Feeds:
Posts
Comments

Archive for the ‘Çîn’ Category

AVESTA – Li restauranteke Çînî, masiyek ku rêjeyeke mezin ji gewdê wê hatiye qewrandin, tenê serê wê, bi riya paçikekî şil, ji qewrandinê hatiye parastin zindî hate xwarin.

Rojnameya Telegraph nûçeyekê derbarê xwarina vê masiyê li resturanteke Çînî weşand, her wiha vîdyoyeya xwarina masiyê jî di nûçeyê de hatiye weşandin.

Di vîdyo de  ken û heneka kesên ku masî dixwarin tê guhdar kirin, ew bi darikên xwarinê li masî dixin, devê wê vedikin û piştre masî dixwin.

Dema vekirina vê vîdyoyê di malpera Youtube de, agahiyek dibêje: “Ev vîdyo  dibe ku  ji bo biçûkan ne baş be.

Avesta / Zinar

Advertisements

Read Full Post »

Cîn

AVESTA – Endamê encûmena lêkolînên îslamî li Misrê Ebdulmutî Beyûmî dawxaz kir ku hukmê îdamê li ser ew kesên ku perdeya keçaniyê ji Çînê împorte dikin bête tetbîqkirin.

Ebdulmutî Beyûmî diyar kir ku împortekirina vê cîhazî ji Çînê rezaletê di nav civakê de belav dike.

Ev cîhazê Çînî  di dema çêkirina seksê avakî diherikîne bi rengê  xwînê û wiha problema vîrjîniyê an jî pirsgirêka perdeya keçaniyê çareser dibe.

Bihaya vê cîhazî 15 dolar in û li gellek welatên ereban tê firotin.

Tê zanîn ku bihaya dirûtina perdeya vîrjîniyê li Almanya digihêje 3000 euro.

Avesta / Zinar Ala

Read Full Post »

%d bloggers like this: