Feeds:
Posts
Comments

Archive for the ‘Swêd’ Category

Alan Mihemed di dema wergirtina xelata xwe / Wêne ji facebooka Alan Ala hatiye girtin

 Rûdaw / Z.A – Alan Mihemed ji navçeya Mabeta e ya ku dikeve dilê Çiyayê Kurmênc. Ew di sala 1978ê de li Helebê ji dayîk bûye û di 14 saliya xwe de dest bi xebata cildirûtinê kiriye, heya ku di dema xizmeta leşkerî de jî dîsa li wir karê terzîtiyê dikir. Ev nêzîkî deh sal in ku li Swêdê bajarê Örnsköldsvik dijî (532 km li bakurê Stockholmê). Di 7ê Sibatê de Alan weke namzetê baştirîn fîrmeya biçûk tevlî şahiya xelatkirina kesên serkeftî di warên curbecûr de li vî bajarî bû. Wî bawer nedikir ku ewê bê xelatkirin.

Alanê Efrînî ji Rûdawê re wiha behsa atmosfer û şêweya xebata xwe li Örnsköldsvik kir: “Li vî bajarî gellek kesan cihê qimaşfirotinê û terzîtiyê vekiribûn lê hejmarekî kêm karîbû di atmosfera rikberiyê de li ber xwe bide û di bazarê de cihekî xwe bigire. Di vê fîrmeyê de em cilan didirûn, makîneyên terzitiyê yên xerabe jî tehmîr dikin, her wisa çi qimaş û alav û makîneyên terzîtiyê jî difiroşin. Li gorî asta xebatê karmendek yan jî du li ba min dixebitin, ev bûn sê sal û nîv jî ku vê fîrmeyê bi rêve dibim.

Wêne ji facebooka Alan Ala hatiye girtin

“Min nikarîbû li ser piyan bisekiniya û hêstir ketin çavê min”

Alan derbarê namzetiya xwe û hestên xwe di dema xelatkirinê de wiha axivî: “Ji bo xelata baştirîn fîrmeya biçûk sê berendam hebûn, yek ji wan ez bûm. Herdu reqîbên min jî swêdî bûn, di destpêkê de ez gellekî şa bûm ku ez weke namzet hatibûm veqetandim û min got pirr baş e emê ji xwe re herin di vê ahengê de amade bin. Ango qet xelat ne di serê min de bû, ez û Hêvînê (hevsera wî) ji xwe re diaxivîn û me henek dikirin, lê şabûna herî mezin ew bû dema min navê xwe bihîst û wêneyê xwe li ser ekrana sehneyê dît. Min nikarîbû li ser piyan bisekinim û hêstir ketin çavên min, Hêvîn rabû ez hembêz û maç kirim, ji min re wek xewnekê bû. Ez ber bi sehneyê çûm û 340 kesî ji min re li çepikan dixistin, kesek nêzîkî min bû û ji min re got: Tu moriyê vî bajarî yî. Ev gotin li ba min bi mal û mewalê dinê dike.” Alan bi eşq behsa wê şeva xelatkirinê dike, ew balê dikşîne ser tewazîbûna gelê swêdî û rêzgirtina wan ji hemû mirovan re.

“Ji dîkanê diçûm malê û ji malê dihatim dîkanê”

 Lê xelatkirinê barê Alan giran kiriye, ew niha heya derengiya şevê dixebite, wêneyê wî û nûçeya xelatkirina wî li serrûpelên rojnameyên lokal derketine, êdî fîrmeya wî navdar bûye û vê yekê jî wiha kir ku gellek kesên vî bajarî û derdorê  serdana fîrmeya Alan bikin ji bo cildirûtinê û xizmetên din. Alan dibêje ku bo dema heftiyekê gellek rojnamevanan serdana wî kirin û nûçe li ser wî weşandin: “Di 13ê Adarê de jî rojnamevan wê werin ji bo hemû detayên jiyan û xebat min li Swêdê nasbikin. Ji min re gotin: Em dixwazin bizanibin te çawa karîbû di vê dema kin de ji mayîna xwe li Swêdê vê serkeftinê bi dest bixî.”

Me jî ji Alan daxwaz kir ku berî ji medya swedî re biaxive hinekî ji Rûdwê re behsa jiyana xwe li Swêdê bike: “Dema ez hatim mafê min yê rûniştinê tine bû, nêzîkî salek û 8 mehan ji sibeyê heya êvarê min li xwaringehan kar dikir, çavên min derketin heya min mafê rûniştinê bi dest xist. Piştre ez baş fêrî zimanê swêdî bûm û min li otêlan kar kir û destûra ajotina erebe û otobûsan derxistin, lê min dît ku ti xebat bi min re nameşe û min biryar da ku ez berê xwe bidim karê xwe yê ku min li welêt dikir, digel ku gellekan ji min re gotibûn ku ev bajar biçûk e û karê terzîtiyê tê de nameşe lê min kiribû serê xwe ku qet nebe ez hewl bidim. Berî sê sal û nîv min dikanek xwe dît û min dest bi xebatê kir, rojê 16 demjimêran min kar dikir, ji dikanê diçûm malê û ji malê dihatim dikanê, ji bilî wê min tiştekî din nedikir. Jiyaneke dijwar bû lê di dawiyê de ez bi ser ketim.”

Advertisements

Read Full Post »

Arî Husgolkî li pêş baxçeya mala xwe li Kalmarê

Zinar Ala

Swêd (Rûdaw) – Roja ku Arî di sala 2007ê de yekemîn vîdyo di kanala xwe ya bi navê Jindires de li ser Youtubê belav kir, nizanîbû ku piştî pênc salan wê bibe kanala herî zêde temaşekirî di nav xelkê Kurdaxê de. Niha hejmara tikandina vîdyoyan 4 milyon û 300 hezar car derbas kiriye. Arî tenê dixwest folklor û kelepûra herêma Efrînê bide nasîn.

Arî Husgolkî yê xwediyê malpera jindires.com sala 1970î li gundê Miskê yê ser bi Efrînê hatiye dinê û ev bûn heşt sal ku li bajarê Swêdê Kalmarê dijî. Ji ber beşdarbûna wî di serhildana 12ê Adarê de, rejîma Baasê xwest wî binçav bike, ji ber wê jî Arî neçar mabû ku dest ji Efrîna xwe ya delal berde, Efrîna ku bost bi bost nas dike. Em pê re li ser kîjan gundî ji gundên Kurdaxê (366 gund) biaxivin, ew baş dizanî ew gund li kû dikeve, Arî li gellek gundan xew kiriye û xelkê van gundan jî nas dike.

“Em bibûn qurbanên neyar û birayên xwe”

Piştî koçberbûnê, Arî xwest li ser înternetê pirekê di navbera Kurdaxê û xelkên wê li diyasporayê çêbike. Digel ku wî di despêkê de nizanîbû çawa kompûterê veke jî, lê li ser sekinî, xwe westand û di dawiyê de gihîşt mirazê xwe û malpera Jindires ava kir. Jindires (Cindêrês) jî navê navçeya ku Arî jê tê ye: “Min malpera jindirêsê di sala 2006ê de damezrand û min hewl da ku bibe pencereyek ji Kurdaxê re li ser înternetê û ji hêlike din ve kiryarên xirab yên rejîma Baasê şermezar bikim. Min dixwest ez xizmeta  kelepûr û hunera Çiyayê Kurmênc (Kurdaxê) bikim, ji ber ku qedera Kurdên Rojava bû ku em ketibûn navbera planên rejîma Baasê  li aliyê din jî em tim bibûn qurbanên perçeyên din û xizmetkirina birayên xwe li seranserî Kurdistanê, lê ti carî kesî parastina me nekir, wan ji bo berjewendiyên xwe em bi kar dianîn, em bibûn qurbanên neyar û birayên xwe”.

“Parastina folklor û zimanê xwe ji helandin û windabûnê”

Di kanala Jindires de mirov rastî gellek çalakiyên siyasî, hunerî û şahiyên netewî tê, her wisa mirov dikare gellek vîdyoyên derbarê dîmenên sirûşta Efrînê li ber dengê tembûra  Adîk, anjî li ber dengê def û zirneya Nêsirliyan bibîne. Arî bi rêya heval û nasên xwe gellek konserên taybet yên hunermenên kevnar bi dest xistine û avêtine ser malperê, mirov dikare bibêje ku ev kanal bûye mûzîkxaneya Kurdaxê. Derbarê  belavkirina van berheman de, Arî wiha dirame: “Ev berhem bi pirranî bi awayekî nepenî  ji welêt ji min re dihatin, bi rêya dost û mirovên xwe, yan jî me ji weşanên komele û  berhemên hin kesan werdigirtin. Armanca herî sereke ew bû ku em  folklor û zimanê xwe ji helandin û windabûnê biparêzin. Di xebata malperê de jî nivîskar, hunermend û çalakvanan hevkariya me kirin. Mixabin rêxistinên me ev valatî tijî nekiribûn û rejîmê siyaseta asîmîlasyonê li ser ciwanan dimeşand. Min hewl da ku ez bi berfirehî li hember van planan derkevim û dengê Efrînê bigihînim Kurdên me li çar beşên welêt û li seranserî cîhanê.”

Di vê sala dawî de jî Arî malperek bi navê “Efrina Nû” vekiriye, ew tê de bi zimanê erebî û kurdî nûçe, hevpeyvîn, nivîs, wêneyan derbarê herêma Efrînê û rojeva wê de diweşîne. Arî wek gellek Kurdên Rojava gellek demjimêran li ser înternetê derbas dike, bi hêviya ku êdî  azadîxwaz li Sûriyê biserkevin û rejîma Esed têk biçe: “Xwesteka min ku gelê kurd li Rojava bigihije armanc û daxwazên xwe, ku ew xebata tevgera kurdî ya ku ji sala 1958ê ve destpêkiriye bi saya keda xort û keçên kurd berhema xwe bide, ku dawî li rejîma Baasê bê û şoreşa gelê sûrî û Kurdan biserkeve.”

Statîstîkên kanala Jindires  

Heya niha 1251 vîdyo hatine weşandin û 4.308.310 caran hatine temaşekirin.

331 bikarhênerên Youtube abonetiya kanalê kirine.

Rojane 3000 car vîdyoyên malperê tên temaşekirin.

Di sala 2011ê de vîdyo 1.102.845 caran hatine temaşekirin

Kanal li 101 welatan hatiye temaşekirin, di serê lîsteyê de jî welatên wek Almanya, Tirkiye, Yewnan, Swêd, Danîmark, Swîsre, Iraq û Sûriyê tên.

Read Full Post »

Zinarê Xamo piştî di serdanekê ji bakurê Kurdistanê re 2010 / Gola Wanê

Nivîskar û blogerê navdar Zinarê Xamo di nivîseke xwe de derbarê serdana xwe ya yekem ji Kurdistana  “Azad”  re beha lêpirsîna  ku pê re hatiye kirin ji aliyê polîsê kurmanc dema gihîşt xaka başûrê Kurdistanê.

Zinarê Xamo  balafira navnetwî a Hewlêrê wisa wesif dike: 

Dema dikevim nava avahiya balafirxaneyê matmayî dimînim, ez dibêjim belkî hatime Balafirxaneya Begledaşê. Karkirên li der û dorê dixebitin, kesên paqijiyê dikin, yên diherin û tên hemû bangladêşî û hindî ne. Lê bêtir jî bengledaş î. Balafirxane bêqusûr e, pir paqij û modern e. Ez wek dînan çavên xwe li derûdorê digerînim, ez dibêjim ev ya kurda ye. Ez pê kêfxweş û serbilind dibim.

Xamo çîroka girtina xwe wiha tîne ziman:

Ji bo kontrola pasaportê weke her kesî ez jî diçim dikevim dorê. Dor pir dirêj e.

Di vê nabênê da telefona min li ser hev lê dixe, yê telefon dike hevalê min Mistefa ye.

Ez dixwazim bersîvê bidimê lê nikanim, telefon tim qut dibe. Diyar e telefona min li wir nakşîne ya jî naxebite.

Ev yek dom dike, ez dibêjim elo û deng qut dibe. Dibê ez çareyekê bibînim…

Du pûlisên resmî di nava milet da digerin.  Ez ban wan dikim û dibêjim, hevalê min telefon dike, lê ez nikanim bersîvê bidim, bibêjim meraq neke, vaye ez hatime, di dorê da me. Gelo li van deran telefonek tuneye ku ez telefonî hevalê xwe bikim?

Pûlis yek kurmanc û yek jî soran e. Yê kurmanc ji min ra dibêje, tu ji ku yî?

Ez dibêjim ez ji Swêd têm.

Dibêje na na, tu bi eslê xwe ji ku yî?

Ez dibêjim ez bi eslê xwe ji Kurdistana bakur, ji Rihayê me. Lê li Swêd dijîm.

Li ser vê, bersîva min dibêje hela ka pasaporta xwe…

Ez dibêjim tu yê pasaporta min çi bikî?

Dibêje ka ezê lê binêrim û alîkariya te bikim.

Ez destpêkê bi dudilî hinekî îtîraz dikim lê ew jî îtîraz dike. Li ser vê, ez pasaporta xwe didimê.

Yê kurmanc lê dinêre dû ra bi hevalê xwe ra hêdîka dipeyive û dû ra ji min ra dibêje:

Tu ji bo çi hatiyî Kurdistanê?

Ez dibêjim ez hatime gerê, ji bo ku welatê xwe bibînim.

Li hevalê min dipirse, dibêje navê wî çi ye, çi karî dike?

Ez jê ra dibêjim. Dû ra ji min ra dibêje:

-Tu nikanî têkevî Kurdistanê!

Ez dibêjim henekan neke…

Dibêje ez henekan nakim, tu nikanî têkevî Kurdistanê.

Ez dibêjim ji bo çi?

Dibêje ji ber ku kefîlê te tuneye.

Ez dibêjim kefîlê çi?

Dibêje em ji tirkan kefîl dixwazin?

Ez diqeherim, dibêjim ji min ra nebêje tirk, ez ne tirk im…

Dibêje yanî kurdên ji Tirkiyê.

Ez dibêjim, ez ne ji Tirkiyê me, ez kurd im û ji Kurdistanê me. 

Dibêje axir bêyî kefîl tu nikanî têkevî kurdistanê û dibê tu bi me ra werî qereqolê.

Ez him diqeherim û him jî ditirsim, dibêjim bide pasaporta min, heqê te tuneye tu wiha bikî.

Lê pasaporta min nade û dixwazin min bibin qereqolê.

Tam di vê esna xirecira me da Siyamed û xanima wî tên. Dibêjin xêr e, çi mesele ye?

Ez meselê jê ra dibêjim.

Siyamed dibêje kaka şerm e, ev mamoste nivîskarekî kurd e, ez dibim kefîlê wî.

Li ser vê, pasaporta min dide min. Lê ji hêrsa ez diricifim, ez dibêjim çima tu kefîl ji Siyamed naxwazî?

Dibêje, em kefîl ji kurdên Îranê naxwazin, tenê ji kurdên Tirkiyê dixwazin.

Ez dibêjim tu merivekî bêexlaq î, te ev rêwîtiya min li min kir jahr. Te bi dostî ez xapandim û pasaporta min ji min stend. Ez ne mecbûr bûm ji te ra bibêjim eslê min ji ku ye, te got ezê alîkariya te bikim, loma min pasaporta xwe da te. Min got belkî tu yê bibî mohr bikî.

Neyse, dora min hat, min pasaporta xwe mohr kir û derbas bûm.

Piştî ez derbas bûm, pûlisê kurmanc hat, got qanûn wiha ye, li qusûra min nenêre, min efû bike.

Min got, ez te efû nakim, te ev gera min li min kir jahr, ez çer herim Swêd nivîsa xwe ya pêşî ezê li ser te binivîsînim.

Bi vê nivîsê ez soza xwe tînim cî.

Min ev bûyer ji hevalê xwe Mistefa ra qal kir, got tu carî tiştekî wiha nebûye, ev cara pêşî ye ku tiştekî wiha diqewime.

Cara pêşî ya na, lê tirkan ez negertim kurdan ez girtim…

Qey ev jî şansê min e…

Zinarê Xamo: “Kurdistan berê şekir bû, nuha bûye hingiv” (Hevpeyvîn)

Read Full Post »

Read Full Post »

Zinarê Xamo piştî 30î sal li xerîbiyê îsal xaka Kurdistanê hemêz kir / Gola Wanê

Di nav cîhana blogerên Kurd de gelek nav hene, lê mirov dikare bêje ku blogerê herî çalak di weşana kurmancî  de birêz  Zinarê Xamo ye. Nivîskarê Kurd Zinarê Xamo berî sê salan şitlekî bi navê “Hindik Rindik” di daristana înternetê  de weşandibû, îro şitla wî mezin bûye û cihekî xwe di nav alavên ragihandina Kurdî de girtiye. Xamo heya roja îro nêzîkî hezar nûçe û nivîs di bloga xwe de weşandine, gelek nivîsên wî jî di malperên Kurdî de têne weşandin. Blogerê Kurd li ser jiyan û serpêhatiyên xwe diaxive, li ser rojeva Kurdistan û Tirkiyê gelek nivîs û analîzan diweşîne, her wiha her demekê pêkenînan dinivîse û nivîsên xwe bi gotinên pêşiyên Kurdan dewlemend dike.

Zinarê Xamo bi weşandina her nûçeyk, nivîsek an pêkenînekê rûpeleke kurdî di toreya înternetê de zêde dike, ev jî sûdek li bikarhênerên înternetê dike  yên ku bi riya motorên lêgerînê (Google, Bing, Yahoo…) li berferhiya agahiyan digerin.

Hinek agahî derbarê jiyana Zinarê Xamo

Berî salekê Fatma Savcî hevpeyvînekê ligel Zinarê Xamo çêkiribû, Xamo derbarê danasîna xwe gotibû:

– Ez ji Wêranşara qeza Ruhayê me. Li wir hatime dinê û heta 30 saliya xwe li wir jiyame.

– Karê min yê pêşîn pêlavçêkirî/qonderecîtî bû, heta salên 1972-1973-an jî min qonderecîtî dikir. Dûra bi destpêkirina siyasetê min dev ji karê xwe berda.

– Min di nava partiya Dr. Şivan û piştra jî di nava DDKD-ê da dest bi siyasetê kir û heta van salên dawiyê jî wiha mam. Lê nuha bi tu rêxistinê ra naxebitim.

– Ez qet neçûme dibistanê, xwendin û nivîsandinê ez xwe bi xwe fêr bûme. Ez ji derva ketime îmtîhanan û min dîplomayên dibistana seretayî û ya navîn ji derve girtiye.

– Du kitêbên min (Hindik-Rindik û Antolojiya çîrokên zarokan) derketine.

– Bêyî van herdu berhemên min, min ji swêdî jî romanek (Bide dû dilê) xwe ya Susanna Tamaro wergerandiye kurdî.

– Ji salên 1980-î û vir de min di gelek rojname, kovar û malperên kurdî da nivîsîye û di hinekan da jî (Armanc, Berbang, Hêvî, Hêlîn, Netkurd) endametiya redaksiyonê û redaktorî kiriye.

Di tebaxa bihorî de jî  malpera Mêrgesor hevpeyvînekê (Versyona Soranî / Versyona Kurmancî) ligel Zinarê Xamo çêkiribû,  Xamo di vê hevpeyvînê de dibêje:

– Ez 60 salî me, zewicî me û çar zarokên min, 3 lawik û keçikek (Azad, Rûken, Serhat Arda û Rojen) hene.

– Ev 30 sal in ku ez li Swêd li bajarê Stockholmê dijîm. Ez li dahîreyeke dewletê kar dikim.

– Ev 30 sal bûn ku ez ji welat û bajarê xwe dûr, li xerîbî û surgûniyê dijiyam. Ji ber ku cezayê muebetê li ser min hebû ez nikanîbûm biçûyama welatê xwe.

– Bi kurtî jiyana min ya Swêd ev e, monoton, feqîr û sînorkirîye. Ji bo ku kanibim debara xwe ya şexsî bikim her roj 10 saetên min li kar û çûn û hatinê diçe. Û bi şev jî 2-3 saetan hin tiştan dixwînim û dinivîsînim.

Em jî li vir van agahiyên taybet zêde dikin, ew jî ku navê hevjîna Zinarê Xamo Hêvî ye û her wiha neviyeke wan heye, navê wî jî  Vîndar Bager e.

Me bi boneya derbasbûna sê salan li ser damezrandina bloga “Hindik – Rindik” çend pirsan ji birêz Xamo kirin, ew jî bi dilxweşî  bersiv da me.

Gelo boçûna avakirina blogekî ji ku hat?

Tu rastiyê dixwazî çêkirina bloga ”Hindik –Rindik” tesadufî bû.
Di nivîsa xwe ya pêşî da çêbûna bloga ”hindik-rindik” bi kurtî min wiha aniye zimên.
Ji roja ku ez ji Netkurdê veqetiyam û virda ye min dixwest ez ji xwe malperekê çêkim.
Lê ji ber ku ez merivekî pir klasîk, paşda mayî û nezanê teknîk û pêşketinên nuh im, loma jî min nikanîbû ji xwe ra tiştek li hev ragirta.
Min ji çend heval û hogiran alîkarî xwest, lê netîce neda. Mala gişan ava be, kesî negot na, lê tu malper jî çê nebû.
Dawiya dawî, rojekê di rojnameya METRO da ez rastî îlanekê hatim. Di îlanê da digot ”di deqîqeyekê da bibe xwedî bilog.”
Min got wele ji min ev ”loto” ye. Min di dilê xwe da got, hema ez çuqasî nezan bim jî, ezê bikanibim ji heq karekî yek deqîqeyî derkevim…
Lê gotin û kirin ne yek e, bawer bikin min hemû zanîn û hunera xwe lê da, lê ez dîsa jî bi ser neketim.
Ez biserneketim lê min hêviya xwe wenda nekir, min dev ji xeyala ”ezê jî rojekê bibim xwedî malper/blog” berneda.
Weke hêvî min di dilê xwe da veşart…
Çimkî ez dizanim ji bo ku meriv bikanibe bigihîje hedefên ne mimkûn, tiştên qedexe, ser qotê çiyayên bilind, welatekî azad, baqê guliyan û himêza yarê dibê meriv xwedî xewn û xeyalên mezin be…
A ev xewn û xeyala min ya ku ez jî rojekê bibim xwedî blog, di şeva 30 saliya damezirandina DDKD-ê da birast geriya.
Di şevê da desadufen min ev xeyala xwe ji Nîhatê swêregî ra got. Min jê ra got, ”ez dixwazim blogekê ji xwe ra çê bikim, lê ji heq dernakevim. Gelo tu yê bikanibî blogekê ji min ra li hev ragirî?”
Wek her tim, Nîhat dîsa bi tebat mizicî û got:
“Pir hêsan e, ez sibe ji te ra yekê çê dikim.”
Û roja din (30/9-07)gava min posta xwe ya elektronîk vekir, min hew dît ku bloga min bi risim, bi edres, bi nav û nîşan hazir di qutiya min da ye.
Tiştê kêm tenê nivîs bû û ew jî hema min tavilê zend û bendên xwe vemalt û nivîsa xwe ya pêşî nivîsand.
A çîrok û serpêhatiya bloga min wiha ye.

