Abonekirin çawa ye?

Di meha bihorî de me ji xwendevan û mêvanên xwe re gotibû ji ber kêmbûna demê em weşana rojane radiwestînin û  em nûçeyên xwe di dawiya heftê de diweşînin. Digel ku em niha bi awakî rojane naweşînin dîsa gelek mêvan bi awakî rojane serdana me dikin. Her wiha me gotina xwe jî bi cih neanî, ango di dawiya hefteya bihorî de jî me ti nûçe newşandin.

Ji bo ku em demê mêvanên xwe wenda nekin em li vir şêweya abonekirinê şîrove dikin, ango hewce nake hûn rojane serdana bloga me bikin ta ku hûn nûçeyên nû  bixwînin, bi rêya abonekirinê em we bi nûçeyên xwe agahdar dikin, ango dema em nûçeyekê an jî agahiyekê çap dikin, kurtenûçe hema dighhêje emaila we.

Abonekirin çawa tê kirin?

1) Wek hûn dibînin cihê abonekirinê li ser aliyê rastê dikeve vêca divê hûn têde emaila xwe binivisînin û li ser pişkova  Bibe Abone bitikînin.

2) piştre hûn ê nameyekê di emaila xwe de werbigrin, têde lînkek (girêdanek) bi renegê hêşî heye (me li dor wê rengê reş danîye) divê hûn li ser vê girêdanê jî bitîkînin.

3) Di dawî de jî  nameyek bi înglîzî tê der divê hûn li ser hevoka ku me li dor wê rengê hêşîn danîye bitikînin.

Piştre nûçeyên me bi awakî automatîk tên navnîşana emaila we.

Nivîseke têkildar:

Bloga me bûye çavkaniyek ji ajans û malperên Kurdî re

2 thoughts on “Abonekirin çawa ye?

  1. Hêvrona delal,

    Tu baş dizanî ku herdem înternet li ba min tuneye, yanî kengî înternet bi dest min ket ez nivîs û nûçeyên xwe amade dikim, ji ber wê min xwest ez bêjim nizanim kengî ez dikarim nûçeyan biweşînim, helbet ez wek berê bi awaklî rojane naweşînim.

    Silav û maç

    Zinar

Şîrove û nêrînên we