“Buffetek” taybet ji bo spaskirina qirdan (Vîdyo)

AVESTA – Li bajarê Lopburi yê ku 150 km li bakurê Bangkokê (paytexta Taylandiya) dikeve festîvalek ji bo spaskirina qirdan tê çêkirin, ji ber rola wan di kişandina tûrîstan de. Peyva Fransî “Buffet” tê wateya xwarinên curbecur ku di helkeftinên taybet de an jî di resturantan de têne pêşkêşkirin. Vêca ji bo hemû meymûnên bajêr buffetek taybet hate çêkirin. Ev festîval bi awakî salane di … Continue reading “Buffetek” taybet ji bo spaskirina qirdan (Vîdyo)

Pilingên Tamîl mirina serokê xwe pejirandin

Avesta – Bo cara yekemîn û piştî kujtina serokê wan bi heftakê Gerîlayên Eniya Azadkirina Zemîna Tamîl (Pilingên Tamîl) di belavokekî xwe de mirina serokê xwe pejirandin. Pilingên Tamîl di daxuyaninya xwe de gotibûn ku serokê wan Velupillai Prabhakaran “Yê wek wî tune bûn şehadetê bi dest xist” û hefteyek şînî ji bo giyanê wî îlan kirin. Tê zanîn ku berî heft rojan Hikûmet Srî Lanka  dîmenên laşê  lîderê Pilingên … Continue reading Pilingên Tamîl mirina serokê xwe pejirandin

Îmamên Îndenosiya “Facebook” pejirandin lê merc danîn

 Avesta – 700 îmamên îndenosî bikaranîna tora civakî ya herî navdar “Facebook” pejirandin lê çend şert danîn. Li gorî mercên hatine dayîn ji aliyê oldarên Îndenosiya: Bikarhênerên Facebook divê ku berpirsiyar bin. Facebook  divê ku ji bo damezrandina têkiliyên “nerewa” navbera keç û lawan neyê bikaranîn. Bikarhênerên Facebook  divê ku derewan belav nekin. Tê zanîn ku Facebook li gellek welatan polemîk çêkirina, hin car bikarhênerên Facebook nûçeyên  … Continue reading Îmamên Îndenosiya “Facebook” pejirandin lê merc danîn

Hikûmeta Srî Lanka dîmenên laşê serokê Pilingên Tamîl Weşand (Vîdyo)

19 Gulan 2009 Sêşem Saat 18:16 Avesta – ÎroTelevizyona Hikûmeta Srî Lanka wêneya laşê lîderê pilingên Tamîlê Vellupillai Prabhakaran weşand. Hikûmet Srî Lanka îsbata mirina  lîderê pilingên Tamîl  Vellupillai Prabhakaran bi riya televîzyona fermî weşand û dabu xuya kirin ku Vellupillai Prabhakaran duh hate kujtin gava hewla revê dikir di êrîşa dawî li ser wargehên Pilingên Tamîlê Continue reading Hikûmeta Srî Lanka dîmenên laşê serokê Pilingên Tamîl Weşand (Vîdyo)

Pilingên Tamîl dibêjin ku serokê wan ne miriye û di rewşeke baş de ye

19 Gulan 2009 Sêşem Saat 11:23 Avesta – Rêxistina Pilingên Tamîlê kujtina lîderê xwe ya bilind Vellupillai Prabhakaran red kirin û diyar kirin ku ew di jînê de ye û rewşa wî baş e. Doh Hikûmeta Srî Lanka bi awakî fermî ragihand ku wan serokê Pilingên Tamîlê Velupillai Prabhakaran kuştibû. Belam Rêxistina Pilingên Tamîlê (LTTE) ev angaşta hikûmetê red kir. S. Pathmanathan, berpirsiyarê têkiliyên navnetwî … Continue reading Pilingên Tamîl dibêjin ku serokê wan ne miriye û di rewşeke baş de ye

Piştî 26 sal şer Pilingên Tamîl çekên xwe danîn

Avesta – Gerîlayên Eniya Azadiya Zemîna Tamîl (Pilingên Tamîl) li hemberî hêzên artîşa Srî Lanaka yê teslîm bûn û “dawiya tal” ji şerê ku 26 sal li berxwe dabû îlan kirin. Tevgera Pilingên Tamîl  di daxuyaniya xwe de soz dabû ku çekên xwe bêdeng bike ji bo parastina xelkê sivîl ji êrîşên nû yê artêşa Srî Lanka yê. Selvarajah Pathmanathan perpirsyarê têkiliyên derveyî a Pilingên Tamîl  destnîşankir: … Continue reading Piştî 26 sal şer Pilingên Tamîl çekên xwe danîn