Jiyana bê tirs di hundirê civakê de

Bajarê Perpignan Katalunya/Fransa

Pirsker: Gelo pêkan e ku mirov xwe ji hemû hestên tirsê rizgar bike û di heman demê de, di civakê de bimîne?

Krishnamurti: Civak çi ye? Komek nirx, komek rêgez, rêzik û kevneşopî, ne wisa? 

Tu li van şert û mercên derve dinêrî û dibêjî, “Gelo dikarim bi van tiştan hemûyan re têkiliyeke pratîk bikim?” Çima na? Li dawiyê, eger yek tenê beşek ji vê strûktura nirxan be, gelo ew azad e? Û mebesta te ji “pêkan” çi ye?

Ji bo debara jiyanê gelek tişt hene ku mirov dikare bike. Û heger tu azad î, gelo tu nikarî tiştê ku tu bixwazî bi xwe hilbijêrî? Ma ev ne pêkan e?

An jî tu gengaz dihesibînî ku tu azadiya xwe ji bîr bikî û ku tu bibî parêzer, banker, bazirgan an paqijkerê kolanan tenê ji bo ku tu di nav strukturê de cîh bigirî?

Bê guman, heke tu azad bî û te zîrekbûna xwe têmar/mezin kiriye, tuyê bibînî ka ji bo te çêtirîn tişt çi ye. 

Tuyê hemî kevneşopiyên xwe bidî aliyekî û tiştê ku tu bi rastî jê hez dikî bikî, bêyî ku tu li benda pejrandina dêûbavên xwe an civaka xwe bimînî.

Ji ber ku tu azad î û zîrekbûna te heye, tuyê tiştekî bikî ku bi tevahî ayidê te ye, tuyê wekî mirovek yekgirtî tevbigerî.

Têbînî: Ji bo famkirina bersiva Krishnamurti pêdivî bi xwendina gelek nivîsên wî heye, ez hewl didim bi rêya wergerandinê ramanê wî hinekî nêzîkî kurdîxwîneran bikim. Di vê blogê de min bi dehan nivîs wergerandine ku dikarin alîkariya te bikin tu ramanên vî mirovî fam bikî.

Şîrove û nêrînên we