Ji bo serdana bloga “Hindik-Rindik”  li ser vê wêneyê bitikîne

Ev bûne sê sal hûn bi awakî çalak weşanê dikin, gelo birêvebirina blogekî tiştekî hêsan e?

Rast e, min 3 sal li pey xwe hîştin û piştî 5 rojên din ez dikevim çar saliya weşana xwe.
Di destpêkê da min digot ezê hefteyê carekê ya jî carnan binivîsim. Lê piştî nivîsa xwe ya pêşî bi çend saetan min tiştekî din nivîsî.
Û ji wê rojê heta nuha, nexweşî û nelimalbûn ne tê da, hema hema min her şev maqeleyek nivîsîye.
Li ser hev heta nuha min tam 960 meqale nivîsîne.
Yanî ez her şev, di ber bersîvên xwendevanan ra nivîsekê jî dinivîsim, heger şevekê nikanibim binivîsim, roja din hewil didim du nivîsan dinivîsim.
Birêvebirina blogekê heger meriv ji xwe ra bike kar û bi çavekî cidî lê binêre bêguman zor e, ne karekî hêsaye.
Ji ber ku dibê tu her roj nivîsekê ya jî tiştekî kin, dirêj binivîsî û bersîva şirove û meylên xwendevanan bidî.
Yanî dibê xwendevan bizanibin ku tu her roj bloga xwe nuh dikî, tu nivîsekê, tiştekî dinivîsî.
Dana vê baweriyê gelkî girîng e, şertê mezinbûn û serkeftinê ye.
Ev yek ne ji bo blogê tenê, ji bo her karî wiha ye, dibê meriv xwedî îstîkrar be û zû neweste.
Ku ne wiha be di ziyareta xwendevanan da jî îstîkrar çênabe, kes nizane gelo tu yê îro tiştekî binivîse ya na?
Loma jî hin îstîsna ne têda ez her şev meqaleyekê dinivîsînim.
Û ev kar jî helbet na karekî hêsa ye, dibê tu jiyana xwe ya sosyal her roj li gor wê eyar bikî.
Lê heger meriv guh nede ”îstîkrarê” û kînga dilê meriv xwest, besta meriv lê hat meriv binivîse ne zor e, rehet e.

Wêneyek ji gera Zinarê Xamo li Rihayê

Xwînerên bloga we bi awakî dîrket şîroveyên xwe diweşînin, ma hûn ji hin şîrove û rexneyên xwîneran aciz nabin?

Heqaret û xeberên şexsî ne têda, ez ji tu rexneyê aciz nabim û dibê meriv nebe jî. Ne rast e ku meriv ji fikir û dîtinên cuda aciz bibe.

Çend tiştên biçûk ne têda heta nuha di nabê min û xwendevanan da tu bûyereke ne xweş neqewimî ye.
Xwendevanên min hemû jî li hember min nazik û hurmetkar in, piraniya wan bi sifetê ”apê Zinar” û ”xalê Zinar” xîtabî min dikin.
Tenê çend caran hin xwendevanan ji hin şexs û partiyan ra hin gotinên ne xweş gotin, min ew nivîsên wan avêtin, loma hin ji wan ji min aciz bûn û hinek jî pir hişk xeyidîn…
Lê bi giştî heta nuha pir baş derbas bûye û hemû xwendevanên min jî qedir û qîmetê didin ked û xebata min.
Kurd ne bêwefa ne, ked û federakriya min înkar nakin, qedir didinê…

Zinarê Xamo û hevsera xwe dema digihêjin Amedê

Rûpela we di facebook de heye, we çend nivîs jî li ser facebookê weşandibû, gelo hûn vê tora civakî çawa dinirxînin?

Weleh weke çîroka blogê, çîroka ”facebookê” jî rojekê bi tesadufî hevalekî(Heyder Diljen) ji min ra qala başiya wê kir, got Zinar, ”facebook” nihmetekî bêhempa ye, dibê tu di zûtirîn wextê da ji xwe ra ”facebookekê” çêkî…

Li ser vê pêşniyara Heyder, bi alîkariya jineke misrî ya li ciyê karê min, ez bûm xwedî facebook.
Û ez jê gelkî memnûn im.
Facebook, alaveke(hacet, alet)sosyal ya pir bi feydeye, bi saya vê alavê li seranserê cîhanê meriv dikane xwe bigihîne gelek dost û hevalên xwe û têkiliyên xwe yên rojane pê ra bidomîne, hestên xwe pê ra par bike, li risman temaşe bike, li klîpan guhdarî bike…
Heçî teknîk e ez zêde jê fêm nakim, lê min tu zirara wê jî nedîtiye, belovacî wê, min gelek feydeya wê dîtiye.
Li gor dibêjin nuha di înternetê da tora/şebekeya sosyal ya herî zû û pir mezin dibe facebook e, li dora çarîk milyar însan facebookê bikartînin.
Û her ku diçe ev hejmar zêdetir jî dibe.

Wêneyek ji serdana Koşka Gazî Amed

Lê Internet, facebook ji her kesî bêtir feydeyê digihîne miletê kurd. Bi saya vê teknîka nuh ya danûstendinê ya cîhanî kurdan hemû sînorên di nabêna xwe da rakirin û xwe gîhandin hev.
Nuha bi riya vê facebookê ji her çar perçeyên Kuristanê bi milyonan kurd gav û saetê xwe digihînin hev û bi hev ra dikevin danûstendinê, lehçe û devokên hev fêr dibin, ji hevûdu haydar dibin
Lê ya herî girîng jî di serî da kurdên bakur, bi sedhezaran kes kurdî fêr dibin, xwendin û nivîsandina kurdî fêr dibin.
Heger ne ev teknîk bûya bi milyonan kurd ewê tu carî hewce nedîtana, mecbûr nebûna ku kurdî bizanibin.
Lê di facebookê da ji mecbûrî fêrî kurdî dibin û piştî ku carê fêr dibin êdî tirsa wan dikşkê û dom dikin.
Nuha di facebookê da bi dehan, belkî jî bi sedan malperên kurdan yên li ser dîrok, ziman, muzîk, edebiyatê yên xurrî bi kurdî hene.
Di van malperan da kurd şiyar û perwerde dibin, xwe nas dikin.
Ji bo kurdan ev îmkan û şoreşeke pir mezin e, vê îmkanê kurd bêtir nêzî hev kirin, zanîn û şiûra wan ya netewî xurt kir.
Yanî bi kurtî ez dikanim bibêjim ku di dîrokê da ev cara pêşî ye ku teknîk, pêşketineke gerdûnî feydeyê digihîne yekîtî û şiyarbûna kurdan ya netewî.

Hûn xebata ragehandina kurdî di înternetê de çawa dibînin?
Weleh ez ji bo hemû kurdan nikanim tiştekî bibêjim, lê heçî kurdên bakur (Kurdistana Tirkiyê)in li gor miletên din pir lawaz e. Ji ber ku tîcaret, profesyonelî tuneye, însan bi fedekariyên şexsî hin tiştan dikin.
Ev jî têrê nake, ji bo ku em kurd jî weke miletên din vê teknîkê bikar bînin, dibê meriv bi profesyonelî kar bike û bikanibe jê nan bixwe.
Mesela hîn jî sermiyandar, tacirên kurdan bi kurdî dest navêtine vê teknîkê, dibê ew jî dest bavêjinê.
Bikaranîna vê teknîkêhîn di çarçeweya siyasî û întellektuelî da ye. Dibê ev sînor firehtir bibe.

Zinarê Xamo û hevjîna xwe Hêvî / Gola Wanê

Piştî sirguniyike demdirêj hûn di havîna bihorî de çûbûn Kurdistanê, hûn dikarin hinekî behsa hestên xwe derbarê vê serdanê bikin?

Weleh Kurdistan pir xweş bû, muhteşem bû, her kes, her tişt hatibûn guhertin, hemû bajar mezin û xweşiktir bûbûn.
Li gor 30 sal berê gel bêtir şiyar bûbû û bûbû kurd.
Weke berê êdî kes ji pûlis û leşkerên tirkan neditirsiya û bi çavê dijmin lê dinêrî, wan jî xwe di ewlehiyê da his nedikir.
Toleransa înssan ya li hember hev zêde û Qelîta jiyanê bilintir bûye, însan baştir û xweştir dijîn.
Li her bjarî, lê bi taybetî jî li Amedê feqîriya beşekî civatê pir berbiçav e, lê bi giştî însan dewlementir bûne, li gor berê pere li ba milet pirtir e.
Meriv xwe di xewnekê da his dike, ji kêfan meriv serxweş e û nizane ku li ku ye…
Ji ber ku cara pêşî ye, însan pir qedrê meriv digrin û meriv ezîz û beldilkê milet e, meriv ji dest hev digrin.
Raqib û dilnexwazên te yên berê jî bi hezkirin nêzî meriv dibin, qedir û qîmetê didin meriv.
Ev yek welêt jî û însan jî bi meriv şîrîntir dike.
Tiştê herî xweş, ji nişka ve meriv dibe ”xal” û ”apê” birek însanên ku berê tunebûn, fena kesê ku ji nişka ve dewlemend bibe, meriv xwe wisa his dike.
Axir dema ez kurt û kurmancî bibêjim, her tişt “muhteşem” bû, Kurdistan xweştir, delaltir, mezintir û şîrîntir bûye; berê şekir bû, nuha bûye hingiv, meriv jê têr nabe…
Dema meriv ji derve dihere hebûna pûlis û leşkerên tirkan û ala wan ya sorsorkî ku li her derê li ba dibe, pir bala meriv dikşîne û bîna meriv teng dike.
Ku meriv bikanibe hêzên tirkan ji Kurdistanê derxe û bi hawakî germiyanê jî ”kêm” bike, weleh welatê me buhuşteke rastîn e.

-Hûn li gelek bajaran jî geriyan, we rewşa ziman Kurdî û rewşa Kurdan bi gîştî çawa dîtibû?

Kurdî hîn bi temamî nemiriye, kesên bi kurdî dizanin hîn pir in, l,ê roj bi roj kêmtir dibin.
Li hemû bajarên Kurdistanê(Riha, Amed, Wan, Belîs, Gewaş, Çaldiran, Bazîd, Tetwan, Mêrdîn, Nisêbîn, Midyad, Dêrik, Wêranşar, Swêreg)yên ku ez lê geriyam, ez tenê bi kurdî peyivîm û ji ber vê yekê jî gelek qedir û qîmet dan me…
Yanî dema meriv mîvan be, weke turîst bi kurdiyeke paqij dipeyive însan qedirekî zêde didin meriv.
Lê ew bi xwe, di nava xwe da bi kurdî napeyivin, dema tu bepeyive bersîvê bi kurdî didin, lê ew bi hev ra napeyivin.
Ev yek pir xerab e.
Û ya din jî zarok û cîlên nuh radibin, bi taybetî keçik ya bi kurdî nizanin, ya jî napeyivin.
Zarok bi hev ra bi tirkî dipeyivin, li gor law û keçan, keç bêtir hewesê li tirkî dikin.
Yanî heger kurd di demeke kin da mafê perwerdeya zimên bidest nexin pêşeroja kurdî ne baş e, tahlûke pir mezin e.
Ji ber ku zarok êdî bi kurdî napeyivin, dema cîlekî ziman dewrî cîlekî din nekir, berdedwamî çênebû rojek tê ziman dimre….
Ev tahlûke ji bo zimanê kurdî heye.
Xebat û şiyarbûna heye têr nake, pêşketin pir mezin û bi lez e, meriv nikane bi bend mendên ji çamûr û xilikan rê li ber vê aşîta rabûye bigre, ev yek ne mimkûn e.
Dibê zarok bi zimanê kurdî mezin bibin….

Zinarê Xamo û zarokên Kurdistanê

Birêz Xamo, gelek spas ji bo bersivandina pirsên me.

Sipas ji bo te jî…

Read Full Post »

Derdê xerîbiyê li Ewropayê ne tenê hesreta welat, bêriya xizm, dost û yarê kirin e. Êşên xerîbiyê pir in. Yek ji wan jî ”rasîzm” e, anku nijadperestî, zikreşî û neheqiyên li dijî bîyaniyan in.

Li Ewropayê, gelek caran dîploma zanîngehan û zîrekbûn têr nake ku bîyanî kariyêrên polîtîk û pozîsyonên bilind di karxaneyan de bi dest bixînin. Li pêşiya mirovan bend û kelemên eşkere û sergirtî hene. Kesên biyanî gelek caran bêkar dimînin anjî di karên cewaz û bi mehaneyên (meaş) kêm kar dikin. Neheqiyên li dijî wan, li cihên kar, nexweşxane, dibistan û deverên fermî eşkere xuyanî dikin.

Bê guman e ku ji bo ku rê li ber neheqiyan bê girtin, pirsgirêk gelek caran tê niqaşkirin, qanûnên nû têne derxistin. Lê dema beşek ji dezgehên dewletê yên dadgehkirin û polîsî ne xwedî helwestek rêkûpêk bin, qanûn jî weke tekstekî dimîne û zêde bandora xwe nabe…

Li welatên pêşketî rasîzma di nava bîyaniyan de nebûye cihê lêkolînan

Kesên bi xebatên mafên mirovan dadikevin dikarin baştir bibînin û bişopînin ku, li welatên pêşketî, nijadperest, alîkarên dîktatoran, oldarên konservatîv, parêzvanên fikir û îdeolojiyên hişk jî di nava xerîban de hene. Anku di nava bîyaniyan de rast jî hene û çep jî pir in. Kesên demokrat jî hene û nijadperest jî pir in.

”Nijadperestî”, ”bandora derûdor û malbatî”, ”tercumekirina hiziran bi şaşî”, ”eşq û serxoşiya text û tacan”, ”bikaranîna bîyaniyan weke navgînên polîtîk” û ”dûrketina ji rastiyê” dikare berê hinek kesên xerîb, bi zanabûn anjî nezanî bide rasîzmê. Rasîzma kesên bîyanî dibe du (2) serî:

– Bîyanî ji wan re dibin hedef

– Ewropî jî dikevin ber pêla êrîşê wan

Lê beşek ji dîtin û kirinên bîyaniyên nasdar anjî siyasetvanan hene ku, dikarin ji derve weke rasîzm bêne dîtin û nirxandin. Ji kirin û dîtinên wisa re hinek wext pêwîst e da ku bistewin û bêne fêmkirin û di rastiya jiyanê de bêne dîtin.

Li Ewropayê, bi çi navî bê navdarkirin, rasîzma xerîban jî heye û li benda lêkolînên piralî ye…

Rexneya Evîn Çetin li Wezîra integrasyonê Nyamko Sabuniyê

Wezîra karê muhacira, anku integrasyonê ya Swêdê Nyamko Sabuni bi eslê xwe ji Kongoya Efrîkayê ye. Ji awira însanî û mafê jinan ve gavên wê yên erênî hene.

Lê hinek ji kar û fikrên wê ku li dijî xerîban xuyanî bike hene ku, nikarin bêne fêmkirin. Pirtûka wê ya dawî ”Det nya Sverige” jî di vê çarçoveyê de rê ji bo niqaşên nû vekir.

Li Swêdê mafê dêbavan heye ku, bi zarokên xwe yên biçûk dakevin û ji bedêla karkirinê, demekê wext bi zarokên xwe re derbas bikin. Lê Sabuni dixwaze, mafê bîyaniyan kêm bibe. Her wisa, çînek nû ji xerîban ava bibe ku, di karxaneyan de bi mehaneyên pir kêm kar bikin…

Siyasetvana Kurd ji Sosyal Demokratên Swêdê û berendama parlemantoyê Evin Çetin di rojnameya rojane ”Aftonbladet” de, dîtinên Sabuni bi hişkî rexne kir. Çetîn, siyaseta toreyî ku dixwaze mafê xerîban kêm bike û wan weke tirale nîşan bide, weke neheqiyek mezin nîşan da.

Evînê dihêne zimên ku, hejmarek ji bîyaniyan di dibistanan de zîrek in û dîplomên wan pir baş in. Lê ji zanabûn û dîplomên wan sûd nayê girtin. Ew mecbûr dimînin ku di karên kêm meaş û bêkalîte de bixebitin. Sabuni, rewşa wan nabîne, naxwaze bibîne û rê li ber şaşîtiyê bigire. Dikeve şaşîtiya siyasetvanên nijadperest, bi hizirên xwe mercên jiyana xerîban nexweştir dike. Dema ev xet bidomîne li Swêdê dê çînek nû ji xerîban pêk bê ku li neheqiyên wan li wan dibin eşkeretir xuyanî bike.

Hizirkirina Sabuniyê çiqasî rast anjî şaş e, girêdana xwe bi rasîzmê heye an jî tune ye dê wext nîşan bide. Di pêşerojê dê baştir bê dîtin û fêmkirin. Lê tiştê eşkere ew e ku, niqaşa Çetinê ya nû pirsa xerîba û neheqiya li wan dibe ji nû ve anî rojeva hilbijartina Swêdê. Çetînê rojnamevan, siyasetvan û debatorên Swêdî li Sabuniyê sor kir. Bala siyasetvanê swêdî kişand ser bê edaletiya li dijî bîyaniyan pêk tên.

EuroKurd News

Read Full Post »

Fîlma “Min Xewnek heye” ya li ser  hunermend Suzana Barmanî û her wiha CD ya wê ya berê “Lê Lê” ligel çar stranên nû di edîsyoneke taybet de derketin.

Di CDya Suzana stranên gelêrî bi awakî nûjen  hatine belavkirin, gelek amûrên mûzîkê têde hatine bikaranîn, ji bilî stranên gelêrî Suzan cihekî  daye klasîka Kurdî jî.

Her wiha  straneke bi soranî xwendiye û curbecuriyeke zimanî xistiye nav CDya xwe, straneke Ermenî û du stranên gelêrî  ji folklora Helebê bi awakî xweş xwendine.

Dokumentarê “Min Xwenek Heye”  û CDya Suzana ya berê “Lê Lê” ligel çar stranên nû bi hev re li hemû firoşgehên muzîkê li Swêdê têne firotin, DVD û CD bi vê navî derketiye: “Suzana, the struggle of a Kurdish women to fullfill her dream” ango (Xebata jineke Kurd ji bo pêkanîna xewna xwe).

Dokumentara  “Min Xwenek Heye”  behsa xebata Suzana ji bo çêkirina albûmeke xwe, dokumenatr li Swêdê, Tirkiyê û bakurê Kurdistanê hatiye kişandin.

Kamîraya derhêner Maria Rinalod hemû detayên hevjiyana siyasetvanê Kurd Josef Erdem û  Suzana, kamîra derbasî hundirê malê, odeya rûniştinê, metbexê û odeya razana wan li hotêlekî  jî dibe.

“Min Xwenek Heye”  li ser îsrara dengbêja Kurdaxî Suzana Barmanî ji bo çêkirina yekemîn  albûma xwe diaxive, hemû detayên çêkirina albûmekê ji roja yekê heya biderxistina albûmê. Her tişt di dokumentarê de bi awakî efwî û natural hatiye kişandin, şerê Suzana ligel hevserê xwe Josef  û ligel şîrketa  çêkirina albûman li Stenbolê. Ji bilî kêlîkên şer her wiha gelek kêlîkên komîk jî hene.

Di DVD  de mirov dikare konsertên Suzana Barmanî yên zindî li bakurê Kurdistanê û Swêdê  temaşe bike, wilo jî vîdyoklîpên Suzana “Hûr Hûr Lêkir” û “Diyarbekir Paytexe”.

Di Dokumeterê de zimanê herî tê bi kar anîn Kurdî û Svenska ye (Swêdî), her wiha para zimanê  Tirkî û Înglîzî jî heye. Lê Tiştê herî balkêş di çêkirina DVD de ku şîrketa produksiyonê ta ku “Min Xwenek Heye”   baş bê famkirin û  bigihêje gelek netewan, jêrnivîsek bi şeş zimanan (Kurdî, Erebî,Tirkî, Farsî, Svenska û Înglîzî) çêkiriye.

Fîlma Maria Rinaldo “Min Xwenek Heye” sala 2005an  li Amerîkayê  bajarê Virginia, di pêşbirka navneteweyî ya fîlmên domkumenterî de xelata yekemîn girt.

Wergêr, dengbêj, tembûrvan, hevser û dayîk Suzana Barmanî ya ku li  Helebê mezin bûbû nexwest bibe “Jineke gewre li paş zilamekî gewre” weke Ereb dibêjin, ji bo ku nirxekî bidin ew jina ku xwe dike qurban ji bo serkeftinên hevserê xwe, meteloka Erebî dibêje “Li paş her zilamekî gewre jineke gewre heye”.

Suzana vê çandê red kir û xwest ku xebat wê jî ronahiyê bibîne,  Suzana ji bo pêkanîna xewna xwe têkoşiya. Îsrara wê ji bo pêkanîna xewna xwe wê ji tariyê biderxist û êdî bûye kesayetiyeke serbixwe, ango ew weke hevsera filanî , dayîka filanî , xweşka filanî nayê binavkirin, êdî weke Suzana Barmanî tê naskirin.

Bazdana Suzana  di kosertên zindî û di vîdyoklîpên xwe de dişibihe firîna teyrekî ku nû ji qefesê derketiye, ew tenê dixwaze li ezmanê bifire bê ku berê xwe bide cihekî, ji eşqa azadiyê re baskên xwe li ba dixîne, Suzana jî wisa ye gewd û milên xwe bi awakî tevlihev ji eşqa pêkanîna xewna xwe di hemû aliyan de dilivîne.

“Min Xewnek heye” ne tenê behsa xewna Suzana Barmanî dike, li ser  gelek tiştan jî diaxive, wek welataparêzî, penaberî, hezkirin, têkilya jin û mêran, adetên civaka Kurd…hwd.

Avesta / Zinar Ala

Read Full Post »

Older Posts »

%d bloggers like this: