Vîdyo: Fîlma “Dagirkeriya Tirk” li Efrînê

1) Ji fîlma “#DagirkeriyaTirk“, dokumentarek derbarê dagirkeriya #Tirkiyê ji Efrînê re û reva xelkê ji #ÇiyayêKurmênc. (Adara 2018an) #Pirs: Tu pêşeroja #Efrînê çawa dibînî û jiyana te wê çawa be li vir? #Bersiva zilamekî kurd: Bi xwedê pêşeroj nenas e…, ev xelk hemû li vir dorpêçbûye. #Dewletê derî jî di pêşiya me de girtin, dewlet em bi tenê hîştin…, mala min li #Helebê heye, ez li vir çi dikim? Qet nebe heta çareyekê … Continue reading Vîdyo: Fîlma “Dagirkeriya Tirk” li Efrînê

Parlemena Baskê kuştina her sê jinên Kurd li Parîsê şermezar kir

Piştî gengeşiya ku di medya baskî û spanî de hatibû gotûbêjkirin ji ber destêwerdana balyoza Tirkiyê li Madrîdê di karûbarên Parlemena Baskê de ji bo ku piştgiriya Kurdan neke, dîsa di medya Spanî de mijar ji nû ve hate gengeşekirin. Ew jî ji ber ku însiyatîva ku ji aliyê Grûpa EH Bildu hatibû pêşkêşkirin ji aliyê Parlemanê hate pesendkirin. Di rûniştina Komisiyona Karûbarên Ewropî û … Continue reading Parlemena Baskê kuştina her sê jinên Kurd li Parîsê şermezar kir

“Tu Tirk î” siyaseta jiholrakirina Kurdan vedibêje (Vîdyo)

“You Are Turkish” ango “Tu Tirk î”  belgefîlmeke nû ji derhêneriya rojnamevan Yusuf Sayman e, belgefîlm rewşa Kurdan di salên 80î û 90î de li bakurê Kurdistanê vedibêje. Wênekêş Yusuf Sayman ku li New Yorkê dimîne di buhara 2010 de serdana bakur û başûrê Kurdistanê kiribû ji bo kişandina fîlma xwe. Yusuf Sayman  ronahiya kamîraya xwe dide ser kesên ku rastî êşkencekirinê hatibûn, ew li … Continue reading “Tu Tirk î” siyaseta jiholrakirina Kurdan vedibêje (Vîdyo)

Ji bo mafê azadîya ramanê xwedî li Dr. Ismail Beşikçi derkev!

Kurdocide Watch Organîzasyona mafê mirovan ya li dijî qirkirina gelên Kurdistanê Navenda Helebceya Şehîd ya li dijî jenosîdên Kurdan û Enfalê- CHAK Xwedi li Dr. Ismail Beşikçi derkev Kovara “Çagimizda Hukuk ve Toplum” ê, di hejmara Zivistana 2010, 59/ an de, nivîsa Sosyolg Dr. Ismail Beşikçî  weşandî ye. Nivîs li ser mafê çarenûs yê kurdan xwe bi xwe ye. Ji ber vê nivîsê, 11 mîn Dadgeha Cezayê … Continue reading Ji bo mafê azadîya ramanê xwedî li Dr. Ismail Beşikçi derkev!

“Cejna Zarokan” li Tirkiyê (Foto û Şîrove)

Hevaleke me ku niha li bakurê Kurdistanê  ye wêneyeke balkêş ji kolanên  Amedê  kişndiye û daxistiye  ser bloga xwe. Wek hûn dibînin di wêneyê de  posterek heye ku dixwaza bal bikşîne li ser doza “zarokên terorîst”. Li ser posterê  wisa hatiye nivîsandin: “Ev tekane welat ku cejna zarokan pîroz dike, lê di heman demê de jî ev tekane welat ku zarokan bi vî temenî  ceza … Continue reading “Cejna Zarokan” li Tirkiyê (Foto û Şîrove)

“Eger Erdogan şer rawestîne emê dengên xwe bidin wî”

Dayîka Aşîtiyê  Sakîne Arat ku Serokwezîr di civina bi nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl de gotinên wê wekî mînak dabû nîşandan, destnîşan kir ku ev 8 sal in, ji bo hevdîtinê diçin ber piyê Serokwezîr lê ew nehatine qebûlkirin. Arat, bang li Serokwezîr kir û wiha got, “Hûn dê operasyona bi dawî bikin û dilê dayîkan rehet bikin an na? Eger aştî pêk bê çi … Continue reading “Eger Erdogan şer rawestîne emê dengên xwe bidin wî”

Stranbêja Kurd Canê hat binçavkirin

Hunermenda Kurd Hozan Canê, jibo xebatên kaseta xwe, di deriyê Edirneyê derbazî Tirkiyeyê bû, hat binçavkirin. Hunermenda Kurd ya li Elmanyayê dijî, Hozan Canê jibo xebatên kaseta xwe di deriyê Edirneyê re hat Tirkiyeyê û hat binçavkirin. Emniyeta Miduryeta Edirneyê diyar kir ew ji ber “Propagandaya rêxistinê” û “Endama rêxistineyê”, tê lêgerîn. Jibo Canê îfade bibe sewqî Dadgeha Ceza ya Edirneyê hate kirin. ANF Continue reading Stranbêja Kurd Canê hat binçavkirin

“HEVJÎN” di Roja serbilindiya Hevzayendan de(Foto)

Me ev wêne ji hevalên xwe di Hevjîn LGBT Diyarbekirê  de wergirtine, li gorî hevalekî me ji HEVJÎNÊ 5000 kes beşdarî meşa serbilindiyê ya hevzayendan li Stenbolê bûn. Hevjîn Kî ye? ‘Homoseksuelên Kurd Bindestê Bindestan in’ Bawer Çem  /Rûdawnet – Diyarbekir: Homoseksuelên kurd ên li Amedê ku di nava LGBT’ê de cih digrin, komeke bi navê “Hevjîn” ava kirin. Homoseksuel Murad diyar kir ku ew … Continue reading “HEVJÎN” di Roja serbilindiya Hevzayendan de(Foto)

Sê sal zindan bihaya avêtina solê li dijî Erdogan

Ciwanê Kurd Hokman Cuma ku di sibata bihorî de  pûlava xwe avêtibû Erdogan bi sê sal zindan hate cezakirin. Îro dadgeha Cezayê 9 li bajarê Sevilla ciwanê Kurd Hokman Cuma bi sê sal zindan ceza kir, her wiha dadgeh Hokam bi dayîna  408 euro jî ceza kir. Dadegeha cezayê yê hejmar 9, Kurdê herêma Kobanî yê 27 salî, bi êrîşa li dijî civaka navnetwî tawanbar … Continue reading Sê sal zindan bihaya avêtina solê li dijî Erdogan