Feeds:
Posts
Comments

Archive for the ‘Analîz’ Category

Ev nêzî salek di ser kabîneya şeşemîn de derbas bû, lê belê sozên serokwezîr û wê kabîneyê li ser giringîdan bi jinan hatin jibîrkirin û nehatin bicîhanîn. Pirsa jinan di dema qonaxa kabîneya şeşemîn de di rewşeke dijwar re derbas dibe. Ji ber ku zêdebûna rêjeya kuştin, şewat û hewlên xweşewitandinê berdewam in. Vê yekê jî di warê civakî de li ser malbatên kurdan metirsî çê kiriye û tê wateya lewaziya planên hikûmetê ji bo rûbrûbûna wê rewşê.

Wek tê zanîn biryar bû civateke bilind a xaniman bihata avakirin. Ji bo vê mabestê jî di destpêka kabîneyê de, serokwezîr biryara pêkanîna wê civatê dabû. Lê dema kabîneyê bi ser diçe hêj ew soz nehatiye bicîhanîn. Tevî ku di dîroka Herêmê de heta niha jinekê posta cîgira serokê Herêmê, cîgira serokê parlamento û serokwezîr wernegirtiye, di heman demê de soza serokwezîrê kabîneya şeşemîn a derbarê qerebûkirina rêjeya jinan di kabîneya wî  de, weke soza ser berfê lê hatiye.

Dihat çaverêkirin ku planan hikûmetê ji bo jêrxana aboriya jinê, stratejiyeke domdirêj hebe û ew enerjî bikeve nava hêza kar, lê belê ev jî nehat bicîhanîn. Li gor zanyariyên Warînê, heta di tu yek ji civînên civata wezîran de planek ji bo rêlibergirtina wê rewşa dijwar a ku niha pirsa jinan li Herêma Kurdistanê tê de ye, nehatiye dariştin. Berdevkê hikûmetê jî her hefte û her meh dibêje di van nêzîkan de civata xaniman dê were ragihandin. Lê belê kêm maye dema kabîneya Dr.Berhem Salih bi dawî were û meh derbas dibin, hêj ew civat nehate ragihandin û heta nayê zanîn ku ew civat çawa û bi çi mekanîzmayekê dê kar bike, elbete eger civatek hebe?!

Ji aliyekê din ve wek ku jinên çalakvan radigihînin, ew ji kabîneya şeşemîn bêhêvî ne. ji ber ku wê kabîneyê pirsa jinan nekiriye karê xwe yê sereke, ev jî tê wê wateyê ku pirsa jinan bi temamî hatiye jibîrkirin. Eger detayeke biçûk bê wergirtin, li Herêma Kurdistanê di dema hefteyekê de bi dehan jin rûbrûyî şîdetê tên û çendîn haletên şewat û kuştinê dê bên dîtin. Bi berhvdan digel du salên bihûrî, aşkere dibe ku pirsa jinan paşde gav avêtine û ev yek jî metisiye bo ser sîstema hikumranî û demokrasiya Herêmê.

Ji bilî vê yekê projeyasayên ku xizmeta pirsa jinan dikin yên weke projeyasaya şîdeta di nava malbatên de, heta niha li parlamentoyênehatiye pejirandin.

Jinan li Herêma Kurdistanê cihek nîne hewara xwe jê re bibe û li gor detayên Warvînê jî çendîn mînak di ber dest de hene ku jin di bin çend gefên cidî nede.

Sîstema cihên parastina jinan di qonaxa niha a hikûmetê de gelek kêmasî hene û heta niha nekariye bi awayekî standard ew cih bên rêkxistin. Ev jî bûye sedemek ku ji ber xeletiyên dadgeh û wê sîstemê, çendîn jin bên kuştin yan jî dema ku ji cihên parastina jinan derketine, li berdêla ku rewşa wan baştir bibe, tûşî hin xeletiyên cur bi cur hatine. Lewre eger rewş wiha berdewam bike, nexşerêya ku ji bo pirsa jinan li Herêma Kurdistanê hatiye amadekirin, dê têk biçe.

Jêder: Warvin.org

Gotara orîjînal : Serokwezîr jin bêhêvî kirine

Advertisements

Read Full Post »


Çeleng Kurdaxî

Berî  demekê me naveroka lêklîneke Amrêkî (A Potential Kurdistan: The Quest for Statehood) wergirande zimanê Kurdî, em karin bêjin ku encama ev lêkolîna gihîştê ew e, “tiştê ku karibe xizmeteke bêtir bo doza Kurdistanê bike xebatên dîplomasî yên ku Hikumeta Herêma Kurdistanê pê radibe jibo bangeşeya ezmûna demokrasî li herêmê di nava civaka navneteweyî de ye“, lewma me xwast di vê gotara xwe de rohniyekê bixne ser vê ezmûna han, belam berî em derbaz mijara gotarê bibin divê em demokrasiyê weku têgîn (term) binasin.

Peyva demokrasî  ji dû peyvên Yonanî pêk tê, 1- Dîmos anku Gel û 2- Kiratos anku Deselat, lewma demokrasî tê wateya deselatiya gel an salariya gel, her wiha demokrasî weku rêjîmekî siyasî-civakî tê nasandin ku hemû hawelatî dikarin beşdar bibin di danîn û çespandina yasa û zagonan de bi riya hilbijartinian, demokrasî li ser sê pêyan radibe, ew jî ev in:

  1. Deselatiya gel.
  2. Yeksanî û wekhevî.
  3. Azadiya ramanî.

Bi şîrove kirina van sê goşeyan em ê binasin ka çiqas  demokrasî li herêma Kurdistanê heye?.

  1. Deselatiya Gel.

Di hemû  civakên demokrasî de sê deselat hene ew jî ev in:

Deselata Yasadananî (Legislative), Deselata Cîbicîkarî (Executive) û Deselata Dadwerî (Judiciary), binemaya sereke bo karê hersê deselatan cûdabûna kar e, û destnewerdan ti deselatê di karê deselatê dî de ye, lê ev yek çiqas li herêmê heye?

Weku tê  zanîn hikumet baweriya xwe ji perlemanê dibe, lewma lêpirsînerê  sereke ji hikumetê re divê perleman be, taku xuya bike ka çiqas piroje û pilan hatine bicîanîn, lê ev yak li herêmê heye?

Rast e deselata yasadananî li herêmê perleman e, û perleman ji layê gel ve tê hilbijartin belam karê perleman ta çi rêjeyê serbixwe ye?,  gelo perleman dikare hikumetê lêbipirse?, û gelo dadwer dikare endamên hikumetê dadgeh bike eger gendelî yan şaştî kirin?

Tiştê  din û yê herî girîng ew e, deselata dadwerî  û serbixwe bûna wê ye, çunku dadwer destûr û  zagonan diparêze, her wiha çi berpirsyar be divê bihê  hember dadgehê eger jê hat xwastin, ev yek li herêmê  çon e?

Bersiva pirsên han erênî ye, em dibînin niha cîgirê berê yê serokwezîran tê dadgeh kirin, her wiha serokwezîrê berê û wezîrê petrol û samanên sirûştî li hember perlemanê hatin lêpirsîn kirin.

Eger wiha be pir baş e, lê dîsa tirs heye ku partiyên siyasî  destwerdana van lêpirsînan bikin, û lêpirsîn weku şano bê derbaz kirin û sûjdar nahên siza kirin, lewma divê çavdêrî li dadgehan û serbixwe bûna wan baş bê kirin ji layê kesina serbixwe û xwedî bawerî bi demokrasiyê ve.

Her wiha karê perleman divê bêtir bê çalak kirin bo xizmeta gel û bi awayekî dûr ji nakokî û berjewendiyên siyasî ve.

  1. Yeksanî û wekhevî.

Goşeya demokrasiyê ya dûwem yeksanî û wekevî ye, gava em ser yeksaniyê diaxivin em ser dû cureyên wê xerîk dibin:

  • Yeksanî navbera hawelatiyan de, nemaze di belav kirina saman û derametê de.
    Li herêma Kurdistanê ev yeksanî û wekhevî renge pir ne bi dilê me be, çunku pir caran cihêkirin bo berjewendiya berpirsên siyasî û yên partiyan tê kirin, her wiha bayexpêdan bo gelek deveran nahê dayîn.
  • Yeksanî navbera mêr û jinê de, ev yeksanî li herêmê pir xirab e û li şûn maye, sedema serekê jî nerêt û teqlîdên paşektî û kevneperest in, yên hizra olî û ocaxî ji xwe re dikin binema taku salariya nêrane (kombradorî) bidome.
    Cihêkirina zayendî  bi awayekî berfireh tê kirin, her roj tawanek bi navê namûsê çêdibe, yan jinek/keçek agir bi can xwe dixe taku ji zulim û zordariya mêr, bav û birayên xwe rizgar bibe, her wiha bi hezaran keç tên sunet kirin.
    Li gor reporta rêxistina çavdêriya mafê merovan (Human Rights Watch HRW) ya sala 2010’an tawanên bi navê namûsê li herêma Kurdistanê bi awayekî berfireh çêdibin, her wiha 60% ji afretên Kurd li herêmê hatine sunet kirin, rast e ku perlemana Kurdistanê di sala 2008’an sunet kirina jinê qedexekir belam ev yasa nahê bicîanîn ji layê hikumetê ve, anku yasa tune ye.
    Cihêkirina din ya li dij jinê tê kirin, rêgitina derfetên kar û fêrbûnê li hember afretan e, ji ber hizra kevneperest gelek jin ji mafê fêrbûn û xwandinê tên qedexe kirin, lewma gelek ziyan dighe civakê.
    Ev karên han ne li gor mafê mirovan ne û ne li gor peymanên navneteweyî ye jî, lewma gelek ziyan dighîne şêwe û wêneya gelê Kurd nava cîhanê de, tiştê divê bê kirin pesen kirina û bicîanîna yasa û zagonên nûjen yên tawanên bi navê namûsê tên kirin siza dikin, her wiha pêwîstî bi yasayeke nûjen bo warê kesayetî heye, û tiştê girîng yê divê zû bête kirin bêtir komeleyên civaka sivîl e bo bayexpêdanê bi jin û zarokan, her wiha ava kirina penagehan (refuge) bo parastina jin, keç û zarokên ku tundûtujî lê tê kirin.
  1. Azadiya ramanî.

Goşeya herî girîng di sêlinga demokrasiyê de azadiya hizr û ramanê ye, çunku ramaneke azad dikare herdû goşeyên dî (deselata gel û yeksanî) biparêze û têxe riya rast, her wiha gelek maf û nirxên demokrasî hene bi riya sendoqên hilbijartinê nahên xuya kirin weku gelek mafên kesane yan mafên koman yên bi nêrîna piraniya hilbijartinî nahên pejrandin, û ji wan mafan mafê azadiya olî, mafê homoseksuelan, mafê azadiya kombûn û civînê, …hwd, em dibînin ev maf bi riya yasayê tên parastin li welatên demokrat û pêşketî.

Sala 2008’an profêsorê Amrêkî li (George Mason University) James Trefil pertûkek bi navê Çima Zanîn (Why Science) danî, daner di vê pertûkê de ser girîngiya zanînê di parastin û bikaranîna demokrasiya di jiyana rojane de diaxive, û wiha dibêje “demokrasiya rasteqîn di civakên nezan de çênabe, çunku em li hember kêşeyana neteweyî û navnetewî de ne, roj pê roj bêtir girîngî bo warên zanînî û teknîkî tê dayîn, lewma pirs ev e, çon em ê hawelatiyên ku dikarin mafê xwe yê demokrasî bi awayekî betiwane bikar bînin, û bi şêwazekî erênî û hişmend beşdarî hilbijartinan bibin biafrînin?, bersiv rewşenbîriya zanînî ye”:

Bê  guman hizra zana û azad dikare bi awayekî zanstî demokrasiya civakê biparêze, lewma li herêma Kurdistanê yasa û zagonên azadiya ramanê diparêzin pêwîst in, her wiha divê di rêbaz û bernameyê xwendinê de kors û waneyên rêzgirtin li azadiya ramanî û mafê her merovekî di derbirînê de di hemû waran de siyasî, çandî, civakî…hwd hebin.

Tiştê  balkêş li herêma Kurdistanê hebûna tevger û partiyên Îslamî ye, bê guman em ne li dij vê yekê ne belam rêjîma giştî divê sekulerîzim (îlmanî) be, anku ol destê xwe nexe nava karûbarên hikumetê, bila partiyên Îslamî hebên lê nabe ew destwerdana yasayan bikin, zagon û yasa divê li gor bingehên nûjen bên danîn, em nabêjin weku sekulerîzma Tirkiyê, lê dîsa hindek çavdêrî ji van tevger û partiyên Îslamî re divê, çunku di binemaya wan de bawerî bi dewleta Îslamî ji Kurdistanê bêtir heye!!, (emê di gotarina dê de bêtir li ser vê yekê biseknin).

Xala dawî  û ya herî girîng di azadiya ramanî de azadiya raghandin û çapemeniyê ye, çunku azadiya wan tê wateya çavdêrî û şopandineke baş bo hemû karûbarên civakê û hikumetê, taku rê li gendeliyê bê girtin û hemû gendel bên aşkire kirin û siza kirin, lewma ji çapemeniyê re deselata çarem tê gotin.

Di dawiyê  de em dighin van raspardeyan.

  • Pêdiviya pêkanîna demokrasiya rasteqîn bi yasa û zagonina nûjen li gor serdema em tê de dijîn heye.
  • Pêdivî bi bêtir komele û rêxistinên serbixwe yên di civaka sivîl de kar dikin heye, nemaze bo afret û zarokan.
  • Pêdivî bi ragihandin û çapemeniyeke azad û bi tiwane heye.
  • Pêdivî bi rêbazina xwendin û fêrbûnê nûjen û pêşketî heye, rêbazina bingeha wan zanîn û rêzgirtin li mafê merovan be.
  • Bo bicîanîna van raspardeyan destûrekî (makezagon) giştî nûjen heye, destûrekî sekulerîzim û demokrat be .

————————————————

Read Full Post »

AVESTA / Kanada – Zanyarên zanîngeha Monterealê di derbarê mêrên ku qet li porno temaşe nekiribûn xwestin lêkolînê çêbikin, belam pirsgirêkek derketibûn holê…

…zanyar rastî kesekî nehatin ku qet porno temaşe nekiribe.

Berpirsiyarê rapirsînê Profesor Simon Louis Lajeunesse got ku “Em li  kesên 20 salî geriyan ku li porno hîç temaşe nekiribin, lê me kesek nedît”.

Digel ku ev rapirsîn ji armanca serke bi dûr ket jî, lê hinek encam hatin bidestxitin.

Profesor Lajeunesse ligel 20 xwendekarên nêr-heterseksuel ku porno temaşe kiribûn hevpyvîn çêkirin. Wî dît ku wan, ji bo cara yekemîn, porno di 10 saliya xwe de temaşe kiribûn

Li gorî lêkolînê ji % 90 ji kesên rapirsînkirî porno bi riya Înternetê temaşe kiribûn û ji % 10 dîmenên pornoyên bi riya vîdyoyan dîtibûn.

Her wiha, kesên bêjin heftê sê caran û derdorê 40 xulekan porno temaş dikirin û yên bijin heftê 1.7 car û derdorê 20 xulekan fîlmên porno didîtin.

Avesta / Zinar

Çavkanî: Telegraph.co.uk

Read Full Post »

Pelika dara tûyê

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Em di sedsala 21’em de ne û hîn civaka Kurd wek hemû civakên musilmanan di hizir û ramana serdemên navîn de dijîn, hîn jin bi navê namûsê tê kuştin, hîn qîz tên sunet kirin, hîn keç bi zorê tê dayîn bo yê ku bavê wê dixwazî, hîn qelengê bûkê wek firotin û kirîn tê birîn, hîn qurban li ber zaret û goran tên serjêkirin, hîn bawerî bi nişte û hicêban tê kirin, û hîn şerp û hîcab li jinê tê ferzkirin û hîn û hîn…

Loma di vê  mijarê de em dikarin bêjin ku dû cureyên civakê hene:

Yek civakên ser xwe de girtî, yên ji her tiştekî nû ditirsin, serpereştiya van civakan jî di destê oldar û melayan de ye, yasa ya wan nerîtên (adat û teqlîd) ji sed salan de ne ji ber hizra ocaxî hîn di mêjê wan de ye, tiştê herî balkêş di van civakan de, tune bûna ramana afrîner ya dikarî rexne û şîroveyan bikî ye, ji ber vê yekê em dibînin deshilatdariya dîktatorî derdikeve holê, û rê li hember azadiya ramanê tê girtin, û xelk dabeş dû beşan dibin yên baş (ew in ku heman hizra deshilatdariyê radikin) û yên nebaş (ew in ku nêrînên wan ne bi dilê beşê yekem in, loma cihê wan zindana yan sorgûn bûne), em dibînin hemû civakên musilmanan wiha ne, girêbesteke veşirtî navbera ol û deshilatê de heye, lê ya balkêş ew e, ev girêbest ne tenê li welatên ku bi navê ol (îslam) hukim dikin heye, lê belê li welatên sosyal jî ev tişt tê dîtin.

Civaka duyem ew civaka vekirî ye, civaka dikare her tiştî nû lixweke û vêre lihev were, em di van civakan de dibînin ku serpereştî ya azadî û wekheviyê ye, ji ber rola yekem ya demokrasiyê ye, ne tenê demokrasiya sîyasî lê demokrasiya civakî jî, hizra van civakan hizreke nûjen e di her warî de û bi taybet ji aliyê rewşenbîrî û siyasî ve, loma her kes di bin siya yasayê de wek hevin, loma em dibînin ku mirov di nava van civakan de xwedî helwest e di hemû waran de, tu dibînî bawariya wî bi taybetmendiyên xwe heye û di heman demê de desdrêjî mafê ti kesî nake, loma paşeroj ya van civaka ye.

Tiştek din mirovê hişmend ji seyr û matmayî dimîne ew e, em dibînin piraniya civakên paşketî yên girtî rexneyên giran li yên din dikin, carekê bi navê exlaq û rewştê carekê jî bi navê dîn û îmanê, lê em dibînin ku xewna her mirovekî van civakên girtî ye ku here van civakên pêşketî, loma em dibînin her roj bi hezaran kesî li benda vîseya van welatan e, û di heman demê de tu dibînî ku ev kes heman hizra xwe radike û di heman kevneperestiya xwe de dijî, loma her demekê em dibînin ku tawanek bi navê namûsê li ewropa tê kirin, mirovê wiha parçepûnek di kesayetiya wî de heye.

Dermanê  herî baş ji nexwaşiya civakên girtî yên paşketî  ne tenê demokrasiye, lê cudakirina ol ji jiyana rojane ye ango sekularîsm e, me dît ku demokrasî li Îraqê cêbû lê civak pir paşketiye, û rewşa herêma Kurdistanê ne dûrî wê ye, sedem jî ne tenê deshilatdariya ocaxî ye, lê rola ol ya mezin e, em dibînin partiyên olî hene, pir caran jî helwesta wan dij berjewendiya Kurdan ne, loma em dibêjin, ta em bigînin asta netewên pêşketî dû tişt pêwîstin, yakem rêzgirtina azadî û mafê her mirovekî ku azadiya wî zirarê bi ti kesî nake, jiber dema ev îş bibe berhema vî mirov î ya ramanî û ya kareyî dê zêde bibe, û tiştê duyem danîn û bicîhanîna yasa û zagonên nûjen e yên demokrasî, azadî, û wekheviyê ji xwe re dikin armanc, di hemû waran de aborî civakî yasaya warê kesayetî…hwd, ji ber diyaliktîka jiyanê dibêje “girîngiya civakê ji girîngiya mirovan e, loma em nikarin civakeke nûjen û pêşketî ava bikin eger mirovên vê civakê di paşveçûn û kevneperestiyê de dijîn”.

Di vî warî de ezmûna Japonî baştirîn mînak e, me dît çon Japon ji şerê cîhanê yê 2’em derket û hemû tişt hatiye xirakirn û hilweşandin, lê me dît ku Japoniyan guh nedan şikestiya xwe û ser şonewaran de negiriyan, lê belê dest bi binyadiyê kirin, ev kar ne ji derek vala hat lê ji çandeke bixwe bawer hat, çandeke palpiştiya wê zanîn û nasîn e, ne ol û lahût e, hizreke pêş de dinêre ne paş de, ango hizreke afrîner e.

Da em van civakên ser xwe de girtî bêtir zelal bikin ev dû dîmen

Dîmen jimare 1

Şêro zarokê 7 salî ji diya xwe dipirse:

  • Şêro: dayê zarok çon tên dunyayê?
  • Dayîk: legleg wan ji ezmên tînin.
  • Şêro: lê dayê li bajarê me legleg tune ne!!
  • Dayîk: rast e.. lê ew taybetî bişev tên, da zarokên biçok ji xwediyê wan re bînin.
  • Şêro: na na dayê .. min di televzîonê de dît zarok li nexwaşxanê ji zikê diya xwe derdikeve..
  • Dayîk: ditengije û bi hêrs dibêje, haydê ji vir here bênamûs rûreşê pîs, çî te û vî tiştî heye, min got legleg ango legleg..

Şêro yê herzekar 15 salî ye niha, ji bavê xwe dipirse:

  • Sêro: bavo rastî seks xwaş e?
  • Bav: na na, hîç bi carekê ne xwaş e.
  • Sêro: eger wiha ye çire xelk seks dikin!?
  • Bav: tenê bo zayîna zarokan, ne zêdetir.
  • Şêro: eger wiha ye, çire diya min dendikên dijavisiyê veşartine?
  • Bav: ditengije û bi hêrs dibêje, haydê ji vir here bênamûs heywanê rûreş, pêlava xwe dêxê û davêje Şêro.

Şêro mezin bû, û derbazî zanko (zanîngeh) bû, di fêrdanê de destê xwe radike û ji mamosta dipirse.

  • Şêro: mamoste pirsek min heye.
  • Mamosta: keremke.
  • Şêro: gelo srokatî wek pêxemberatiyê ye?
  • Mamosta: tuba ya Xwedê, na na ew bicarekê ne wek hev in, Xwedê bêxemberan hildibijêre.
  • Şêro: eger rast e çire serokê me bi navê Xwedê diaxive, û dibêje qet kesek nikare bibe serok, her wiha radîo, telvizîon û rojname biroj û şev navê wî dixwînin û dibêjin serokê gel serokê bêhempa serokê netewî serokê dîrokî …
  • Mamosta: heywanê xayîn tu kî da ser serok biaxivî, bersiva vê pirsê tu dê ji asayîş bibî.

Şêro yê mêr çû mizgeftê û ji mela dipirse:

  • Şêro: seydayê hêja, kê erd û ezman, xelk û milet afirandin, ne Xwedê ye?
  • Mela: belê rast e.
  • Şêro: ne dîsa Xwedê ev xelk kirin netew û tîre, reş û sipî, û musilman kiristiyan bozî û cihû?
  • Mela: belê ew jî rast e.
  • Şêro: gelo Xwedê dikarî ku van hemûyan bikrana yek netew yek ziman yek ol?
  • Mela: dîsa wek tu dibêjî erê Xwedê dikare van bike yek lê wî nekir:
  • Şêro: ha ha eger wiha ye bo çi tu û hemû mela êrîşî milet û olên din dikin, û hun wan re dijin kafir û neviyên berazan, û dibêjin kuştina wan helal e, bo çi hûn wan û taybetmendiyên wan napejrînin???
  • Mela: dihemiqe dîn û har dibe, ey gawirê bêîman, Xwedê ji te nerazî be, lêxin ey oldarên hêja ta xwîna wî ya pîs û çepel biherike.
    Şêro mezin bû zewicî û bûye bavê zarokan, zarokê wî Hemo yê 6 salî di hembêza wî de ye, ew diaxivin.
  • Hemo: bavo ez ê pirsekê bikim.
  • Şêro: bêjê kurê min.
  • Hemo: bavo zarok ji kû tên dunyayê?
  • Şêro: legleg wan ji ezmên tînin.
  • Hemo: lê bavo bîrdozên zanistî yên zayînê wiha nabêjin, ew dibêjin zarok 9 mehan di zikê diya xwe de dimîne piştî bav û diya wî se..….
    berî  ku Hemo axafitina xwe temam bike Şêro wî têvedide û dibêje.
  • Şêro: haydê ji vir here bênamûs rûreşê pîs, çî te û vî tiştî heye, min got legleg ango legleg..

Dîmen jimare 2

Hejmarek zanyarên derûnî (peskyolocîk) pênc meymûn (qird) xistine nava qefesekê, di navenda qefesê de pêstirkek danîn û li jûr qefesê goşiyek moz heye.

Her carekê ku meymûnek derkeve da mozê bixwe, zanyar ava qerisî ser meymûnên din de dirjînin.

Piştî  demekê her ku meymûnek derkeve da mozê bixwe hevalên wî di qefesê de êrîş wî dikin û nahêlin ew mozê bixwe, ta ava sar ser wan de boşnebe, wiha ta êdî qet meymûnek newêre derkeve mozê bixwe.

Piştî  demekê zanyaran meymûnek guhartin û yek nû xistine qefesê, dema ev yê nû derket mozê bixwe (jiber ew nizane ava sar heye) nişka ve meymûnên kevin yekser êrîş birin ser wî û ji ser pêstirkê xistine xwar, bê guman meymûnê nû seyr bû, car pê carê êdî meymûnê nû jî dernakeve bo mozan, bê ku zanibe çire hevalên wî wiha kirin.

Piştî  demek din meymûnek din guhartin, her wiha yê hat serê meymûnê yekem hat serê wî, lê ne tenê ev lê belê meymûnê cara yekem hat guhartin êrîş bire ser yê nû bê ku zanibe çire û wate ya vê êrîşê çi ye.

Wiha her pênc meymûnên kevin hatin guhartin, û pênc nû ketin şona wan.

Piştî vê yekê tiştê ku bala zanyaran kişand ew bû, her ku meymûnek derkeve bo mozan hevalên wî lêdixin, bê zanebûn sedem çi ye.

Eger me ji meymûnekî pirskir û me got bo çi hûn nahêlin kes derkeve mozan bixwe.. bersiva wan bê guman ê ev be.

Em nizanin lê me bavên xwe wiha dîtin ku ew lêdixin loma em jî lêdixin..

Piştî van herdû dîmenan em jî wek Anîştayin dibêjin dû tişt bê sînor in yek cîhan e û ya din jî gewcîtî ye.

Amadekirin: Çeleng Kurdaxî

Read Full Post »

Hawar û Celadet Bedirxan

Hawar û Celadet Bedirxan

Amadekirin: Îbrahîm Seydo Aydogan

Nivîsê weke Word.Doc bixwîne

Avesta

Read Full Post »

423468599_9fed4580d51

Li herêma Mêrdînê bi dehan di rêzê de gir hene. Heta dema îro ti lêkolîn  behsa dîroka van gira nekriye.

Tu kes nizane bê di kîjan dirokê de hatine damezrandin, gir bi sê navan têne naskirin. Navê yekemîn “Gir bi kurdî” navê duyemîn “Bi Tirkî (huyuk)” Navê sêyemîn “Bi Erebî (Tel)” Mînak navê girmasek.

Ku bi tirkî navê wê höyüklu danîne; lê bi sedê sala ne ku navê xwe yê kûrdî parastîye. Ticarî nebû höyüklu. Ma Girmasek û ma. Mîna tel hêlîf ku navê wê ji giretî qûlaptin tel wê jî ticar navê giretî ji ser xwe nebir u navéwé ma gir hélif. Mîna Girgurîn, ku navê wê danîne (Çiplaktepe), ku navê wê ma ser kaxezê ticarî naket ser zimanê kurda û nehat ziman. Navê xwe yê Girgûrînî parast û ma Gîrgûrrîn. Mîna Girherîn, ku navê wê danîn (Ortaköy). Ji sedî yek nanî ziman. Mîna Qawsé, ku navê wê kirin (Yaylî). Navê yaylî ti encam nestend manavê wê  Qewsê. Mîna sêlax, ku navê wê guhertıne (Gokçe). Mîna xubêrê ku  navê wêkirine (tozanlî). Mîna Miqublê ku navê wê  kirine (Xatunlî). . Mina birtawa ku navê wê danîne (Kuyulu.) Mîna Bixêdî kê ku ticarî û ticarî zilma ked xwara li ser xwe ne pejirandiye nawê nû (Buğdaylî). Li gora ku heyştê û pênc sal burî dîsa ji bilî çend kesa û pêve tu kes navê nû nezane. Mîna Dara kû li herema Kûrdîstanê xwedî dîrokek girîng e dîroka wî dighêje heza rê sala. Qralê mîna Daryus ê Sumerî têde desthilatdarî kirye. Li gora gotûna dîrok zana Dara yê yekemîn û Dara yê dûyemîn. Dûheb Dara têde Qraltî kirne. Osmanli navé dara gûhertin û kirin (Oğuzli); lê belê navê (Oğuzli) li ser xwe tücarî nepejirand. Mîna Xirbêbelek (Boyunlu), Çizaviza (Kaşıklı),Kûçahecçîya (Hacılar), Kûçagüra (Yumurtaş), Mûstafamêlik (Arıklı), Medê (Sapanca), Heyto (Tatlıca), Telhedes ( Bozhöyük), Tehtok ( Kilimli), Goliyê ( Gölü), Dellê (Çiçekli),Kerik (Atlıca), Mezrê (Işıklı), Tiffik ( Kaynarca), Şemoka (Küplüce),Ferhok (Çavuşlu), Mesta jor (doğru yol), Mahenna ( Çetinkaya), Dıbirka (İkizler), Telzérin (Aysun), Çelbira ( Kırk kuyu), Hemran ( Tarla başı), Koroso ( Sarınçlı), Yarımcê ( Yarımca), xerapkurt (Taşlıca), Hasenkurt ( Güvercin), Kermırara ( Alakuş), Rezzık ( Bağlıca), Sınnara (Başak), Gürdül (Yayıklı), Dayım ( Sürekli), Xéçuk ( Akkoç), Cıhoşiyé (Güngören), Xırbêbelek (Yamaç), Héşeryé ( Dikmen), Dıhêlê ( Ayrancı),Cumık (Otluk), Irradê (Akdoğan), Izzeyır (Uluköy), Maşqina (Erdem), Çelebiyan ( Ayaz), Tılfeydé (Eskin), Xanikê herzen (Eroğlu), Hemziya (Karaman), Sındoqli ( Sandıklı), Zorava (Akalın), Birık (Konak), Seyida (Özal), Gırbeşk (Altın beşik), Meşqoqi (Çağıl), Heremşeddat (Çetiner), Tifahî (Elmalı), Tibyatê (Eymirli), Dêrık ( Ülker), Dikkûk ( Yoncalı), Zorava (Yol aldı), Heremreş ( Gözlüce), Pirmiré (yaşar), Xanisor (Hanyeri), Rihaniyê (Fesliğen), Kerengo (Kengerli), Ewéné ( Akyüz), Kefertut (Koçlu), Abdıl imam (Hoca köy), Zêydi (Mutlu), Hérıka (Yeşil köy), Cırnık (Köprübaşı)… Bi hezara û ez karim bêjim bi bi deh hezaran kû gûnd û navçe û bajarên Kûrdîstan’ê kû navên wan hatini gühertin.

Lê belê navê xwe yê taybet navê Kurdî winda nekirin. Navê xwe parastin. Ez hêvîdarim kû deh hezar saldin jî wê navê xwe bi parézin Li Kelehê hêla roj ava. Siltan şêxmûs kû bi dîroka xwe gellek navdar e, ez dikim ji serê kelehê peyabim û biçim Sûltan Şûxmûs. Mîna kû li nav gelê heremê tê ziman Sûltan Şêxmûs dara mirada kûubû bahsa Sûltan Şéxmûs zarok ya min tê bîra min. Wê dama xweş ê bê xem. Ji salê çarek çûna ziyaretê jibo me seyranakî mezzin bû, kû gûndî kar û barê xwe xallas dikirin, dibû dema ziyaretê. Keyê gûnd yanjî ber pirsîyar ê gûnd ferman dida 15 îlûné emderin ziyareté. Jibo biçuka dîlan bû gûndî hemû diketin tevgerê. Kê cillê xwe dişûşt ki cillê xwe pîne dikir. Yê ku cillê wî nebûn ji cîrané xwe şarwal ya jî qûttik bi emanetî haya wegera ziyaretê tanî. Qîz û xort, bûk û zawa, pir û kal ji heft salî heya heftê salî bi tevayî diketin nav coşekî mezin. Bi tevayê gûndî ya nû ji karê bêndera û paleyê derketine li gora demê. Bûye dama seyranê. Heçî qîz ê gûnd bûxçîk û sindoq ê xwe danîn ber xwe mîtanê herîr xiftanê misrî çavê xwe di dan ber kilê sibhanî. Behna misk û emberê bi xwe dakirin. Heçî xortê gund şal û şapik li bejna xwe kirin.

Xencerên kalan zivî li nava xwe şidandin. Kum û koloz çaroxê gemarê li piyê xwe şidandin. Heçî axa û maqûl ê gûnd Hespê kihêl ji tewlê kişandin. Zîn û metrehên rewanî li hespa şidandin. Hespê xwe bi mahfûr û ardîya xemilan din. Roja çarşemê kerwan ji gund derket. Axa û beg ê aşîra dan pêşa kerwan. Ji tevayê aşîra berê xwe dabûn Siltan Şêxmûs. Aşîra Omerya, kîka xeleca, mîlla deqorya, hesena nawala şêxa dibû mîna haşer û mahşerê. Aşîq û hûnermen dê heremê bi tewayî dihatin şêxan def ê zirne, tembûr û kemançe, Govend û dîlan, Qîz û xort diketin millê hev bêhna xwêdanê ê misk û emberê têkilî hev dibû bi kêmanî pazde qîz û xort hevdû direvandin. Jiber wêneyekê Siltan Şêxmûs bibû darka mirada.

Li gel wê coşê dengekê xerîp dihat dengê erbana xortekî tenikî dirêj bi herdû çavên xwe kor li arbanê dida mîna kû bi nota lê dida. Dengek ji arbanê wî dihat dengekî xerîb dengekî ku bandora xwe dida ser mejiyê mirovan. Eva çil Sale ne dengÊ arbanê û ne dengê wî xortê hêja ji bîra min neçûye. Hê jî ez gotinê qesîdê wî ezbere zanim. Qesîda yekemîn; “Yar mevlano tû mevlanî navê şêxêm şêx mûsay e. Li Cîhanê tû deng daye.”

Carna di nav re stran jî digo. Stran a wî Zenbîl firoş bû. “Zenbîl firoş zenbîla tîne. Li sûk û çarşîyan digerîne Gul xatûn wî li jor dibîne xatunê ez tobedarim ji xofa xwedê nikarim” Bi avazkî dijwar bi dengekî hezîn (xemgîn) bi dengê arbana xwere şopek di da mejî yê mirov. Li hêla dî dengê bilûrê bilûrvanek li bilûrê dida bi miqamê Bêrîvanê. Wî bilûrvanî gûjînek ji bilûrê tanî mîna kû bi mirov re di axiwî .

Bi rastî mirov ji bilûra wî ser wext dibû. Ku kîjan maqamî lê dida mîna kû kelamkî ji mirov re bêje. Piştî çil salî min berê xwe da Sûltan Şêxmûs roja pênçşemê êvara înê. Lo erê  ka dengê daholê ka dengê zirnê ka kêf û şadi a berê………

Read Full Post »

hpg

AVESTA – Li gorî daxuyaniyên çavkaniyên leşkerî ku îro di Ajansa Anadolu de hatin weşandin, şerê navxweyî di hindirê PKK de sert bûye û 17 gerîla jiyana xwe ji dest dabûn.

Li gorî nêrînên analîskarên tirk û sûrî, Karayilan serokatiya xeta “tirkî” an jî “pasîfîst” (aşîtiyane) dike, yê ku daxwaza îtîfaqeke siyasî li gel Enqerê dike ji bo jidestdayîna çekan. Belam Erdal serokatiya xeta “sûrî” dike, yê ku daxaza berdewamkirina şerê çekdarî dike.

Tê texmînkirin ku navê Dr. Erdal Bahoz yê rast Fehman Hisên e û ew ji kurdên Suriyê ye.

Ajansa Anadolu diyar kiribû ku şerê navbera herdu baskan derketibû holê piştî binçavkirina Erdal, yê ku bi kujtina hehjmareke mezin ji gerîlayên PKK ji ber negritina talîmatên partiyê hatibû tewanbarkirin.

Artêşa tirk tekez kiribû ku ew bi vê şerî hatibû agahdarkirin, piştî ku gundiyên ku li nêz cih şer dijîn laşên şervanên PKK yên hatibûn binaxkirin kişif kiribûn.

Li aliyê din, PKK vê perçekirinê di nav organîzasyona xwe de red kir.

Li gorî “The Jamestown Foundation”, komîteyeke ji pisporên terorîzmê, di sala bihûrî de di navbera Murad Karayilan û Cemîl Bayik nakokiyên mezin çêbûn, encam jî ew bû ku Bayik reviyabû Îranê.

Wergerandin ji Spanî: Zinar Ala

Çavkanî: Ajansa EFE

Foto: HPG-Online.net

Read Full Post »

Older Posts »

%d bloggers like this: