Feeds:
Posts
Comments

Archive for the ‘Cîhana Erebî’ Category

Dîmenek ji meşa kurdan ber bi balyozxaneya Sûriyê ve / Rûdaw

Rûdaw / Z.A – Berî du mehan Rûdawê Çapa Ewrûpa di hejmara xwe ya 116 de raporek bi sernivîsa “Li Spanyayê Kurd kêm tevlî çalakiyên dijî rejîma Sûriyê dibin” weşand. Raporê behsa acizbûna Ereban ji hildana ala Kurdistanê di çalakiyên li dijî rejîma Sûriyê de kiribû. Digel vê yekê, ala Kurdistanê herdem di xwenîşandanan de cihê xwe digirt. Revenda kurdî ya li Spanyayê di roja 4ê vê mehê de biryar dabû ku bi xurtî tevlî çalakiya li pêşiya balyozxaneya sûrî bibe. Kurd ligel çend kesên Ereb û spanî li pêşiya restoranta “Doner-Kebab Kurdistan” civiyan û berê xwe dan balyozxaneya Sûriyê.

Derdorê 40 kesan di çalakiyê de hebûn, pankartên bi kurdî, erebî û spanî hildabûn ku têde piştgiriya şoreşê dikirin û di meşê de jî stranên kurdî û sirûda “Ey Reqîb” dihate bihîstin. Dema ku xwepêşander gihiştin ber deriyê balyozxaneyê, bi yek dengî “Azadî Azadî” qêriyan. Li aliyê din yê caddeyê jî xwepêşanderên ereb ji helwestên revenda Kurdên Sûriyê matmayî man. Piştî qêrîna azadiyê, Kurd bi slogana “Yeke, yeke, yeke gelê sûrî, yek e” tevlî Ereban bûn. Ereban jî  heman slogan bi Kurdan re gotin.

Alên Kurdistanê û ala Sûriyê ya piştî serxwebûnê 1948 / Rûdaw

Kurdan sirûda ‘Ey Reqîb’ xwendin û dîlana kurdî girtin

Piştî xwendina peyamekê ji aliyê Kurdekî ve, di nav du ciwanên Kurd û Ereb de gengeşiyê dest pê kir, lê di cih de hemû xwepêşanderan dest bê qêrina “Yeke, yeke, yeke gelê sûrî, yek e” kir. Û piştî ku jineke ereb jî ala Kurdistanê ji jineke kurd xwest û bilind rakir, Kurd ji helwesta wê gellek dilşad bûn û piştî wê aramî di nav xwepêşanderan de belav bû. Dûvre Kurdan sirûda “Ey Reqîb” xwendin û tansyona navbera Ereb û Kurdan dîsa vegeriya. Xwendina sirûda “Ey Reqîb” gellek Ereb aciz kirin û Erebekî got “sirûda netewî ya sûrî yek e (sirûda bi zimanê erebî ), ev çi ye?”, lê Kurd ew piştguh kirin û heya dawî sirûda xwe ya netewî xwendin.

Me nêrîna du hemwelatiyên ereb derbarê vê tevlîheviyê de stand. Çalakvan Alyaa Tabba nêrîna xwe wiha anî ziman: “Em li vir li pêşiya balyozxaneya Sûriyê ne û nûnertiya şoreşa Sûriyê dikin. Me li ser ala Sûriyê ya dema serxwebûnê li hev kiriye û ev al bûye sembola şoreşê. Dema ku em ala şoreşê û ala kurdî hildidin, ev tê wateya ku şoreşa Sûriyê û pirsa kurdî ji hev cuda ne, lê şoreşa Sûriyê pirsa kurdî di nav xwe de hembêz dike. Mijara netewan niha ne di rojevê de ye, ji bo nîqaşkirina vê babetê pêdivî bi kongreyek netewî heye, ev tişt jî piştî rûxandina rejîmê  tê. Ji ber wê ez diramim ku hildana ala kurdî di xwenîşandanan de ziyanê digihîne şoreşê. Derbarê mijarê netewan de jî ez têgeha netewa ereb red dikim, nemaze li Sûriyê. Yanî li ser vê axê  gellek şaristanî derbas bûn, em nikarin bêjin ku ez tenê ji filan netewê me, di dawî de em hemû ji Adem in û Adem ji axê bû. Em dikarin bêjin em ji netewa axê ne.” Alyaa dikene û wiha pêde diçe: “Dema em behsa erebbûnê dikin, em li ser erebbûna çandê diaxivin, ango li Sûriyê em hemû erebî diaxivin, em hemû dibêjin di dîroka Sûriyê ya aktuel de em li welatekî erebî dijîn. Wek nimûne Selahedînê Eyûbî ne Ereb bû lê ew ji çanda erebî  tê”.

Derbarê rewşa mafên Kurdan piştî rûxandina rejîmê, Alyaa dibêje: “Tiştê herî pêwîst ji Kurdan re ku mafê hemwelatiya “kurdî ya çanda ereb-sûrî” bistînin. Divê li cem Kurdan hestê veqetînê tune be, weke ku li vir li cem Baskiyan heye, ev tiştekî metirsîdar e”.

Amazîgî piştgiriya mafên netewa kurd dikin

“Niha Ereb hebûna netewa kurd dipejirînin”

Xwendekar Amjad Taleb jî derbarê vê çalakiyê de got: “Em di dawiyê de dixwazin ku li cem me welatekî ne xwedî neteweke tenê çêbibe, yanî welatekî xwedî gellek neteweyan hebe. Di destûrê de zimanê erebî zimanê fermî be û kurdî jî li herêmên kurdî fermî be. Niha Ereb hebûna netewa kurd dipejirînin, Kurd li hemû bajarên Sûriyê hene lê me ew weke netew nedidît. Niha piştî şoreşê hemû gelê Sûriyê dît ku du neteweyên sereke di vî welatî de hene. Tiştekî normal e ku pirsgirêk weke ya îro çêbibin, dem gereke ji bo pêkanîna guhertina civakî.

Di heman rojê de şandek ji revenda kurdî ligel Ereban civiyan ji bo çareserkirina van nakokiyên navbera herdu netewan de. Xorşîd Mela Ehmedê ji Qamişloyê, ku di wê civînê de amade bû, ji Rûdawê re got: “Me ji wan re diyar kir ku ala Kurdistanê di hundirê Sûriyê de tê hildan, heta niha ti pirsgirêk çênebûne ligel Ereban. Me ji wan re got ku ala kurdî ji bo Kurdan sembolekî pîroz e. Di dawiya hevdîtinê de me li hev kir ku em hevkariya hevdu bikin û ala Kurdistanê di hemû çalakiyan de bê hildan.”

Advertisements

Read Full Post »

Dijber Haysam Manna  ji Parîsê tevlî di gotûbêjê bû

Hevdamezrêner û berdevkê Komîteya Erebî ya MafêN Mirovan Haysam Al-Manaa ya ku weke “hevalê hindekahiyan û jinê” tê naskirin di gotûbejeke li televîzyona îranî Al Alam û di derbarê axafrina xwe li ser kurdan û hindekhiyên olî wiha axivî:

“Divê em rewşa ciavaka Sûriyê baş bixwînin, ji % 30 hindekahiyên ne sunnî hene, birayên me yên kurd jî ji % 10 hene, pirsgirêkek wan ya netewî heye û ez hemû daxwazên wan fêm dikim. Dema ji kurdekî dipirsim ola te çi ye? dibêje ez kurd im, ji ber ku me hestê kurdewariyê li ba wî qir kiriye, me wî ji hemû mafên xwe yên sereke mehrûm kiriye, ji ber wê jî Şîaa û Sunne ne xema wî ne. Yê pêwîst jê re ku ew hest bike ku rûmeteke wî heye wek xwedî netewek di serdema netewan de, wiha em bûn ji %40. Gelo gengaz e ku sunne yê ku rêjeya wan  ji % 60 ye  hemû piştgiriya Birayên Musulman bikim?…..

Manna di axaftina xwe de got ku endamên Encûmena Netewî ya Sûrî tenê nûnertiya xwe dikin û ew nûnertiya şoreşê nakin.

Read Full Post »

Postera Ocalan, Ala ERNKê û postera Beşar Al Asad

Read Full Post »

"Erê ji Azadiyê re" , "Nan, Azadî û Rûmet"

Lê Şamê nêzîkî 30 xwepêşandar li meydanekê mûm vêxistin ji bopiştgiriya gelê Misrê kirin û pankertek hildabûn ku li ser “Erê ji Azadiyê re” , “Nan, Azadî û Rûmet” hatibû nivîsandin.

Read Full Post »

Read Full Post »

Ji malpera evropress hatiye girtin

Read Full Post »

Beranekî Sûrî / Foto: Carlos Sieiro del Ni

Li gorî nûçeya malpera Aksalser pêr roja sêşemê baranekî “har” bi qoçin xwe li jinike 45 salî  xist li gundekî ji navçeya Tedmorê ya girêdayî parêsgeha Homsê û dawî li jiyana wê anî.

Aksalser radigihîne ku dema jinekê mêyên xwe se dikirin û dît ku ew beran  dev li ser mêyekê dina, jinekê xwest ku bi miya xwe bigre lê mî derbakî lê xist. Cîranekî jinekê ji aksalser got: “Di dema şerê  jinekê û miyê de, beran hîn har bû û berê xwe da jinekê û derbakî xurt lê xist û di cih de kuşt”.

Jinekê rakirin nexweşxaneya Homê lê ji ber herikandina xwînê  bi awakî tund ew dest ji jiyana dabû.

Read Full Post »

Older Posts »

%d bloggers like this: