Çawa zîrekbûn serî hildide?

Xwepêşandanek li dijî rejîma Îranê li bajarê Mûnsterê/Almanya

Ciwanên li çaraliyê cîhanê hest bi nerazîbûn/redkirinê dikin, li dijî nîzama damezrandî serî hildidin, nîzamek ku vê cîhana hovane, cinawir û kaotîk afirandiye, şer hene û ji bo bidestxistina karekî bi hezaran mirov xwe pêşkêş dikin.

Nifşê berê ev civak bi ambîsiyona xwe, bi çavbirçîtiya xwe, bi tundiya xwe, bi îdeolojiyên xwe afirandiye. Mirov bi taybetî ciwan hemû îdeolojiyan red dikin, belkî ne li vî welatî ji ber ku em têra xwe pêşneketine, em têra xwe şareze nebûn ku em hemû desthilatdarî, her îdeolojî red bikin. Lêbelê, ciwan, van îdeolojiyan red dikin, modela xwe ya îdeolojîk diafirînin, mîna porê dirêj û van hemû tiştan.

Bav û zarokê xwe ji xwe re dilîzin, bajarê Girona/Katalunya

Ji ber vê yekê serhildana sade pirsgirêkê çareser nake, ya ku pirsgirêkê çareser dike afirandina rêkpêkbûna navxweyî ye, rêkpêkbûneke çalak, ne rûtîn; rûtîn mirin e. Dema tu zanîngehê diqedînî, tu diçî li nivîsgehekê dixebitî, gava tu vî karî bi dest dixî, û di dema 40 an 50 salan de her roj tu diçî ofîsê, tu dizanî ku çi bi hişê te re çi dibe? Te rûtînek ava kiriye, tu vê rûtînê dubare dikî û tu zarokê xwe jî teşwîqî dubarekirina vê rûtînê dikî. 

Divê her miroveke zindî li dijî vê yekê serî hilde, lê bêguman wê bibêje: “Berpirsiyariyên min hene, xwe bidin cihê min. Her çend ez bixwazim jî, ez nikarim dev jê berdim”. Û wisa xelk dike, yekrengî, acizbûn/bêhtengiya jiyanê, hemû bêcewheriya wê dubare dike; zîrekbûn li dijî van hemûyan serî hildide.

Jiddu Krishnamurti

Têbînî: Piştî gotûbêjek bi hevalekê re me lihev kir ku mirov dikare karê xwe di ofîseke de bike û herwisa di heşê xwe de aramî hebe, dema ku bikaribe tenê çavdêr be û pêşhukman nede, xwe weke perçeyek ji wê ofîsê/şîrketê nebîne, ango şîrket nebe perçeyek ji nasnameya wî/ê.

Şîrove û nêrînên we