Zinarê Xamo: “Xanim nizane Qehwa Kurdî wek min xweş çêke”

Nivîskar Zinarê Xamo di hevpeyvînekê de di derbarê pirsekê li ser bloggerên kurd bloga min bi nav dike, mixabin ji ber xebata ragihandina bi zimanê spanî dema min ji bo nivîsandina bi kurdî pir namîne. Hêvî dikim di demeke nêzîk de dîsa wek berê bi kurdî binivisînim. Min ji we re ev pirsa li jêr veqetand ji hevpeyvîna rojnamevan Reşad Ozkan bi kevintirîn û çalaktirîn blogvanên … Continue reading Zinarê Xamo: “Xanim nizane Qehwa Kurdî wek min xweş çêke”

“Şeva Wêjeya Kurdî” li Madrîdê

Roja 21ê Gulanê çalakiyeke bi navê “Şeva Wêjeya Kurdî” li Madrîdê lidarket, cara yekemîn e ku li Spanyayê çalakiyeke wisa rûdide, ev jî bi saya hevkariyeke navbera nûnertiya hikûmeta herêma Kurdistanê û pirtûkxaneya Offside Books bû. Despêkê hevrêvebira pirtûkxaneyê Fatma Kayhan bixêrhatina mêvanan kir û got: “Ev fersendeke ji bo ku kurdên Madrîdê hev bibînin, hev naskin û derbarê pirtûk û berhemên wêjeyî biaxivin.” Fatma … Continue reading “Şeva Wêjeya Kurdî” li Madrîdê

Xemxurê “zarokê bêmal” konê xwe bar kir

Rûdaw / Z.A – “Di sala 1967 an de li gundê Birkinêsê di navbera Dirbêsî û Serêkaniya binxetê ji dayîk bûme. Li gundê me ji bilî zimanê kurdî nayê axaftin, dayika min heyanî ku koça dawî kir jî hînî zimanê erebî nebû… Dibe ku ji sedema zimanê dayîkê be, zimanê kurdî li cem min tu toz nehat ser û pîrozbahiya xwe parast” ev bûn xêzên … Continue reading Xemxurê “zarokê bêmal” konê xwe bar kir

Ji bo çi nivîskar Jan Dost ji kurdbûna xwe şerm dike?

Nivîskar û romannûsê navdar Jan Dost di “nivîseke” xwe de bi navê “Kurdên Şeytanê ji Comerd Bavê Murad re” ku duh bi zimanê erebî li ser malpera Gemya Kurda hatiye weşandin, nivîskar bi tundî êrîş dike li ser leşkerkî kurd di Artêşa Sûriyê de û wî weke kurdê Şeytan bi nav dike û leneta hetahetayê  lê tîne. Bi rastî mirov nikare bêje ku nivîsakr Jan Dost … Continue reading Ji bo çi nivîskar Jan Dost ji kurdbûna xwe şerm dike?

“PYD nêzikî rejîma Baasê û Beşar El- Esed disekine”

Di gotarekî xwe de bin sernivîsa “Sûriyê û Mudaxelaya Navneteweyî” nivîskar û parêzer Îbrahîm Güçlü behsa “Bihara Ereban” ku li Tunisê despêkiribû û bandora xwe li gelek welatên ereban kiribû. Guçlo bi ferehî bal dikşîne ser raperîna gelê Sûriyê li dijî rejîma Esed û helwesta civaka navnetwî nemaze ya Tirkiyê li hemberî soreşa gelê Sûriyê. Îbrahîm Güçlü derbarê helwesta partiyên kurd li Sûriyê wiha dinivisîne … Continue reading “PYD nêzikî rejîma Baasê û Beşar El- Esed disekine”

Zinarê Xamo: “Kurdistan berê şekir bû, nuha bûye hingiv” (Hevpeyvîn)

Di nav cîhana blogerên Kurd de gelek nav hene, lê mirov dikare bêje ku blogerê herî çalak di weşana kurmancî  de birêz  Zinarê Xamo ye. Nivîskarê Kurd Zinarê Xamo berî sê salan şitlekî bi navê “Hindik Rindik” di daristana înternetê  de weşandibû, îro şitla wî mezin bûye û cihekî xwe di nav alavên ragihandina Kurdî de girtiye. Xamo heya roja îro nêzîkî hezar nûçe û … Continue reading Zinarê Xamo: “Kurdistan berê şekir bû, nuha bûye hingiv” (Hevpeyvîn)

Hevpeyvînekî taybet ligel nivîskar Zinarê Xamo

Di nav cîhana blogerên Kurd de gelek nav hene, lê mirov dikare bêje ku blogerê herî çalak di weşana kurmancî  de birêz  Zinarê Xamo ye. Nivîskarê Kurd Zinarê Xamo berî sê salan şitlekî bi navê Hindik Rindik di daristana înternetê  de weşandibû, îro şitla wî mezin bûye û cihekî xwe di nav alavên ragihandina Kurdî de girtiye. Xamo heya roja îro nêzîkî hezar nûçe û … Continue reading Hevpeyvînekî taybet ligel nivîskar Zinarê Xamo

Zeynel Abidîn Han helwesta “ronakbîrên” bê wêjdan şermezar dike

Hêrişa ser Goran û helwesta “ronakbîrên” bê wêjdan Hêrişa li ser Tevgera Goran û helwesta “ronakbîrên” bê pîvan, bê xîret û bê wêjdan… Goran peyveke Kurdiya jêrîn e û dihête wateya guherînê. Jiber ku gelê me yê başûr êdî guherîneke bingehîn dixweze û afirandina jiyaneke azad, adil û demokratîk dixweze, ev çend sal in di destpêkê de li bajarê Silêmanî û paşê hema hema bi … Continue reading Zeynel Abidîn Han helwesta “ronakbîrên” bê wêjdan şermezar dike

Netewbûna rojnamevana Kurd Sazan Mandalawî di “The Guardian” de

Me ji we re beşekî ji nivîsa Sazan  di The Guardian de wergerande Kurdî. “Min nirîna xwe derbarê netewbûnê guherand”* Weke Kurdeke Îraqî li Australya, hestên netewî li ba min tune bûn, lê piştî ku ez hatim Kurdistanê, êdî bi çavekî cuda li tiştan dinihêrim. Eger we berî deh salan ji min pirs kiriba, ez kî bûm? Minê bigota: “Ez kurd im, lê bê welat im. Ez îraqî … Continue reading Netewbûna rojnamevana Kurd Sazan Mandalawî di “The Guardian” de