Feeds:
Posts
Comments

Archive for the ‘Îsraîl’ Category

Foto: ynetnews.com

Wêneyek ji gotûbêja xwendekaran / Foto: ynetnews.com

Koln (Rûdaw) – Malpera “United With Israel” ragihand ku bêhtirî 200 xwendekarên zanîngeha Kurdistanê beşdarî guftûgoyekê bûn, derbarê wê yekê de ka pêwîst e Herêma Kurdistanê ligel dewleta Îsraîlê têkiliyan çêbike yan na. Piştî guhdarkirina herdu aliyan (yên li dijî û yên ligel duristkirina têkiliyan), jûriya panelê destnîşan kir ku divê têkiliyên Kurdan ligel Îsraîlê hebin. Yek ji endamên jûriyê ragihand ku argumentên aliyê serkeftî giringî dan têkiliyên dîrokî di navbera Cihû û Kurdan de.
Serokê Sendîkaya Xwendekarên Kurdistanê Uda Serheng jî tekez kir ku argumenta sereke ya ew kesên ku pêwendiyên vekirî ligel Îsraîlê dixwazin ew bû ku pêwendiyên pirraniya welatên Rojhilata Navîn ligel Îsraîlê hene. Seheng dipirse: “Vêca ji bo çi em jî nikarin heman têkiliyan ligel dewleta Cihûyan çêbikin?” Serheng herwiha di vê bareyê de bal kişand ser argumenteke din ku ew jî têkiliyên aktuel yên di navbera Kurdên Îsraîlê û Herêma Kurdistanê de ne.
Tê zanîn ku fermîkirina têkiliyan di navbera Kurdistan û Îsraîlê de mijareke xwedî hesasiyeteke mezin e ji bo hin welatên Rojhilata Navîn. Di Sibata borî de berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî neçar mabû ku daxuyaniyan bide çapemeniyê ji bo redkirina nûçeya ku di rojnameya Yadiot Ahranot a îsraîlî de hatibû weşandin, ku behsa serdana şandeke fermî ya hikûmeta Herêmê Kurdistanê ji bo Îsraîlê kiribû. Dizeyî di daxuyaniya xwe de tekez kiribû ku siyaseta hikûmeta Herêma Kurdistanê li gorî destûrê bi siyaseta derve ya Iraqê ve girêdayî ye. Hikûmeta Bexdayê jî heya niha ti gav ji bo duristkirina têkiliyan ligel hikûmeta Tel Avîvê neavêtine.
Advertisements

Read Full Post »

Read Full Post »

"Bijî gelê Îsraîlê, bijî gelê Kurd" / Foto: Ji vîdyoya xwepêşandanê

Ev vîdyo duh li Youtube hate daliqandin

Read Full Post »

Balafirên bê pîlot yên Îsraîlî

Televîzyona Îsraîlî Infolive tv raporekî weşand derbarê bikaranîna Tirkiyê ji “balafirên bê pîlot” yên îsraîlî re .

Infolive tv dibêje ku sererkan artêşa Tirk İlker Başbuğ diyarkiribû ku ew encamên pir baş ji bikaranîna  balafirên bên pîlot yên Îsraîlê wergirtine.

Intfolive tv wiha didomîne: Daxuyaniyên Başbuğ bi awakî taybet ji bo hikûmeta Tirkiyê û ji Erdogan re cihê şermbûnê ye, nemaze ku serokwezîrê Tirk  Îsraîlê bi qotkirina pêwendiyên leşkerî tehdît dike.

Tê zanîn ku têkiliyê  Tirkiyê bi Îsraîlê re ziyan dîtin piştî êrîşa Îsraîlê li ser “Gemya Azadiyê” ku ji Tirkiyê hatibû şandin bo alîkariya xelkê Xazayê.

https://zinarala.wordpress.com/

http://www.youtube.com/watch?v=SfMxWPx8fYA

Read Full Post »

Foto: Ji kanala Beşîr Sebrî Botanî ya Youtubê hatiye wergirtin.

Wek tê zanîn ku babetê cihuyên Kurdistanê bi giştî û stiranbêjên wan bi taybetî, di ragehandinên turkî, farsî, kurdî û erebî de berbendin, ji lewra min pêkol kir ku vê bêdengiyê bişkînim û van dîwarên bilind ku ji rexê Turkiya, Îran û welatên erebî ve hatin dirustkirin, têk bidim. Her wesan wezareta rewşenbîrî li Îsra’îlê ji ber fişarê Turikiyê piştevaniya stiranbêjên kurdên ciho nake, her wesan ew ji rexê hemû kenalên kurdî ve jî têne perawêzxistin…

Li ser jimara kurdên cihuyan, bi rastî zehmete ku mirov li ser jimara wan raweste, ji ber ku hindek ji wan li gel cihoyên welatên dî têkel bûne. Lê li pey dîtina hindekan, jimara wan digehite 210 hezar kes. Ewan bajarek bi navê Kestel heye, yê ku li ser çiyayê Seyhonê dikeve, her wesan ewan 35 gund jî hene. Lê pitiriya wan li Orşelêm, Tel-evîv, Heyfa, Tivêriya û Bêrişêva dijîn, her wesan li biyabana (Nêgiv) ê 9 gund hene ku hemû kurdin; Bettîş, Êşbol, Peimey teşaz, Noge, Mêvtahîm, Şîbolîm, Telmêdîlo, Mêlîlot û Gîvolîm, û 50% ji xelkê gundê Meslûlê jî kurdin. Her wesan kurdên ciho li bajarên biçûk jî dijîn wek Nêtêvot, Ufekîm û Mûbeyim û ta dûmahiyê. Piştî cenga 1967 -ê gelek ji kurdên ciho malên xwe birin kenara rojava, anku ew ta nuho li felestînê dijîn…

Êtî, neviya kurdane û yekeka ji wan kesên li komelgeha (Ariyêl) ê dijî, ew çar saliye, êdî eger Felestîn bibe dewleteka serbixwe, hingê binemala wê ji Felestînê dihê derxistin. Her wesan bilûrvan û deholivan Xêmî Herkî (hemiitiz) li bajarê (Meialê edomîm) ê dijî, hejî gotinê ye ku ew di întirinêtê da pir çelenge û wî li (You Tube) gelek kilîp belav kirine. Êdî wî wesan got: Paşeroja me li vî bajarî û li kenara rojava ne diyare…

Rewşa kurdên ciho ya civakî başe û peywendiyên wan pêk ve baş in û nemaze li pey ayînê wan ku hemû endamên binemalekê roja (şebet) ê kom dibin û xwarinê pêk ve dixun (anku ji roja înê piştî nîvro ta êvara şemiyê). Her wesan wan ji bo kar û barên civakî, çandî û hunerî bi dehan senter hene wek:
1 -yekîtiya komelên kurdên ciho li Îsra’îlê, serokê wê Yehûde bên Yûsif-e, yê ku bi serokê kurdên ciho jî tê hejmartin.
2 – Metnas, yaneyeka huneriye li bajarê (Kestel) ê ye.
3 -komela cihuyên Zaxoyê, jimara wan bêhtir ji 40 hezar kese û pitiriya wan li Urşelîm û Kestelê dijîn.
4 – komela dostaniya Îsra’îl û Kurdistanê, serokê wê Ekrem Barzaniye. Endamên vê komelê tenê duktor, pirofêsor, endaziyar, mamosta, rewşenbîr û bazirganin.
5 – bêt am, anku xaniyê gelî, ev senterê henê ji bo karên huneriye û li gundê Peimey teşaz-ê ye.
6 – komela cihoyên Erbîlê, jimara wan 26 hezar kese. Navê serokê wê Menahîm aloniye.
7 – senterê Gonênîm yê rewşenbîrî bo genican-Orşelîm. Di vî senterî de gelek stiranbêj û tîpên hunerî hene.
Û gelekên dî…

Kurdên ciho di ahengên jin ênanê de, bûnên zarokan û sunetkirina kuran de, bêhtir muzîka kurdî bikar tînin. Ew hemû li pahîzan (cejna Kepireşîna) pîroz dikin, her wesan kurdên cihu yên ji Kurdistana Îranê (cejna Bihar) ê jî pîroz dikin, ya ku em dibêjnê Newroz. Li ser hindê re car caran konsêrtên kurdî jî têne berhevkirin. Hejî gotinê ye ku cemawerê hunerê kurdî li Îsra’îlê mezine, lê li wêrê bêhtir babetê govendê cihê xwe girtiye.

Li Îsra’îlê gelek tîpên hunerî û yên dehol û zurinê jî hene, her wesan gelek stiranbêjên navdar jî hene, wek Îshaq Kale, Moşê Xoce (bi Mihemed Arifê Îsra’îlê tê hejmartin), Firîde Bak, Evnêr Zakin, Ronên Surçî, Hedase Yeşûrûn, Moşê Mamko, Daniyêl Ezirî (bi Hesen Zîrekê Îsra’îlê tê hejmartin) û gelekên dî…

Pitiriya kurdên gundan cotiyar û kirêkar bûn, zarokên wan jî sal bo salê bûne endaziyar, doktor, fermanber, mamosta, karmend, rojnamevan, bazirgan û ta dûmahiyê. Her wesan beşek mezin ji wan bixwe Zaxoyîne û yên dî ji van cihan: Duhok, Sindor, Bamerinê, Amêdî, Barzan, Şindoxa, Zêbar, Akirê, Bicîl, Mûsil, Hewlêr, Koyê, Raniya, Qela dizê, Kerkûk, Silêmanî, Xaneqîn, Mukiriyan, Ûrmiya, Kirmanşan, Diyarbekir, Nisêbîn, Qamişlo û ta dûmahiyê.
Emiram Mehabadî yekekî ji wan kurdên ciho, yê ku bo min bi serbilindî behsa binemala xwe kir û got: Navê babê min Şalom Bile Mehabadiye (1915 -1978), navê dayika min Şûşanê ye, ya ku li sala 1920 -ê li Esfehanê hat duniyayê. Em çar bira û sê xuşkin: Emiram, Rûbên, Yehûde, Nîsan, Narê, Stêr û Rîfqe. Binemala me sala 1951 -ê ji Kurdistanê hat derxistin bo Îsra’îlê. Navê mamê min Esed Bile Mehabadiye, ew 20 salî bû dema bo parastina komara Mehabadê şehîd bû. Babê min şehîdbûna mamê min bo me pitiriya caran behs dikir û digot: Şehîdên me nemirin…
Yakov Herkî bixwe ji gundê Mergewerê ye li devera Ûrmiya, jiyê wî 90 saliye. Ez ecêb girtî mam dema wî behsa xebatê kir li Kurdistana Îraqê û got: Cuhûyan di çiliyan de ez şandim Kurdistana Îraqê, da ku destê harîkariyê bo kurdan dirêj bikim…
Gelek kurdên ciho yên çeleng li Îsra’îlê hene û hejî gotinê ye ku ew xizmeta civaka Îsra’îlî dikin û rolekî pir girîng digêrin, wek:

1 – Daniyal Uzêr Qesab (1913 -2000), ew hunermendekî şêwekare û bi pêşengê hunermendên şêwekarî li Îraqê û li Kurdistanê tê hejmartin.
2 – Munîr Uzêr Qesab, ew hunermendekî şêwekare û li Îsra’îlê navdare.
3 – Werde Silo, nivîsere û ew bêhtir li ser çanda kurdî radiwesta û (xwarinên kurdî) bixwe bi nav û dengtirîn pertûka wî ye.
4 – Tisivî Barzanî, serokê bajêrvaniya (Ramat gan) ê û ew bi (Tisivî Barzaniyê qareman) jî tê nasîn.
5 – Êlî Nîsan, rojnamevane û li televzyona Îsra’îlî beşa erebî kar dike.
6 – Yotam Barzanî, nivîserê peyamane li radyoya (Rêşet bêt) kar dike.
7 – Rehemîm Yona, siyasiye, ew endamê partiya (kar) ê Îsra’îliye.
8 – jeneral Şimoêl Zekay, ev jeneral pitiriya caran di ragehandinên Îsra’îlî û cîhanî de diaxfie.
9 – Îsra’îl Îshaq, serokî hêzên nobedarên sînoriye.
10 – Hêrtsil Yona, nivîserekî Hewlêriye, pertûkek bi zimanê îbirî li ser cihoyên Hewlêrê nivîsiye.
11 – pirofesor Yona Tisebar, nivîserekî navdare û ew bixwe xelkê Zaxoyê ye û gelek berhemên wî hene.
12 – Hisqêl Zekay, berpirsekî cihoyên rojihelatê ye.
13 – Îshaq Mordîxay, wezîrê bergiriyê bû.
Û gelekên dî…

Çavkanî: Evropress

https://zinarala.wordpress.com/

Read Full Post »

Photo: Producciones Serrano

Photo: Producciones Serrano

Me ji albûma Dengbêja Cihê Mar Karbasi stranek bi navê “Jina çeleng û behrê” veqetand.

Mar Karbasi  li Orşelîmê ji dayîk bûye, niha jî li Londonê xebata hunerî dike.

Hunermenda Cihû konsertên xwe li gellek welatan li darxistiye.

Mor Karbasî stranên xwe bi Cihûya Spanî (Sefardî) dixwîne.

Read Full Post »

Seharane - Newroza Kurdên Cihû

Seharane - Newroza Kurdên Cihû

VESTA – Kurdên Cihû ji sala 1975 û bi vir de Newroza xwe di payîzê de pîroz dikin, û her sal newroza xwe ê ku bi navê Sehranê tê naskirin li bajarekî Îsraîlî pîroz dikin.

Tê texmînkirin ku navê Seharanê ji Seyranê tê, weke tê zanîn ku li gellek deverên Kurdistanê nemaze li Başûrê Kurdistanê di dema cejna Newrozê de gellek malbat Newroza xwe li çol û çiyan pîroz dikin, ji ber wê tê texmîn kirin ku navê Seharana ji Seyranê hatiye.

Ji bo çi Kurdên Îsraîlê Newroz di payîzê de pîroz dikin?

Sarah Melamed di malpera xwe de dibêje ku  Kurdên Cihû  di salên  1951-1955 an de koçberî Îsraîlê bûn. Kurd di rewşeke xizan de bûn û qederê wan di destê Îsraîliyan de bû, yên ku wan li Îsraîlê belav kirin, xaniyên zû avakirî û xerab dabûn wan.

Ne dizaînin hejmara wan çiqas bû, zimanê îbrî jî nas nedikirin, pir dereng man heya ku xwe organîze kirin.

Sarah dibêje ku di sala 1975 Kurdên cihû xwe organîze kirin û rêxistina xwe damezrandin, dema xwestin Newroza xwe di buharê de pîroz bikin, ew gellek dereng man, ji ber ku cihûyên Magrêbê (Maroko) ew dem ji xwe re standibûn ji bo pîrozkirina cejna xwe ê ku bi navê Meymona tê naskirin, yê ku piştî cejneke olî (Passover)  bi rojekê tê pîroz kirin.

Ji ber wê Kurd matamayî mabûn ku Newroza xwe tev cejneke olî bi navê Sucot di dema payîzê de pîroz bikin.

Îsal jî Newroz bi çoşeke mezin li Orşelîmê (Qudis) hatibû pîroz kirin.

Avesta / Zinar

Read Full Post »

Older Posts »

%d bloggers like this: