Feeds:
Posts
Comments

Archive for the ‘Çiyayê Kurmênc’ Category

    Şiştina hêriyê li Efrînê / Foto: Aso

Berî 5 mehan ez beşdarî konferanseke jinên êzdî li Almanyayê bûm, medyakarek navdar di axaftina xwe de behsa têgeha “bav û kalan” kiribû, min rexna li wê kir, ji ber ku bi rêya bikaranîna vê gotinê ew keda jina kurd di civaka kurdî de paşguh dike. Rexneya min rastî kêfxweiya beşdarên konferansê hatibû, rojnemavan jî ew rexne li xwe girt.

Mixabin ta niha min ti rewşenbîrek nedît, jin yan jî mêr be, ku bêja: çîroka dayîk û dapîran, xaka bav û dayîkan, axa bavpîr û dapîran. Ez dirêj nekim, di  vîdyoya dahatî de jineke ji Çiyayê Kurmênc behsa şiştina hêriyê dike, digel ku min di jiyana xwe de qet nedîtibû ku mêr hêriyê dişûn, ev jina kedkar jî dibêje wek “çawa bav û kalan wisa dikirin”, piştre serrast dike û dibêje “pititd me” ango dapîrên xwe jî tîne ziman.

Min dixwest ez ligel vê tekstê wêneyekê ya şûştina hêriyê li herêmeke kurdan biweşînim lê Google ti wêne peyda nekir di lêgerîna wêneyan derbarê “şiştina hêriyê”. Ez bi zimanê spanî geriyam û min bi dehan wêne dîtin ku jin têde hêriyê li ber ava çeman dişûn. Her wisa min peykerên jinên şûştvan jî peyda kirin.

Peyekra jinên şuştvan li bajarekî spanî / Foto: Mapio.net

Peykera jina şûştvan li Kolombiya / Foto: colombianeivahuila

Berî vê jî bi mehekê min rexne li birêvebirê kanala Youtube ya herî navdar li Efrînê kiribû, ji ber sernivîsa vîdyoyekê di kanal xwe de, min wiha nivîsandibû: “Divê em xebata dayîk û dapîran jibîr nekin. Di vîdyo de keda jinê jî xuya ye. Ji ber wê diviybû navê vîdyo wiha ba: “Kurltura dayîk û bavan”. Lê mixabin sernivîs nehat guhertin.

Hûn bala xwe bidinê axaftina siyasetvan, ronakbîr, karker, rojnamevan, cotkar û xwendekar…, hûnê nas bikin çiqas gotina “bav û kalan” mêjiyê wan dagirkiriye. Pir mixabin heya ku di Wîkîpediya Kurdî de  jî “Zimanê bav û kalan” li şûna zimanê dayîkê xistine serê rûpelê.

Advertisements

Read Full Post »

Konsera bajarê Pamplona/Iruña Foto: Komela Minzola

          Konsera bajarê Pamplona-Iruña / Foto: Komela Mintzola

Di meha nîsana borî de min berê xwe dabû welatê Baskê ji bo ez beşdarî hevdîtinek navnetewî bi navê  “Europa bat-batean” (Europa ji nişka ve) bibim, ev çalakî hunermendên ji Katalunya, Sardînya, welatê Baskê û Kurdistanê anîn ba hev, min nûnertiya Kurdistanê kir di van çalakiyan debi gîştî me heft konseran lidarxist li herdû perçeyên welatê Baskê li Spanya û Fransa.

Diviyabû ez wek wergêr beşdar bama,  beşdarbûn min jî wek dengbêj tenê di rojên dawî de derket holê. Me kedek mezin dabû ji bo beşdarbûna du dengbêjên kurd ji Rojava. Gera min ji bo peydakirina hunermendan gelek wext standibû. Di meha cotmeha borî de min nûçeyek di rojnameya Yeni Ozgur Politika û malpera Rizgarî weşand, nûçeya ku min nivîsandibû ev bû: Komeleke baskî li du dengbêjên klasîka kurdî digere.

Min têkilî ligel penaberên Rojava li Başûr, Bakur û li Tirkiyê danî. Ji Başûr rojnamevan Hozan Robar grûpeke mûzîkê li min pêşniyar kiribû, lê daxwaza me du dengbêj û tembûrvanek bû. Di heman demê de min bi hunermend  Osama Dada re têkilî danî, Osama ji  min re hunermendê gelêrî Adnan Omar pêşniyar kiribû û piştre jî dengbêjek jin hate peyda kirin. Komela baskî bi beşdarbûna Osama, Adnan û Bêrîvan Îbêş gelek kêfxweş bû û tavilê ji wan re vexwendin şandin.

Osama ji ber karê xwe wek mamosteyê mûzîkê di dibistanên penabern yên Netewên Yekbûyî de û ji ber egera ku dema ji Spanya û Frasna vegere jêre pirsgirêkên burokrtîk li Tirkiyê  peyda bibin, ji ber vê yekê lêborîna xwe xwest ji ber nebeşdarbûnê.

Konsera Donostia-San Sebastian / Foto: Mintzola

         Konsera Donostia-San Sebastian / Foto: Mintzola

Adnan û Bêrîvan gelek ked û zehmetî kişandin ji bo standina vîzayê, çar caran berê xwe dabûn balyozxaneya Spanya li Enqerê lê mixabin vîza nestandin. Gelek daxwaza wan hebû ku bi navê Kurdistanê hunera Çiyayê Kurmênc pêşkêşî baskiyan bikin lê mixabin Spanya xwestekê wan bi cih neanîbû.

Navên Adnan û Bêrîvan li ser hemû posteran bû.

Navên Adnan û Bêrîvanê li ser  posteran bû.

Piştî wendakirina hêviya beşdarbûna Adnan û Bêrîvan min li komeleyê pêşniyar kir ku ez nûnertiya Kurdistanê bikim, wan pejrand û hema ji min re bîlêtên balafirê kirîn.

Ev hevdîtina navnetewî di nav çalakiyên Paytexa Çandî ya Ewropa “San Sebastian-2016” cih girtibû, medya jî cihekî ji me re veqetand, bi dehan nûçe di medyaya spanî, baskî, katalnî û fransî hatin weşandin. Herwisa dokumentarek derbarê hunera dengbêjiya kurdî û ya împrovîzasiyonê hate kişandin.

Ev vîdyoya li jêr di roja şeşan de hatibû kişandin, piştî gelek konser hinekî dengê min westiyabû, navê strana ku ez dixwînin “Lê Narînê” ye, bê amadekirin min ji hunermenda sardînî Paola Dentoni xwest ku ligel min vê stranê bixwîne. Hêjayî gotinê ye ku melodiya vê stranê ji aliyê hunermendên welatên cûrbecûr û ji aliyê xelkê baskê ve gelek hate hezkirin. Endamên komela Baskî herdem dixwestin ez vê stranê bixwînim, wergera gotinên vê stranê û  starnên din li ser şaşeyekê dihatin weşandin. Min ev stran ji hunermend Adnan Omar guhdar kir.

Her wisa televîzyona baskî programaek taybet li ser vê hevdîtinê çêkiribû. Axaftina li ser Kurdistanê û beşdarbûna min di xuleka 3.27an de despê dike:  http://www.eitb.tv/eu/bideoa/4104533824001/ (di vê lînkê de hûn dikarin strana “Rojek tê” ya hunermendê mezin Nizammetîn Arîç bi dengê min guhdar bikin).

zinar markina

                 Konsera bajarê Markina-Xemein / Foto: Mintzola

Di her konserekê de diviyabû despêkê em bi helbestekê an stranekê silav li gel bikin û her wisa li dawiyê bi heman awayî xatir bixwzin, ji bo silavkirina cemawerê konserê min melodiya Memê Alan‬ distra:

Îro ez hatime welatê baskane, ta pêşkêş bikim hunera netewa kurdane..

Ev jî silava xatirxwestinê bû, di hin konseran de me melodî û gotin diguhertin:

Di vê vîdyoya de jî hûn dikarin hevpeyvînek bi ‪zimanê kurdî‬ derbarê hunera dengbêjiyê temaşe bikin. Bersivandina pirsên vê hevpeyvînê hinekî zor bû ji ber ku despêkê diviyabû ez bi kurdî bersiv bidim û piştre jî bersivên xwe wergerînim zimanê spanî, rojnamevana ku pirs dikirin jî baskî bû.

 

Read Full Post »

Hêvî Mustafa / Foto: Kovara "La Marea"

Hêvî Mustafa / Foto: Kovara “La Marea”

Kovara “La Marea” ya spanî, ku bi awakî mehane tê weşandin û bêtirî 100 hezar şopînerên wê di toreyên civakî de hene, hevpeyvînek balkêş bi seroka kantona Efrînê Hêvî Mustafa re çêkir. Hevpeyvîn di bin sernivîsa: “Êrîşî me dikin ji ber ku me sîstemek bi çand û olên cûrbecûr avakiriye” li kiyoskên Spanyayê hate belavkirin

Di vê hevpeyvînê de serokwezîra herêma Çiyayê Kurmênc Hêvî Mustafa destnîşankir  ku sîstema Xweseriya Demokratîk alternatîva herî baş e ji bo hemû Sûriyê re, ev sîstem jî metirsiyeke ji rejîmê re ye: “Grûpên din tiştekî ava nakin, tiştan têk dibin. Em ava dikin, me sîstemek avakir ku rêz ji çandan re digre û ji ber wê jî em tehdîda herî mezin ji rejîma Esed re ne”.

Piştî berxwedana Kobanê, cîhan li jina kurd weke jineke şervan di cengê de dinêre, lê ji bilî vê yekê jin di hemû warên civakê de cih digre

Hêvî Mustafa bal kişand ser berxwedana gelê Efrînê li hemberî êrîşên îslamiyên tundrew di van du salên dawî de û sedema van êrîşan wiha anî zimên: “Ew êrîşî me dikin ji ber ku modêla me napejrînin”. Bi rêya pelikên ev kovara spanî seroka hikûmeta Efrînê bang li civaka navnetewî jî kir ku arîkariya wan bike ji bo têkbirina van grûpên tundrew: “Ji ber ku ew ne tenê metirsiyek ji Rojava re ne lê herwisa ji bo hemû cîhanê re”.

Seroka kantonê girningiya rola jinê di şoreşa Rojava de wiha anî ziman: “Li Rojava jin beşek ji şoreşê ye û di hemû warên jiyanê de cihê xwe girtiye. Piştî berxwedana Kobanê, cîhan li jina kurd weke jineke şervan di cengê de dinêre, lê ji bilî vê yekê jin di hemû warên civakê de cih digre. Wek jin û serokwezîr, ez ji vê sîstemê kêfxweş im, ku têde kotaya jinan di hikûmetên kantonan de ji %40 e. Di pergala me de rola jin pir girîng e, lê bi awakî taybet jin di warê perwerdekirinê de nîşan kir ku ew xwedî roleke çalak e”.

Read Full Post »

Loga femenîn

Hêvron Amkî – Weke her sal 2013an jî ji bo jinên kurd saleke tarî bû, nûçeyên xweşewtandin û xwekuştina jinan, kuştina wan li ser destê hevser an jî endamên malbatên wan li seranserî Kurdistanê bi dawî nebûn. Sala 2014an jî bi çend bûyerên xerab despêkir, piştî sersalê bi rojekê medya ragihand ku keçek 17 salî bi navê (Z.E) li Silêmaniyê xwe xeniqandibû. Di 6ê mehê de jî desdirêjiya kolektîv, wek ya li Hindisitanê çêdibe, li keçikeke 16 salî li Hewlêrê rû dabû. Berî çend rojan jî zaroka dayîk Kader Ertan (14) ya ji Sêrtê, ku di 12 saliya xwe de hatibû zewicandin û di 13 saliya xwe de bû dayîk, di mala xwe de kuştî hate dîtin yan jî “xwe kuşt” li gorî ku malbata hevsera wê ji dozgeriyê re îdîa kiribû.

Li Rojava jî bi ser êşa şer, revandin û embargoya li ser herêmên kurdî jin di hundirê civaka me de rastî kuştin û lêdanê tên. Ji Dêrîkê heya Efrînê jin rastî tundiyê tên.

Deshilat û rêxistinên kurdî li van herêman ti xebateke berçav ji bo kêmkirina rêjeya tundiyê nekirin. Medya gellek haletên tundiyê ragihandin, di Mijdara borî de keçeke 17 salî bi navê Dozîman Xelo li Amûdê ji aliyê kesekî ji malbata xwe ve hate kuştin. Jineke din ji Kobaniyê jî ji ber kotekên hevserê wê bi nexweşiya bêheşiyê ketiye. Li Efrînê çîrokeke trajîk ya jineke 65 salî derket holê, ew jin (X.E)  di yazde saliya xwe de ji aliyê bavê xwe de bo zilamekî 65 salî hatibû firotin ji ber ku bavê wê di lîstika qumarê de zirar kiribû û keça xwe firto ji bo dayîna deyna xwe. Piştî 9 salan zilamê X.E dimre lê birayê wî zilamî destdirêjiya  wê dike û ducanî dike, di ancamê de keçek wê dibe û piştî 7 salan keçika wê jê distînin û wê diqewitînin. X.E vedigere ba malbata xwe, lê malbat wê didin kalekî 90 salî ya ku piştî çend salan dimre û X.E neçar dimîne ku careke din vegere mala bavê xwe. Lê malbat vê carê jî naxwaze wê bihewîne ji ber vê yekê jî X.E niha doz li malbata xwe vekiririye û mafê xwe ji mîrasê dixwaze.

Jinên kurd rastî tundiya derûnî jî tên, ev celeba tundiyê jî li ser jiyana jinan bandoreke xirab dihêle.

Derbarê tundiya derûnî jineke bi navê Jîn* ji Rojava ku niha li herêmê Kurdistanê peneber e çîroka xwe ji min re wisa tîne ziman: “12 sal in ku ez bi pismamê xwe re zewiçî me û sê zarokên me çêbûn, pir caran em digihîştin qonaxa berdanê, lê herdem min digot na, ezê ji bo zarokên xwe li berxwe bidim. Di dema dawî de pirsgirêkên me mezin bûn û nema dikarim bi wî re jiyanê bidomînim.” Ev bûne sê meh in ku jîn ji hevserê xwe cuda bûye lê di heman demê de ji dîtina zarokên xwe mehrûm bûye. Axaftina Jînê bi rêya telefonê tevlî girî dibe û bi dengekî lewaz derdê xwe wisa vedibêje: “Ji ber dûrbûna zarokan ez rojê hezar carî tême kuştin. Ew nikare zarokan xwedî bike, tenê dixwaze min ceza bike.” Jîn ne tenê derdê dûrketina zarokên xwe dikişînê, lê belê civaka kurdî jî derdên wê hîn zêde dike û wê ji ber biryarê berdanê gaznican jê dike: “Dibêjin ger tu ji zarokên xwe hez dikî, vegere ji mêrê xwe re û derdê wî ji bo xatirê zarokên xwe bikşîne. Civaka me tenê loman ji jinan dike, herdem yên şaştiyan dikin em in û divê em hesabê bidin.”

Jina kurd bi ku ve here ji tûndûtûjiya zilamê kurd rizgar nabe. Li Ewropa jî digel hebûna yaseyên parastina mafên jinan salane mirov çîrokên kuştinên jinên kurd di medyayê dixwîne. Li gor malpera almanî “Ehrenmord” ku haletên kuştinên jinan dokumente dike, di sala 2012an de bi kêmanî 8 jinên kurd li almanye ye hatine kuştin.

Bi kurtî sal derbas dibin û ti pêşektineke diyar di rewşa jina kurd de rûnade. Em têne kuştin û kuştina me hîn nebûye xemeke civakî ne jî netewî. Mixabin emê hîn bêne kuştin, emê hîn rastî êşkenceya derûnî û tundiya fîzîk û devkî werin û siyasetvanên me jî wê dîsa di roja 8ê Adarê de ji medyayê re sloganan dubare bikin wek “Jin nîvê civakê ye” û “Jineke azad civakeke azad”.

* Jîn: Nav guhertî ye.

Têbînî: Ev nivîs di hejmara 232an ya rojnameya Rûdawê di meha çileyê de hate weşandin

Read Full Post »

Niyazî Hebeş / Facebbok

Niyazî Hebeş / Faceb0ok

Rûdaw / Z.A  – Niyazî Hebeş sala 1981ê li Helebê ji dayîk bûye, wî di 2005ê de weke bijîşkê hundirîn dest bi karê xwe li Helebê kir. Ji despêka raperîna gel li Sûriyê ew tevlî çalakiyên aştiyane li dijî rejîma Esed bû, di despêka 2012ê de ew rastî hewldaneke kuştinê hat û di Tîrmeha heman salê de ji aliyê kesên nenas ve hate revandin û bi giranî hate êşkencekirin. Ji ber êşên êşkencekirinê jî ew hat emaliyatkirin. Ji bo ewlehiya malbata xwe Niyazî ligel hevjîn û du zarokên xwe koçberî Tirkiyê bû. Piştî nêzîkî du salan bi ser xebata arîkariya xelkê sîvîl, Niyazî û hevalên xwe bi fermî avakirina Komeleya Buhar ya Hawarçûnê ragihandin.

Niyazî, ku niha ji Almanyayê rêveberiya komeleyê dike, ji Rûdawê re axivî û wiha komeleya xwe da nasîn: “Komeleya me ya xêrxwaziyê ye, serbixwe û ne ya qezenckirinê ye. Komele ji aliyê grûpeke çalakvanên şoreşa Sûriyê bi awayekî fermî di 20 Kanûna 2012ê de hate damezirandin. Pirraniya endamên komeleyê, ku hejmara wan 30 ye, ji Efrînê ne. Xebat û çalakiyên  komeleyê li ser gund û bajarokên Kurdaxê belav dibe, karê me bi rêya hevkariya ligel rêxistinên sîvîl û bêhtirî sed kesên xêrxwaz tê meşandin.”

Volûnterek  zarokan vaksîne dike

Volûnterek zarokan vaksîne dike

Bi saya arîkariya navnetewî xebata xwe fînanse dikin

Çalakiya komeleyê ya herî dawî ji bo vaksînekirina zarokan e, ji bo vê yekê komeleya “Buhar” di çarçoveya kampanyeke berfireh de bi navê “Bila em dawî li felcbûna zarokan li Sûriyê bînin”, ku şeş mehan didome, li malên Kurdaxê geriya. Niyazî derbarê çalakiyên ku heta niha pê rabûne wiha axivî: “Me girêbest ligel nanpêjên Efrînê îmze kirin ji bo em barê aborî li ser xelkê sivik bikin, girêbestên me jî şeş mehan dom kirin û buhayê kîloya nan daket nîvî. Herwisa me ji bo bêhtirî çar mehan bi belaş nan dida penaberên li ser kolanan û xelkên çend gundan. Bi hezaran qufikên  derman, xwarin û şîrê zarokan me belav kirin. Me kursên ji bo fêrbûna arîkariyên pêşîn û çawaniya bikaranîna komputerê çêkirin. Niha jî me navendek ji bo dermankirin û xweparastina ji lîşmaniyayê vekiriye. Herwisa çend projeyên me hene ji bo belavkirina avê bi belaş li ser gundan”.

Derbarê jêderên fînansekiria xebata komelê, Niyazî wiha axivî: “Bi rastî bexşên endaman û yên hinek kesên ji Kurdên diyasporayê nikare vê xebatê fînanse bike. Xebata me bi piştgiriya rêxistinên navnetewî û yên sîvîl tê meşandin, girêbestên ku em bi van rêxistinan re îmze dikin dihêlin ku em projeyan li ser erdê çêbikin. Di nav rêxistinên ku me ligel wan hevkarî kiriye Mercy Corps, Sûrî Mala Me Ye, Mentor û Karam Foundation hene.”

Niyazî balê dikişîne ser girîngiya xebata wan ji bo gihandina arîkariyan, nemaze di dema dorpêçkirina li ser Efrînê ji aliyê grûpên îslamî ve: “Digel dijwariya danûstandinê ligel grûpên çekdar, komeleya me karîbû ji bo çend caran dorpêça li ser Efrînê bişikîne, di Pûşber û Tîrmeha borî de me karîbû 15 kamyonên tijî bi berhemên arîkariyê derbasî Kurdaxê bikin.”

Bijîşkê Efrînî destnîşan dike ku jiyana xelkê li Çiyayê Kurmênc bi mercên dijwar derbas dibe: “Av û elektrîk kêm tên peydakirin, herwisa dorpêçkirin û nebûna fersendên kar rewşa aborî li herêmê xerabtir dike. Di warê tenduristî de jî dermanên nexweşiyên kronîk û yên pêketinê, wek şekir, felcbûn, lîşmaniya û her wekî din nayên peydakirin.”

Ji ber koçberbûnê hejmara zarokên Efrînê kêm bûye

Kampanyaya vaksînekirina zarokan ya niha di bin serpereştiya Rêxistina Tendirustiya Cihanê tê birêvebirin. Derbarê dawîbûna qonaxa yekemîn ji vê kampanyayê, Niyazî dibêje: “Kampanya baş derbas bû. Ji ber hebûna derdora 60 heya 70 hezar mal li Herêma Efrînê, me texmîn dikir ku emê derdorê sed hezar zarokan vaksîne bikin, lê me tenê 45 hezar zarok vaksîne kirin. Sedema vê yekê jî koçberiya mezin ya malbatan ber bi Tirkiyê û Herêma Kurdistanê ye, pirraniya kesên ku di malan de mane kal û pîr in.”

Niyazî bi rêya vexwendineke ji aliyê xwişka xwe ve gihiştiye Almanyayê û ev bûn çar meh ku li bajarê Mindenê yê eyaleta Nidersachsenê tevî malbata xwe dijî. Wî mafê rûniştinê û kar ji bo du salan standiye û niha diçe kursê zimanê almanî: “Ez dijwariyê di fêrbûna zimanê almanî de dibînim, dem jê re lazim e, lê rewşa li welêt û karê komeleyê pirr demê ji min re nahêle. Lê ji bo ku ez dest bi karê bijîşkiyê li vir bikim, divê ez zû bawernameya zimên bistînim.”

Read Full Post »

Mihemed û kurên xwe Azad û Elî havîna borî

 Rûdaw / Z.A – Berî  24 salan ciwanekî ji Efrînê bi navê Mihemed Hacî dabû xwe Rûsyayê û ji bo bidesxistina pêşerojeke baştir wî dixwest ji wir biçe rojavaya Parzemîna Kevnar lê qeder berê wî da welatekî Asyayê ku Kurd lê nîne û asta sarbûnê di hin devran de dadikeve heya 45 binê sifrê. Ji paytexta vî welatî Ulaanbaatarê Mihemed ji Rûdawê re derbarê jiyana xwe li koçberiyê axivî.

Mihemed Hacî li gundê Mabetan, ku xelkê wê bawermendên elewî ne, hatiye dinê. Piştî qedandina xizmeta leşkerî çû Rusyayê, wî çend caran hewl dabû bi awakî nerewa biçe rojavaya Ewropayê lê ew dihat girtin. Li Moskoyê heft salan jiyabû û li wir evîna jiyana xwe naskir: “Min di van salan de karê bazirganiyê dikir, wê çaxê tevgera bazirganî navbera Sûriyê û Rûsyayê geş bû. Ez li avahiya xwendekaran rûdiniştim û li wir min xwendekarek mongolî naskir, me ji hev hezkir û zarokeke me jî çêbû”. Piştî ku hevsera wî Batma xwendina xwe bi serî kir, Mihemed ligel wê û kurê xwe Alan berê xwe da welatê Monoglan. Li wir Alanê yeksalî ji ber nexweşiya navçûnê dimre, lê piştre wan du zarokan tînin û navên Azad û Elî lê dikin.

Mihemed ligel hevsera xwe Batma û kurê wan Elî

Mihemed ligel hevsera xwe Batma û kurê wan Azad

Bingeha aboriya vî welatî çandin û pezvanî ye, xebata Mihemd a yekemîn  di sektora pezvaniyê de bû “Min nêzîkî deh salan roviyên pezan ji gundan dianî û paqij dikirin, min  xwê lê dikir û difrot bazirganan, dûvre ez bi fîrmeyekê re xebitîm û me roviyên pezan dişandin Almanyayê”. Ji ber dijwariya mercên vî xebatî ku ziyan li gurçikên wî kirin, Mihemd ev kar berda û kamiyonek kirî û karê barkirina berheman pê dikir, lê ev kar jî ne hêsan bû: “Bo sê salan min bi kamiyona xwe her hefteyekê nêzîkî 5000 km di rêya çûn û hatinê de qot dikir, ji vê rêyê tenê 100km ziftkirî bû, rêya din di ser ava çeman, ax û û keviran re derbas dibûm, niha jî ez li fîrmeyekê ji bo rastkirina rêyan kar dikim”.

Bi bihaya 25 hezar dorlaran teyrek firotiye erebên Kendavê

Di havînê de jî Mihemed nêçîrvaniya teyran dike, ev bûn 10 sal in şahînan digre û difroşe şêx û mîrên ereb yên ku sal bi sal tên Mongolyayê ji bo van teyran, Mihemed şêweya girtina van teyran wisa vedibêje: “Em kevokê wek feq ji teryan re vedidin û toreyeke ji penikên naylonî dixin ser pişta kevokekê û wê berdidin, dema teyr  wî dibîne xwe berdide ser û nigên wî bi penikan tên girêdan, tevgera kevokê  jî firîna teyrê asteng dike û piştre teyr li ser erdê dimîne. Em jî 200 metrî ji kevokê dişopînin, dema teyr dikeve feqê em hema dibezin û wî digrin. Min teyrekî bi 25.000 dorlaran firotibû ereban, hevalekî min jî teyreke spî girt û bi bihaya 500.000 dolarî firot qeteriyan, balafirek taybet ji Qeterê  hat ji bo barkirina wî teyrî”.

 Ji bilî xweşikbûna sirûşta vî welatî Mihemed bal dikşîne ser rewşa aborî ku di van çar salên dawîn de geş bûye: “Veberênana aborî mezin bûye, erdê vî welatî bi zêr û madenên din tijî ye. Bi dehan şîrketên biyanî li vir bi cih bûne ji bo derxistina van madenan”.

Mihemedê mabetî û kurê xwe Elî

Mihemedê mabetî û kurê xwe Elî

“Ez bi xwe nizanim çawa 17 salan li vî welatî mame

Em ji Mihemed pirs dikin eger ji bilî wî Kurd li Mongolyayê hene: “Ez tekez im ku ji bilî min kurdek li vir nîne. Tenê bi rêya înternetê bi Kurdan re didim û distînim”. Di van 17 salan de Mihemed du caran serdana gundê xwe kiribû, bira û diya wî jî carekê serdana wî kirin, ew niha dirame  bar bike Ewropayê, nemaze Norwêc an Finalnda ji ber ku ew “Fêrî sarbûnê bûye”. Digel ku hevsera wî li zanîngehê profesora Kîmyayê ye, ew jî ji karê xwe ya niha razî ye lê: “Êdî ji vî welatî dilteng bûme, ew li paşiya dinê dikeve û ji bo pêşeroja zarokan Ewropa baştir e. Malbata min herdem ji min re dibêje ji wir derkeve, diya min berî du salan serdana min kiribû û ji min re gotibû: Tu girên zêran jî ji min re bînî, ez naxwazim tu li vî welatî bimînî. Hemû meriv û hevalên min yên li Ewropa ecêb dimînin ku ez hatime vir. Ez jî bi xwe nizanim çawa 17 salan li vir mame.”

Li Ulaanbaatarê demjiêr 12.30ê şevê ye, dereceya sarbûnê minus 15 ne, ji despêka axaftina me jî bavê Azad cigareyan li du hev dikşîne. Tu ranazî?: “Na, ez dixwazim bi dê û xweşika xwe re biaxivin, ev bûn çend roj li Helebê asê bûne û nikarin herin Mabetan, Xwedê ji van îsalamiyên tundrew û Qatar û Siûdiyê razî nebe bes!”.

Read Full Post »

Rizgar li parkeke giştî li Almanya / Rûdaw

Rûdaw / Z.A –  Di bihara 2011ê de bi hezaran ciwanên kurd di artêşa Sûriyê de xizmeta leşkerî dikirin, beşek ji wan xwedî şensekî mezin bûn û bi saxî ji leşkeriyê rizgar bûn, lê gellek ji ber vî şerî an birîndar bûn an jî jiyana xwe ji dest dan. Bextê Rizgar* hebû  ku dema leşkeriyê bi selametî derbas kir, lê ew beriya du salan li Helebê pêrgî êrişekê hat û tê de birîndar bû. Rizgar ji Sûriyê bazda û piştî geşta salekê gihiştibû Almanyayê.

Ciwanê 23 salî di despêka Cotmeha 2011ê de xizmeta xwe ya leşkerî qedand, wê çaxê jî hêj şerê di navbera artêşa sûrî û çekdarên opozisyonê de gurr nebibû: “Ez wê demê pirr ditirsiyam ku tiştek bê serê min, ez li bajarokekî nêzîkî Şamê bûm û min tenê nobet digirtin. Lê carekê misyonek me li derveyî wargeha leşkerî hebû, em çûbûn nava bajêr û li wir ez bûm şahidê kuştina du mirovan.”

“Apocî wê te bikujin”

Piştî bidawîkirina dema leşkeriyê Rizgar vedigerê Helebê û li wir pêrgî kêşeya bêkariyê tê, ew dibêje ku ew wê çaxê “Apocî” bû û tevlî civînên PKKê dibû. Carekê jî berpirsyarekî PKKê ji Rizgar û kurapekî wî yê 17 salî re pêşniyar dike ku ew tevlî refên gerîlla bibin. Herdu jî pêşniyarê dipejirînin: “Di wê demê de kurmamê min ji bavê xwe qehirî bû, ji ber ku apê min destê keçikekê jê re nexwestibû, ji ber wê jî ew biryara stand. Ez jî bi gotinên wan derbarê parastina welêt de hestiyar dibûm, serê min jî tijî kiribûn, min jî got erê.” Lê beriya derketina wan bi rojekê, mirovekî hîşt ku ew herdu ciwan berê xwe nedin kampên Qendîlê, ew mirov ji wan re behsa metirsiyên derbaskirina sînor û tundîtiya li ba hin endamên PKKê heyî dike. Herdu ciwan biryara xwe diguherînin û neçar dimînin ku ji bo demekê xwe veşêrin, ji ber ku “Apocî li me digeriyan.”

Piştî wê, di meha Kanûnê de, Rizgar pêrgî buyereke xerab tê, ew dibêje ku dema ew li taxeke kurdî li Helebê dimeşiya, di sîng û rûyê wî de fîşeka cîfteyê diteqe: “Demjimêr 6:30 êvarê bû, ronahî jî tine bû, min nedît kê gulle avêtibû min. Hemû derên min bi xwîn bûn û tavilê ji ser heşê xwe çûm û min xwe li nexweşxaneyê dît.” Rizgar şûnên birînên ser sînga  xwe nîşan dide û dibêje ku bijîşkê alman gellek perçeyên wê fîşekê ji ser û gewdeyê wî derxistin lê hinek mane ku zore bên derxistin, ji ber ku egerek heye ku bandorê li damarên çavên wî bike: “Piştî ku ji nexweşxaneyê derketim bavê min got divê tu ji vir derkevî, Apocî wê te bikujin.” Bavê Rizgar qaçaxciyekî dibîne, da ku kurê xwe bi rêya Yewnanê bişîne Almanyayê. Rizgar çend rojan li Tirkiyeyê dimîne û piştre derbasî Yewnanê dibe, ew li wir diçe maleke tazî ku heya doşek jî lê tine ne: “Me di nav turikên razanê de xew dikir, em li kolanan digeriyan û me doşek, kursî û masyan berhev kirin heya ku me mala xwe çêkir.” Li şûna ku Rizgar çend rojan li Yewnanê bimîne, weke qaçaxcî soz dabû bavê wî, mayina wî neh mehan dirêj dike, di vê demê de jî carekê ligel çend kesan hewl dabû bi rêya welatên Balkanê biçe Awisturyayê lê plana wî têkçûbû: “Qacaxcî em derbasî Makedonyayê kirin, lê li wir em du rojan di nav daristanan de geriyan û em li benda erebeyekê bûn lê ti kes nehat pêşiya me, xwarina me jî tine bû û  me tenê hejîr û tirî dixwar, li dawiyê de polîs em girtin û em vegerandin Yewnanê.”

Çar rojan li ser behrê bê xwarin û vexwarin mabû

Piştre Rizgar qaçaxciyekî din dibîne û pê re li hev dike ku bi rêya keştiyê bişîne Îtalyayê: “Em 60 kes bûn di keştiyê de ku 17 metre cargoşe bû, kesî nan jî bi xwe re nebiribû, me gotibû rojek û emê bigihijin berava îtalî lê geşta me çar rojan dirêj kir. Ne min av vexwar ne jî min tiştek kir devê xwe, di ava behrê de mirov didewixe, kesê ku xormeyek yan biskuwîtek dixwar, an jî av vedixwar, hema diverşiya.” Piştî wê Rizgar ji Milano dixwest derbasî Swîsreyê bibe, lê asayîşa swîsrî wî digire û şûnde vedigerîne Îtalyayê. Di hewldaneke din de û piştî azara salekê, ew digihije rawestgeha xwe ya dawî û di çend mehan de mafê penaberiyê distîne. Ev bûn neh meh ku Rizgar li Almanyayê dijî lê rewşa wî hêj nehatiye ser hev, ne jî kar ji xwe re dîtiye.

* Nav guhertî ye.

Read Full Post »

Older Posts »

%d bloggers like this: