Feeds:
Posts
Comments

Archive for the ‘Reportaj’ Category

Roja Sant Jordi li Ramblayê

Roja Sant Jordi li Ramblayê, ala Katalunyayê jî li her derê bû

Roja navnetewî a pirtûkê ya ku di 23ê Nîsanê de tê pîrozkirin li Katalunyayê bi navê roja Sant Jordi tê naskirin, li vir ev roj xwedî taybetiyeke balkêş e, ew “Cejna pirtûk û gulan e”.

Di vê kevneşopiya kevnar ya gelê katalan de mêr gul diyarî jinan dikin û jin jî pirtûk diyarî mêran dikin. Di cejna îsal de partî û tevgerên ku ji bo serxwebûnê têdikoşin bi xurtî beşdarî çalakiyan bûn ta ku pirsa serxwebûnê têkeve rojeva Katalanan. Radyo û televîzyonên katalanî û spanî bi awakî zindî çalakiyên cejnê diweşandin. Li Cadeya Ramblayê, ya herî navdar li Barcelonayê ku ji meydana Katalunyayê despê dike û li behra Spî bi dawî dibe, firoşgehên gul û pirtûkan pey hev hatine rêzkirin, di nav de jî standên partî û tevgerên katalnî jî cih digirtin. Ezmana Barcelonayê sayî bû û hewa pirr xweş bû, Meydana Katalunyayê, cadeya Ramblayê û herdû rêyên çûnûhatina erebeyan bi xelkê û geştyaran ve tijî bû. Ji zarokên 14 salî heya kesên jorî 80î salî di wê cadeyê de dimeşiyan, gellek ji wan yan gulek yan jî pirtûkek di destên xwe de rakiribûn.

Oriol Rosés i Belló

Oriol Rosés i Belló

Katalunya û Spanya weke cîran wê baştir bijîn”

Em nêzîkî standekê ya Ciwanên Netewperest yên Katalunyayê bûn ku li bin slogana “Katalunya ne Spanya ye” agahî û pankart belav dikirin. Ew rêxsitineke ku endamên wê ji 16 heya 30 salî ne, ji sala 1980î ji bo serxwebûnê têdikoşin, nûnereke wan li parlemana Katalunyayê jî heye. Endamekî vê tevgerê bi navê Oriol Rosés i Belló  derbarê armancên xwe yên sereke wiha axivî Em hest bi wê yekê dikin ku em ji spaniyan cuda ne, ti tiştên me li dijî spaniyan nîne, tenê em dixwazin dewleta xwe ava bikin, em xwe bi xwe hukim bikin, ku maf, yasa. Azadîyên me jî hebin”.

Li hemberîdijatiya hikûmeta Madrîdê ji serxwebûna Katalunyayê, Oriol pirr giringiyê nadê vê pirsgirêkê û dibêje Em bawer dikin ku wek cîran em dikarin di rewşeke baştir de bijîn, em dixwazin bi rêya pêvajoyeke demokratîk, pak û zelal, bi rêya dengdanê û bê bikaranîna tundiyê ji Spanyayê veqetin”.

Ciwanê katalanmatmayîna xwe ji berteka Yekîtiya Ewropayê(YE) derbarê çarenûsa katalana wiha tîne ziman “Ez tênagihim çawa YEyê ku xelata Nobelê ya Aştîyê di 2012an de wergirtiye û weke parêzera mafên mirovan û demokrasiyê tê binavkirin, piştigiriya xwe pêşkêşî Katalunyayê nake dema ku Spanya êrîşî Katalunya dike û dibêje ku emê li derveyî YEyê bimînin, ku referendûm li dijî makazagonê ye û mafê me nîne ku em biryara xwe derbarê serxwebûnê bidin. Ji ber wê jî berteka YEyê dûrî wan mafên ku ew dibêje parastina wan dike”.

Josep Maria Terricabras

Josep Maria Terricabras: “Bê guman jî ez serxwebûna Kurdistanê destek dikim”

Li Ramblayê jî li standa partiya Esquerra Republicana (Çepê Komarî, hêza duwem li palamanê) çivîneke çapemeniyê bi fîlosof û siyasetvanê katalan yê serbixwe Josep Maria Terricabras hate lidarxistin. Terricabras, yê ku li serê lîsteya partiyê weke kandîdat beşdarî hilbijartinên Ewropî dibe, serokwezîrê Spanyayê Mariano Rajoy hişiyar kir ji bo ku nebe kelem li hember vîna gelê katalan ji bo pêkanîna referndûma derbarê serxwebûna Katalunyayê, ku çavlirê ye di 11yê Mijdarabê de were lidarxistin. Fîlosofê katalan  berî ku nêrîna xwe derbarê serxwebûna Katalunya bide ji me re got Yekemîn tiştê ku ez hez dikim bêjim, ku ji gellek salan ve ez parastina gelê kurd û Kurdistanê dikim, min bi rêya rojnameyên belavok weşandin ji bo piştgiriya kurdan. Bê guman ez serxwebûna Kurdistanê destek dikim”. Josep Maria Terricabras dibêje ku dema gel vîna xwe ji bo bidesxistina tiştekî diyar bike ev dibe yasa, hewceya gel bi dayîna sedeman nîne ji bo daxwaza cudabûnê, wek çawa di rewşa veqetandina hevseran de, dema du kes dixwazin ji hev veqetin, tenê dibêjin ku êdî naxwazin bi hev re bijîn, her kesek dixwaze di rêyekê de biçe ji ber ku ew tişt ji herduan re baş e Gelê katalan ji zûde dixwaze rêya xwe bistîne bê ku ziyan ji kesî re hebe, em xêra her kesî dixwazin. Dema gel jî serxwebûnê bixwaze li dawiyê wê ev tişt bibe rastî. Ez bawer dikim ku êdî ev gel gihşîtiye asta ku bêje ew bûye jorî 18 salî û êdî dikarebiryara xwe bistîne, emê di îsrara xwe de bi pêşde herin heya ku em serxwebûnê bi dest bixin, ev yek jî pirr ne dûr e”.

Sant Jordi

Firoşgehên pirtûk û kulîkan li Ramblayê û derdora wê heya dawiya şevê man, katalanan pirtûk û gulan diyarî hev dikirin û yên evîndar jî ramûsan didan hev, nivîskar jî pirtûkên xwe ji xwendevanên xwe re îmze dikirin. Sant Jordî ya îsal di herêmeke xweser ya Spanyayê hate pîrozkirin. Gelo sala bê wê ev cejn li dewletek bi navê Katalunya bê pîrozkirin?

Advertisements

Read Full Post »

Gulşen Polat dayîka leşkerê kuştî ji aliyê hevalên xwe

Gulşen Polat dayîka leşkerê kuştî ji aliyê hevalên xwe / DW

Rûdaw / Z.A – Hefeta borî televîzyona fermî ya Almanyayê Deusche Welle (DW) reportajekî weşand bi navê “Leşkerên ku bêdengiyê dişkînin” ku têde behsa êş û azara ciwanan li Tirkiyê di dema xizmeta leşkerî de û çawa ku di salên berê de axaftina derbarê xwekuştin û binpêkirinan di hundirê artêşê de tabû bû lê niha gellek malbat û qurbanên van binpêkirinan ji bêdengiya xwe derketine û cezakirina kesên berpirsiyar dixwazin. “Me kurê xwe ji bo xizmeta welat şand lê welêt wî kuşt…, ew di şerê li dijî PKKê nehat kuştin, hevrêyên sîlehê wî kuştibûn, bi botên xwe bi ser kurê min de ketin, laşê wî bi şûna botên wan tijî bûbû, tiştekî horror bû” bi çavên tijî hêstir dayîka Murad Polat hêrsa xwe tîne ziman dema behsa kuştina lawê xwe di leşkeriyê de dike. Murad di leşkeriyê de bi diziyê hate tawanbarkirin, ji bilî zindankirina wî fermandarekî emr dabû bû eskeran ji bo lêxistina wî, lêdan jî dawî li jiyana Murad anîbû.

Raportaj amaja bi wê yekê dike ku hejmara leşkerên ku artêş mirinên wan weke “xwekuştin” radighîne ji hejmara leşkerên ku di şerê li dijî PKKê de mirine mezintir e. Mert Çavuş ku berê leşkerî kiribû ji DW derbarê êşkencekirina di hundirê artêşê de wiha axivî “Dema te karekî bi awakî baş nedikir yan bi serî nedikir vêca cezakirina cesedî tiştekî asayî bû. Leşker ji xewê dihatin mehrûmkirin û eger xewkiribana dema nobetgirtinê wê dîsa bihatana cezakirin, ev tişt min bi çavên xwe dît”. Çavuş dirame ku herdem ji ber şerê li dijî PKKê bihane ji sertbûna artêşa re dihat danîn lê ew hêvî dike ku dawiya şerê li Tirkiyê dawî li tundiya artêşê jî bîne“niha prosesekî vekirî ya aştiyê ligel Kurdan heye û ev tişt dikare bibe fersendek ta ku artêşeke me normal û mirovane di pêşerojê de hebe”.

Read Full Post »

Bûyerên li Serê Kaniyê babeta sereke ya medyaya civakî bû

Bûyerên li Serê Kaniyê babeta sereke ya medyaya civakî bû

Zinar Ala

Koln (Rûdaw) – Di îna borî de li Kobaniyê ciwanekî bi navê Welat Hisê (18 salî) di xwepêşandana li dijî rejîma Esed de bi gulleyên Kurdan hate birîndarkirin û roja şemiyê li nexweşxaneyeke li bajarê Dîlokê li Bakurê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû. Di pêncşema borî de jî Artêşa Azad ya Sûriyê Serê Kaniyê dagir kiribû û hildana ala Kurdistanê qedexe kiribû.

Li gorî vîdyoya ku Tevgera Ciwanên Kurd di Youtube de weşandibû, dixuye ku komeke ciwanan ala Kurdistanê hildabûn û bixêrhatina Artêşa Azad dikirin, kesê ku vîdyo dikşand herdem digot “Xweda mezintir e”, wî dixwest bûyerê ragihîne lê ew bêdeng ma dema ku hinek çekdar ber bi ciwanan ve hatin û ji wan xwestin ku ala rengîn daxînin.

Şervanekî ku li ser eniya xwe ala Al-Qaîde girêdabû û bi devoka parêzgeha Helebê diaxivî, ji Kurdan re gotibû “Eger hûn wêrek bana, we av al rakiriye, we yê ev navçe rizgar bikrana” û dijûnek giran avêt ala Kurdistanê. Kurdekî hewl dikir wî şervanê har aram bike, lê ew hîn diqêriya û jêre gotibû: “Bira, hûn Ereb û Misilman in yan na? Yan ala Sûriyê, yan ala ‘Ji bilî Allah ti xweda nîne’ hildin.” Li hemberî vê bûyerê bi sedan Kurd li diyasporayê nerazîbûna xwe bi rêya Facebookê nîşan dan, her wisa kuştina Welat Hisê jî hate gotûbêjkirin.

Helbestvan Axîn Welat li şeva PENABER (Kopenhagen) / KurdanTV

“Çima hûn kiryarên terorîstî yên Artêşa Azad jî rexne nakin?”

Ji bajarê Göteborgê li Swêdê helbestvan Axîn Welat rexneyeke tûj li wan Kurdên ku piştgiriya Artêşa Azad dikin kir: “Ku tu tenê dûvikê dûvikan bî, bi rastî evtêwateya ku tu ne hêjayî jiyaneke bi rûmet î, ev azadî hezar carî li te pîroz be.” Axîn di nûkirineke din de ji pelika xwe re rexneya xwe wiha domand “Birayên min ên Kurd yên ku PKKê şermezar dikin, ji ber ku ew terorîst e û xwe weke nunerê gelê kurd dibîne…, baş e, ez ligel we me û hemû karên ku li ser bingeha dîktatoriyetê û terorê tên kirin şermezar dikim, lê ez ji we dixwazim ku hûn bersivekî bidin xwe li ser vê pirsê: Gelo ji bo çi hûn bi rêya hemû şêweyan kiryarên terorîstî yên Artêşa Azad rexne nakin û hûn tenê kiryarên PKKê şermezar dikin?”
Li Almanyayê jî pirraniya endamên YASA (Navenda Kurdî ji bo Lêkolîn û Rawêjkariya Yasayî) û Raman (Komela Xwandekarên Kurdên Sûriyê) wêneyênprofîl anjî bergeyên facebooka xwe guherandin, weke reaksiyonek li ser qedexekirina ala Kurdistanê li Serê Kaniyê. Ji komeleya YASA Jiyan Bedirxan wisa nivîsandibû: “Em bang li her Kurdekî dikin, yê ku ala kurdî li ber dilê xwe weke semboleke buha dibîne, ku wêneya ala kurdî li ser profîla xwe deyne”.
Endamê Encûmena Niştimanî ya Sûriyê, Ferhad Ehmê, ji Berlînê derbarê herdu bûyeran de wiha nivîsandibû: “Ligel kampanyaya hildana alakurdî, bila kampanyaya heramkirina kuştina Kurdan ji aliyê Kurdan jî dest pê bike. Ferhad Ehmê Yekîneyên Parastina Gel yên girêdayî PYDê bi kuşina Welat tawanbar dike, wî li ser dîmenên rêkirina cenazeyê ciwanê kurd wiha boçûna xwe aniye ziman: “Sed mixabin ku em gihiştin vê qonaxê û Kurd bi destê Kurdan hatin kuştin… Xelkên Kobaniyê Welat Hisê, ku bi gulleyên YPG hatibû kuştin, binax dikin… Şerê birakujî li dergehê Kurdan dixe, wî rawestînin, eger pêket wê nema zû vemire.”

Siyasetvan Ferhad Ehmê

“Ez bi xwe Kurdistanê naxwazim”

Helbestvan Axîn hestên xwe derbarê mirina Welat de wiha vedibêje: “Bi rêkirina cenazeyê şehîd Welat li Kobaniyê roniya sêlika rojê di alê de vemirî. Rojê got’Hûn ne layiqî welatekî ne ku cersiyên (skandal) we veşêre’, ez bi xwe Kurdistanê naxwazim.”

Hunermend Bangîn jî derbarê nezelaliya ka kê gulle avêtibû Welat beşdarî anketekê bû. Ew jî wek tevahiya alîgirên PYDê berpirsiyariyê dixe stûyê alîgirênpartiya Azadî.

Rojnamevan Taha Alhamid ji Viyenayê li ser bûyerên Kobaniyê û bêdengiya nivîskarên PYDê derbarê mijarê de wiha nivîsand: “Hevalên hêja Newaf Xelîl, Tariq Hemo, Îbrahîm Îbrahim, Şêrzed Yezîdî, Bunyad Cizîrî û hêjayên din ji nivîskarên Partiya Yekîtiya Demokrat; di siyasetê û nakokiyên wê de rewatî ji bo bikaranîna şêweyên parastinê û propagandaya ramanî û çandî heye. Dibe ku em di van şêweyan de li hev bikin an jî li hev nekin, lê dema mesele digihije kiryarên tûndiyê û bikaranîna çekan li dijî reqîbên aşitîxwaz, hingê ji we tê xwestin ku hûn van kiryaran li pêşiya raya gîştî şermezar bikin, ji ber ku bikaranîna tifingan û ferzkirina daxwazan bi zorê, di bin kîjan sloganan de be jî, tiştekî ne rewa ye, tenê di dema xweparastina li hember dijminekî ji derve rewa ye.”

Read Full Post »

Hokman pitşî derketina xwe ji zindanê li bajarê Sevilla / Rûdaw

Zinar Ala  

Spanya (Rûdaw) – Xortê kurd yê ji Rojavayê Kurdistanê, Hokman Cuma, yê ku di Sibata 2010ê de li Spanyayê pêlava xwe avêtibû serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Tayyip Erdogan û bi sê salan zindan hatibû cezakirin, roja 2ê vê mehê ji zindana Sevilla serbest hate berdan.

Rojnameya El País di versiyona xwe ya digîtal de ragihand ku dadwera dadgeha 9ê ya bajarê Sevilla, Isabel Guzmán, fermana betalkirina ceza û azadkirina Hokman da, ew jî ji ber ku hikûmetê derxistina biryara lêborînê, ku Hokman xwestibû, amade dikir, herwiha ji ber ku dozger pesendkirina efûkirina Hokman destek kiribû. Dozger diyar kiribû ku ew piştgiriya serbestberdana Hokman dike, ji ber ku ji aliyekî ve ti metirsî ji kiryara avêtina pêlavê çênebû, ji ber ku ti ziyan negihiştibû serokwezîrê Tirkiyeyê, her wisa ji ber tevgerên Hokman yên baş di hundirê zindanê de.

Ciwanê 30 salî yê ji Kobaniyê di êvara 22yê Sibata 2010ê de ji Erdogan re bi dengekî bilind gotibû “kûjer” û slogana “Bijî Kurd û Kurdistan” avêtibû û pêlava xwe avêtibû Erdogan, berî ku zêrevanên Erdogan bikaribin dev û bêvila wî bigirin. Nûçeya avêtina pêlavê li cîhanê deng vedabû, nemaze di medyaya spanî de. Peyvên Kurd û Kurdistan nûçeyên rojname û televîzyonan dagir kiribûn, di van du sal û neh mehan de malper û rojnameyên navdar gellek hevpeyvîn bi Hokman re çêkirin. Doza Hokman ji aliyê gellek siyasetvan, hunermend û çalakvanên mafên mirovan hatibû destekkirin, heta ku rojnamevanekî pirtûkek bi navê “Pêlava Rûmetdariyê” ji bo piştgiriya doza Hokman nivîsandibû, ji ber ku biryara cezakirina wî li gorî gellek parêzer û dadnasan giran bû. Hokman di hevpeyvîneke xwe de gotibû ku wî nedixwest ziyanê bigihîne serokwezîrê Tirkiyeyê, tenê dixwest bala civaka spanî bikşîne ser rewşa xerab ya gelê kurd li Tirkiyeyê.

Digel ku ew pêlava reş ya nimre 44 li Erdogan neketibû jî, Hokman bi tawana êrişa li dijî civaka navnetewî hatibû zindankirin, bihayê avêtina pêlavê du sal û neh meh zindan bûn. Lê di vê demê de Hokman bi rêya axaftinên xwe ji medyayê re doza kurdî xist nav rojeva Spanyayê.

Hokman Cuma di navberê zêrevanê Erdogan û polîsê spanî

“Ku sed salan ji bo Kurdistanê di zindanê de bimînin jî ne xema min e”

Em bi rêya telefonê bi Hokman re axivîn, ew ji biryara dozger gellekî kêfxweş bibû û ne li benda vê mizgîniyê bû: “Ji min re surprîzek bû dema ku karmendên zindanê bi vê nûçeyê ez agahdar kirim, ji ber ku hîn sê meh û nîv mabûn ji bo ku ez azad bibim. Helbet ez gellekî şad bûm, piştre min hevalên xwe agahdar kirin û me bi hev re şevek xweş derbas kir. Hokman dibêje ku ew ji kiryara avêtina pêlavê ne poşman e û ew amade ye ku tevahiya jiyana xwe di zindanê de derbas bike ji bo xizmeta pirsa kurdî: “Em neçar in ku doza xwe biparêzin, li hember sitema Ereb, Fars û Tirkan divê em bêdeng nemînin. Tiştê ez aciz kirim ku hikûmeta Spanyayê tenê ji bo parastina berjewendiyên xwe ligel Tirkiyeyê ez xistim zindanê, wekî din sed salan ji bo Kurdistanê di zindanê de rakevim ne xema min e.“ Hokmanê ku ne girêdayî ti rêxistineke siyasî ye, hêrsa xwe ji serokwezîrê tirk wiha tîne ziman: “Carekê rojnamevanekî spanî ji min pirsî, eger ez rastî Erdogan hatim, gelo ezê dîsa pêlava xwe bavêjim wî, min jê re gotibû ku fêdeyek jê hebe ji bo doza kurdî, ezê dîsa pêlava xwe bavêjim wî. Vî mirovî ewqas zarok sêwî kirin, ewqas jin jinebî kirin, ewqas kezeba dayîkan şewitandiye, niha jî leşkerên xwe li ser sînor amade kirine ji tirsa ku Kurd xweseriyê bi dest xînin. Ew dikare gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê jî topbaran bike. Bi rastî ez dibêjim ku avêtina pêlavê jê re hindik e”.
Mafê runiştinê yê Hokman niha li Spanyayê nîne, ji ber wê jî bi hêvî ye ku mafê penaberiyê li welatekî din werbigire, ew dirame ku berê xwe bide welatekî skandînavî “Ez niha difikirim ku berê xwe bidim Norwêcê. Têkiliyên Spanya û Tirkiyeyê baş in. Ji ber pirsgirêka min ligel Erdogan, bawer nakim ku hikûmet mafê penaberiyê bide min”.

Ev bûn sê meh ku Hokman bi malbata xwe re neaxiviye, ew jî ji ber zehmetiya çêkirina girêdanên telefonê bi Kobaniyê re. Heya dema nivîsandina van xêzan jî haya malbatê ji azadbûna Hokman nîne, ew hêvî dike ku yek ji xwendevanên Rûdawê bikaribe vê mizgîniyê bigihîne malbata wî: “Kesê ku bikaribe malbata min agahdar bike, bila siheta wî xweş be”.

Read Full Post »

Heleb, 23 Gulan (AKnews) – Di sala 2008’an de bo yekem car zincîreyeke dramayî tirkî bo zimanê erebî hate dublaj kirin, wê çaxê zincîreyên weku (salên windabûnê û nûr an jî bi tirkî ıhlamurlar altinda û gümuş) gelek temeşevan di nava hemû civaka sûrî de, kurd û ereb serxweş kirin.

sanawaLê belê piştî 2 salan hîn têkildariyeke mezin bi zincîreyên tirkî re heye ku li ser TV’yên erebî wek mbc, art, Ebû Zebî û gelekên din têne weşandin, ne tenê di nav civaka ereb de lê belê di nav kurdên Sûriyeyê de jî, nemaze zincîreya (geliyê guran an bi tirkî kurtlar vadisi) ku ji nû de beşê wê yê 4’em ser ekranên erebî tê weşandin.

Çire ev bayixdana mezin bi zincîreyên tirkî?, Ev pirs AKnews ji hindek kesan kir ka nêrîna wan çi ye ?, bersiv wiha bûn.

·    Bessam (31 sal, mamoste): “Ez pir zincîreyên drama temaşe nakim ne erebî û ne tirkî, lê (geliyê guran) tiştekî nû şanî me dike, ku di drama erebî de tune ye, ew jî karê hwalgirî û îstixbaratê ye ku pir bala min dikşîne”.

·    Roze (22 sal xwendevan): “Tiştê herî xweş di zincîreyên tirkî de, çîrokên evînî ne ku hîn nava civakê de nahê pejirandin ku xort û keçekê evîndar bin, lewma ez tenê zincîreyên romansî temaşedikim”.

noor·    Ahmed (35 sal terzî): “Çîrok û mijarên zincîreyên tirkî hemû weku hev in her tim yek zengîn ji yek hejar hez dike û xwedanê wan razî nabin û …, lê tiştê xweş tê de mûzika wan ya nêzî mûzîka Kurdî ye, û pir caran mûzîk bixwe Kurdî ye weku ya Mezlûm Çîmen ku di zincîrekê de rêkeftê bûm û min guhdarkir, bûyerên wê li Dîlokê (Gazîantap) bûn, lewma paşê min ew zincîre temaşekir”.

·    Diya Omer (48 sal): “Ez hin zincîreyan temaşedikim ku wexta min hebe, hidek baş in û pir jî nebaş in”, me pirs kir çi baş e û çi na, wiha got, “Tiştê baş hin nerêt û adetên weku yên me kurdan in, ku bûyerên wan zincîreyan li Gazîantap, Entakiya yan Mêrdînê ne, û yê nexweş di zincîreyên tirkî de têkeliyên derveyî zewacê, ev tişt ne li gor dîn û adetên me ye”.

·    Şêrîn (28 sal karmend di kompaniyeke bazirganî de): “Rewşa karê min nahêle ez vala bibim ta zincîreyan temaşe bikim, lê eger dema min hebe ez fîlmên biyanî weku yên Hollywood seyr dikim, zincîreyên tirkî min dîtin, lê xelekên wan ên dirêj wek 150 xelek, min bêzar dikin lewma ez xwe pê ve girênadim, karê min girîngtir e”.

geliBandora zincîreyên tirkî ne tenê li civakê bû, lê belê bandora xwe li ser bazara zincîreyên Erebî jî kir, çunku êdî ew hevrikiya wan di nava TV’yên erebî de dike.

·    Li ser vê yekê berhemhênerê hunerî  N. Deqaq dibêje, “Berî zincîreyên tirtkî TV’yên erebî 2-3 zincîreyên me nîşandidan, lê niha yek tenê nîşandidin, vê jî zoriyek li karê me kir, çunku bazara me êdî teng bû ye”.

·    Ser heman kêşeyê ekterê sûrî yê navdar Basêl Xeyat dibêje, “Pêşbirkeya zincîreyên tirkî bandoreke mezin li karê me kir, êdî gelek ekter hene nûwandinê di zincîreyên sûrî de nakin, ew karê dublaj tenê dikin, çunku berhema zincîreyên sûrî qels bû ye”, Xeyat wiha didomîne, “Zincîreyên tirkî êdî bo me metirsiyek e, eger rewş wiha bimîne rojek dê bê em tê de zincîreyeke sûrî nabînin, lewma divê sînor bo dubalj bê danîn”.

Qsa Shita·    Beramberî vê yekê pir ekter hene di zincîreyên tirkî de derfetek bo kar dîtin nemaze yên ne navdar û rola palewan desnakevin, Asêm Hewat ekterekî sûrî ye di dublaj de kar dike, ser zincîreyên dublaj kirî wiha dibêje, “Di zincîreyên sûrî de salê min rolek yan du dibirin ew jî roline nesereke bûn, lewma zincîreyên tirkî derfeta kar e bo min”.

Ka çi sedema temaşekirin û têkildariya balkêş bi zincîreyên tirkî re ye?

·    AKnews ji pispor û rexnegirê hunerî  M. Mensûr pirs kir û wiha ji me re got “Çi civak be dema tiştekî nû bibîne  ev tişt bala wan dikşîne, û zincîreyên tirkî ji vê yekê ne dûr in, rast e Tirkiye nêzî me ye lê gelek adet û nerêt, weku yên ewropî ne, bo nimûne têkeliyên evîndarî, hîn ev tişt li civaka me de hindekî şaş tê dîtin, lewma ev zincîr vehesiyeke derûnî dide pir kesan”.

Mensûr wiha domand, “Tiştê ku hîşt zincîreyên tirkî nava xelkê de pir belav bibin, dublaja wan ya bi zaravê şamê ye, ku ew nêzî jiyana xelkê ya rojane ye”, Mensûr berdewam kir û got “Bandora zincîreyên tirkî mezin e, em dibînin gelek kes navê ekterên sereke di van zincîreyan de li zarokên xwe yên nû dikin”.

Li ser hevrikiya zincîreyên tirkî jî Mensûr wiha dibêje, “Bazar bo her kesî vekiriye, û berhemhêner ji kîjan dramayê sûd werbigrin ê wê fînans bikin, lewma gelek kompanî hene êdî karê dublaj tenê dikin”.

Mensûr wiha dawî li axaftina xwe anî “Di dema cîhangeriyê û şoreşa teknîkî û ezmanên vekirî de, em nikarin ji xelkê re bêjin li vê temaşe bikin û vê na, eger me xwast bandora zincîreyên tirkî kêm bikin divê berdêlî jê re hebe, rast e zincîreyên sûrî nava ereban de pir belav bûne, lê temaşevan êdî tiştekî nû dixwazin, lewma berê xwe dane zincîreyên tirkî”.

çk AKnews

Read Full Post »

Foto: Ji kanala Beşîr Sebrî Botanî ya Youtubê hatiye wergirtin.

Wek tê zanîn ku babetê cihuyên Kurdistanê bi giştî û stiranbêjên wan bi taybetî, di ragehandinên turkî, farsî, kurdî û erebî de berbendin, ji lewra min pêkol kir ku vê bêdengiyê bişkînim û van dîwarên bilind ku ji rexê Turkiya, Îran û welatên erebî ve hatin dirustkirin, têk bidim. Her wesan wezareta rewşenbîrî li Îsra’îlê ji ber fişarê Turikiyê piştevaniya stiranbêjên kurdên ciho nake, her wesan ew ji rexê hemû kenalên kurdî ve jî têne perawêzxistin…

Li ser jimara kurdên cihuyan, bi rastî zehmete ku mirov li ser jimara wan raweste, ji ber ku hindek ji wan li gel cihoyên welatên dî têkel bûne. Lê li pey dîtina hindekan, jimara wan digehite 210 hezar kes. Ewan bajarek bi navê Kestel heye, yê ku li ser çiyayê Seyhonê dikeve, her wesan ewan 35 gund jî hene. Lê pitiriya wan li Orşelêm, Tel-evîv, Heyfa, Tivêriya û Bêrişêva dijîn, her wesan li biyabana (Nêgiv) ê 9 gund hene ku hemû kurdin; Bettîş, Êşbol, Peimey teşaz, Noge, Mêvtahîm, Şîbolîm, Telmêdîlo, Mêlîlot û Gîvolîm, û 50% ji xelkê gundê Meslûlê jî kurdin. Her wesan kurdên ciho li bajarên biçûk jî dijîn wek Nêtêvot, Ufekîm û Mûbeyim û ta dûmahiyê. Piştî cenga 1967 -ê gelek ji kurdên ciho malên xwe birin kenara rojava, anku ew ta nuho li felestînê dijîn…

Êtî, neviya kurdane û yekeka ji wan kesên li komelgeha (Ariyêl) ê dijî, ew çar saliye, êdî eger Felestîn bibe dewleteka serbixwe, hingê binemala wê ji Felestînê dihê derxistin. Her wesan bilûrvan û deholivan Xêmî Herkî (hemiitiz) li bajarê (Meialê edomîm) ê dijî, hejî gotinê ye ku ew di întirinêtê da pir çelenge û wî li (You Tube) gelek kilîp belav kirine. Êdî wî wesan got: Paşeroja me li vî bajarî û li kenara rojava ne diyare…

Rewşa kurdên ciho ya civakî başe û peywendiyên wan pêk ve baş in û nemaze li pey ayînê wan ku hemû endamên binemalekê roja (şebet) ê kom dibin û xwarinê pêk ve dixun (anku ji roja înê piştî nîvro ta êvara şemiyê). Her wesan wan ji bo kar û barên civakî, çandî û hunerî bi dehan senter hene wek:
1 -yekîtiya komelên kurdên ciho li Îsra’îlê, serokê wê Yehûde bên Yûsif-e, yê ku bi serokê kurdên ciho jî tê hejmartin.
2 – Metnas, yaneyeka huneriye li bajarê (Kestel) ê ye.
3 -komela cihuyên Zaxoyê, jimara wan bêhtir ji 40 hezar kese û pitiriya wan li Urşelîm û Kestelê dijîn.
4 – komela dostaniya Îsra’îl û Kurdistanê, serokê wê Ekrem Barzaniye. Endamên vê komelê tenê duktor, pirofêsor, endaziyar, mamosta, rewşenbîr û bazirganin.
5 – bêt am, anku xaniyê gelî, ev senterê henê ji bo karên huneriye û li gundê Peimey teşaz-ê ye.
6 – komela cihoyên Erbîlê, jimara wan 26 hezar kese. Navê serokê wê Menahîm aloniye.
7 – senterê Gonênîm yê rewşenbîrî bo genican-Orşelîm. Di vî senterî de gelek stiranbêj û tîpên hunerî hene.
Û gelekên dî…

Kurdên ciho di ahengên jin ênanê de, bûnên zarokan û sunetkirina kuran de, bêhtir muzîka kurdî bikar tînin. Ew hemû li pahîzan (cejna Kepireşîna) pîroz dikin, her wesan kurdên cihu yên ji Kurdistana Îranê (cejna Bihar) ê jî pîroz dikin, ya ku em dibêjnê Newroz. Li ser hindê re car caran konsêrtên kurdî jî têne berhevkirin. Hejî gotinê ye ku cemawerê hunerê kurdî li Îsra’îlê mezine, lê li wêrê bêhtir babetê govendê cihê xwe girtiye.

Li Îsra’îlê gelek tîpên hunerî û yên dehol û zurinê jî hene, her wesan gelek stiranbêjên navdar jî hene, wek Îshaq Kale, Moşê Xoce (bi Mihemed Arifê Îsra’îlê tê hejmartin), Firîde Bak, Evnêr Zakin, Ronên Surçî, Hedase Yeşûrûn, Moşê Mamko, Daniyêl Ezirî (bi Hesen Zîrekê Îsra’îlê tê hejmartin) û gelekên dî…

Pitiriya kurdên gundan cotiyar û kirêkar bûn, zarokên wan jî sal bo salê bûne endaziyar, doktor, fermanber, mamosta, karmend, rojnamevan, bazirgan û ta dûmahiyê. Her wesan beşek mezin ji wan bixwe Zaxoyîne û yên dî ji van cihan: Duhok, Sindor, Bamerinê, Amêdî, Barzan, Şindoxa, Zêbar, Akirê, Bicîl, Mûsil, Hewlêr, Koyê, Raniya, Qela dizê, Kerkûk, Silêmanî, Xaneqîn, Mukiriyan, Ûrmiya, Kirmanşan, Diyarbekir, Nisêbîn, Qamişlo û ta dûmahiyê.
Emiram Mehabadî yekekî ji wan kurdên ciho, yê ku bo min bi serbilindî behsa binemala xwe kir û got: Navê babê min Şalom Bile Mehabadiye (1915 -1978), navê dayika min Şûşanê ye, ya ku li sala 1920 -ê li Esfehanê hat duniyayê. Em çar bira û sê xuşkin: Emiram, Rûbên, Yehûde, Nîsan, Narê, Stêr û Rîfqe. Binemala me sala 1951 -ê ji Kurdistanê hat derxistin bo Îsra’îlê. Navê mamê min Esed Bile Mehabadiye, ew 20 salî bû dema bo parastina komara Mehabadê şehîd bû. Babê min şehîdbûna mamê min bo me pitiriya caran behs dikir û digot: Şehîdên me nemirin…
Yakov Herkî bixwe ji gundê Mergewerê ye li devera Ûrmiya, jiyê wî 90 saliye. Ez ecêb girtî mam dema wî behsa xebatê kir li Kurdistana Îraqê û got: Cuhûyan di çiliyan de ez şandim Kurdistana Îraqê, da ku destê harîkariyê bo kurdan dirêj bikim…
Gelek kurdên ciho yên çeleng li Îsra’îlê hene û hejî gotinê ye ku ew xizmeta civaka Îsra’îlî dikin û rolekî pir girîng digêrin, wek:

1 – Daniyal Uzêr Qesab (1913 -2000), ew hunermendekî şêwekare û bi pêşengê hunermendên şêwekarî li Îraqê û li Kurdistanê tê hejmartin.
2 – Munîr Uzêr Qesab, ew hunermendekî şêwekare û li Îsra’îlê navdare.
3 – Werde Silo, nivîsere û ew bêhtir li ser çanda kurdî radiwesta û (xwarinên kurdî) bixwe bi nav û dengtirîn pertûka wî ye.
4 – Tisivî Barzanî, serokê bajêrvaniya (Ramat gan) ê û ew bi (Tisivî Barzaniyê qareman) jî tê nasîn.
5 – Êlî Nîsan, rojnamevane û li televzyona Îsra’îlî beşa erebî kar dike.
6 – Yotam Barzanî, nivîserê peyamane li radyoya (Rêşet bêt) kar dike.
7 – Rehemîm Yona, siyasiye, ew endamê partiya (kar) ê Îsra’îliye.
8 – jeneral Şimoêl Zekay, ev jeneral pitiriya caran di ragehandinên Îsra’îlî û cîhanî de diaxfie.
9 – Îsra’îl Îshaq, serokî hêzên nobedarên sînoriye.
10 – Hêrtsil Yona, nivîserekî Hewlêriye, pertûkek bi zimanê îbirî li ser cihoyên Hewlêrê nivîsiye.
11 – pirofesor Yona Tisebar, nivîserekî navdare û ew bixwe xelkê Zaxoyê ye û gelek berhemên wî hene.
12 – Hisqêl Zekay, berpirsekî cihoyên rojihelatê ye.
13 – Îshaq Mordîxay, wezîrê bergiriyê bû.
Û gelekên dî…

Çavkanî: Evropress

https://zinarala.wordpress.com/

Read Full Post »

Zarokên Kurd li Bonnê (Foto: Z.A)

Di bin slogana “Jin Jiyan e Jiyanê Nekujin” 150 jinên Kurd li hev civiyan û bi coşeke mezin 8ê adarê ( Cejna Navnetwî ya Jinê) pîroz kirin.

Programa şahiyê di demjimêr 14.00 despêkir, Şervîn Kobanî bi rihekî kurdperwerî pêşkêşvaniya çalakiyê dikir. Di destpêkê de jinan derdorê saetekê li ber stranên gelêrî bazdana xwe dikirin.

Piştî xwendina sirûda netewî, du jinên Kurd, bi cilên Kurdî, rola pêşkêşvaniyê standin  û bi qerf û henekî behsa nenaskirina zarokên Kurd ji zimanê xwe re, piştre grûpa zarokan  pêşkêşkirin, zarok derketin ser sehnê û strana nemir Mihemed Şêxo “Ez keçim Keça Kurdan im” xwendin.

Piştre dengbêj Mizgîn stranên xweş ji folklora Kurdî xwendin û dîsa govenda jinan xweş geriya.

Dûvre endamên Koma bazdanê cihê xwe li ser sehnê girtin. Koma  ku ji keç û xortan  pêk dihat gelek reqsên  xweş û curbecur pêşkêşkirin û şahiyê bi reqs û cilên xwe geş kiribûn.

Di nava programa şahiyê de vîzyonek ji amadekariya Şervîn Kobanî hate weşandin, di vîzyon de  wêneyên jina siyasetmedar, hunermend, têkoşer û karker li ber  dengê Aynurê dihatin weşandin.

Paş wê hemû mêvanên şahiyê ji bo xwarinê hatin vexwendin, her jinek xwarinek bi xwe re anîbû, xwarinên kurdî yên curbecur hatibûn amadekirin, mirov dikarî ji her cureyekî tiştekî tam bikira.

Her wiha para pêşkirkekê hebû, Şervîn û Hiyam (ji komîteya organîzekirinê) pêşbêrk bi rêve dibirin, gelek pirsên balkêş ku girêdayî jinan dihatin kirin wek mînak: Diya Ehmedê Xanê kî bû?

Piştî wê Stranbêj Sureye ligel grûpeke ji keçekên xweşik û dengbêjekî Pop Şêro derketin ser sehneyên û stranên folklorî bi awakî nûjen û cuda  xwendin, govenda jinan bi coşeke mezin li dor Sureya û grûpa pê re digeriya.

Zinar Ala

Di dawî de rojnamevan Zinar Ala, ku vê çalakiyê dişopand, ji bo sehneyê hate vexwendin û çend stranên gelêrî  xwendin.

* Şahî ji aliyê Mala Kurdan li Bonnê hate fînansekirin.

* Komîteya amdekar: Hiyam, dengbêj Mizgîn û Şervîn Kobanî.

* Dozankirina dengan û amûrên mûzîkê: Selah Metîno

* Orgvan: Mistefa

* Tembûrvan: Îmad

Çend Tîbînî:

–  Dema despêkirina programê saet 13.00, belam program di saet 14.00 despêkir.

–   Govenda pêşîn  li ber stranên dengbêjên dawetan hate  gernadin, di vê rojê de diviyabû ku stranên hunermendên jin  hîn bihatina guhdarkirin û naskirin.

–    Salon hinekî biçûk bû, çend zilam di şahiyê de amadebûn, di nav wan de Mela Fayêq Dilo (Kevneserokê herketa Îslamî li Kurdistanê) hebû, ama li derveyê salonê diman û ji derveyî deriyê salonê  li programa şahiyê temaşe dikirin.

–  Em rastî jineke  Alman di vê şahiyê de nehatain

Avesta bi kameraya xwe beşdarî şahiyê bû û ji we re ev vîdyo û foto amade kirin.

AVESTA – Zinar Ala

Ji bo temaşekirin wêneyên din li wêneyê bitikîne.

Read Full Post »

Older Posts »

%d bloggers like this: