Feeds:
Posts
Comments

Archive for the ‘Welatê Bask’ Category

Konsera bajarê Pamplona/Iruña Foto: Komela Minzola

          Konsera bajarê Pamplona-Iruña / Foto: Komela Mintzola

Di meha nîsana borî de min berê xwe dabû welatê Baskê ji bo ez beşdarî hevdîtinek navnetewî bi navê  “Europa bat-batean” (Europa ji nişka ve) bibim, ev çalakî hunermendên ji Katalunya, Sardînya, welatê Baskê û Kurdistanê anîn ba hev, min nûnertiya Kurdistanê kir di van çalakiyan debi gîştî me heft konseran lidarxist li herdû perçeyên welatê Baskê li Spanya û Fransa.

Diviyabû ez wek wergêr beşdar bama,  beşdarbûn min jî wek dengbêj tenê di rojên dawî de derket holê. Me kedek mezin dabû ji bo beşdarbûna du dengbêjên kurd ji Rojava. Gera min ji bo peydakirina hunermendan gelek wext standibû. Di meha cotmeha borî de min nûçeyek di rojnameya Yeni Ozgur Politika û malpera Rizgarî weşand, nûçeya ku min nivîsandibû ev bû: Komeleke baskî li du dengbêjên klasîka kurdî digere.

Min têkilî ligel penaberên Rojava li Başûr, Bakur û li Tirkiyê danî. Ji Başûr rojnamevan Hozan Robar grûpeke mûzîkê li min pêşniyar kiribû, lê daxwaza me du dengbêj û tembûrvanek bû. Di heman demê de min bi hunermend  Osama Dada re têkilî danî, Osama ji  min re hunermendê gelêrî Adnan Omar pêşniyar kiribû û piştre jî dengbêjek jin hate peyda kirin. Komela baskî bi beşdarbûna Osama, Adnan û Bêrîvan Îbêş gelek kêfxweş bû û tavilê ji wan re vexwendin şandin.

Osama ji ber karê xwe wek mamosteyê mûzîkê di dibistanên penabern yên Netewên Yekbûyî de û ji ber egera ku dema ji Spanya û Frasna vegere jêre pirsgirêkên burokrtîk li Tirkiyê  peyda bibin, ji ber vê yekê lêborîna xwe xwest ji ber nebeşdarbûnê.

Konsera Donostia-San Sebastian / Foto: Mintzola

         Konsera Donostia-San Sebastian / Foto: Mintzola

Adnan û Bêrîvan gelek ked û zehmetî kişandin ji bo standina vîzayê, çar caran berê xwe dabûn balyozxaneya Spanya li Enqerê lê mixabin vîza nestandin. Gelek daxwaza wan hebû ku bi navê Kurdistanê hunera Çiyayê Kurmênc pêşkêşî baskiyan bikin lê mixabin Spanya xwestekê wan bi cih neanîbû.

Navên Adnan û Bêrîvan li ser hemû posteran bû.

Navên Adnan û Bêrîvanê li ser  posteran bû.

Piştî wendakirina hêviya beşdarbûna Adnan û Bêrîvan min li komeleyê pêşniyar kir ku ez nûnertiya Kurdistanê bikim, wan pejrand û hema ji min re bîlêtên balafirê kirîn.

Ev hevdîtina navnetewî di nav çalakiyên Paytexa Çandî ya Ewropa “San Sebastian-2016” cih girtibû, medya jî cihekî ji me re veqetand, bi dehan nûçe di medyaya spanî, baskî, katalnî û fransî hatin weşandin. Herwisa dokumentarek derbarê hunera dengbêjiya kurdî û ya împrovîzasiyonê hate kişandin.

Ev vîdyoya li jêr di roja şeşan de hatibû kişandin, piştî gelek konser hinekî dengê min westiyabû, navê strana ku ez dixwînin “Lê Narînê” ye, bê amadekirin min ji hunermenda sardînî Paola Dentoni xwest ku ligel min vê stranê bixwîne. Hêjayî gotinê ye ku melodiya vê stranê ji aliyê hunermendên welatên cûrbecûr û ji aliyê xelkê baskê ve gelek hate hezkirin. Endamên komela Baskî herdem dixwestin ez vê stranê bixwînim, wergera gotinên vê stranê û  starnên din li ser şaşeyekê dihatin weşandin. Min ev stran ji hunermend Adnan Omar guhdar kir.

Her wisa televîzyona baskî programaek taybet li ser vê hevdîtinê çêkiribû. Axaftina li ser Kurdistanê û beşdarbûna min di xuleka 3.27an de despê dike:  http://www.eitb.tv/eu/bideoa/4104533824001/ (di vê lînkê de hûn dikarin strana “Rojek tê” ya hunermendê mezin Nizammetîn Arîç bi dengê min guhdar bikin).

zinar markina

                 Konsera bajarê Markina-Xemein / Foto: Mintzola

Di her konserekê de diviyabû despêkê em bi helbestekê an stranekê silav li gel bikin û her wisa li dawiyê bi heman awayî xatir bixwzin, ji bo silavkirina cemawerê konserê min melodiya Memê Alan‬ distra:

Îro ez hatime welatê baskane, ta pêşkêş bikim hunera netewa kurdane..

Ev jî silava xatirxwestinê bû, di hin konseran de me melodî û gotin diguhertin:

Di vê vîdyoya de jî hûn dikarin hevpeyvînek bi ‪zimanê kurdî‬ derbarê hunera dengbêjiyê temaşe bikin. Bersivandina pirsên vê hevpeyvînê hinekî zor bû ji ber ku despêkê diviyabû ez bi kurdî bersiv bidim û piştre jî bersivên xwe wergerînim zimanê spanî, rojnamevana ku pirs dikirin jî baskî bû.

 

Read Full Post »

kamyona avsark

Pêr roja çarşemê li herêma xweser ya Baskê sê xortên kurd di avsarka kamyonekê de hatibûn dîtin. Ajokerê kamîyon li benzîgehekê ya bajarê Hernani rawstiya bû. Despêkê polîs guman kiribûn ew kes penaberên sûrî bin lê piştî guhdarkirina daxuayniyên wan, derket holê ku ew ji bajarê Kerkûkê hatine.

Bûyer danê êvarê saet 18.40 rûdabû, ew jî bi saya şofêrên ku li benzîngehê bûn, dema wan dengê derbeyan û qêrînê ji hundirê avsarkê bihîstin, tavilê derî vekirin û dîtin ku sê xort têde bûn û tenê turikên xewê bi wan re bûn. Di cih de polîs û ambûlans hatin cihê buyerê, her sê xort ketin nexweşxaneyê ji ber daketina asta germbûna wan, wan nêzîkî 10 saetan di  bin germbûna 10 derecyan de mabûn.

Tendûrustiya du xortan zû baş bû lê yê siyem, 19 salî,  serma xwaribû û tevahiya rojê di nexweşneyê de mabû. Ciwanên kurd ji polîs re gotibûn ku ew ji Dewleta Îslamî û ji çengê reviyane.

Li gorî daxuyaniyên xortan wan 25.500 dolar dabûn mafyayê da ku wan ji Tirkiyên heya Brîtanyayê bînin. Lê piştî rêwîtiya mehekê xortên kurd gihan welatê Bask û ew niha neçar in ku serî li mafê penaberiyê li Spanayê bidin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku di meha tebaxa borî de 71 penaber li Austuryayê di avsareke kamyonekê de bê giyan hatin dîtin, di nav wan de çend penaberên kurd ji Rojavayê Kurdistanê jî hebûn.

Read Full Post »

Ala Kurdistanê li Donostia

Ala Kurdistanê li Donostia

Di roja 20ê Adara borî de şaredariya bajarê San Sebastianê (bi zimanê baskî Donostia) bi mebesta pîrozkirina Newrozê û nîşankirina piştgiriya gelê bask bi gelê kurd re ala Kurdistanê danî ser façada şaredariyê. Di heman wê rojê de şarederê bajarê Bilbao Iñaki Azkuna, yê ku xelata baştirîn şaredarên cîhanê wergirtibû, jiyana xwe ji dest dabû. Lê Ala Kurdistanê li ser dîwara şarederiya Donostiayê ma û şîniya fermî nehate girêdan. Di rewşên şînîya fermî de li hemû şaredariyên Spanyayê ala dewletê heya bilindahiya nîvê stûnê hesinî tê hîştin. Çapameniya spanî jî heya vêderê bêdeng mabû.

