Feeds:
Posts
Comments

Archive for the ‘Kurdistan’ Category

Belkiz Baysal  ligel keçeke xwe

Belkiz Baysal ligel keçeke xwe / D.W

Bi armanca danîna ronahiyê  ser mercên xerab û metirsîdar yên ku  karkerên komirgehan têde dijîn li bakurê Kurdistanê  televîzyona almanî Deutsche Welle (DW) berê xwe dabû Şirnexê û raportajekî derbarê xebat û jiyana van karkeran  weşand. Di reporatajê de kamîraya DW serdana kaneke komiran dike û çawaniya xebata deranîna komiran nîşan dike. Karker demjimêr 7ê sibê dest bi xebatê dikin, ew bi rêya werîseke hesinî xwe dixin nav devê bîreke teng  ku dirêjahiya  wê 150 metre  ye heya dighêjin hundirê kanê. Karkerek ku cixarê di dev de û bê  kask (kumê serî) xwe berdide kanê û di çend xulekan de karker dest bi derxistina kumiran dikin.

Digel ku xebatkarên kanên komiran bi mirinên re rûbirû ne lê ti rêyeke li pêş wan nemaye ji bo ku vê xebatê kujer nekin. Burhan Cavlak ku vê kanê birêve dibe li kaskeyekê digere  ji bo ku li pêşiya  kamîrayê  biaxive: “Tirsa me tenê ji wê yekê ye ku muçe û nan li ser me bibirrin. Ti karekî din li vê herêmê li pêş me nîne.”

Komirkaran di mercên sedsaleke berê de kar dikin

Piştî derbasbûna sê mehan bi ser karesata Somayê ku bi sedan karker têde jiyana xwe ji dest dabûn, reportaja DW xuya dike ku hikûmet ti hewldan nekiriye ji bo başkirina mercên xebata komirkaran, rewş li kanên Şirnexê jî neguherî ye.

Rojnamevanê DW radighîne ku karkerên kurd di heman mercên beriya sedsalekê de dixebitin, karker li ber roniya lampeyekê û bi tevirekî di destan de, bê  stûnên hilgirtina dîwaran,  bê deriyên  derketina bilez, bê cîhazên kişifkirina gazê û bê telefonên hawarçûnê kar dikin.

DW bal dikşîne ser xebata şarederê Şirnexê Serhat Kadirhan yê ku  ji bo mafên karkeran têdikoşe û dixwaze jiyan û karên wan biparêze, Kadirhan dibêje: “Mercên ewlehiyê di van kanan de pêk nayên, ev rewş jî jiyana bêtirî 100 mirovan standiye, ji ber wê jî ez  destekê didim daxwaza karkeran ji bo ku bikaribin di hundirê kooperatîvan de xwe kom bikin. Di pêşî de dema ku xebata wan legalîze bibe dikarin di ewlekirina xebata xwe de veberanînê bikin, piştre karker divê bêne ewlekirin.”

Ekîpa DW serdana malbatekê dike ku di dawiya meha Gulanê de du endamên wê ji ber jehrbûna bi gazê jiyana xwe ji dest dabûn. Yakup Baysal, êşa wendakirina du birayên xwe wisa vedibêje: “Min dît çawa birayên min bê giyan li erdê dirêjkirî bû, yekî li ser yê din bû, ekîpên hawarçûnê tunebûn ji bo derxistina wan.  Ez beziyam û min bang li hevalên din kiribû, birayê min hîn bihna xwe dikşand. Egerek hebû ku bihata xilaskirin, me telefon ambulansekê  kiribû, lê xeyal bike ambulans 5 demjimêran dereng mabû.”, Belkiz Baysal jî, jinebiya karkerê jehrbuyî, bi çavên şil û westyayî wiha didomîne: “Ekîpa hawarçûnê tenê du maskeyên dijî jehrbûnêbi xwe re anîbûn lê herdû jî qetayayî bûn.”

Advertisements

Read Full Post »

Parlemana Katalunya

Parlemana Katalunya

Rûdaw / Z.A – Roja pênşema borî (10ê Tîrmehê) parlamana katalan di rûniştineke xwe de pêşniyarekê derbarê nasîna mafê çarnenûsiyê ji gelê felestînî û kurd û mafê lidarxistina referendûmê ji bo gelê sahrawî  re red kiribû. Dijberiya parlamanê ji pêşniyarê re bi saya dengên koalisyona CIU (Partiyên Jihevnêzîkbûn û Yekîêtî) û partiya Gel (PP) bû.

Partiyê Sosiyalîst û yê Hemwelatiyan derbarê vê pêşniyarê bi awakî cuda li gorî her gelekî deng dan, lê herdû jî piştgiriya mafê çarenûsiyê ji Kurdan re  nekirin. Sosyalîs ji aliyekê piştgiriya mafê çarenûsiyê ji Felestîniyan dike û her wisa piştgiriya lidarxistina referendûmê li Sahraya rojavayî jî dike lê ji aliyekê din ve  ji bo mafê çarenûsiyê ji Kurdan re bêdeng mabû.  Ji aliyê xwe ve Partiya Hemwelatiyan ji mafê çarenûsiyê ya Kurd û Felestîniyan re got na lê ji bo referndûma li Sahrayê got erê.

Partiyên ku piştgiriya her sê gelan kirin partiya Çepa Komarî, ku bi xwe hêza duyemîn e di parlamanê de piştî CIU, her wisa  partiya çepgir CUP  û kolaîsyona çep û keskan ICV-EUiA.

Sebaret vê dengdanê Desteya Katalan ji bo Piştgiriya Kurdistanê (Kurdiscat) nerazîbûan xwe nîşan da,  endamê vê desteyê Jordi Llopis  ji Rûdawê re wiha axivî: “Em bi çaveke neyênî li biryara parlamanê dinihêrin. Di nêrîna me de kolaîsyona çep û keskan dixwest sûd ji piştgiriya naskirî ya parlamanê ji çarenûsa kurdî re ji bo heman piştgirî ji Felstînê re jî bidest bixe, digel ku ew dizanîbû ku di hindirê CiU de nêrînên cuda derbarê çarenûsa felestînî hene. Di baweriya me de eger ev pêşniyar tenê derbarê netewa kurd ba wê biser keta”.

Nerazîbûna Kurdên Katalnuyayê jî dereng nema, hunermend Ganî Mîrzo di rêya Facebookê de yekser aciziya xwe ji parlamana katalan wiha nîşan da “Gelê kurd wê li benda parlamenterên Katalan nemînie ta ku derbarê  pêşeroja wan biryarê bidin…, çawa hûn dikarin bi vê mêjiyê demagojîk  biramin, hûn ji xwe re referandûmê dixwazin û hûn li yên din jî qedexe dikin”.

Xwedekara rojnamevaniyê li zanîngeha Pompeu Fabra ya Barcelonayê Emîne Hisên jî ji Rûdawê re nerazîbûna xwe wisa anî zimên: “Ev biryar pirr xemgîn e û nayê şîrove kirin. Min tştek ji PP û partiya Hemwelatiyan hêvî nedikir, lê CIU ez sorprez kirim. Ku ji xwe re mafê çarnenûsiyê bixwazin û ji bo me jî red bikin, ev di nirîna min de pirr tiştekî xerab e”.

Ji aliyê xwe ve derhênerê ciwan Azad Kanjo jî ji Rûdawê got ku ew ji dengdana neyênî ya CIU mat mabû nemaze ku Convergencia (Jihevnêzîkbûn) partiya wî ya favorît bû “Hewlwesta Convergencia ez şok û xemgîm kirim, nemaze ku min herdem dengê dida vê partiyê, ev biryara wan gellek xerab dibînim û êdî nema dengê xwe didim wan”.

“Kurdên Îraqê zîrek û bi sebr in”

Egera perçebûna Îraqê û serxwebûna Kurdistanê di van rojan de di medya spanîaxêv de gellek tê genşeşekirin. Di vê bareyê de Nivîskar û analîzvanê rojnameya El Paísê Lluís Bassets gotareke xwe bi navê “Ber bi serxwebûnê ve” wiha despê dike: “Netewek nû ber bi ragihandina serxwebûna xwe ve diçe. Ne ya katalan e. Qet nebe jî, ev e tiştê ku li ber çavan xuya dibe…, Kurdistan wê dest bi hebûna xwe wek welatekî serbixwe bike dema ku Malikî êdî nikaribe  Îraqê kontrol bike û yekîtiya wê biparêze.”

Bassets di nivîsa xwe de kurdên Îraqê weke  kesên “zîrek û bi sebr” wesif dike: “Serokê wan Mesûd Barzanî, ji parlementoyê xwest ku bang li referdûmê bike, lê di heman demê de ew ne li dijî peymanekê ye ku kurdan di hundirê Îraqeke tendurist de bihêle”.

Bassets dirame ku ti hêzeke herêmî ne jî navnetewî, dê dijberiya wê yekê nekin ku kurdan rê nedin xilafeta cîhadî ta ku dest deyne ser bîrên petrolê yên watedar û dinivisîne ku: “Nasandina wê [Kurdistan] ya navdewletî li ber destan e”.

Nivîskarê spanî dibîne ku gellek sedem hene ji bo avakirina dewleteke kurdî, wek dinivisîne Kurdistan xwedî ezmûneke siyasî ya demdirêj wek herêmeke xweser di hundirê Îraqê de. Kurd rastî jenosaydê hatine û ew xwedî kenzeke enerjiyê ne, Îraq jî êdî bûye dewletek têkçûyî.

Read Full Post »

Loga femenîn

Hêvron Amkî – Weke her sal 2013an jî ji bo jinên kurd saleke tarî bû, nûçeyên xweşewtandin û xwekuştina jinan, kuştina wan li ser destê hevser an jî endamên malbatên wan li seranserî Kurdistanê bi dawî nebûn. Sala 2014an jî bi çend bûyerên xerab despêkir, piştî sersalê bi rojekê medya ragihand ku keçek 17 salî bi navê (Z.E) li Silêmaniyê xwe xeniqandibû. Di 6ê mehê de jî desdirêjiya kolektîv, wek ya li Hindisitanê çêdibe, li keçikeke 16 salî li Hewlêrê rû dabû. Berî çend rojan jî zaroka dayîk Kader Ertan (14) ya ji Sêrtê, ku di 12 saliya xwe de hatibû zewicandin û di 13 saliya xwe de bû dayîk, di mala xwe de kuştî hate dîtin yan jî “xwe kuşt” li gorî ku malbata hevsera wê ji dozgeriyê re îdîa kiribû.

Li Rojava jî bi ser êşa şer, revandin û embargoya li ser herêmên kurdî jin di hundirê civaka me de rastî kuştin û lêdanê tên. Ji Dêrîkê heya Efrînê jin rastî tundiyê tên.

Deshilat û rêxistinên kurdî li van herêman ti xebateke berçav ji bo kêmkirina rêjeya tundiyê nekirin. Medya gellek haletên tundiyê ragihandin, di Mijdara borî de keçeke 17 salî bi navê Dozîman Xelo li Amûdê ji aliyê kesekî ji malbata xwe ve hate kuştin. Jineke din ji Kobaniyê jî ji ber kotekên hevserê wê bi nexweşiya bêheşiyê ketiye. Li Efrînê çîrokeke trajîk ya jineke 65 salî derket holê, ew jin (X.E)  di yazde saliya xwe de ji aliyê bavê xwe de bo zilamekî 65 salî hatibû firotin ji ber ku bavê wê di lîstika qumarê de zirar kiribû û keça xwe firto ji bo dayîna deyna xwe. Piştî 9 salan zilamê X.E dimre lê birayê wî zilamî destdirêjiya  wê dike û ducanî dike, di ancamê de keçek wê dibe û piştî 7 salan keçika wê jê distînin û wê diqewitînin. X.E vedigere ba malbata xwe, lê malbat wê didin kalekî 90 salî ya ku piştî çend salan dimre û X.E neçar dimîne ku careke din vegere mala bavê xwe. Lê malbat vê carê jî naxwaze wê bihewîne ji ber vê yekê jî X.E niha doz li malbata xwe vekiririye û mafê xwe ji mîrasê dixwaze.

Jinên kurd rastî tundiya derûnî jî tên, ev celeba tundiyê jî li ser jiyana jinan bandoreke xirab dihêle.

Derbarê tundiya derûnî jineke bi navê Jîn* ji Rojava ku niha li herêmê Kurdistanê peneber e çîroka xwe ji min re wisa tîne ziman: “12 sal in ku ez bi pismamê xwe re zewiçî me û sê zarokên me çêbûn, pir caran em digihîştin qonaxa berdanê, lê herdem min digot na, ezê ji bo zarokên xwe li berxwe bidim. Di dema dawî de pirsgirêkên me mezin bûn û nema dikarim bi wî re jiyanê bidomînim.” Ev bûne sê meh in ku jîn ji hevserê xwe cuda bûye lê di heman demê de ji dîtina zarokên xwe mehrûm bûye. Axaftina Jînê bi rêya telefonê tevlî girî dibe û bi dengekî lewaz derdê xwe wisa vedibêje: “Ji ber dûrbûna zarokan ez rojê hezar carî tême kuştin. Ew nikare zarokan xwedî bike, tenê dixwaze min ceza bike.” Jîn ne tenê derdê dûrketina zarokên xwe dikişînê, lê belê civaka kurdî jî derdên wê hîn zêde dike û wê ji ber biryarê berdanê gaznican jê dike: “Dibêjin ger tu ji zarokên xwe hez dikî, vegere ji mêrê xwe re û derdê wî ji bo xatirê zarokên xwe bikşîne. Civaka me tenê loman ji jinan dike, herdem yên şaştiyan dikin em in û divê em hesabê bidin.”

Jina kurd bi ku ve here ji tûndûtûjiya zilamê kurd rizgar nabe. Li Ewropa jî digel hebûna yaseyên parastina mafên jinan salane mirov çîrokên kuştinên jinên kurd di medyayê dixwîne. Li gor malpera almanî “Ehrenmord” ku haletên kuştinên jinan dokumente dike, di sala 2012an de bi kêmanî 8 jinên kurd li almanye ye hatine kuştin.

Bi kurtî sal derbas dibin û ti pêşektineke diyar di rewşa jina kurd de rûnade. Em têne kuştin û kuştina me hîn nebûye xemeke civakî ne jî netewî. Mixabin emê hîn bêne kuştin, emê hîn rastî êşkenceya derûnî û tundiya fîzîk û devkî werin û siyasetvanên me jî wê dîsa di roja 8ê Adarê de ji medyayê re sloganan dubare bikin wek “Jin nîvê civakê ye” û “Jineke azad civakeke azad”.

* Jîn: Nav guhertî ye.

Têbînî: Ev nivîs di hejmara 232an ya rojnameya Rûdawê di meha çileyê de hate weşandin

Read Full Post »

Ji çepê Marc Capellà  Nerea San Sebastián  Madhu Khatnani û Marcelo García / Foto:  Ruta de la Luz

Ji çepê Marc Capellà Nerea San Sebastián Madhu Khatnani û Marcelo García / Foto: Ruta de la Luz

Rûdaw / Z.A – Di Cotmeha borî de weqfa spanî “Ruta de la Luz” (Rêya Ronahiyê) ji bo pêkanîna misyoneke tenduristiyê serdana Herêma Kurdistanê kiribû. Misyon bi hevkariya weqfa şîrketa petrolê ya spanî Repsol hate birêvebirin û çar bijîşkên çavan tê de beşdar bûn. bijîşkan ji Spanyayê berê xwe dan Hewlêrê û ji wir serdana hinek gundên derdora gola Dukanê li nêzîkî Silêmaniyê kirin. Bijîşkan roniya çavê 1.078 kesan kontrol kirin, ku pirraniya wan zarokên ji 5 heya 17 salî bûn, ji wan jî pêdiviya 176 kesan bi sererastkirina roniyê hebû.

Du bijîşkên ji weqfa “Ruta de la Luz” derbarê misyona xwe li Kurdistanê ji Rûdawê re axivîn. Bijîşka bask Nerea San Sebastián xwest di pêşiyê de spasdariya xwe ji xelkê Kurdistanê re bîne ziman û wiha hestên xwe nîşan dan: “Bi rastî ez bêjim, ezmûneke gellekî xweş bû, xelkê wir gellekî şîrîn bûn, danûstandina wan bi me re pirr xweş bû û herdem arîkariya me dikirin. Çay û şokolat jî pêşkeşî me dikirin, herwiha em vedixwendin xwarinê li malên xwe.”

Optîkvan Madhu khatnani di dema miayanekirinê de

Optîkvan Madhu khatnani di dema miayanekirinê de

Derbarê sedema çûyîna wan ji bo çend gundên derdora gola Dukanê, Nerea dibêje: “Şîrketa Repsolê ku li wê deverê kar dike dît ku pêdiviya wê deverê bi kontrolkirina çavan hebû, nemaze ku bijîşkên çavan yên herî nêzîk li Hewlêrê ne, ango du demjimêran bi seyareyê ji wan dûr in. Repsol bi me re ket têkiliyê ji bo ku em di vê projeyê de hevkar bin. Me çavên zarokên şeş gundan kontrol kirin, herwisa çavên mamosteyan û yên hinek gundiyan jî.” Hejmareke mezin ji kesên ku hatibûn kontrolkirin, li ba wan astîgmatîsm bilind bû. Nerea xwediya ezmûneke dirêj e di vê xebatê de û derbarê sedema pirrbûna kesên ku bi vê nexweşiyê ketine, nêrîna xwe wiha vegot: “Ez diramim ku sedema vê yekê ziwabûna hewayê ye û ku toz dihêle ku xelkê herêmê çavên xwe bixurînin. Beriya salekê ez li Bolîviyayê bûm, dîsa li wir astîgmatîsm bilind bû, li wir jî hewa zuha ye û gellek toz heye. Teoriyek heye ku dibêje  ew xurandina çavan qerniye hinekî deforme dike, dikarim bêjim ku li gorî herêmên ez tê de derbas bûme ev teorî lojîkî ye”

Li aliyê din jî tiştê ku bala bijîşk Madhu Khatnani kişandinû ew ku kurtbînî (miyopî) di nav zarokan de pirr kêm bû: “Li gorî kontrolên ku me çêkirin, derket holê ku hejmara kesên kurtbîn gellekî hindik bû, berevajî tiştê ku di nav xelkê welatên rojavayî de rû dide, ev jî ji ber ku li welatên pêşketî bikaranîna kompyûter, telefonên destan û iPad hejmara miyopan zêde dike. Ji ber ku ev alav li vir pirr belav nebûne, hejmara miopan kêm e”. Madhu jî ji serdana xwe ya Herêma Kurdistanê gellekî bextewar e: “Dema me ji xelkê re got em diçin Iraqê, wan xema me dixwarin, ji ber ku medya li vir nêrîneke ters li ser rewşa ewlekariyê li Iraqê belav dike. Tiştê me li Kurdistanê dît gellekî xweş bû, ezmûneke ewqas xweş bû ku nayê jibîrkirin. Ewlekarî li wir serdest e û xwezaya Kurdistanê gellekî xweş e, di danûstandina xelkê bi me re germahiyeke zêde hebû. Herdem em vedixwendin malên xwe ji bo vexwarina qehweyekê. Deriyên malên wan herdem vekiri bûn”.

Çavkanî: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/140120141

Read Full Post »

Foto: Karlos Zurutuza

Foto: Karlos Zurutuza

Rûdaw / Z.A – Rojnamevanê baskî Karlos Zurutuza çû çiyayê Qendîlê û derbarê vê serdana xwe de ji bo medyaya spanî gotarek amade kir. Babeta vê gotara wî li ser nexweşxaneyeke biçûk ya li çiyayê Qendîlê bû.

Zurutuza weke rojnamevanekî serbixwe dixebite û heta niha gellek nivîsên wî yên derbarê Kurdan de di dezgehên ragihandinê yên mîna GARA, Deutsche Welle û ajansa nûçeyan a IPS de hatine weşandin. Karlos Zurutuza li Kerkûkê ji Rûdawê re ragihand ku wî xwestiye biçe Rojavayê Kurdistanê, lê digel gellek hewldanan jî wî nekarariye ji sînor derbas bibe.

Jineke alman li çiyayên Qendîlê xizmetê dide

Karlos Zurutuza, ku xwe gihandiye çiyayên Qendîlê jî, li wir hevpeyvînek ligel arîkara doktor Medyaya 49 salî, ku bi eslê xwe Alman e, kiriye. Medya ev 20 sal in li çiyayên Qendîlê dijî. Ew hem arîkariya dermankirinê ya xelkê sivîl dike û hem jî ya gerîllayan.

Li gor agahdariyên ku Medyayê dane Karlos Zurutuza, wê di sala 1992yê de serdana bajarê Midyadê yê Bakurê Kurdistanê kir. Ew bi çavên xwe dibîne ku çawa tankeke, ku Almanyayê wê demê wekî diyarî dabû Tirkiyeyê, gundekî Kurdan gullebaran dike: “Zarokên birîndar hebûn, xelkê sîvîl jî xwe di hundirê dêrekê de vedişartin. Dêr jî ji aliyê leşkerên tirk ve hatibû dorpêçkirin”.

Naskirina Kurdan li Hamburgê destpêdike

Têkiliya Medyayê ya bi Kurdan re yekem car li bajarê ku lê jidayik bûye, li Hamburgê çêdibe. Li wir ew serdana komeleyeke Kurdan jî dike: “Li Almanyayê gellek partiyên şoreşger hene lê tiştê ku tenê dizanin bikin axaftin e. Lê belê min di nav Kurdan de xelkek naskir ku bi awayekî hovane hatibûn çewisandin, lê hêvî winda nekiribûn”.

Berdestiya doktor a alman diyar dike ku ew niha li çiyayên Qendîlê di nexweşxaneyê de rojane xizmetê didin derdora 30 kesan. Medya û sê kesên din ên ku xwebexş in, arîkariya bijîşkî ya belaş didin. Ev arîkariya belaş jî bi xêra pereyên taybet ên ku ji Bakur û Başûrê Kurdistanê û herwiha ji Ewropayê tên tê birêvebirin.

Medya ji niyeta Tirkiyeyê ya pêvajoyê bi şik e

Derbarê pêvajoya danûstandinên aştiyê yên di navbera Tirkiyeyê û PKKê de, Medya dibêje ku ew ne pirr geşbîn e: “Aliyê Kurdan herdem gavan ji bo aştiyê diavêje lê aliyê din herdem di nava hewldanên sabotajkirinê de ye”. Medya diyar dike ku gellek caran bi armanca arîkariya bijîşkî, bi piranî jî kesên esilkurd, ji Almanya, Holenda û welatên Skandînavyayê tên cem wan.

Nexweş ji navçeyên derdorê jî diçin cem wan

Ligel Medya keçeke xwebexş a bi navê Daryan jî dixebite. Daryana ji Mêrdînê ye û balê dikişîne ser giringiya xebata wan a li nexweşxaneyê ya ji bo xelkên deverê. Ew diyar dike ku li Lewzayê navendeke nû ya tenduristiyê hatiye vekirin ku ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê birêvebirin û şeş xebatkar tê de hene. Lê ew der herdem girtî ye û ji ber wê çendê gundî hê jî tên cem wan. Daryan tekez dike ku gellek ji nexweşên wan ji Ranyayê tên, ku 50 km ji nexweşxaneyê dûr e. Ne tenê ji wir, herwiha heta ji Silêmaniyê jî xelk tên cem wan.

“Nexweş dibin qurbanên gendeliyê”

Daryan bi çavekî neyînî li pergala tenduristiyê ya li Herêma Kurdistanê dinêre û dibêje ku beriya demekê jinek hatiye cem wan ku jê re 12 caran radiografî ji heman milî re kişandibûn û wiha pê de diçe: “Me xizmet daye kesan, ku beyî pêdiviyan wan hebû derman dabûne wan. Hinek hebûn hatibûn emeliyatkirin û piştre bi înfeksiyonan ketibûn. Xizmeteke xirab tê kirin.”

Daryan di dawiyê de tînê zimên ku gendeliya belav li Başûrê Kurdistanê dibe sedem ku nexweş dibin qurbanên bijîşkên ku dixwazin li ser hesabê wan qezencê bikin.

Read Full Post »

Rozgar di kêlîkekê ji vîdyoya “I am from Kurdistan”

Rûdaw / Z.A – Ji ber nebûna dewleteke kurdî li ser nexşeya cîhanê û ji ber nebûna lobiyeke xurt ku bikaribe Kurdan bi kesên ji netewên din bide naskirin, Kurdên diyasporayê gellek caran neçar dimînin ku cihê welatê xwe ji xelkê re şîrove bikin.

Hin caran jî ji ber nezaniya xelkê bi hebûna neteweya kurd, mirov bêhêvî dibe û li şûna ku bêje ez ji Kurdistanê me û hinekî ji bo danasîna Kurdan xwe biwestîne, dibêje ez ji Tirkiye, Sûrî, Iraq an jî Îranê me. Wek reaksiyonek li hemberî vê rewşa ji bo gellek Kurdan tengav, hunermend Rozgar Mustafa ku li kolêja Chelsea ya Huner û Dîzaynê li Londonê dixwîne, vîdyoyeke bi dirêjahiya şeş xulekan bi navê “Ez ji Kurdistanê me” amade kiriye û tê de bi dehan caran dubare kiriye “Ez ji Kurdistanê me, başûrê Tirkiyeyê, bakurê Iraqê, rojhilatê Sûriyê û rojavayê Îranê”.

Rozgar derbarê vîdyoya xwe de dibêje: “Diyar e ku ev boçûn reaksiyoneke ji bo wan kesên ku dibe ti agahiyeke wan derbarê Kurdistanê de tine be, digel ku ew tiştekî pirr hêsan e ku bizanibin ew li kû dikeve, ku agahiyan derbarê rastiyên dîrokî, siyasî û çandî di medyayê de bibînin. Hê jî gellek kes hene ku nizanin cografya wê li kû dikeve. Armanca vê vîdyoyê ne tenê ji bo ku wî cihî wek agahiyekê bizanibin, lê her wisa ji bo dayîna bersiveke acizkirinê derbarê wê pirsa ku ez ji kû têm.”

Rozgar destnîşan dike ku ev pirsgirêk ne tenê bi xelkê ciwan re peyda dibe, her wisa bi kesên temenmezin re heman pirsgirêk rûdide û wiha pêde diçe: “Ez amade me ku vê axaftinê gellek caran dubare bikim, lê dibe ku ev tişt gellek pirsên nû peyda bike ku bandorê li mijarên çandî, siyasî û cografîk bike”.

Rozgar bersiva pirsa “Ew ji kû ye?” li pêşiya kamereyeke rawestiyayî dide, ew çavên xwe li jor û jêr digerîne û nêzîkî kamerayê dike. Hin caran bi rîtmeke lezgîn peyvên xwe dibêje, hin caran jî hêdî hêdî, weke ku ew bi her perçeyekî Kurdistanê û bi rewşa Kurdan li wan perçeyan dirame, di gellek kêlîkan de çavê xwe digire lê ranaweste, di kêlîkeke çavgirtinê de lêvên xwe diguvijîne û nahêle ku rondikên çavên wê bibarin, hinekî bihna xwe distîne û dîsa dibêje “başûrê Tirkiyeyê, bakurê Îraqê…, gellek caran di navbera Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê de şaş dibe lê ew ranaweste, di şeş xulekan de û bê navber cihê Kurdistanê dinasîne.

Hunermed Rozgar Mustafa li Silêmaniyê ji dayîk bûye û li zanîngeha wî bajarî jî hunerên bedew xwendiye, li dibistanên navendî jî mamostetiya hunerê kiriye. Rozgar di warên hunerê yên cûrbecûr de xebitiye, wek şêwekarî, boyaxkirin, înstallation, çêkirina vîdyoyan û çalakiyên zindî li pêş xelkê. Ji sala 2003yê heya 2013ê beşdarî gellek pêşangehên kolektîv li Silêmaniyê, Londonê, Manchester, Los Angeles û hwd. bûye, her wisa di sala 2009ê de pêşangeke wê li Polondê jî hate vekirin.

Read Full Post »

Şalaw li pêş perçeya jorîn ji monumenta qurbanên teqîna Atochayê li Madrîdê

Şalaw li pêş perçeya jorîn ji monumenta qurbanên teqîna Atochayê li Madrîdê

Şalaw Ebdullah li taxa Rehîmawa ya Kerkûkê di heman sala serhildana gel de, di sala 1991ê de, li Başûrê Kurdistanê ji dayîk bûye û li wir jiyana xwe derbas kiriye. Şalaw xwediyê taksiyekê bû û xwendekarên keç dibirin zanîngehê, lê beriya çend mehan ew ji aliyê kesên nenas ve hate tehdîdkirin, ji bo ku ew dest ji karê xwe berde: “Wan kaxezên biçûk li ser cama erebeyê dihiştin û bi sotandina erebeyê ez tehdîd dikirim. Du carên pêşî min tehdîd piştguh kirin lê cara sêyemîn ez bi kuştinê tehdîd kirim.” Ji ber van tehdîdan û sedemên din Şalaw biryar dide ku berê xwe dibe Ewropayê. Piştî geşta mehekê ew gihiştiye Spanyayê û daxwaza mafê penaberiyê kiriye.

Bav û birayê wî ji aliyê kesên nenas ve hatin kuştin

Di sala 2004ê de, li ser rêya Kerkûk – Samarrayê, bavê wî ji aliyê kesên nenas ve hate kuştin, Şalav vê êşa giran wiha vedibêje: “Ew û çar kesên din bi erebeyê diçûn kar, di rê de terorîstan ew girtin, serê wan birrîn û laş jî şewitandin. Piştî 15 rojan asayîşê laşê bavê min dîtin, yan jî tiştê ji laşê wî mabû, ji ber ku wan hemû laş şewitandibûn û li kêleka her laşekî nasnameya her kesekî danîbûn. Bûyerke pirr biêş bû, weke kulek di dilê min de ye û heta niha ji bîra min naçe”. Piştî mirina bavê Şalaw rewşa malbatê ji asteke xizaniyê derbasî asteke xirbatir bû, ji bo debara malê Şalaw karên wek barkêşî û firotina avê dikir. Beriya çar salan jî dîsa bûyereke trajîk hate serê malbatê, vê care jî birayê Şalaw yê mezin hate kuştin û piştre jî ew ji ber teqîneke xwekujî birîndar bû: “Birayê min şofêrê taksiyê bû, carekê bi erebeyê çend kes birin taxên Ereban lê ew çû û venegeriya. Hêzên asayîşê piştî du rojan cenezayê wî dîtin. Piştî vê bûyerê bi çend mehan li nêzîkî Qelaya Kerkûkê êrişeke xwekujî rûdabû. Ez ligel hevalên xwe diçûm kar, ji ber teqînê hevalên ku bi min re di erebeyê de bûn hemû mirin, ez jî ji heşê xwe çûm û min xwe li nexweşxaneyê dît, sê perçeyên hesinî jî derbasî bedena min bibûn, yek di serê min de bû û yên din ketibûn tenişta min.”

Şalaw pênc rojan li nexweşxaneyê ma, birînên wî rêjeyeke seqetiyê jê re peyda kirin û birînên giyanê wî jî hêj kûrtir bûn: “Bav û birayê min hatin kuştin û piştre jî hevalên min, van hemû tiştan bandoreke mezin li min kirin.” Şalaw axaftina xwe wiha domand: “Piştî birîndarbûnê min nekarî her karekî bikim, hersê birayên min gellekî xebitîn heya ku pereyên ji bo erebeyekê ji min re peyda kirin, min tenê xwendekarên keç dibirin Fakûlteya Perwerdehiyê û ji ber vî karî jî gef li min xwarin.” Şalaw dibêje ku asayîşên PDKê û YNKê guh nedan gazincên wî yên derbarê tehdîdan de: “Ez çûm ba Navçe (asayişên PDKê) û ba Komîteyê jî (asayîşên YNKê), min kaxezên tehdîdê nîşanî wan dan, wan ji min re gotin here erebeya xwe bifiroşe û karekî din bike. Min gote wan ez ji ber êrişeke xwekujî birîndar bûme û nikarim karên giran bikim. Gotin here dîkanekê ji xwe re veke.”

Civaka kevneperest jî keserên wî zêde kirin

Dawiya kulên Şalaw nahatin, sedemên din jî hiştin ku ew ji wê xakê dûr bikeve. Xaltîkeke wî bi berpirsekî polîsên bajarê Ranyayê re zewicî bû, piştî ku xaltîka wî fêm kir ku ew jina çarê ye, wê gulleyek di serê xwe de teqand: “Em gellekî bi vê rûdanê êşiyan, me ti pêzanîn derbarê wî zilamî de peyda nekirin û me nepirsî ka ew zewicî ye yan na”.

Lê birîna herî kûr ya Şalaw ya evînê ye, ew dema çend salan evîndarê keçekê bû û gellek caran hewil dabû ku wê bixwaze lê malbata keçikê razî nedibû, cara dawî jî malbata keçikê dawî li hêviyên wî anî: “Ji min re gotin ku ew keça xwe nadin kesekî ku bawernameyeke xwendinê bi dest nexistibe.”

Di sibeya 8ê Gulana borî de, dema du erebeyên bombekirî li Kerkûkê teqiyan, gellek kes birîndar bûn û hinek jî mirin. Yek ji wan teqînan li Rehîmawa bû, taxa ku Şalaw lê dijiya. Wê caxê jî Şalaw nû ji Kerkûkê derketibû û berê xwe dabû Stembolê, nêzî mehekê li wir mabû û piştre bi pasaporteke sexte çûbû Senegalê û ji wir jî berê xwe dabû Madrîdê.

Şalaw kêfxweş e ku hate Spanyayê, ew heyranê F.C. Barcelona ye û ew pirr ji heftenameya Rûdawa Werzîşî hez dike, hemû hejmaran li mala xwe diparêze: “Ez her sêşeman li benda Rûdawa Werzîşî dimam. Carekê hevalekî min yê rojnamefiroş hemû hejmarên Rûdawa Werzîşî firotin, ez bê rojname mam û ez gellekî jê aciz bûm, nemaze ku wêneyên Messi tê de hebûn. Min hemû dîwarên odeya xwe bi wêneyên Rûdawa Werzîşî xemilandine.” Niha jî hêviya Şalaw tenê ew e ku bikaribe karekî ji xwe re bibîne ji bo ku hinek pereyan ji malbata xwe ya mayî re bişîne.

Read Full Post »

Older Posts »

%d bloggers like this: