraniya wan jî ji bakur û rojavayê Kurdistanê ne û di xwaringehên Doner-Kebaban de dixebitin. Ew bûne xwedî fabrîka û fîrmeyên mezin, weke Istanbul û Nemrût ku li gelek bajarên spanî belav bûne. Gelek ji wan bi rêya … Continue reading Li Spanyayê xwaringehên Doner-Kebabê bûne navendên çanda Kurdî

Pêşkêşkirina “Spanî di Baholê de” li Ciudad Real

Duh kat 20.30 ez çûbûm pêşkêşkirina pirtûka “El español en la maleta” ango “Spanî di Baholê de” li pirtûkgehek li bajarê Ciudad Real. Pirtûk ji aliyê 26 mamoste hatiye nivîsandin, her mamosteyek derbarê ezmûna xwe li welatê ku zimanê spanî lê fêr dikir gotarek nivêsandiye, ev hemû gotar bûn pirtûkek. Mamoste Rafael Robles ku li gelek welatan zimanê Cervantes hîn kiriye, ew li ser Îranê … Continue reading Pêşkêşkirina “Spanî di Baholê de” li Ciudad Real

Welatê Don Kîşot bûye Kurdaxa wî

Dr. Remzî li Spanyayê xwedî 1200 darên fistiqan e / Rûdaw Rûdaw / Z.A – Hem doktor e, hem jî cotyar e. Remzî Ala ji gundê Mabetan yê bi ser Efrînê ye û ev 40 sal in ku li Spanyayê dijî. 31 sal karê bijîşkiyê dike û ev bûn çend sal di demên vala de dest bi karê cotyariyê kiriye. Remzî di 20 saliya xwe … Continue reading Welatê Don Kîşot bûye Kurdaxa wî