Di roja 23ê Adarê de jî yekemîn serokwezîrê demokrat li Spaniyayê Adolfo Suárez jiyana xwe ji dest dabû, Suárez weke endezyarê prosesa veguhestina Spanyayê ji dîktatoriyê bo demokrasiyê dihat naskirin, ji ber wî Spanyayê tevde di şîniyê de bû. Lê Şaredariya San Sebastianê şîniya fermî bi daxistina ala Spanyayê heya nîvê stunê pêkneanîbû. Partiyên opozisyonê yên li şaredariyê êrîş birin ser şarederê Donostiyayê Juan Karlos Izaguirre û partiya wî Bildu yê nêzîkî tevgera Çepên Netewperest li Welatê Bask. Partiyên Gel û yê Sosyalistî (partiyên sereke li Spanyayê) daxwaz kirin ku Bildu şîniya fermî ya ku ji aliyê hikûmeta Spanyayê hatiye ragihandin pêkbîne. Lê Bildu daxwaza wan piştguh kir û weke tiştekî “negirinîg” binav kir.

Rojnameya spanî El Correo di nûçeyeke xwe de bi navê “Şaredarê San Sebatianê Kurdistanê bi bîr tîne, Azkuna û Suaréz ji bîr dike” radgihand ku partiya sosyalîst ya Welatî Bask rexne li helwesta şarederê Donostiayê dike yê “Ku ji aliyekê piştgiriya xwe dide Kurdistanê bi rêya pîrozkirina roja xwê ya netewî bi rêya danîna Ala Kurdistanê li ser façada şaredariyê û ti senyaleke xemgîniyê ji ber mirina şarederê Bilbao Iñaki Azkuna nedabû”. Ev polemîka şîngirêdanê û bilindkirina ala Kurdistanê di gellek rojnameyên spanî de hate gotûbêjkirin.

Ev ne cara yekemîn e ku çapameniya spanî êrîş dibe ser helwest û karên şarederê San Sebastianê Juan Karlos Izaguirre û partiya wî Bildu, di Mijdara sala borî de rojnameya rastgir ABC nûçeyek derbarê lidarxsitina “Konferansa Navnetew ya Şaredarên ji bo Aştiyê” weşandibû di bin sernivîsa “Bildu 100.000 Euro di rojekê de xerc dike ligel şardedarên ji Kurdistan û Felestînê” de. Di wê konferansê de şaredarên Amed û Batmanê Osman Baydemir û Serhat Temel, û herwisa hevseroka Encûmena Gelê Rojavayê Kurdistanê Sînam Mohamad amade bûn. Rojnameya navborî bi awakî negatîv behsa konferansê kiribû.

Hêjayî gotinê ye ku ev sala duyemîn e ku San Sebastian roja Newrozê bi hildana Ala Kurdistanê pîroz dike, sala borî şarderê vê bajarî çar niştecihên kurd li Spanyayê ku nûnertiya çar perçeyên Kurdistanê kirin vexwendin salona Şardeariyê ji bo pîrozkirina Newrozê.

Read Full Post »

Xabier Mikel Errekondo li parlmana spanî

Xabier Mikel Errekondo li parlmana spanî

Rûdaw – Heftiya borî parlamenterê bask Xabier Mikel Errxekondo di dema axaftina xwe de li parlamana spanî de li dijî reformaperwedehiyê, ya ku hikûmeta spanî dixwaze li Welatê Bask (Euskal Herria) bi cîh bike, nerazîbûna xwe nîşan da. Errekondo ji wezîrê perwerdekirinê re got ku “ev reform ya spanîkirinê ye…, û ew bombeyeke di dilê gelê me de ye. Hikûmeta Madrîdê  nikare li ser me tiştekî zor bike, tenê divê welatiyên bask derbarê pêşeroja xwe xwedî biryar bin”.

Errekondo xwest hinekî bi zimanê baskî (Euskera) biaxive lê axaftina wî nîv xulekek dirêj nekir, serokê parlamanê ji wî qot kir û xwest ku bi spanî biaxive, lê wî çend gotinên din bi baskî gotin lê serokê parlamanê dîsa wî hişyar kir. Li hemberê vê helwestê parlamenterê bask, bi spanî, ji parlamentaran re got “Wek hûn dibînin ev perwerdeya wî ye, perwedeya îtaet û hişbûnê ye, ku em wisa nekin jî, em tên cezakirin weke ku di dibistanên de dihat kirin” û di heman demê de dîmena “xwecezakirinê” nîşan da.

Wî di  destekî de pirtûk hilda û di destê din de qaba pirtûkê hilda serê xwe jî hinekî tawand û bêdeng ma, weke ku di dema dîktator Franco de şagirt dihatin cezakirin. Piştre serê xwe hilda û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî anî “Bila hikûmet baş bizanibe ku em vê yasayê di dibistanên xwe de napejrînin, tenê em  biryarê didin ku keç û kurên  me wê çi bixwînin, erka we jî ew e ku hûn rêz ji biriyara civaka bask  re bigrin”.

Read Full Post »

Ji çepê Zerin Türk, Fadil Bedirhanoglu, Ahmet Ertak, Asier Otegi, Sedat Tore

Ji çepê: Zerin Türk, Fadil Bedirhanoglu, Ahmet Ertak, Asier Otegi  û Sedat Tore

Hernani (Rûdaw) – Heftiya borî (5ê Pûşperê) şandeke ji Bakurê Kurdistanê serdana welatê Baskê kir û ji bo biratiya di navbera şaredariyên Hernani û Şemzînanê de rêkeftinek îmzekirin.  Şandê herhiwa ligel saziyên civaka sîvîl û siyasetvanên Baskî jî hevdîtin çêkirin.

Şandeya kurdî ji van kesan pêkhatibû: Saredarê Çolemêrgê Fadil Bedirhanoglu, ji Yekîtiya ŞaredariyênHerêma Anatolyaya Başûrê-Rojhilat (GABB) Ahmet Ertak û ZerinTurk û şaredarê Şemzînanê Sedat Tore.

Bepirsyara ragihandinê ya şaredariya Hernani, Araitz Urruzola, ji Rûdawê re axivî û razîbûna xwe ji encamên vê serdanê anî zimên: “Ji bo me ev hevdîtin gellekî sûdmend bû, emê têkiliyên xwe bidomînin.” Urruzola diyar kir ku di roja merasîma îmzekirina rêkeftinê de cîgirê şaredarê Hernani, Asier Otegi, pêşwazî li mêvanan kiribû û rêkeftina biratiyê îmze kir.

Cîgirê şaredarê Hernani Otegi aleke Baskî diyarî şaredarê Şemzînanê Sedat Tore (Çep) kir

Rêkeftin bi zimanê Baskî (Euskera) û kurdî hatiye nivîsandin û teksta wê jî wiha bû: “Meclîsa Şaredariya Hernani ya Welatê Baskê di civîna xwe ya 30ê Nîsana sala 2013ê de biryar dabû ku ligel bajarê Şemzînanê bibe bajarokekî bira. Îro di civata şaredarên van herdu bajarokan de soz didin ku gav bavêjin ji bo pêkanîna vê biratiyê û têkiliyan di navbera van herdu bajarokan de û bi armanca ku hevdu dewlemend bikin.”

Çalakî ji aliyê çend alavên ragihandinê jî hate şopandin. Sedat Tore di daxuyaniyeke xwe de ji rojnameya Diario Vasco re got ku têkiliyên pêşî ji bo pêşvebirina vê biratiyê ji sala 2011ê ve ligel şaredara berê Marian Beitialarrangoitia destpê kiribûn, wê di kongreyeke neteweyên bindest de pêşniyar kiribû em dest bi prosesa biratiyê bikin. Tore got ku wan bala xwedayê ku di navbera Şemzînan û Hernani de gellek tiştên hevbeş hene, ji ver wê ew têgihiştin ku biratî wê xweş be, ji ver ew mîna hêviya di navbera herdu bajarokan de.

Diyariya kurdî

Bi boneya destpêkirina biratiyê, cîgirê şarederê Hernani tabloyeke mertalê Hernani li ser û aleke Baskî diyarî şaredarê Şemzînanê kir. Sedat Tore jî ji aliyê xwe ve desmaleke kurdî, xalîçeyeke xebata destan û çend CDyên stranan diyarî şaredariya Hernani kirin.

Read Full Post »

fidanleylasakine

Piştî gengeşiya ku di medya baskî û spanî de hatibû gotûbêjkirin ji ber destêwerdana balyoza Tirkiyê li Madrîdê di karûbarên Parlemena Baskê de ji bo ku piştgiriya Kurdan neke, dîsa di medya Spanî de mijar ji nû ve hate gengeşekirin. Ew jî ji ber ku însiyatîva ku ji aliyê Grûpa EH Bildu hatibû pêşkêşkirin ji aliyê Parlemanê hate pesendkirin. Di rûniştina Komisiyona Karûbarên Ewropî û Çalakiyên Derveyî ya aprlemenê di hefteya borî de û piştî  lihevkirinek navbera herdû hêzên sereke di Parlemenê de PNV (Partiya Netewperest ya Baskî)  û Grûpa Eh Bildu yê ku li gorî medyaya spanî bi nêzîkatiya xwe ji rêxistina ETAyê (Welatê Bask û Azadî)  tê naskirin Parlemana Bask li dawiyê kuştina her sê çalakvanên PKKê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez li Parîsê şermezar kir. Her wiha Parlemen biryar da ku wê konsolxaneya Tirkiyê li bajarê Bilbao (paytexta aborî ya Welatê Bask) agahdar bike bi piştgiriya xwe ji bo pêvajoya danûstandinê di navbera Hikûmeta Tirkiyê û nûnerên Kurdan, li gorî teksta parlemenê “Divê ku ev pêvajo bi naskirina rastiya netewî ya Kurdistanê bi dawî bibe”

Her wisa biryara parlemenê piştgiriyê  dide Kurdan, nemaze ew heval û xizmên ew jinên kuştî û bang li nûnerên gelê Kurd kir “Ta ku li rêyên diyalog û danûstamdinê bigerin ji bo ku çareseriyekê bibînin, çareseriyek dadmend, aştiyane û demokratîk ji bo bidawîkirina êşa ku gelên Tirkiyê û Kurdistanê di gellek salan de kişandine”. Li dawiyê jî Parlemen ji Encûmena Ewropî daxwaz kir ku xwe têxe nav pirsgirêka netewî ya Kurdistanê û çareseriyeke aştiyane ji pirsgirêkê re bibîne, her wisa ji bo ku Tirkiyê bibe beşekî ji Yekîtiya Ewropayê divê rêzgirtina mafên mirovan û çavderêiya li ser mafên siyasî û çandî yên gelê kurd weke şertên girîng bin.

Di biryara Parlemena Baskê de ya derbarê şermezarkirina her sê çalakvanên Kurd rojnameya El Mundo bal kişandibû ser polemîka wergerandina peyva ‘gaitzetsi’ ku  bi zimanê baskî (euskera) wateyên wê yên curbecur hene di nav wan de jî şermezarkirin e, lê ev lêker weke “redkirin” di versiyona spanî de hatiye wergerandin.

Parlementera PNVê María Eugenia Arrizabalaga ji El Mundo re axivî û bal kişand li ser “erêniya lihevkirina partiya wan ligel Eh Bildu di pesendkirina pêşniyarê  bi zimanê baskî  ji bo ku pêrgî polemîkan neyên di derbarê bikarnîna ev peyva rastgir”. Arrizabalaga tekez kir  li ser wateya peyvê  ya ji bo şermezarkirinê digel ku wergera spanî ji peyvê re weke “redkirin” hate qebûlkirin lê  mebesta wan ji bikaranîna lêkera “gaitzetsi” şermezarkirin bû.

Li aliyê din jî parlementerên partiyên opozîsiyonê berê rexneyên xwe dan Koalisyona deshilatdar li Welatê Bask (ku ji PNV û Grûpa EH Bildu pêk tê) û wan  bi “dûrûtiya” tawanbar kirin û jê daxwaz kirin ku “berî her tiştî êrîşên ETAyê ya li dijî siyasetvanan Welatê Bask hatibûn kirin şermezar bikin”.

Tê zanîn ku di dawiya sala borî de grûpa baskî ya bi navê Amaiur li Parlemena Spanyayê  bo cara yekemîn pirsa kurdî xistibû rojeva Parlemena spanî û daxwaz  ji Parlemenê kiribû ku serî li Tirkiyê bide ji bo rêzgirtina mafên mirovan nemaze mafên girêdayî bi doza netewa Kurd, lê di encama dengdanê de tenê partiya Çepê Yekirtî (IU) destek dabû pêşniyara

Amaiurê. Li aliyê din partiya Gel (PP) ku partiya deshiladar li Spanyayê li dijî pêşniyarê derket, partiyên dijbere yên serke wek Partiyê Karkeran a Sosiyalîst (PSOE) û partiya deshilatdar li Katalunya (CIU) beşdarî dengdanê nebûn.

Read Full Post »

‘Divê Kurd bi kêmanî xweseriyeke wek ya Welatê Bask bidest xînin’

Bilbao (Rûdaw) /Z.A – Li paş pirraniya penabên Kurd ku em pêrgî wan tên çîrokek bi êş heye, ti kes bi dilê xwe dev ji cihûwarê xwe bernedaye. Enwer Elî yek ji wan kesan e, ew bêtir hez dike weke Bêkes Kurdo bê navkirin. Ev bûn şeş sal ku li Bilbao, paytexta aborî ya Welatê Bask, dijî. Li xaniyê wî, li bajarokê kevnar yê Bilbao em lê bûn mêvan.

Bêkes sala 1979ê li gundê Kor Pînarê yê bi ser Kobanî hatiye dinê. Ji ber xizaniya malbatê, ku ji 11 kesan pêk tê, Bêkes dev ji xwendinê berdabû û li Helebê û li Şamê kar kiribû lê nezanîna bi zimanê erebî jê re problem derdixist, “ji ber ku min bi erebî nizanîbû, xwediyê kar xwîna min dimijandin û kêm heqdest didan min”. Di leşkeriyê de Bêkes êşa Kurdbûna xwe dîsa kişand: “Dema leşker bûm, efserekî nehiştibû ez li mûzîka kurdî guhdar bikim, ji min re gotibû ‘ev ziman qedexe ye’, li wir ez pê hesiyam ku ez ne hemwelatiyê vê dewletê me, ne hemwelatiyê dereceya dudiyan ne jî sisiyan im, nedikarim bi zimanê xwe biaxivim ne jî dikarim mûzîka xwe guhdar bikim, min xwe qet weke însan hîs nedikir”. Bêkes wiha pêde diçe: “Di dibistanê de, di kar de, di leşkeriyê de me peyvên weke “Kurd ker in” gellek caran bihîstibû”.

Ji ber ku malbata Bêkes alîgira Partiya Pêşverû bû, wê jî para xwe ji zilma rejîma Baasê dîtibû: “Em herdem di bin konrtrolê de bûn, xwişk û birayê min jî ji ber ku di şahiya Newrozê de beşdarî lîstika şanoyê bûn, bi mehan di zindanê de man”.

Piştî ku leşkeriya xwe diqedîne, Bêkes ji bo karê mîmariyê diçe bajarê Dêrbêsiyê, li wir jî rastî zarokekî heşt salî tê ku ligel bavê xwe di lêkirina xaniyan de dixebitî. Bêkes mat dimîne ku çawa zarok bi vî temenî hebin û vî karê giran bikin: “Min jê pirs kiribû ‘ji bo çi tu vî karî dikî?’ ji min re got ‘ez bênifûs im, mafê min nîne ku ez herim dibistanê bixwînim’, Zarok di erdê bav û kalên xwe de kar dikir, lê hikûmetê ev erd ji wan standibû û dabû Ereban. Vî zarokî bandorek mezin li min kiribû, ez gellekî pê êşiyam û min got êdî nema ez li vî welatî dimînim.”

“Ku ez bimirin, ez venagerim Sûriyê”

Piştî vê bûyerê bi sê mehan, di sala 2004ê de, Bêkes berê xwe dide Cezayîrê û ji wir diçe Maroko, li wir heyama salekê bi awayekî nehênî kar dike. Ji ber ku kaxezên wî yên karkirinê tine bûn, wî hewil dabû ku rewşa xwe rewa bike, lê li wî welatî jî rastî neheqiyê hat: “Min parêzerek girt û min daxwaza mafê penaberiyê kir, lê dozger eşkere ji min re got ‘em û hikûmeta Sûriyê hevalê hev in’ û daxwaza min red kir. Min jî got ku ez bimirin, ez venagerim Sûriyê”.

Di dawiyê de Bêkes tevlî çend penaberan berê xwe dabû sînorên têlî di navbera Maroko û bajarê spanî Ceuta de. Di dema derbaskirina sînoran têlî de hemû laşê wî birîn bibû. Bêkes vê sepêhatiye wiha tîne ziman: “Di sînor de du toreyên têlan hebûn, diviyabû ku em di deh saniyan de herdu toreyan derbas bikin. Bilindahiya wan 6,7 metre bû. Di navbera herdu toreyan de stirî hebûn, min qet ew nedîtibûn, binê lingên min 5-6 cih qul bibûn. Dev, dest, ling û pêtikên min birîn bibûn, destê min di nav têlan de jî asê bûn, ji nişka ve jî alarma polîsan lêda. Min got bila nîvê destê min jî here, lê bila min negirin û neşînin Sûriyê. Min destê xwe ji nav têlan kişand û ez derbasî xaka spanî bûm. Deh rojan min xwe di nav daristanekê de veşartibû, min newêrîbû ku ez biçim navenda tenduristiyê û min birînên xwe di ava behrê de kewandin”.

Piştî wê Bêkes daxwaza penaberiyê ji polîsê spanî kir û dûvre ew birin bajarê Sevilla. Li wir jî Bêkes rastiya xewna Ewropayê û rewşa penaberiyê baş nas kir: “Ew tiştê ku me di serê xwe de xeyal dikir, ku ev xak biheşt e, vala derket lê helbet jiyan li vî welatî ji jiyana li Sûriyê baştir e. Ez salekê li Sevilla mam, min karê helandina hesin dikir, ji bo 11 demjimêran min 1000 Euro distandin, goştê li ser rûyê min ji germê diqelişî.”

Bêkes bi kilamên xwe kezeba polîsa Spanî şewitandin

Piştre heman kar li Bilbao jê re derket, ew dudilî nebû û berê xwe da Welatê Bask, qet nebe ewê ji germa Sevilla rizgar bibe ku di havînan de pileya 40î derbas dike. Lê li vî bajarî Kurd tine bûn û wî nizanîbû çawa cihê razanê peyda bike: “Sê rojan min li kolanan xew dikir, min serî li Komisyona Spanî ji bo Alîkariya Penaberan da lê bê sûd bû. Min ji wan re gotibû tenê xanî ji min re bibînin, vaye pereyên min hene, mixabin vê rêxistinê ti alîkarî neda min. Piştre min bi saya xêrxwazan xaniyek peyda kir.

Em ji malê derdikevin û sohbeta xwe li navenda Bilbao didomînin. Bêkes derbarê êşa dûrbûna ji welat wiha dibêje: “Xerîbî pirr zor e, ne dost, ne heval. Eger li welatê min maf hebûya, ez rojekê li vir nedimam.”
Bêkes li ava ku di nava Bilbao re derbas dibe dinêre û wan rojên xemgîn tîna bîra xwe: “Ku devê vê avê vebûya, wê ji te re bigota ez çiqas li vir giriyame. Di şevekê de li ber vê avê min şerab vexwaribû û heya demjimêr 3yê serê sibeyê mabûm, min stranên bi êş digotin, ji nişka ve min dît ku polîsek nêzîkî min bû û ji min xwest ku ez kilaman nebêjim, ji ber ku min kezeba hevkara wî şewitandibû, ji min re got ‘ji kerema xwe raweste, ev bû deh xulekan ku hevala min ya ku di erebeyê de rûniştiye ji ber stranên te girî dike.’ Xerîbî pirr zor e lê ez çi bikim, li min hate ferzkirin. Ji wir jî navê Bêkes tê û ez bawer im ku bi hezaran Kurd wek min li Ewropayê bêkes hene.”

Di meha borî de Bêkes bi alîkariya çend hevalên xwe xwepêşandanek ji bo piştgiriya raperîna li Sûriyê amadekiribû: “Em nîzîkî 150 kes bûn, me gellek alên Kurdistanê hildan, ji ber ku Sûriyê welatekî Kurdan e, ne tenê yê Ereban e. Mixabin çend kesên Ereb ku hatibûn li dijî hildana ala Kurdistanê bûn”.

Derbarê hêviyên xwe ji bo Sûriya nû, Bêkes dibêje: “Ez hêvî dikim ku êdî Kurd li Sûriyê xwe bi xwe rêve bibim, divê herêmeke federal ji bo Kurdan hebe, yan jî herî kêm divê Kurd xweseriyeke wek ya Welatê Bask bidest bixin, ji wê kêmtir divê em tiştekî din qebûl nekin. Dem hatiye ku em herêmên xwe yên belengaz bi pêş bixin, aboriya xwe baş bikin û xelkê xwe ji feqîrtiyê rizgar bikin.”

Hevkarê me ligel Bêkes Kurdo (Milê rastê)

Read Full Post »

Older Posts »

%d bloggers like this: