Dengbêjî – Çîroka strana “Gede Lo”

Gede xortekî ji  ji Qersê ya girêdayî herêma Serhedê ye, li Qersê ji xortan re dibêjin Gede (lawik , kurik). Gede koç dikir û di koça xwe de di gundê Budaxê de derbasbûye, Gede li wir keçek pir bedew hebûye, navê wê jî Xanim bû. Xanimê dibîne dilê wî yekser dikeve Xanimê, dilê Xanimê jî dikeve wî. Xanim jî qîza mala Budaxê ye. Gundê Budaxê … Continue reading Dengbêjî – Çîroka strana “Gede Lo”

Çîroka Şêr û Mişkê

Hebû tunebû, dibêjin rojekê mişkek ji qulika xwe derketibû û rastî şêrekî gir hatibû. Şer dixwest mişkê bixwara. Mişk: Şêro, ji kerema xwe min nexwe, dibe ku rojek were pêdiviya te bi min hebe. Şêr gotê: Çawa ezê motacê (hewcedarê) te bibim, tu jî ewqas biçûk î?                                      Dema şêr … Continue reading Çîroka Şêr û Mişkê

Destana Dewrêşê Evdî û Evîna Edûlê

Destana Dewrêşê Evdî û evîndarîya Edûl a Paşê ; mîna Mem û Zîn, Siyabend û Xecê destanê Kurdan yên herî navdar in. Dewrêşê Evdî destanek Kurda ya netewî ya Evîndarî û qehremanîyê ye. Destana Dewrêşê Evdî ku têde derbas bûye, ne demeke pir kevn e. Lê mixabin ji ber derfetê nivîsandina Kurdan tunebûye ew jî ketîye bin xetera ji bîr kirinê. Mîna kurteçîrok û stran … Continue reading Destana Dewrêşê Evdî û Evîna Edûlê

Malpereke nû çîrokên herêmên Kurdax û Kobanî hemêz dike

Malpera Çîrok gelek çîrokên gelêrî ji Çiyayê Kurmênc (Efrîn) û Kobanî berhev kirine, birevebirê malperê Apo Cemo ji me re ragihand ku ev çîrok di salên 80-î de hatine tomar kirin. Hêjayî gotinê ye ku damezrandina vê malperê  di kêlîkeke hesas de tê  nemaze ji ber rewşa dijwar ku  zimanê Kurdî  têde derbas dibe li başûrê rojavayê Kurdistanê. Malpera Çîrok  gelek çîrok û stran ji … Continue reading Malpereke nû çîrokên herêmên Kurdax û Kobanî hemêz dike

Hebû tune bû, bizinek û heft karikên wê yên biçûk hebûn…

Gur û Heft karik / Maruf Yılmaz Hebû tune bû, bizinek û heft karikên wê yên biçûk hebûn. Çawan dê û bav li ser zarokên xwe dilerizin û li wan miqate dibin, ew jî her wisan li karikên xwe miqate dibûn. Bizin rojekê diviya here daristanê ji bo çêreyê. Berî ku here gazî karikên xwe kir û got: – Divê ez herim daristanê. Heta ez … Continue reading Hebû tune bû, bizinek û heft karikên wê yên biçûk hebûn…

Malpera Zarokname ji bo we û zarokên we

Malpereke nû ji bo zarokên Kurd re vebû. Malperka Zarokname bi wêne, dengê çîrokbêj û mûzîkê hatiye dewlemendkirin. Malper bi rengekî nûjen weşanê dike, mirov dikare gelek  çîrokan  bi riya vîdyo  temaşe bike, her wiha opsiyonên guhdarkirin yan jî xwendina çîrojê heye. Ne tenê zarok, her wiha kesên dixwazin kurdiya xwe baş bikin ew jî dikarin sûd ji vê malperê werbigrin. Di «ZAROKNAME»yê de çi … Continue reading Malpera Zarokname ji bo we û zarokên we

Malpera “ZAROKNAME” vebû

Wergêr û mamosteya zimanê Kurdî û Fransî Aynur Bozkurt, gelek çîrokên klasîk ên cîhanê jî ji bo zarokên Kurd amade kirine. Tê zanîn ku Pirtûka Aynur Bozkurt “Kesandina Lêkerên Kurmancî – Conjugation of the kurdish verbs” berî du salan ji aliyê Weşanxaneya Dozê ve, li Stenbolê hatibû çapkirin. Alfabeya Kurdî û 20 çîrokên klasîk ên cîhanê di vê navnîşanê de:  http://www.zarokname.com/ Continue reading Malpera “ZAROKNAME” vebû

Ev wêne kûsiyên Çiyayê Kurmênc anîn bîramin

Carekê, berî çend salan, gava ez ji deşta Kitxê vedigeriyam gundê xwe Mabeta ez rastî du kûsiyan hatim (li Çiyayê Kurmênc nav lê dikin kêsefis, kênefis). Min dît ku kûsiyek xwe davêt ser ya din, kûsiyê nêr bi qailqa xwe li kûsiyê mê dixist, lê kusiyê mê jê direvî û guh nedida daxwaza kusiyê nêr ji bo kirina seksê. Lê kusiyê nêr hêviya xwe ji … Continue reading Ev wêne kûsiyên Çiyayê Kurmênc anîn bîramin