“Şeva Wêjeya Kurdî” li Madrîdê

Roja 21ê Gulanê çalakiyeke bi navê “Şeva Wêjeya Kurdî” li Madrîdê lidarket, cara yekemîn e ku li Spanyayê çalakiyeke wisa rûdide, ev jî bi saya hevkariyeke navbera nûnertiya hikûmeta herêma Kurdistanê û pirtûkxaneya Offside Books bû. Despêkê hevrêvebira pirtûkxaneyê Fatma Kayhan bixêrhatina mêvanan kir û got: “Ev fersendeke ji bo ku kurdên Madrîdê hev bibînin, hev naskin û derbarê pirtûk û berhemên wêjeyî biaxivin.” Fatma … Continue reading “Şeva Wêjeya Kurdî” li Madrîdê

Pêşkêşkirina “Spanî di Baholê de” li Ciudad Real

Duh kat 20.30 ez çûbûm pêşkêşkirina pirtûka “El español en la maleta” ango “Spanî di Baholê de” li pirtûkgehek li bajarê Ciudad Real. Pirtûk ji aliyê 26 mamoste hatiye nivîsandin, her mamosteyek derbarê ezmûna xwe li welatê ku zimanê spanî lê fêr dikir gotarek nivêsandiye, ev hemû gotar bûn pirtûkek. Mamoste Rafael Robles ku li gelek welatan zimanê Cervantes hîn kiriye, ew li ser Îranê … Continue reading Pêşkêşkirina “Spanî di Baholê de” li Ciudad Real

“Bê keça xwe naçim”

“Not without my daughter ” ku bi kurdî tê wateya “Na, bê keça xwe” anjî mirov dikare wiha wergerîne “Bê keça xwe naçim”. Ev bûn çend hefte Hêvron vê pirtûkê, bi versiyona almanî “Nicht ohne meine Tochter”, di dema vala de dixwîne. Hêvron herku çend pelikan biqedîne dibêje: “Çiqas gunê ye!!!”, û ji min re dibêje çi bi serê xwediya pirtûkê tê li Îrana Ayatullahan. … Continue reading “Bê keça xwe naçim”

“Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim”

Maleke ji peyvan : Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim Kitêba nivîskarê galisyanî Séchu Sende “Made in Galiza“ bi kurdî di nav weşanên Avestayê de çap bû: Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim. Kitêba ku di “roja edebiyata galisyanî“ de ku du rojan piştî “cejna zimanê kurdî“ ye derket, ji bo balê bikişîne ser rewşa zimanê kurdî … Continue reading “Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim”

Kurdistana Goncaw .. Têkoşîn bo Dewletbûnê..

Wergerandin: Çeleng Kurdaxî Kurdistana goncaw: têkoşîn bo dewletbûnê (A Potential Kurdistan: The Quest for Statehood), ev navnîşana lêkolîneka di dawiya sala 2009‘an da ji navenda Emarat bo xwendin û lêkolînên stratîcik (The Emirates Center for Strategic Studies and Research) derket, lêkolîn ji aliyê lêkolînera Amerîkî Janet Klein bi zimanê Înglîzî hatiye danan, puxte û naveroka vê lêkolînê em ê li xêzên jêr da weku hatiye … Continue reading Kurdistana Goncaw .. Têkoşîn bo Dewletbûnê..

Pamuk: “Tirkiyê û Ewropa êdî ji hevdu westiyane”

Avesta / Spanya – Di pirtûka xwe yê nûçapkirî de “Rengên Din”, Orhan Pamuk dibêje: “Ji bo nivîsandinê pêdivî bi bêberpirsiyarî û nerîneke zarokatî heye” Duh Orhan Pamuk serdana Alhambra* li bajarê Granada (bi kurdî Henar) kiribû ta ku beşdarî festîvala ” Alhambra Heye” bibe. Romannivîsê Tirk yê navdar û xelatgirê Nobelê ligel nivîskara hindî Kiran Desai, hevaljîna xwe ya aktuel, hatibû. Ew jî romanan dinivisîne … Continue reading Pamuk: “Tirkiyê û Ewropa êdî ji hevdu westiyane”

Pirtûka “Kurdên Sûriyê: Dîrok, Ramyar û Civak” derket

Ev pirtûk dîroka Kurdan di Sûriyê de ji dema dagirkirna ferensî di sala “1920 – 1946” ta roja îro ronî dike…Di pirtûkê de nivîskar hewl dide xwe ku ji aliyekî têkilya di navbera êlî, herêmî û nasnameya netewî de anelîze bike, û ji aliyê din têkliya di nav bera zanistiya netewî ya kurd li hember xurtbûna netwîtiya erebî li Sûriyê anelîze bike. Nivîskar Jordi Tejel … Continue reading Pirtûka “Kurdên Sûriyê: Dîrok, Ramyar û Civak” derket

“Don Kîxota kurdî” kete muzeyeke spanî (Foto – Vîdyo)

AVESTA – Romana “Don Kîxotê” ya ku ji aliyê Serdar Roşan ji bo kurdî hatiye wergerandin û di nav weşanên Edîtoriyala Doz de derketiye, êdî di muzeyeke spanî de cih girtiye. Duh li gundê El Toboso* girêdayî Herêma Castilla La Mancha yê (ya ku weke zemîna Don Kîxotê tê naskirin), çalakvanê kurd birêz Îrfan Guler yê ku  li bajarê Santiago De Compostela (Herêma Galîsya) dijî  hatibû gundê El … Continue reading “Don Kîxota kurdî” kete muzeyeke spanî (Foto – Vîdyo)

Yekemîn Pirtûka “Kesandina Lêkerên Kurmancî” ya Aynur Bozkurt derket

AVESTA – Dawiyê, pirtûka kesandina lêkeran bi kurdî jî derket. Ku fransiziya wê berî 150 salan, spanî, îtalî, portugalî, erebî, latinî û bi gelek zimanên din jî berî bi ewqas salan derketibûn. Pirtûka « Kesandina Lêkerên Kurmancî » ku tevî îzah û tabloyên bi detay hemû lêkerên kurmancî dihundirîne, xîtabî mezin-biçûk herkesî dike û bi van taybetiyên xwe ev pirtûk ji bo şagirt û mamosteyên … Continue reading Yekemîn Pirtûka “Kesandina Lêkerên Kurmancî” ya Aynur Bozkurt derket