Lêkolerekî arjantînî pesna hevjiyana netewan ya li Mêrdînê dike

Rûdaw / Z.A – Ricardo Georges Îbrahîm asûriyeke li Arjantînê sala 1966an bûye, malbata wî berî sedsalekê ji ber komkujiyan ji Mêrdînê bazdabû Suriyê ûdi salên 50î de berê xwe dabû Buenos Airsê. Ricardo civaknasî xwendiye û bi mebesta çêkirina doktorayê di mirvonasiya civakî de hat Spanayayê. Sala borî jî ji bo lêkolînên girêdayî teza xwe serdana xaka kal û pîrka xwe kiribû. Wî pêşwaziya … Continue reading Lêkolerekî arjantînî pesna hevjiyana netewan ya li Mêrdînê dike

Kakeyî êşa xwe ji cîhanê re vedibêjin

 Di vê demê dawî de rojnamevanê baskî Karlos Zurutuza serdana gundekî kakeyiyan bi navê Elî Seray (190 km li bakurê Bexdayê) kiribû û reportajekê ji bo ajansa nûçeyan ya IPSê amade kir, reportaj bi spanî û înglîzî ji aliyê bi dehan malperên nûçeyan ve, yê dawî Aljazeera English, hate weşandin û di medyaya civakî de eleqeyeke mezin dît. Reportaja bi navê “Cihê ku simbêl dikarin … Continue reading Kakeyî êşa xwe ji cîhanê re vedibêjin

“Bê keça xwe naçim”

“Not without my daughter ” ku bi kurdî tê wateya “Na, bê keça xwe” anjî mirov dikare wiha wergerîne “Bê keça xwe naçim”. Ev bûn çend hefte Hêvron vê pirtûkê, bi versiyona almanî “Nicht ohne meine Tochter”, di dema vala de dixwîne. Hêvron herku çend pelikan biqedîne dibêje: “Çiqas gunê ye!!!”, û ji min re dibêje çi bi serê xwediya pirtûkê tê li Îrana Ayatullahan. … Continue reading “Bê keça xwe naçim”

Sêyemîn salvegera komkujiya Şengalê (Vîdyo)

Îro sêyemîn salvegera komkujiya Şengalê ye,  em li vir vîdyoyekê derbarê serdana Parlamentera Kurd Felknas Uca re ji Şengalê re û nivîsa wê  derbarê vê komkujiyê diweşînin. Tê zanîn ku di 14 tebaxa 2007an êrîşeke hovane li dijî Êzdiyan li başûrê Kurdistanê pêkhatibû, 336 kes hatin kuştin di teqînên Şengalê de û bêtirî  600 kes jî birîndar bûn ji ber êrîşên terorîstan. Salvegera komkujiya Şengalê … Continue reading Sêyemîn salvegera komkujiya Şengalê (Vîdyo)

“Cotkaran, xwediyên kar û sinetên giran dikarin rojî negirin”

Derbarê pirsyara: Gelo karker û kasibkar û kesên ku karên giran dikin, rast e di Remezanê de rojî bigrin an na? Lîjneya Bilind a Fetwaya Kurdistanê bi vî awayî fetwaya xwe derxist: Karker, cotkar, karkerên xanî û avahî û kêlgeh û baxan û kasibkarên din ku nagunce bi şev kar bikin û bo xwedîkirina xwe û malbatên xwe pêdiviya wan bi kar heye û tu … Continue reading “Cotkaran, xwediyên kar û sinetên giran dikarin rojî negirin”

Kovara Livîn: Jiyana me di metirsiyê de ye

Duh Kovara Livîn ku navedna wê li Silêmaniyê ji rêxistinên mafên mirovan re, Yekîtiya Europa re, rêxistina Rojnamgerên Sînornenas….. û ji raya giştî  re li Kurdistanê  bangekî kir: Kovar livîn di banga xwe de diyar dike ku rojnamegerên wê  rastî gefên mirinê tên ji aliyê partiya Demokrat ya Kurdistanê bi serokatiya Mesûd Barzanî piştî ku Livîn di roja 1/8 hevpeyvînekê weşand ligel xwendekarê pileya doktorayê … Continue reading Kovara Livîn: Jiyana me di metirsiyê de ye

Rûpêç li zanîngehên Sûriyê hate qedexekirin

Wezareta Perwerde û Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyê, biryar stand ku xwendekarên rûpêçayî êdî nikarin derbasî zanîngehan bibin. Di vê derbarê de Wezîrê Xwendina Bilind li Sûriyê dr. Xiyas Berekat ji çapemeniyê re ragihand, “Rûpêçan ne ji nirx û nerêtên zanîngehê ne, lewma nabe ku rûpêçayî derbasî zanîngehê bibin”. Wezîr domand, “Civaka Sûrî ti carî hizir û ramanên tund napejirîne, lewma bo rê birîna hemû … Continue reading Rûpêç li zanîngehên Sûriyê hate qedexekirin

Şahiyên Elewî û Êzdiyan li Kurdistanê (Vîdyo)

Me ji we re  ji  Youtubê şahiyên dawî yên 2010 berhev kirin. Fermo li festîvala  Kurdên  Eleweî li Dêrsimê û reqwsa wan Varvara û her wiha  reqsên curbecur temaşe bikin. Her wiha di vîdyoya din de , hûn dikarin beşekî ji şahiya Çareşema Sor li Herêma Kurdaxê /gundê Qestelê temaş bikin. Bala xwe bidin ev jina Kurd çawa axaftina xwe bi kurdî dike, hinekî peyvên … Continue reading Şahiyên Elewî û Êzdiyan li Kurdistanê (Vîdyo)