Derbarê vê wêneyê

Kurdistan
Foto: Antonio Real

 

Gelek heval ji min pirs dikin, gelo ev dîmen rast e anjî fotoshop e?, ji ber vê yekê min xwest bi vê sîroveyê ez vê meselê zelal bikim.

Ev nexçe berî du salan li kovareke spanî hatibû weşandin (2006) wek dîmenek ji Çiyayên Toledo (Herêma Castilla La Mancha yê – Spanya).

Wê çaxê ez nuh gihîştibûm Spanyayê, zimanê min yê spanî ewqas ne baş bû ji bo xwendina kovarê, lê ji ber ji xwezayê hez dikim min çavekî li pelikên û sernivîsên kovarê xist, ji nişka ve jî wêneyek çavên min beq kirin, ew jî nexweşeyeke Kurdistanê ku di nav darên zêtûnê de bû.

Piştî wê dema min bloga bi zimanê spanî avakir min wêne li wir belav kir ava kir, dûre wêne li Avestakurd.net û Efrîn.net hate weşandin, ji wê caxê de jî wêne di medyaya civakî de digere.

Li taliyê min xwe gihand xwediyê wêneyê Antonio Real û min jê pirs kir ku ew wêne li ku kişandiye, mixabin baş nedihat bîra wî li ku wêne kişandiye. Di wê herêmê de gelek çûnûhatina min hebû lê çavê min li vê nexweşeya xwezayî heya niha neket.

Belkî di pêşerojê de ez bikaribim li wê herêmê baş bigerim û wêneyên nû bikşînim.

Şîrove û nêrînên we