Feeds:
Posts
Comments

Archive for the ‘Meksîk’ Category

Wêne: Facebook Hanna Jaff

Wêne: Facebook Hanna Jaff

Di roja şemiya borî de merasîma rakirina perdeya li ser peykera Mohemed Paşa Caf, yê ku wek serokekî payebilin di nav eşîra Caf de tê nasîn, li Mala Çandê ya herêma Tlalpanê yê bi ser paytext Meksîko D.F hate lidarxistin. Her wisa di heman cihî de pêşangehekl li derbarê malbata Caf, gastronomî, çand, aborî û adetên gelêrî li Kurdistanê hate vekirin. Di hundirê Mala çandê de jî dîwar bi alên Kurdistanê hatibûn xelmandin.
Siyastevana meksîkî Hana Caf Bosdet, ku bi xwe ji zirriyeta Mohemed Paşa Caf e, ji televîzyona Televisa derbarê Mohamed Paşa û eşîra Caf wiha axivî “Ew heyranê Meksîk û Amerîkayê bû, wî zilameke înglîz şandibû Amerîkayê ji bo naskirina wan deran, ew zilam jî jê re name dişandin, wî herdem balkêşiya xwe nîşanî wî alî dikir…, malbata min cihekî di dîroka Kurdistanê de digre, ji bo serxwebûna Kurdistanê xebat kiriye, her wisa ji bo xelkê Kurdistanê têkoşiya û xelkê ber bi rewşekeî baş ve birirbû.”

Ji bilî merasîma rakirina perdeya ji ser monumenta Mohemed Paşa Caf û pêşangeha derbarê Kurd û Kurdistanê, di van rojan de jî çend nûner ji hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Meksîkê kiribûn û ligel radayderên meksîkî civiyan bi mebesta xurtkirina pêwendiyên di navbera kurd û meksîkiyan de, ne tenê di warê bazirganî de, lê her wiha di warê çandî de û biratiya di navbera herdû gelan de. Şandeya kurdî jî di bin serokatiya Karwan Zîbarî de bû.

Karwan Zîbarî bi rêya hesabê xwe li ser Twitterê wêneya seremoniya rakirina perdeya ser peykera Mohemed Paşa Caf weşandibû û derbarê vê kesayetiyê nivîsand ku ew “Serokekî Kurd e, ku li hemberî du emparatoriyan şer kiribû, ya Osmanî û ya Farsî.”

Li gorî Wîkîpedya Mohemed Paşa Caf di sala 1734an de “Qesra Şerwana” ava kiribû, cihê qesrê li bajarê Kelarê ye. Qeser milkê malbata Caf e, lê di beşa zemînî de Mûzeya Germiyanê cih digre, geştyar jî dikarin serdana vê mûzeyê bikin.

Advertisements

Read Full Post »

Luz ala rengîn  li Meksîkê hildaye

Luz ala rengîn li Meksîkê hildaye

Rûdaw / Z.A – “Navê min Ingrid e, ezê bi xortekî ji Kurdistanê re bizewicim û dixwazim fêrî soranî bibim, kes dikare arîkariya min bike?” Bi dehan keç ji Amerîkaya Latînî di nameyên xwe de di bloga Actualidad Kurda (Rojeva Kurdî) û pelika wê li ser Facebookê de meraqa xwe ji bo fêrbûna kurdî nîşan didin, nemaze zaravaya soranî. Wek bersivek ji Ingrid re, Adriana Sánchez dibêje “ Ez dimirim ji bo fêrbûna kurdî, ne ji ber têkiliyekê, lê belê ji ber evîneke sade ji Kurdistanê re”. Luz Álvarez: “Ah xweda, hemû li ser xortên kurd dimirin”.

Julieta Muñoz: “I love Erbil”,  Luz Zamora: “I love Sulaimaniya, ez evîndara Kurdistanê bûme û li her derê wê dinasînim”.

Ji bo em sedema hezkirina Luz Zamora ji Kurdistanê re bizanibin, me bi rêya Skype xwe gihand aliyê din yê Okyanûsa Atlantîkê heya bajarê Brownsville yê li eyaleta Teksasê li DYAyê, cihê ku Luz lê dijî. Luz, ku hevalê wê yê kurd navê Ronak lê kiriye, çîroka naskirina Kurdistanê wiha dirêsîne: “Rojekê ji rojan daxwaza hevaltiyekê bi rêya Facebookê ji min re hat, min dît ku ew xortekî ji Iraqê ye, ji Iaqê jî tenê min navê Bexdayê bihîstiye. Ew xort ji Silêmaniyê bû, me bi zimanê îngilîzî danûstan dikir. Ji wê caxê de jî ez bi rêya înternetê derbarê Kurdan de xwe agahdar dikim.” Hevaltiya Luz bi wî xortî re pirr dirêj nekir, ji ber ku ew xort xwedî mentalîteyeke tradîsyonel bû derbarê danûstandina ligel jinan: “Ecêb e, destpêkê gellekî şîrîn bû û ji nişka ve bû yekî posesîv, hesûdî nîşan dikir, ji axaftinên min ligel hevalên din aciz dibû.” Piştre wê bi rêya Facebookê xortekî din nas kir ku kesekî vekirî bû: “Wî bêhtir derbarê çanda kurdî de ez agahdar dikirim û bi rêya axaftina bi deng û wêne ez fêrî bilêvkirina rast ya peyvên kurdî kirim. Wî navê Ronak li min kir, ku bi xwe wergera navê min yê spanî ye”.

“Pîroz be Ronak, êdî tu yek ji me yî”

Luz li başûrê Teksasê nêzîkê sînorê Meksîkê dijî lê ew li restoranteke li Meksîkê kar dike. Di danûstandina xwe bi xelkê re, hem li Teksasê û hem jî li Meksîkê, xwe weke Ronak dide nasîn: “Dema vî navî dibihîsin ew dipirsin wateya vî navî çi ye û wiha ji wan re behsa Kurdan û welatê wan dikim.”

Ji bo ku çanda kurdî ji nêz ve nas bike Luz di Cotmeha borî de serdana festîvala gastronomiyê li eyaleta Morelos a Meksîkê kiribû, ku tê de çend çalakî ji bo danasîna çanda kurdî hatibûn lidarxistin. Derbarê yekemîn têkiliya xwe bi Kurdan re Luz dibêje: “Roja ez gihiştim cihê festîvalê, ez bi kalemêrekî kurd re axivîm û min jê re behsa hezkirina xwe ji çanda kurdî re kir, û dema min bi kurdî jê re gotibû “zor spas” rûyê wî ronî da û pirr dilxweş bû. Piştre ez pêşkêşî Kurdên din kirim û ji min re got: Pîroz be Ronak, êdî tu yek ji me yî”.

Xweziya pîrozkirina Newrozê li Silêmaniyê dike

Luz beşdarbûna Kurdan li festîvalê de hinekî lewaz dibîne û ne li gorî tiştê plankirî bû:  “Mixabin standa ji bo danasîna Kurdistanê biçûk bû û tiştek ji xwarina kurdî jî ji bo tamkirinê nehat pêşkêkirin, çalakiyan dereng despêdikirin.” Lê digel vê yekê jî, wê demeke xweş derbas kiribû: “Dans û mûzîka kurdî hatin pêşkêşkirin, herwisa defîleyeke cilên kurdî jî hate nîşandan. Min siyasetvan Hanna Caf û malbateke ji Silêmaniyê nas kirin û bi vê yekê ez gellekî kêfxweş bûm, herwisa ez hinekî fêrî dîlana kurdî bûm. Tiştekî biçûk bû lê bi gîştî baş bû”.

Ji niha de Luz bi pîrozkirina sersala Kurdan dirame lê wê hêj biryar nedaye ka ewê li kû Newrozê pîroz bike: “Ew malbata ji Silêmaniyê ku min li festîvalê nas kir ez vexwendim pîrozkirina cejnê li Kurdistanê. Herwisa ji aliyê revenda kurdî li Dallasê hatime vexwendin û vexwendinek din ji min re ji Kurdên Memphîsê li eyaleta Tennessee hatiye. Lê xwezî ez bikaribim herim Newroza Silêmaniyê, nemaze jî ji bo ez delalê dilê xwe bibînim”.

Read Full Post »

Wêne ji serûpela malpera festîvalê hatiye kişandin

Wêne ji serûpela malpera festîvalê hatiye kişandin

Rûdaw / Z.A – Gellek caran navê Kurdistanê di medyaya cihanê de weke welat tê pêşkêşkirin, beşdarbûna Kurdan di çalakiyên navdewletî yên çandî, siyasî, yan jî aborî ji bo alavên ragihandinê tê wateya beşdarbûna Kurdistanê di van çalakiyan de. Çalakiya herî dawî di vê bareyê de ewe ku Kurdistan, li kêleka Îranê, bû welatê mêvan di festîvaleke sînamayê de li Meksîkê (FIC Puebla) ku ji 27ê Îlonê heta 5ê Cotmehê hatibû lidarxistin. Fîlmên kurdî, yên kin û dirêj,  di nav fîlmên ji 63 welatên cihanê de hatin nîşandan.

Di rojên 10 û 11ê Cotmehê de jî şaredarên Amed û Batmanê Osman Baydemir û Serhat Temel li ser navê Kurdistanê beşdarî “Konferansa Navnetewî ya Şaredarên ji bo Aştiyê”  li Welatê Bask bûn. Sînam Mohamad jî wek seroka Encûmena Rojavayê Kurdistanê di heman konferansê de amade bû.

“Emê her tiştê girêdayî Kurdistanê nîşanî gelê meksîkî bikin” 

Di rojên 19 û 20 Cotmehê de jî Kurdistan dibe welatê mêvan di festîvala navdewletî  “Sabor es Morelos” li Meksîkê, ya ku bi armanca nasandina çand û xwarina eyaleta Morales tê sazkirin. Di rûpela destpêkê ya malpera festîvalê de li ser ala Kurdistanê bi spanî “Welatê Mêvan: Kurdistan”  hatiye nivîsandin. Li paş vê însyatîvê jî keça kurd Hanna Jaff Bosdet heye, navê wê di medyaya meksîkî de weke “Prensesa Kurd” derbas dibe, ew jî ji ber ku ew ji zirriyeta şah Mihemed Paşa Caf  e, yê ku qesra Şerwane ava kiribû.

Hanna Jaff / Facebook

Hanna Jaff / Facebook

Ciwana kurd-meksîkî Hanna Caf (26), ya ku weke çîgira wezîrê koçberiyê di partiya deshilatdar de dixebite, derbarê beşdarbûna Kurdistanê di vê çalakiyê de di malpera xwe de wiha nivîsandiye: “Di vê festîvalê de her sal welatek tê hilbijartin ji bo ku bibe mêvanê taybet, ji ber ku yek ji armancên vê festîvalê ewe ku welatekî nû û çandeke nû bi gelê Meksîkayê bide nasandin. Îsal jî piştî xebateke mezin û delameteke pirr dijwar ji bo îqnakirinê, Kurdistan weke welatê rûmetê hat bijartin. Ezê jî bibim mêvandara vê çalakiyê, emê her tiştê girêdayî Kurdistanê nîşanî gelê meksîkî bikin, wê bibe yekemîn festîvala kurdî li Amerîka Latînî”.

Hanna ji medyayê re destnîşan kir ku ew ji ber beşdarbûna Kurdistanê di vê festîvalê de gellekî serbilind e û wiha pê de çû: “Ez gellekî memnûn û kêfxweş im ji ber wê yekê ku ezê ji Meksîkê re nîşan bidim ka Kurdistan çi ye. Ziman, çand, govend, xwarin, kelepûr û dîroka wê, di vî warî de wê çend panel bên lidarxistin. Bi hatina 88 kesên ku beşdariya xwe di festîvalê de tekez kirine emê çand û gastronomiya xwe pêşkêşî Meksîkê bikin”.

Read Full Post »

Arriaga û Qubadî

Rûdawnet / Meksîk – Çêkirina xebateke sînameyî navbera derhênerê Kurd, Behmen Qubadî û Guillermo Arriaga di çapemeneya Meksîkî de deng daye û gelek rojnameyan nûçe li ser vê xebata Kurd-Meksîkî weşandin.

Guillermo Arriaga, derhêneriya gelek fîlman kiriye û herwiha senaryoyên gelek fîlmên navdar ên weke: “21 Gramos, Babel û Amores Perros” jî nivîsandine. Arriaga ji çapamaniyê re ragihand ku ewê alîkariyê bide hemû nivîskar û derhênerên Îranî yên ku ji ber bîrûbaweriyên xwe bûne penaber, wî herwiha vexwendina Qubadî ya ji bo çêkirina xebateke hevbeş, pejirand.

Derhêner û nivîskar, Guillermo Arriaga, dibêje min Behmen li New Yorkê dîtibû, wî ez vexwendim ji bo ku em li ser pirsgirêkên nivîskaran li gel rejîmeke wek ya Îranê, çîrokekê binivsîn in. Arriaga got ku wî bi rêya xebatên bi nirx, Behmen Qubadî nas kir û diyar kir ku fîlmê Qubadî yê herî favorît li cem wî sînarîstê Meksîkî “Kusî dikarin bifirin.“e.

Arriaga derbarê produksiyona fîlmî dibêje: “Me dest bi xwendina çîroka Behmen kiriye ji bo ku em bikaribin produksiyona fîlmî li Berlîn û Tehranê çê bikin, lê eger li Tehranê nebû emê li cihekî hevşêwe bigerin, ji ber ku Qubadî niha li Bakurê Îraqê dijî.“ Guillermo Arriaga li ser Qubadî dibêje: “Ew navekî gewre ye di sînameyê de.”

Qubadî jî gotibû ku wî Meksîk bi rêya xebatên sînameyî û pirtûkên derhênerên Meksîkî bi taybet pirtûka wî “Un dulce olor a muerte.” Naskir. Qubadî wiha didomîne: “Dixwaz im xewna xwe ji bo produksiyona fîlmekî li Meksîkê bi cî bînim û hez dikim ev xebat li gel Guillermo Arriaga be, ewê alîkariya min bike di heykela narratîv a fîlmî de ku heta niha bê nav e, ji ber ku ez ji xebatên wî hez dikim.”.

Çavkanî:http://www.rudaw.net/details.aspx?lang=Kurdi&page=articles&c=Huner&id=23631

Read Full Post »

Di rûpela pêșî ya kovara erotîkê Playboy ya meha kanûnê li Mexico modela ciwan María Florencia Onori bi cilên wek diya Îsa mesîh , Meryem, dixewine.

Her wiha di gotara ku dîmen tê de hatine bi cîh kirin hin tekst hene girêdayê hezreta Meryem in. Di rûpela pêşîn ya kovarê hatibû nivîsandin “Em te îbadet dikin Meryem”.

Belam ji aliyê din, kovar dibêje ku mebesta fotografgerê dîmenan ne ku model haya Meryem ê bike.

Playboy heta niha 80.000 hejmar di 12 rojan de firtotiye.

Hûn dikarin di vê vîdyo de dîmenên María Florencia Onori, di dema kişandina fotografan, temaşe bikin.

Amadekirin: Zinar Ala

Read Full Post »

%d bloggers like this: